Gulperî Alma Aldure: Şano, Berxwedan û Hêvî

- Dîlan Zîn
243 views
Gulperî Alma Aldure, ji Mîdyatê ye û 37 sal in ku li Almanya’yê dijî. Ew di nav şanoya Kurdî de bi destpêkirina xebata xwe di sala 1988’an de, di bin siya Komeleya Stuttgartê de, xwedî roleke girîng e.

 ‘Bi şanogeriyê bû bersiva koçberiyê’

Gulperî Alma Aldure bi eslê xwe ji Mîdyata Bakurê Kurdistanê ye, zewicî ye û 37 sal in li Almanyayê jiyan dike. Gulperî wiha behsa rêwîtiya xwe a şanogeriyê dike: ‘Min bi pisporî dest bi xebatên şanoyê nekiribû. Min bi xwîşk û birayên xwe re di sala 1988’an de di bin siya Komeleya Stuttgartê de bi navê Koma Jiyan destpêkir. Wê demê ji me dihat xwestin ku em folklor, stran û şanoyê peşkeş bikin. Wek erk me dest bi lîstîkvaniyê kir. Lîystîka me ya destpêkê ku me lîystibû tucar ji bîra min naçe ‘Serhildan’ bû. Mamoste Muharrem nivîsî bû û me bi wê lîystîkê dest bi listikvaniyê kiri bû. Dema me di sala 1988’an de destpêkirî wê demê gund dihatin şewitandin û vala kirin. Leşker, polis û qorîciyan êriş dikirin, şerekî mezin û germ hebû. Salên 1990’î li Nisêbîn û wan herêman serhildanan destpê kiribûn. Ji ber şerekî germ hebû lîystîka Serhildan hate nivîsandin.”

‘Bi riya Hunerkomê re erka xwe za wîjdanî pêk anî’

Gulperî Alma Aldure anî ziman ku berpirsyariya wê ya wîjdanî ew ber bi xebatên şanogeriyê ve bir: “Em jî şaxekê ya Hunerkomê bûn. Saziya Hunerkomê li Bonê bû. Em jî wek şaxê Hunerkomê li Stuttgartê bi navê Koma Jiyan komeke mezin bûn. Kar û xebatê çand û hunerê li wê herêmê li ser mile wê komê bû. Rêxistinek hebû. Wekî ferdek û neferekî Kurd di aliyê wîjdanî de mirov xwe berpirsyar dibîne ku di cihekî de erk bigire ser mile xwe. Min him wek malbatî bi xwîşk û birayên xwe re him jî wek kom ku koma me komeke mezin bû û ji hejmareke ji 24 kesî zêdetir kesan cihê xwe di komê de digirt. Ji ber ku mirov xwe ji aliyê wîjdanî de jî berpirsyar dibîne û di çeperekî de pêwîst e xwe têr bibîne ku di vî warî de  bikaribe bibe bersiv. Her yekê/î erkek digirt. Şerekî germ, kuştin û êş hebû. Weke mirov tenê dikare di cihekî wisa de bi rehetî bê erk jiyan bike. Ji ber wê me di wî warî de hewilda ku em di milê xebata çand û hunerê, ziman û civakî de bikaribin bibin bersiv.”

‘Li gor rojevê me şano amade dikir’

Gulperî Alma Aldure da zanîn ku li gor pêvajoyê wan şano amede dikir: “Sala 1988’ê heya 1991’ê ne tenê şano, folklor û stran jî pê re dı nav wê salê de li wê herêmê çend şev çêbibûna me berpirsyariya wan şevan digirt û bersiva wan şevan dida. Ew dem dema ajitasyon û propagandayê bû û naveroka şanoya me jî li ser wê bingehê bû. Di Newrozan de li ser Newrozê me şano çêdikir û ku rojên bîranînên Şehîdan bûna me mijareke li wê gorê digirt dest û dilîst. Wê demê nivîskarên me jî gelekî xurt bûn. Heval Mehmud hebû paşnavê wî nayê bîra min yek ji wan nîvîskaran bû. Tişta dixwazim bêjim wê demê ji me çi dihat xwestin em ji wê demê re dibûn bersiv. Wê demê ez kêmek girtîbûm dema me distra ez wisa bûm. Ji ber dîsîplîn, rêk û pêkbûna rêxistinê hinekî cûda bû.”

 ‘Me bi hişyarî, cidî û disiplînî xebata xwe dimeşand’

Gulperî Alma Aldure bilêv kir ku ew bê ezmûnbûn lê di karê xwe de cidî bûn: “Dema em di civatekê de diaxîvîn pêwîstbû ku em baldarî rêbaz, rabûn û rûniştina xwe bûna. Ji ber ku li wir mirov ne tenê lîystîkvanek û folklorîstek e di heman demê de nûnertiya rêxistinekê dike. Wek civak jî em hîn teng û belav nebûbûn. Bandora feodalîzmê jî li ser me hemûya hebû. Di vê rewşê de mirov bixwaze nexwaze ne rehet e û nikare wek pergala ku tê de jî nêzîk bibe. Li milekî şer hebû li milê din jî hîn hişyarbûyinek mezin tunebû, bandora van jî hebû. Em pir cîdî disekînîn. Dema me stranên folklorîk jî digotin, dema me şano jî dilîyst em pir cidî bûn. Îro dema ez temaşe dikim car caran kene min tê û ez dibêjim ma em leşker bûn çibûn. Me wisa destpêkir. Birayê min ê mezin him sazbendê me bû him jî berpirsyarê me bû. Pir bi dîsîplîn bû. Mînak; min ji folklorê hez dikir, wî digot tu şanogerî û rola te heye. Me bi vî awayî destpê kir û xuyakir ku ez dikarim bilîzim û wisa me bi şanoyê berdewam kir.”

‘Me bi koma xwe ya dewlemend bersiv dida’

Gulperî Alma Aldure axaftina xwe berdewam dike û behsa beşdarbûna mihrîcana stranan dike: “Di şanoyê de rola min ya yekem dayîk bû. Piştre gerîla û şervantî bû. Lê piranî dayîk û şervantî bû ku di wê demê de piranî ew dihat xwestin. Wek jin wê dema me şanogertî dikir tiştekî ecêp û balkeşbû lênêrînên civakê ji bo me êrênî bûn. Piştî demekê min hîs kir ku êdî ne êrêniye, bi çavekî din li şanoyê dihat nihêrîn û şanogerî kêm dihat dîtin. Wek mînak; carekê yekê ji min re got heval şano û folklor ne karê te ye û pêwîste tu di asteke din de bî. Ger mirov rastî bêje kêm dihat dîtin. Wek huner û hunermend nedihat dîtin. Em jî ne ewqasî di wê fikrê de bûn û me karê xwe yê çand û hunerê dimeşand. Çiqasî ne di asta pisporiyê de be jî ez wisa texmîn dikim ku bersiva wê demê gelekî baş dabû. Him bi folklorê him jî bi stranan. Koma me hebû me stran jî digotin. Mîhrîcana çand û hunerê ya strana hebû û em tevlî mîhrîcana dibûn. Ez qet ji bîr nakim û ger şaş nekim sala 1989’ê li bajarekê nêzîkî Manheîm’ê saetekê destûra weşanê dan Hunerkomê ku di wî wextî de bi kurtî çand û hunera xwe bi reya betamax binavekî din qasetên dîmen peşkeş bikin. Wê demê Hunerkom û Koma Jiyan, folklor stran û şanoyên xwe tevahî di wê weşanê de peşkeş dikirin.”

‘Ji 1988 heta 2005’an salên herî çalakbûn’

Gulperî Alma Aldure bîranînên xwe wiha parve kir: “Em wek koma stran û govendê beşdar bûbûn, Hunerkomê jî şano peşkeş kiribû. Tenê ji bo carekê destûr dabûn ku hunera xwe pêşkêş bikin. Hunerkomê ji bo mafê xwe yê çand û hunerê serlêdan kiribû. Dema tu di welatekê de bijî wek gelekî ew mafê te heye tu serlêdana xwe bikî ku çand û hunera xwe pêşkêşî gelê xwe bikî ji ber ku li wê derê bi hejmarek pir zêde Kurd dijiyan. Heman demê de yên ku beriya me dest bi wî karî kiribûn jî hebûn û li hember keda wan rêzdarim. Mînak, xwîşka min pir behs dike û dibêje me bi şanoyê destpêkiribû. Dîsa rehmetiyê bavê min jî bi şanoyê destpê kiribû. Van tiştên berê bîranînên pir xweş in,lê pêwîst e mirov ji wan kesên şahidiya wan roja kirîne guhdarî bike. Ji sala 1988’an heya 2005’an min salek du salan navber dabûbe jî min di wê xebatê de aktif kar û xebat kirin. Êdî bi giranî em li ser şanogeriyê sekinîn. Ji ber diaspora û koçberiyê di wê demê de ajitasyon û propaganda pêwîst bû, pêwîstiya berdewamkirina çand û hunerê hebû û mirov dixwest bibe bersiv.”

‘Me şano û huner bi gelê xwe da hezkirin’

Gulperî Alma Aldure got ku pêwistiya pêvajoyê bi xwepêşxistinê hebû û got: “Tevahî Ewropayê taybetî jî li Almanya yê potansîyeleke mezin a gele Kurd dijî hebû. Pêwîst e ez niha xweşîk rêz bikim ka di wê demê de me çikir û çawa bû. Pir hevalên hêja ku di wê demê de me bi hevre rêhevaltî kir û şehîd bûn hebûn, wan gelek ked dabûn min. Bi hevaltiya wan a wê demê ev kar meşiya. Wê dem rola xwe lîyst û li wir ma. Piştî wê mirov hîsdike û pêwîst dibîne ku hindeki din jî li ser lîystîkvaniye, şanogeriyê û hemû beşên hunerê zana bibe û xwe bipêşbixe da ku bikaribe bersiva wê yekê baş bide. Êdî dibe temaşevanên şano jî çêbibin. Êdî pergala gundî, muxtar, leşker û qorîciyan wêdetir tiştên cûdatir diqewimîn. Bi pêşveçûna cîhanê û şer re pêwîstî bi xwe bipêşxistinê û derxistina berhemên baştir hebû ku ji bo hunera xwe temaşevanên xwe jî amade bike. Li gorî min şano ji bo wê demê têrker nebe jî rola xwe lîyst. Di bingehê Şanoyê de danûstandinên serborî û hestên gelên koçberî ku li Almanyan hebûi.

‘Em bi hunera xwe dibûn bersiva hemû rojevan’

Gulperî Alma Aldure xebatên ku bi giranî dimeşandin wiha didomîne: “Wê demê bîranînên di şevên me de dihatin rêxistinkirin Newroz, 15’ê Tebaxê, sersal, meha gulanê, bîranînên şehîdan û mîhrîcan bûn ku di nava wê salê de çiqas bîranîn hebûn em jê re dibûn bersiv. Salê carekê mîhrîcan jî çêdibû û amedekariyên wê jî hebûn. Him folklor him jî stran dihatin amede kirin. Xebateke pir mezin û cîdî bû. Hunerkom sala 1993’yan de derbasî akademîyê bû û kar û xebatên xwe di bin banê akademiyê de meşand. Em sala 1994’an tevlî amedekariyên a mezin bûn. A yekem di sala 1992’yan de li Boxin, ya duyemîn di sala 1993’yan de li Frankfurtê ya seyemîn jî di sala 1994’an de li Hollandayê çêbû û wê di ê de me ji bo mihrîcana mezin amedekarî dikir. Amedekariya koroyek mezin hebû û Şehîd Serhed jî li ser amedekariyên koroyê disekinî. Wê demê ez zewicîm û zarokekê min çêbû. Piştî du sal derbas bû şunde jî dema çilrojiya zarokê xwe Brûsk de min dest bi xebatê kir.”

‘Vekirina televizyona Kurdî û kelecana mezin’

Gulperî Alma Aldure da zanîn ku dema ew aghadarbûn wê televizyoneke Kurdî were vekirin, kelecaneke mezin jiyankirin: “Dema me dest bi wê xebatê kir dihat gotin ji bo televizyona Kurdî amadekarî hene. Dema amedekariyên televizyona Kurdî de tevger û kelecana me bi tevahî ser û bin bû. Atmosferek û kelecaneke cûda bû û me ne dizanî em çi bikin û çi nekin. Studyoyekê me li Gutersloh aliyê Bielefeldê bû û mamoste Amele amedekariyên bernameya zarokan a binavê Binevş dikir. Me jî ji milekî din şano çêdikir. Dibe pir tişt neyên bîramin ka me çi dikir û çi nedikir lê em ketibûn tevgereke wisa me digot em ê çawa bibin bersiv. Amedekariyên televîzyonê wisa destpê kirin.”

‘Atmosfer û hestên destpêkê gelek cuda bûn’

Gulperî Alma Aldure kêliyên destpêkê yên Televizyonê wiha anîn ziman: “Wê demê komek hebû û em ne di wê komêde bûn. Di destpêkê şanoyeke binavê ‘Mirina mirinê’ hat amadekirin. Di heman demê de amadekariyên şanoyeke din jî bi navê ‘Dara Kutlayê’ dihatin kirin. Ji bo mihrîcanê civînek hat çêkirin û hat gotin ku kî dikare tevlî mihrîcanê bibe, ji destê kê çi tê, kî bikare ji aliyê hunerî ve bibe bersiv û bi zanistî bibe alîkar dê gelekî baş be û seferberî hat xwestin. Min û Şîrîn me bi hevre destpêkir û em herdu di nav xebatên mihrîcanê de bûn. Me ji wir destpêkir û em çûn civîna û me amedekariyên xwe kirin. Me yekser şano, skêç, ji bo televîzyonê rêzefîlm û kurte şano amadekirin. Me xwe da hevdu û yekser me dest bi kar û xebatên şanoyê kirin. Me di sala 1994’an de destpêkir. Bernameya zindî ya ku me destpêkirî baş nayê bîra min sersalbû çi bû. Beriya em bernameya zindî çêbikin ji bo weşana test hindek bername dihatin kişandin. Li studyoya Guterslohê me bernameyên zarokan çêdikirin. Bername binavê Binevş bû. Zarok dihatin wir û beşdarî pêşbirkan dibûn. Bi alîkariya mamoste Amele me bi hevre bernameyên zarokan û kurte skeç çêdikirin. Dîsa em diçûn televîzyonê li studyo yê ji bo amedekariyên şevan û pîrozbahiyan me skeç çêdikirin. Li wir bêyî ku ez bifikirim bibêjim ka ezê çawa bikim, zarokê min biçûk e, bi rastî jî hestek din bû.”

‘Weke dayîk û şanogerekê têkoşiya’

Gulperî Alma Aldure ku zarokê wê biçûk bû, bal kişand ser zehmetiyên ku jiyan kir û têkoşîna ji bo wê da meşandin: “Ez îro jî difikirim û ku niha ji min re bibêjin koma te û kameraya te amadeye rewşek e dine. Lê wê demê derfet nîn bû. Bawer dikim ku di nav bê derfetiyan de berhemên xweş derdikevin. Hema bêje di nav wan kar û xebatan de Brûsk jî bi me re mezin bû. Carna min şîr dida Brûsk û li gel welatparêza dihişt û ez diçûm ser kar. Pişt re em derbasî akademiyê bûn û êdî her tim dawiya hefteyê li akademiyê min û hevjînê xwe Şîrîn kar û xebatên xwe dimeşandin. Zehmetiyên xwe hebûn, lê xweş bû, hesteke cûda bû û welatparêzî bû. Bi wan hestên welatparêziyê re em gihiştin merheleyekê. Bê berjewendî, bê fikaran pereyan em ketin nav wê xebatê. Pir zehmet bû. Ger ku tu jin bî, dayîk bî bi taybetî jî jineke Kurd bî bawerim hûnê texmîn bikin çiqasî zehmet e. Ez dikarim bêjim civaka me civakeke feodal bû. Dibe hinekî rewş hatiye guhertin. Di nava wê feodaltiyê de tenê ji aliyê malbata xwe gelekî bi siûd bûm. Ji ber ku heta ez zewicîm pir alîkarî didane min û piştî zewicîm jî min û Şîrîn pir bi hevdikir. Zehmetî hebûn lê nebû asteng û me bi hevdû re meşand.”

‘Vebûna Med TV ji bo me vejîneke nû bû’

Gulperî Alma Aldure bi van gotinan behsa xebata xwe ya di Med TV de dike: “Dema me kar dikir hevalên jin ên şanoger di nava me de hebûn. Mînak; Heval Gulten, Mehtap, Gonul, Semî gelek hevalên din hebûn di aliyê şano û lîystîkvaniyê de gelekî jêhatî bûn lê Kurdiya wan kêm bû. Ji ber Kurdiya min ji ya wan baştir bû min zêdetir erk digirtin. Bi wê şêwazê me çend sala berdewam kir. Ez wek mêhvan beşdarî bernameyeke televîzyonê ya Med TV’yê bûbûm. Dema hat gotin ji bo Kurda qenaleke TV’yê vedibe em gelekî keyfxweş bûbûn ku saetekê derfet hatiye dayîn ku bikaribin bi kar û xebatê xwe ve hunera xwe bidin gelê xwe. Qenala te ava dibe kelecaneke pir cûda bû. Ji bo me vebûna Med TV wekî tu dibêjî qey dewlet ava dibe. Hêna jî tê bîramin dilê min lêdixe. Herkesên ku pêdihesiya Med TV vedibe ji bo wan ew dem Mîladek bû. Ezê wek mêhvan beşdarî bernameya ‘Zimanê Hunerê’ bibama. Telefonek ji min re hat û gotin pêwîst e tu tevlî bernamê nebî û tu bernameya ‘Şox û Şeng’ pêşkêş bikî. Beriya min Şox û Şeng dihat pêşkêş kirin. Ger şaş nebim Heval Ayhan, Necbîr, Dilbixwîn û gelekî hevalên din beriya min pêşkêş dikirin. Ji min re gotin tu yê Şox û Şeng pêşkêş bikî ez matmayî mam. Min ji xwe re got ezê çawa bernameya Şox û Şeng zîndî pêşkêş bikim. Kelecanek e cûda ye. Rast e lîystîkvan im, ne xerîbê kamerayê me lê dîsa jî hinekî matmayî mam. Ger şaş nebim di sala 1996’an de min dest bi pêşkêşvaniya Şox û Şeng kir.”

‘Ji bo min gelek dijwar bû, lê min kir’

Gulperî Alma Aldure qale zehemtiyên ku jiyan kir dike: “Berê wek lîystîkvan em diçûn me skeç û kurte şanoyên xwe di Şox û Şeng de pêşkêş dikirin. Pişt re li ser daxwazê min pêşkêşvaniya Şox û Şeng dihat kirin. Demekê min tenê pêşkêş dikir, pişt re min û Heval Bedran Dere demeke kin bi hevre pêşkêş kir û car caran jî bi Heval Seyîtxan û Dîlbixwîn re me pêşkêş dikir. Di wir de amedekariyên min ên ji bo bernamê zehmet bûn. Ji ber ku him wekî şanoger, pêşkêşvan û dayîk, him jî wek jinekê sê çar mîsyonê min hebûn. Carna dibêjim min yek ji wan misyona jî bisernexist û heval jî dibêjin wisa nebêje heta te anî wê merheleyê te biser xist. vegotin hêsan e lê wê di demê de wek jin jiyankirin pir zehmet bû. Me wek erkekî li ser milên xwe didît. Şerekî germ hebû, weke Kurdek xwe berpirsyariyar dîtin hebû. Ne hêsan bû rast e lê ruxmê hemû zehmetiyan jî me li berxwe da û hinekî pêşdebir. Ji bo amedekariya bernamê min teksta xwe, cil û bergên xwe yên wek kiras û xeftanên Kurdî amade dikir. Pêwîst bû ku di her bernameyê de ez bi kiras û xiftanên Kurdî derketibam. Ji ber çand û hunera me ya kurdî girîng.”

‘Min astengiyên mezin ji ber hişmendiya kevneşop jiyan kir’

Gulperî Alma Aldure dibêje ku hişmendiya kevinperest bandoreke mezin li ser xebata wê kir û got: “Bernamêya me ya yekem bi bîranîna Şex Seîd destpê kiribû. Li gor civaka me wek şîn jî min reş girêda bû. Herçiqasî ji her milî ve jin tê pelçiqandin jî jina Kurd ji jinên din pêhtir aliyê civakî, feodaltî, olî û ji her milî ve tê pelçiqandin. Wan pelçiqandin û zehmetiyan wek jinekê min jî jiyan kir. Tevî ku ez zewicî bûm û zarokê min jî hebû min wek erkeke li ser milên xwe de didît û wisa me ev xebat dimeşand. Ew hêz û bawerî bû ku min ew berpirsyarî girt ser milên xwe, hîs kir û meşand. Mirov dikare wisa pênase bike; weke jin pêwîst e mirov li dîroka pey xwe jî binihêre ku gelek jin bi wî erkî derketine rê. Li gor min serkeftîne û rêzdariyê jî heq dikin. Ew erka me dayî li ser mile xwe jî her çiqasî têrker nebe jî wek wîjdanî mirov dibêje qet nebe min ev kir, ev ji min dihat û ez dikarim vê bikim. Zehmetiyên xwe hebûn. Hineka digotin tu dayîkî û çi karê te heye ku tu şanoyê çêdikî. Ma jin şano çêdikin, zaroka te heye ma çima tu zaroka xwe mezin nakî. Bi vî awayî deng kûr û dûr jî bê dihat guhên min. Ez qet ne sekinîm û li wan tiştan ne fikirîm. Em behsa 25 sal beriya niha dikin. Jin di aliyê şer de hîn pêşdetirbûn, ji me pêşketîtir bûn û xwe îspat kiribûn. Lê di nava civaka Kurd de ku civakeke feodal û bandora olî li ser hebe zehmet bû ku tu bidî qebûl kirin. Lê hat qebûl kirin û nas kirin. Îro rewş cûda ye, pêşketinên hîn bi qiymet û xurt çêbûne ku mirov pê serbilind dibe.”

‘Min bi dehan berhemên bi wate çêkir’

Gulperî Alma Aldure bername û xebatên ku pêkanîn wiha  anîn ziman: “Salek û nîv min bernameya Şox û Şeng pêşkêş kir. Derveyî wê, bernameyên taybet ên wek sersala partiye, 8’ê Adarê, Newrozê, 1’ê Gulanê, 4’ê Nîsanê û 15’yê Tebaxê min pêşkêş kirin. Gelekî çalekiyên ku zindî dihatin pêşkêşkirin min demekê pêşkêşvaniya wan jî kir. Demekê jî Şox û Şeng ne li studyoyê li derve hat çêkirin. Me li London, Hollanda, Manheim û gelek deverên cûda çêkir. Ez dikarim bêjim pêşkêşvaniya min hinekî ji şanogeriya min re bû asteng. Min wek erk pêşkêşvanî kir lê dile min ji bo şano yê lêdixist. Ez her tim di şanoyê de mabûm û min dixwest xwe bigihînim şano û jê qut nebim. Car caran ji şanoyê qut dibûm lê min bi hevdû re dimeşand. Şano, skeç, kurte fîlm, rêze fîlm dîsa di wê demê de ‘Karê bê karan’, ‘Kolinc’, ‘Kenê Reş’, ‘Qampa Penaberan’ ji bo TV’yê ev kêşan jî hebûn. Wê demê aktîf û xweş bû. Dema ku me li pey xwe dinêrî me digot pêwîst e em zêdetir çêbikin. Ji ber gel berhemên hîn xweştir ji me dixwaze. Hestên welatparêziyê dihişt ku em wan berhemên xweş derbixin.”

 ‘Me ji bo Kurd û Kurdistanê xebateke dewlemend meşand’

Gulperî Alma Aldure axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ruxmê hemû êş û elemên tê jiyan kirin tu wek neferek, mirovek, Kurdek xwe berpirsyar dibînî. Ez hin dayîk û jinan nas dikim ku xweşî, rehetî û ken jibîrkiribûn. Ruxmê wê jî ez şerm dikim bêjim ku me xebatek kiriye. Lê ev rastiyek e me ye ku jiyaneke me ya derbas bûyî heye. Di vî warî de me jî ev kar û xebatê hunerî kir. Tiştên baş û xweş bûn ku bi wan hestên welatparêziyê ew tiştên xweş derketin holê. Dema kêşanên me yên ‘Kenê Reş’, ‘Kolincê’ û hwd. çêbûn em bi kelecanekê diçûn li ber TV’yê ji bo kêliyek beriya kêliyek din temaşe bikin ku naveroka wan him di alyê ziman orf û adetên Kurdan, him jî çand û hunera Kurdan de bi tevahî Kurd û Kurdistanî bûn em pê keyfxweş dibûn. Heta em nehatin Ewrupa di nava vê rêxistinê de, herêman jî hevdû nas nedikir. Mînak; herêma Torê, Botê û Serhedê. Tu lê dinihêrî çîroka çand û hunera Kurda berfirehe. Li wir wek erkekê dikeve ser milê me, em diMED TV’de vêya pêşkêşî gel bikîn. Serhedî Botaniyan, Botanî Mêrdinî nas kirin ku wisa danûstandinek çêbû. Atmosferek e cûda bû. Weke ku ji gele Kurd re dewletek ava bibe hest û kelecanek wisa bû. Gelek fêda MED TV’yê çêbû, ji bo gele Kurd. Min digot ez ê Şox û Şeng kêmekî pêşkêş bikim ku pêwîstî jî pê heye û ez ê jî erka xwe pêk bînim.”

‘Gotin û nirxandinên Rêber ji bo min perspektîf bûn’

Gulperî Alma Aldure ku rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di xelekên xwe de pêşwaz kir, wiha behsa wê coş û kelencam dike: “Dema Heval Beser Şahîn û Eylem çûn gel Serok û vegeriyan peyamek anîn. Gotin Serok gotiye li ekranê tê, xeta wê baş e û bila Şox û Şeng berdewam bike. Wek niha jî xuya dibe gotinên herêma toriyan di nava axaftinên min de heye û nikarim zû bi zû ji ser xwe biavêjim. Di bingeha me de torîkî heye. Ez hewil didim ku akademik û zimaneke pakij ku her Kurdek jê fehm bike biaxivim. Serok tenê wek rexne gotibû hinekî dikare axftinên xwe de torîkî ji nav derxîne. Ji bo min jî pêşkêşvanî tiştekî din bû. Li ser xatirê wê gotinê min wê bernamê salek û nîv berdawam kir. Qet ji bîr nakim carekê wexta Cejna Remezanê bû min ê pêşkêşvanî kiriba gotin Serok ê tevlî bibe. Min ji kelecanê du rojan xew nekir û ketim fikra Serok ê tevlî bibe ez ê çawa bikim. Pêwîst e ez nebêjim Serok bêjim birêz Ocalan. Hema bêje min bername jibîr kiribû û ez ketibûm navbera herdu gotinan de û ez ê çawa bikaribim bêjim birêz Ocalan û wisa bername xilas bû. Ez him pir bikelecan bibûm him jî bername xilas bû. Ez di dilê xwe de şikestim. Min got Serok pêwîst e tevlî bernamê bibûya. Ez hinekî şikestim û min kofiya xwe û yên bergûha jî derxist, bername qediya me govend gerand.”

‘Rêber Apo rengekî cuda da bernameyê’

Gulperî Alma Aldure li ser tevlîbûna Rêber Apo ya bernameya Şox û Şengê wiha got: “Hevalê kameravan hat û got zû were Serok li ser xeta telefonê ye. Herkesê digot ez jî dibêjim dema tu behsa Serok dikî aramiyek, rehetiyek tê û hesteke cûda dide te. Ew jî ji bo min bîranîneke xweş bû. Serok tevlî bernameya Şox û Şeng bû û ji bo cejna Remezanê peyama xwe ji bo gel da. Ez jî pir bê serbilind bûm ku Serok tevlî bernameya Şox û Şeng bû. Dûr û dirêj axivî. Yek û yek em ne axivîn lê wek pêşkêşvan di bernamê de tu dibêjî keremkin Birêz Ocalan hûn tevlî bernameyê bûne û ji bo Cejna Remezanê peyama we çiye û şûnde Serok diaxive. Bernameya me Şox û Şeng sê saet bûn û hunermend tevlî dibûn. Şox û Şeng bernameya çand û hunerê bû. Stran, folklor û şano berfireh bû. Hunermend dihatin stranên xwe digotin, şanoger skecên xwe dilîystin û ger rojeke taybet bûya wê rojê çi mêhvan, siyasetmedar hatiba peyama xwe dida. Serok jî peyama xwe ya Cejna Remezanê dûr û dirêj da. Bawer dikim ji 40 deqeyî zêdetir peyama xwe da.”

‘Bernameya Şox û Şeng çand û hûnera Kurd teysand’

Gulperî Alma Aldure ku pêşkêşvana bernameya Şox û Şeng bû, wiha bal kişand ser girîngiya bernameyê: “Şox û Şeng çand û huner e. Wateya wê di Kurdî de keyf û şahî ye. Bername ne siyasî bû û piranî li ser çand û hunera Kurdî bû. Ez di roja înê de ji Almanya yê diçûm Belçikayê heta roja yekşemê du şevan li wir di mam. Ji amedekirina tekst bigire heta hunermend em bixwe li ser disekinîn. Tiştekî wek ekibê tune bû û em bixwe jî ji rewşa xwe razî bûn. Gazincên wek çima menzeleke min a cûda, cihekî min ê cil û bergan ku xwe amede bikim tune bûn. Ez razî bûm û min digot şert û merc evin. Lê zehmet bû. Hevalên me yên nûçe pêşkêş dikirin her yekê amadekariyên wan hebûn. Bes ji bo Şox û Şeng tu ekip nîn bû. Rast e hevalên pişt kamerayê, yên li studyoyê kar dikirin hebûn lê wek pêşkêşiya bernamê bi min tena serê xwe amedekariyên wê dikir.”

‘Bernameya min qonaxeke jiyana min a wisa ye ku ez pê serhilbilind im’

Gulperî Alma Aldure herî dawî bi van gotinan hestên xwe pênase kir: “Carna dema min teksta xwe dinivîsî kamera dest bi qeydê dikir me lê meze dikir xira jî nedibû me diqedand. Destpêkê min pêşkêş dikir. Piştr e hunermend tevlî dibûn û stranên xwe digotin. Folklorên herêman tevlî dibûn. Şano û axaftin hebûn. Zehmetiyên xwe hebû lê xweşiyên xwe jî gelekî hebûn û ez gelekî pê serbilindim ku jiyaneke min a wisa çêbû. Rast e pêşkêşvanî pir ne bi dile min bû û zêdetir min ji şanoyê hez dikir lê dîsa jî ez pê serbilindim ku min jî karibû li ser pêşniyara Serok, demekê Şox û Şeng pêşkêş bikim. Dibe min pir tişt jibîr kiribin. Dema mirov diçe çîrokê û behsa çîrokê dike tê de jiyan dike. Ez di hin tiştan de dema behs dikim hîna jî jiyan dikim.”