Ji bo wê bersiva herî rast serkeftin bû

- Suna TUNÇ
291 views
Carna, hinek koça xwe ya dawî dikin û ji ber di jiyanê de ti bandora wan an jî xebatek wan a hêja nîne, zû tên jibîrkirin. Hebûn û tinebûna wan ferq nake ji bo heval, dost û hogirên wan. Lê hinek hene dema xatir dixwazin ji jiyanê li du xwe êş û janê, valahiyekê dihêlin. Di dilê hevalên xwe de cihekî taybet digrin, tên hezkirin û bi jiyan xwe dibin mînak. Jina Kurd a welatparêz, xebatkara têkoşîna azadiyê ya jinan Cennet Bal Tunç jî yek ji wan jinan bû ku roja 10’ê Çileyê li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê di encama pirsgirêkên giran ên tendurustiyê de jiyana xwe ji dest da.

Dilê ji bo welatê xwe 30 salan lê da

Wê li welatê Swîsreyê 45 salan jiyan kir. Lê gelo çima dilê wê sar nebû, neqerisî, xwe ji bîr nekir, netirsiya, bêzar nebû, hezkir û bû kedkar, xebatkar, têkoşiya, xwe da hezkirin. Ew di sala 1962’an de li gundê Gozpinar a Elbîstana Mereşê tê dinê. Navê wê kirine Cennet. Dibistana seretayî li gel mala Apê xwe dixwîne. Lewra malbata wê li Swîsreyê karker bûne. Di 13 de saliya xwe de li welatê xerîbiyê digihêje malbata xwe. Pêşî diçe hin perwerdeyên ziman û pîşeyî. Lê di sala 1979’an de dizewice û dibe dayika sê zarokan. Peşî dîroka Komkujiya Dersimê wê dihejîne û dest bi naskirina Kurdistanê dike. Di sala 1984’an de bi geşbûna têkoşîna azadiyê re hemû derdora wê, nas û dostên wê dibêjin, ‘ew ê me hemûyan bikujin’. Lê ew dibêje; ‘ma ne em her roj têne kuştin.’

Weke welatparêzekê ji erkên xwe tawîz nade

   Di sala 1988’an de nakokiyên wê zêdetir dibin. Êdî tiştên ne rast ên derbarê Kurdistanê de wê hêrs dike. Rojekê tevlî civînek li ser Kurdistanê ku biyaniyan organîze kirine dibe. Wergervan dema bi Elmanî hin tiştên di derbarê Kurdistanê de şaş werdigerîne, yekser radibe û bertek nîşan dide. Ji wê rojê ve êdî qemîsê têkoşînê li xwe dike dike û heta rêwîtiya xwe ya dawî jî dewam dike. Weke xebatkarek welatparêz ti caran ji erkên xwe tawîz nade. Ji bo jinan xebatê dimeşîne û naxwaze jin ji derveyî rêxistinbûyînê bimînin. Girîngiyek mezin dide tevlîbûna xebatê û keda tê dayîn. Weke jineke bi rêkûpêk, bi plan tevdigere, bi taybetî kesên bi disîplîn ji bo xebatê hildibijêre. Her dem dixwaze ku kesên cidî tevlî nav xebatên Meclisa gel û ya jinan bibin.  Li gorî wê bersiva herî rast a ji bo xebatê serkeftin e. Lewra her dem li çareseriyê digere. Di xebatên komûnan de israr dike û dema hinek dikevin tengasiyê alîkariya wan dike. Dema gerîlayên li serê çiya dibîne, weke dayikekê dibêje ‘binêrin, bê çiqasî ciwanin, dibe ku dayikên wan têra xwe porê wan bêhn nekiribe. Lewra di jiyana xwe de bi berpirsyarî tevdigere û ji bo heval û hogirên xwe mîrateyekê dihêle.

‘Ji têkoşînê ti carî bê hêvî nebû’

Hevalên wê niha gelekî bîra wê dikin. Ji koma jinên Rojbîn a bajarê Aaraû ya Swîsreyê Xatûn Ronî wiha qala hevala xwe ya

xebatê Cennet Bal Tunç dike.

“Heval Cennet min di salên 1990’î de di nava têkoşîna azadiyê de nas kir. Piştî wê em bi hevre diçûn hemû çalakiyan. Gelek bîranînên me yên xweş bi hev re çêbûn. Carna ji bo çalakî an jî festîvalekê bi saetan me bi hev re rêwîtî dikir. Li hemberî her pirsgirêkê çareseriyek wê hebû, yekser diket nava livûtevgerê û bi jîrbûna xwe çareserî jê re didît. Hevaleke hestiyar, dilnizm, xwedî fikrên hûr û kûr bû û kesayetek wê ya bihêz hebû. Her dem piştgiriya hevalên xwe dikir. Di nav têkoşînê de ti carî bê hêvî nediket. Jineke Kurd ya gelekî hêja bû,cihê wê nayê dagirtin.”

Xatûn Ronî tevî hevala xwe Cennet gelek bîranîn jiyan e. Yek ji van dem rojekê li Frankfurtê ji çar milan ve dimeşin, hewa gelekî germe û gelekî tî bûne diqewime. Xatûn Ronî dibêje, “Jinek li kêleka me ji kurê xwe re dema got ‘bimeşe, bimeşe kurê min, em ne li naverasta Ewrûpa, li çolên Erebîstanê dimeşin’ piqînî bi wan dikeve..Tînbûna xwe ji bîr dikin û demekê bi hev re dikenin. Lewra Xatûn Ronî dibêje; ‘bîranînên wê ew ê tim di nav têkoşîna me de bijîn û ez pir bêriya wê dikim.”

‘Xwedî nasnameyek jinane bû’

Li gorî Bergûzar Çiftçî hevala wê Cennet çanda xwedawendayan di xwe de dihewand û wiha didomîne: “Xwedî nasnameyek jinane bû. Pergala heyî bi têkoşîna xwe ya 30 salan baş analîz û nas kiribû. Di nava Meclisê

de dû konaxan hevserokatî û berdevkî kir. Lê hema di her demê de berdevk bû. Bi dilxweşî bazdida her xebatê. Dema li welat zûlm zêde dibû ranediza, li me digeriya, di çalakiyan de her li pêş cih digirt. Mirov bi rêxistin dikir. Ew ji bo min heval, xuşka mezin û dost bû.”

‘Gelek tişt fêrî me jinan kir’

Ji heman koma jinan Xanim Çapan jî bi dil û rûyê hevala xwe Cennet bi bandor bûye. Lewra dibêje, “wê bi hezkirin û baweriya xwe gelek tişt fêrî me jinan kir. Bi nirxên têkoşîna azadiyê ve girêdayî bû. Dilekî wê yê nerm û rûyekî wê yê bi ken hebû. Di merasîma cenazeyê wê de hemû hezkiriyên wê amade bûn. Di awirên hemûyan de êşek kur diyar bû. Oxirbe hevala min a hêja.”

‘Ji doza xwe ti carî paşve gav neavêt’

Emîne Semsûr a hevala Cennet û endama heman koma Rojbîn a jinan e jî bi kesereke kûr dibêje; ‘me Cennet bi rê kir û wiha qala hevala xwe dike.

“Ez çawa qala wê bikim bi gotinên xweş, baş û dagirtî… Wê gotin kêm bimînin. Mirov çawa dikare jinekê di başî, fedekarî û hevaltiyê de bê kêmasî pênase bike gelo? Zimanê mirov lal dibe, gotin di qirika mirov de dialiqin… Bi kîjan gotinan qala fedekarî û kenê te bikim. Di demên herî zêde hêrs dibûyî jî bi hestiyarî gotinên xwe hildibijart, bi xweşbînî û nazenînî, bi rûmet dianî ziman. Ji doza xwe ti carî paşve gav neavêt û tasewas neket dilê wê. Berî nexweş bikeve di nav xebatê de hevalek mînak bû. Oxirbe jina bi rûmet a Kurdistanê. Tû jî mîna cennetê bû yî.”