Wêneyên bi ziman

- Gulan AVRÊL
328 views
Min du çav dîtin, çaveke di nava xwe de her tiştî bê ku sînoran bide diyar kirin dihewîne. Çavê ku dibe ziman ji bo kesên ku dibîne. Gava çav tê gotin tenê çavên însana dikeve hişê mirovan ne wisa? Gelo çav tenê li ser mirovan heye? Min dît pênûseke bi çav, li ser lênûsê di rêsîne. Çavbûn xîz dikir li ser lênûsa spî weke dilekê pak û zelal.   

Demek dirêje gotina dayîka min ya ku ji ezmûnên xwe yên jiyanê û naskirina xwe ya mirovan digirt zinge zingê ji dilê min tîne. Gotina wê ya ku di got; “keça min, ji bîr neke miroveke ku dil û ruhê wê paqij û xweşik be li ser emel û meyzandina wê jî bandora xwe dide çêkirin.” Ev rastî di jiyana mirovan de bi awayekî gelek şênber xwe dide der. Bi taybetî jî bi meyzandin û watedayîna jiyanê ve girêdayî ye. Mirov nikare jiyan û xweşikbûyînê ji hev cuda bigre dest, ya jî ji hev cuda

bike. Lê jiyanek bi çi awayî?

Besê; gerîlayek bedew û xwîngerm

Hest, fikir û xweşikbûna ruhê mirovan li ser tevahî nêzîkatî, tevger û jiyana mirovan bandoriya xwe dide çêkirin. Bi rojane ez

 bi vê rastiyê re rûbirû dimînim, ne tenê rûbirû dimînim şahidiyê ji vê rastiyê re dikim. Di her kêliyek jiyanê de ne carek hezar

 caran bi hebûna vê xweşikbûyînê weke roja nû ya di berbanga siberojê de hiltê dibim. Min gerîlayek di kêliyekê de naskir, navê wê Besê bû, gerîlayek narîn, bedew û xwîngerm. Cardin min dît ku gerîla Besê gelek ji xwe bawer tevdigere. Ji xwe bawerbûyîna wê ji bûyîna ya xwe dihat. Demek di ser re derbas nebû min wêneyên gerîla Besê yên xîz kiriye dîtin, wêneyên ku ruh dabûnê, weke ku ew wêne bi tere diaxivîn. Nizanim lê gava min li wan wêneyan meyzand di min de ev hest hatin jiyîn. Her çiqasî min careke din gerîla Besê nedît û min ne karî ez di derheqê wêneyên wê de nêrîn û hêstên wê bigrim jî lê min pêwîstî dît ku ez li ser bedewiya gerîla Besê ya ku ji bedewbûyîna wê ne qute li ser van rûpelên spî xîz kiriye çend gotinan bi lêv bikim.

Hûnermenda jiyanê, jin bi xwe ye

Ma ne jiyan bi xwe hûnera herê pîroze ku bikaribe rast bijî û bide jiyîn da ku bikaribe bibe hûnermendê wê jiyanê. Lê gelek

caran dibêjim, jiyan bi xwe hûnerek be, hûnermendê wê jî jin bi

xwe ye. Dibe ku ji bo gelek kesan ne wisa be, lê ez vê yekê bi vê awayî dibînim. Bêguman xweşikbûyîn li gor hest û meyzandina mirovane. Di mirovekê de hestê herê girîng ewe ku mirov bikeve ferqa xwe de. Ev yek dihêle ku di mirovan de rêgezê xweşikbûyînê pêşbikeve, ango avabibe. Ji xwe ev yek di gerîla Besê de bi awayekî şênber xwe dida der, ji ber vê ev yek li ser wêneyên wê jî xwe dide diyar kirin. Mirov di wêneyên gerîla Besê de, yên ku xîz kirine dibîne ku çiqasî xwedî asoyek fireh û xwedî xewn û xeyalên mezine. Ji bo ku wan xewn û xeyalên xwe mezin bike, bi heqîqeta jiyanê li pey rast jiyan kirinê

ketiye. Her ku li pey jiyanê dikeve, aliyekî xwe dibîne.

Wêneyên gerîla Besê bi xwe diaxivin

Piştê ku min wêneyên gerîla Besê yên ku xîz kirine dît û

şûnde min qet gerîla Besê ne dît. Ya rast min gelekî

dixwest ez bibînim. Gelek pirsên min yên ku min

dixwest ez jê bikim hebûn, lê ev yek çênebû. Lê gava li wêneyên wê meyze dikim tevahî pirsên min bersivên xwe dibîne. Carna gotin, peyv û axiftin pêwîst nake, ya rast mirov rast bibîne, rast bi xwîne. Ez bawerim gerîla Besê wêneyên xwe bi ziman kiriye, tenê em rast wan wêneyan meyze bikin.