Zimanê me warê me û dara me ye!

- Roza METÎNA
478 views

Zimanê her gelî li gor xwe wateyekê li jiyana wan bar dike. Hezkirin û ahenga di dilê mirov de bi saya hebûna zimên li lûtkeyên jiyanê xwe didin der. Dema ziman bê jibîrkirin wateya jiyanê jî û axa mirov li ser dijî jî namîne. Loma têkoşîna ji bo zimanê dayikê li her derê cîhanê her dem dewam kiriye. Yek ji gelê têkoşer ku xizmeta di rêya zimanê xwe de her dem daye ber çav gelê Kurd e. Tevî hemû talûkeyên mêtinger û nîjadperestan heta roja me ya îro hewildana ji bo ziman dewam kiriye. Dîsa di vir de jin xwedî hêzeke girîng in. Ez dixwazim bi mînakekê vê yekê raxînim ber çavan. Nivîskarekî Kurd ê ku berê bi tirkî dinivîsand di bernameyekê ku beşdar bûbû de digot: “Dema min bi tirkî dinivîsand û min xelat digirt, dayika min ji min re digot; ‘Erê kurê min, ez dizanim niha tu tiştên qenc dinivîsî, lê ez jê fam nakim’. Ji wê rojê şûnde min got ez ê êdî bi kurdî binivîsim. Min ji xwe re got divê ez xizmeta zimanê xwe bikim.” Ev tenê mînakek e. Mînakên ku jinê hêz daye xwedîderketina ziman gelek in.

Rola kovaran di pêşxistina ziman de

Gelê Kurd ê ku xwedîderketina zimanê dayikê wekî rêgezeke jiyanê dibîne her sal 15’ê Gulanê wekî cejna zimanê Kurdî pîroz dike. 15’ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê tê qebûlkirin. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de cîhek taybet digire. Hawar; kovara yekemîn a bi Kurdî ye ku bi tîpên Latînî ye û bûye sedema pêşveçûna zimanê kurdî. Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de, ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li paytexta Sûrîyê, li Şamê hatîbû weşandin û heta 15’ê Gelawêja 1943’yan berdewam kir. 15’ê Gulanê ji sala 2006’an û vir de wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Li vir a ku bala mirov dikşîne keda Celadet Elî Bedirxan û yên bi wî re ne. Her wiha girîngiya kovaran a ji bo pêşketina Zimanê Kurdî jî xaleke sereke ye. Kovarên wekî Hawar, Tîrej û hwd. di dîrokê de bûye sedema destkeftiyên xurt ên di qada zimanê dayikê de. Ev kovarana ji bo pêkanîna xewn û xeyalên mayindebûna zimanê kurdî esas hatine girtin. Jixwe divê ji xewn û xeyalên herî girîng yek jê pêşketin û xurtkirina zimanê dayikê be. Gotineke Farrah Gray heye. Farrah dibêje; ‘Heger tu ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe nexebitî, dê hin kesên din ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe te bidin xebitandin’.  Divê em wê fersendê nedin dijmin û dijberê xwe ku me ji bo pêkanîna xeyal û xewnên xwe bi kar bînin.

Ziman teşe bi kesayet dide

Ji ber ku gelê Kurd bi salan e li dû pêkanîna xewn û xeyalên xwe digere, ewqas zextên mezin re rû bi rû tê hiştin. Zexta li ser ziman a ku sûcê mirovahiyê ye her dem ji berjewendiyên takekesî re xizmet kiriye. Bi vê yekê girêdayî yên ku herî zêde hatine mexdûrkirin zarok in. Dema zarok bi zimanê xwe perwerdeyekê nebîne ev yek dibe sedema travmayan. Jixwe ev yek ne li gor peymana zarokan a navnetweyî ye jî. Pergala perwerdeya sîstemê ya li ser zarokan hatiye ferzkirin jî dibe sedema dijminatî û kîndariya li dijî gelan. Astengî û bişaftina bi vî rengî geş dibe, di heman demê de dibe sedema xetereya lawazbûna zimanê kurdî. Li ser erdnîgariya Kurdistanê bi zagonên dijber desthilatdaran her dem xwestiye otorîteya xwe xurt bikin. Li dijî vê otorîteya nîjadperest niha têkoşînek tê dayin û her sal bi vê têkoşînê ve girêdayî 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Taybetmendiyeke gulberojkan heye ku roj berê xwe dide ku ew jî berê xwe dide wir. Wekî her demê di roja 15’ê Gulanê de jî gelê Kurd bi hewildana xwe berê xwe dide rojê.

Di 15’ê Gulanê de jî helwest û nêzîkatiya jinên Kurd xwedî cihekî taybet e. Li ser esasên nêtek pak û hilweşandina bendên tirsê divê ev têkoşîn mezintir bibe. Kesên ji zimanê xwe dûr asta wan a kirina sûc jî bilindtir dike. Ji bo asta sûc bilindtir nebe dîsa li vir wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinan. Dema em îro lê dinêrin hemû derfetên aborî û civakî bi zimanê tirkî tên dayin. Ji ber vî hawî ye jî eleqeya ji bo zimanê Kurdî her ku diçe bi taybet li Bakur kêm dibe. Loma jî li dijî vê yekê rêjeya axaftina di nava malbatê de divê bê zêdekirin.

Parastin bi axaftinê pêkan e

Perwerde û axaftina di nava malbatê de dibe bingeha parastina ji bo zimanê dayikê. Navdarên Kurd ên ji bo têkoşîna ziman bedelên mezin dane û bi mişext kirin, her wiha bi zext, zordestî, şikenceyan hatine ceza kirin, di destpêkê de li mala xwe û bi zarokên xwe re kurdî axivîne. Êrîşa dijmin li gor têkoşîna mirov e. Tu çiqasî li berxwe bidî ewqas êrîş dikin. Lê bandora êrîşan çiqas zêde be, bila be dema têkoşînek xurt hebe, wê demê bandore wê jî kêm e. Dema em li dîrokê dinêrin; piştî 1925’an gotina Kurdistan a di pirtûkên ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî ya dewleta tirk hatibûn çapkirin tê derxistin. Di rûpela 101’emîn a pirtûka “Tarihi Gilmanî” ya ji aliyê Wezareta Çandê ve tê çapkirin de gotina Kurdistan derbas dibe. Di gelek rojnameyan de jî gotina Kurdistan derbas bûye. Piştî 1925’an, bi ‘Takriri Skubê’ dewletê navê Kurd û Kurdistanê qedexe kir. Niha kesên gotina Kurdistan bi lêv dike, ceza li wan tê birîn. Ango êrîş ne tenê li dijî ziman, li dijî gelek nirxên gelê Kurd tê kirin. Bi hafize û wîcdanekî hevpar ancax li dijî nijadperestan nirxên civakî bên parastin. Yek ji nirxên me yên civakî jî 15’ê Gulan ê, Cejna Zimanê Kurdî ye û di vê rojê de jî dîsa divê em dubare bikin ku bêyî ziman em ê negihêjin tu derê.

Di vê roja pîroz de em wekî gelê Kurd divê peywirên xwe bi cih bînin. Ji ber ku em deyndarê pêşengên xwe yên bi salan e doza parsatina ziman a ji tunebûnê dikin in. Li dijî siyaseta tuneker têkoşîna domdariya neteweyekî girêdayî parastina ziman e. Ji bo qeydên têkçûyinê bên şikandin divê em zimanê dayikê wekî laşê xwe bibînin û xwedî lê derkevin, wate û pênaseya 15’ê Gulanê bikaribin bi nifşên nû bidin famkirin. Divê em bidin famkirin ku zimanê kurdî çiqasî dewlemend û qedirbilind e. Em bikaribin bidin famkirin ku tunekirina ziman ji Vîrusa Covîd-9 ku bû sedema mirina gelek mirovî, xirabtir e.

Têkoşîneke civakî hewceye

Dengbêja hêja Meryemxan a di jiyana xwe de hatiye sirgûnkirin her şev bi xeyalên ku ew ê rojekê li dîwana dengbêja bistirê radiza. Qedexeya derketina dîwana dengbêjan a ji bo jinan gelekî pê tade dihat. Li erdnîgariya ku gotina stranan ji jinê re qedexe û heram bû, wê her digot; “Ez ê rojekê li ‘Dîwana Dengbêjan’ stranan bibêjim”. Sûsîka Sîmo ya bi kilamên xwe mizgîniya sosyalîzm û Şoreşa Cotmehê dida jî parçeyek ji têkoşîna ji bo nirxên civakî ye. Bi feyzgirtina têkoşîna dengbêjên jin ên mîna Meryemxan û Sûsîka Sîmo, bi têkoşîneke hevpar divê xwedîderketina nirxên civakî esas bê girtin. Em ancax dikarin bi qanî têkoşîna xwe bijîn. Hîmê herî bi zexm ê têkoşînê jî qedirdayina ji bo zimanê dayikê ye. Ji ber ku desthilatdar vê yekê baş dizane, loma jî zarokên Kurd ji paxila dayika wan digire û dixe nava tora perwerdeya bi tirkî. Çerxa bazara derve û hemû saziyên dewletê bi tirkî digere. Loma zarokên Kurd neçar dimînin ku bi tirkî bifikirin û xewnên xwe bi tirkî bibînin. Berê dema ku ji bo pişaftinê tirk li gund û bajarên kurdan dihatin bicihkirin ne kurd, tirk hînê zimanê kurdî dibû. Lê niha rewş berojavajî vê yekê ye. Heta ku xwedîderketina ji bo ziman di mejiyê me de têk biçe, em ê her li ber hêt û dîwarên desthilatdaran parsa zimanê xwe bikin. Her çiqas zimanê kurdî xwedî kokek xurt be jî divê em ji vê dorpêçkirina nijadperest a dijminê zimanê me, xwe safî bikin. Ji bo bi rihê dewlemendiya zimanê dapîr û bapîrên me, em bi ser bikevin hewildana ji bo kurdî bibe zimanê bazarê lazim e. Gotineke pêşiyan heye dibêje; ‘Merivê bê war mîna xaniyê bê dar e’. Zimanê me hem warê me hem dara me ye.