“Koçberî birayê mirinê ye” Jin, koçberî û hêza hevgirtinê

273 views
Gotineke kevin a Kurdî dibêje: “Koçberî birayê mirinê ye”. Em bi vê gotina kevin a kurdan dest bi axaftina xwe dikin. Ez bi du jinên ku bi salan in bi awayên cûda cûda koçberiyê jiyane û derbarê wê de xebitîne, li ser koçberiyê dikevim nav gotûbejê.

Axaftina me di navbera pratîk, zanîn û ezmûna kesane de diherike. Herdu jinan jî li kampan û stargehan çîrokên bêhejmar bihîstine: çîrokên xemgîn, wêrek, bi nakok – çîrokên jinan, yên ciwanan, hemû kesên ku di navbera sînoran de dijîn û dîsa jî rêyên ji bo jiyanê dibînin.
Hevala min a yekem a hevpeyvînê Prof. Neşe Özgen e ku di xebatên xwe yên akademîk ên destpêkê li ser koçberî û polîtîkayên koçberiya kurdan li Kurdistanê û di navbera sînorên Kurdistanê kirine çar perçe de kiriye. Özgen li ser şopa lêgerîna bersîva pirsa “tiştê ku ciheke dike welat çi ye?” dest bi xebatên xwe dike. “Gelo sînor e, yekîtiya ji dil e, jiyanên me ye, tecrubeyên me ye, cih û warên kal û pîrên me ye, cihê ku em lê xwe xwedî dikin, ku der e welat?” Ev pirs qet dest jê bernade, heta roja îro rêberiya wê -di lêkolîn û koçberiyên wê yên curbecur de- dike.

Hevala min a duyemîn civaknas e. Serfî ji sala 2015’an vir ve, ku bandoreke mezin li ser nasnameya wê ya Kurdbûnê dike- piştî tevgera penaberan a mezin ji Sûriyê ber bi Ewropayê ve, di stargeh û kampên penaberan de demeke dirêj xebata dilxwazî dike. Ew guhdariya çîrokên mirovên ku neçar mane ku ji malên xwe bi hezaran kîlometreyan dûr dikevin dike; dikeve hewldanên piştgiriyê, hevgirtinê, gelek caran hêvîtî û bêhêvîtiyê bi wan re parve dike. Li gorî  çavdêriyên wê salên 1990’an de, desteka ji bo koçberan di Ewropa û Almanya de pir xurt bû. Komên çep, jinên feminist û civakî bi hev re dixebitîn. Lê bi demê re eşkere bû ku çiqas dijwar e ku mirov wekî jinek di qadeke siyasî ya ku ji hêla mêran ve serdest e de xuya bimîne. Serfî dibîne ku têkoşîna li dijî sirgûnkirin û dûrxistinê di heman demê de şerê li dijî baviksalariyê ye.
Ez dipirsim “Gelo koçberî her gav trawma ye?” Belkî jî. Lê gelek jin ev rewş wek zimaneke nû ya berxwedanê fêm dikin. Koçberî ne tenê tevger e, ew di heman demê de neynikek e. Ew nîşanî me dide ka me çi winda kiriye û dibe ku emê çi ji nû ve kifş bikin. Ji bo gelek jinan, koçberî nayê wateya derketinê rêwitiyê, tê wateya windakirinê: windakirina mal, ziman, civak, carinan jî laşên xwe. Lê di navbera van têkçûnan de, qadên nû yên berxwedan, rûmet û hevgirtinê derdikevin holê.

Bîranînên koç(b)erî û zordariyê

Di axaftina me de, Neşe Özgen balê dikişîne ku civaka kurd di bingeha xwe de jiyana koçeriyê baş nas dike û koçerî yek çandeke qedîm a kurdan e. Bi sedan salan koçerî wek şêwazek jiyanê bû, ne revînek. “Dema ku dewletê dest bi mudaxeleya bicihkirina û niştecihbûna mirovan kir, koçerî azadiya xwe winda kir.” Li gorî Özgen “ji wê demê û pê ve, her rêwîtiyek bû koçberî.”
Ev ezmûna dîrokî mîna tayek nedîtî di gelek biyografiyên kurd, îranî û afganî û hemwelatiyên li ser ruyê erdê re derbas dibe. Koçberî kêm caran bi dilxwazî ye. Ew encama şer û pevçûnan, wêrankirina jîngehê, çewisandina siyasî pêk tê – an jî encama zordariya bêdeng û rojane ye ku mirovan, taybetî jî jinan ji axa wan, laşên wan, jiyana wan dûr û dîl dixîne.
Di gotina Kurdî de, koçberî dibe birayê mirinê ji ber ku ew ne tenê mirina fîzîkî lê di heman demê de mirina sembolîk jî nîşan dide: qutbûna ji dîroka xwe. Neşe Özgen gotina dapîra xwe dixe bîra xwe: “Du koçberî, yek şewatek e.” Malbat û war tev de talan dibin. Di bingeha wê de her dem guhertina demografîk heye. Li gorî Özgen koçberî, sirgûnî û penaberî fenomenên sedsala 20’an in û girêdayî polîtîkayên dewletan têşe digirin. Niha ji ku dibe bila be, tevgera koçberî bi heman rengî ye: çi ji Afrîka, Asya an jî ji Rojhilata Navîn. Sedema vê yekê Özgen bi siyasetên dewletan û polîtîkayên wan ên girêdayî koçberiyê de dibîne.
Rexneyê Neşe Özgen bi taybetî li hemberî saziyên alîkariyê ye. Bêmirovîkirina koçberiyê ne tenê di kampan de, lê di zimanê alîkariyê de jî eşkere ye. Projeyên mirovî şûna berpirsiyariya siyasî digirin. Kamp tên vekirin – lê ew ne mirovî ne. Rêxistinên navneteweyî yên mezin xwe bi alîkariya mirovî/humanîter ve sînordar dikin. Bi vê yekê, ew pergala ku divê ew bi rastî rexne bikin, xurttir dikin.

Bedenên jinan wekî sînor

Ji sala 2000’an vir de koçberiyê rûyekî femînîn girtiye. Îro, hema hema nîvê hemû penaberan jin û zarok in. Mîtosa kevin a ku koçberiyê bi giranî wek ji mêrên ciwan û êrîşkar pêk tê dibîne, demek dirêj e betal buye. Êdi hemî endamên malbatê, komên bindest ji ber tunekirina qadên wan ên jiyanê bi giştî neçarî koçberiyê dibin. Ew kesên bi tena serê xwe ji bo sedemên aborî derdikevin ser riyan, tenê ji sedî 20 in. Û hemî koçberên din ji malbat, jin, zarok û ciwanan pêk tên. Li beramberî vê jin barê herî giran hildigirin – li ser rêyên revê, li kampan, li ser sînoran. Laşên wan dibin cihên kontrol û îstismarê: ji ewlehiyê bigire heta rêveberiyê – hemî mudaxelê jiyana wan dikin. Hevpeyvînerên min behsa çîrokên jinan dikin ku çawa bedenên wan ên bê ewle ji hêla mêran ve wekî amûrê danûstandinê tên dîtin. Kamp ji bo wan ji stargehek zêdetir wek navendeke baviksalar e; ku jin tê de ji amûrên xweparastinê bêpar in. Belavkirina pêdiviyan jî li gorî mantiqa mêran dimeşe û heta pêwistiyên jinan jî li mêran re tên dayîn. Bi vî awayî, laşê jinê careke din tê kontrol kirin – bi rêya gihîştina pêdiviyên jinan, xwarin û ewlehiyê. Ezmûnên bi vî awayî ne îstîsna ne. Ew beşek ji pergalekê ne ku koçberiyê wekî pirsgirêkek ewlehiyê dibîne. Serfî dibêje, “Jina di kampê de du caran asê maye – di nav tirsa wendakirina ewlehiya xwe û xweparastinê de.”
Di têgihîştina raya giştî de, mêr hîn jî wekî qurbaniyên rastîn ên koçberiyê têne dîtin – bêkar, bêmaf, ji kokê xwe veqetiyayî. Jin wekî hevalbendên wan, piştgirên wan xuya dikin. Lê di rastiyê de ew barekî ducar hildigirin: ew jî jîngeha xwe winda dikin, ew xema hemî malbatê dixwin, û ji wan tê xwestin ku her tim ji bo her azarî amade bin. Ser de li cihê ku xwe ji nû ve bi cîh dikin, nayên dîtin. Jina koçber ducarî tê koçberkirin – pêşî bi rêya windakirina welatê xwe, dû re jî bi rêya nedîtina/nenaskirina tecrubeyên xwe.
Û dîsa jî, tam di van cihan de ye ku jin dest bi piştgiriya hev dikin. Ji hewldana di jiyanê mayînê de formeke bêdeng a berxwedanê mezin dibe. Li kampan di hevdîtinên rojane de di bin şert û mercên nebaş de, jin pratîkên kolektîf pêş dixin ku pergal peyda nekiriye. Ev formên berxwedanê pir caran nayên dîtin ji ber ku ew wekî siyasî nayên hesibandin. Lê ew wisa ne. Dema jinek ji jineke din re rave dike ka ew çawa pêvajoya penaberiya xwe fam dike, dema ku ew bi hev re serlêdanek tijî dikin, dema ku ew guh didin hev – wê demê civatek siyasî derdikeve holê. Li gorî çavdêriyên Özgen li kampan jinên Filistînî, Kurd û Hezarî di warê xwerêxistinkirinê de yên herî bihêz in. Ew dabînkirina avê birêve dibin, ew bi hev re li ser pêdiviyan biryar didin, ew perwerdehiya zarokan organîze dikin, ew alîkariya darayî saz dikin. Li gorî Özgen ev şiyan ji hêlekê de ji tecrubeyên wan ên rêxistinî tê – lê di bingehê de ji bêdewletîbûnê û ji zanîna ku mirov nikare baweriya xwe bi dewletê bîne. Tecrubeya bêdewletbûnê û pê bawerî neanîn dibe çavkaniyek ji bo xwe-hêzkirinê.”

Hevgirtina ji pêwîstiyê

Hevpeyvînerên min bi xemgînî dibêjin ku di navbera kampan û komên femînîst ên herêmî de hema hema tu girêdanek îdeolojîk an siyasî tune ye. Kêm caran zimanekî hevpar diaxivin. Hevgirtin pir caran sembolîk dimîne – an jî tenê bi şêwirmendî û alîkariya demkî ve tê kirin. Lê hevgirtina rastîn pêvajoyek dirêj divê, siyasî ye û ne projeyek e. Ger ew bi danûstandinê ve sînordar bimîne ew dibe westandin.
Li gorî ku ew binxêz dikin însiyatîfên demkurt, projeyên demkî, an jî hevpeymaniyên ji bo kêliyekê têrê nakin. Ew têkiliyên ku bi demê re dom dikin, baweriyê ava dikin gengaz dibînin.
Hevgirtin, wekî ku di axaftina me de diyar dibe, ne ji bîrdoziyê, lê ji pêwîstiyê derdikeve. Hevgirtin nayê wê wateyê ku em ji hev hez dikin. Ew tê wê wateyê ku em hewceyê hev in. Li gorî hevpeyvînerên min hevgirtin tenê li cihê ku li ser bingeha beramberiyê be mimkun e. Ger ew yekalî bimîne ew vediguhere hiyerarşiyê. Têkiliya hevgirtina li kampan û di tevgerên dijî-nijadperestiyê de, em dibînin ku hevgirtin ji berpirsiyariyê, ji pêdiviya jiyanê derdikeve holê, ne ji nêzîkatiya romantîk. Ji ber vê yekê ew hem xurt e, lê di heman demê de jî nazik  û şikestok e. Divê bi nêzîkatiyên mayînde, polîtîkayên ser esasa hevkariyê bê pêşxistin.
Û gotina xwe bi baweriya xwe ya bi jinan bi dawî dikin: Têgihiştina me ya jinan a dem û cih cuda ye. Em dizanin mirov çawa li hêviya pijandina nan disekine, em dizanin birînek çawa hêdî hêdî baş dibe. Em hîn bi aramî û dûvdirêj difikirin. Em dizanin ji bo berxwedan û serkeftinê dem divê, em ne tenê ji bo îro, ji bo sibêrojê dixebitin.