Elewî ji aliyê pergalê ve her demê weke xetere hatine dîtin, ji lewre li hemberî neheqiyên ku pergalê ferz kirine li berxwe dane, îtîraza xwe her demê birêxistin kirine, bune xwediyê berdewamkirina kevneşopiyeke civakî.
Di roja me ya îrode di Elewîtiyê de jihê jinê qadeke lêkolînê ya gelekî popûler e. Di derdoreke ku jin lê tê paşxistin, tûne tê hesibandin, keda wê tê xwarin, rastî şîdetê tê de; Hebûna baweriyeke ku di zemînekî olî û civakî de pêşekiyê didin jinê, weke hebûn dihesibînin, wekheviya zayendî dixin navenda xwe, her kesê/a ku di êşîka derî re derbasî hûndir dibe weke can di hesibîne, yek dibîne, weke nirx û eleqedarbunê Elewîtiyê hildide asta herî jor.
Di baweriya Elewîtiyê de jiyana civakî, ji takekesiyê zêdetir hilberîna kolektîf û li ser parvekirinê hatiye avakirin. Ji ber ku xwedî avaniya civakê ya ku li ser bingeha bi xwestekê ye, ev avanî dikare weke tevlîbuneke demokratîk a dîrokî were xwendin.
Di Elewîtiyê de wekî din jî saziya mûsaîptiyê minakeke xûrt a piştevaniyê ye. Rewşeke ku mirov tenê ne bi pêwendiyeke ruhî, bi pêwendiyeke civakî bi hevre buyina rêheval, rewşa ku nirxên komunal şênber dibe ye. Di Elewîtiyê de jin hêmaneke diyarkere, di navenda baweriyê de ye, hilgirê heqîqetê ye. Di avaniya civakî ya Elewiyan de jin hilgirê hafizayê ne û aktorê jêveneger ên pratîka berxwedanê ne. Di kevneşopiya Rêya Heq de figura dayikê, bi hêza xwezayê ya afirîner re yek tê destgirtin. Nunerên sembol ên weke ‘Dayika Xizir, Dayika Fatê, Dayika Meryem’ ya pîroz e ku di rûyê jinê de têgihîştina wê diteyisîne.
Haşîm Kutlu ku bi lêkolînên xwe yên Elewîtiyê tê naskirin qala ‘Civaka Hevbeş’ a qedîm dike. Kutlu vê têgînê bi van hevokan vedike: ‘Ji aliyê dîrokî û civakî ve ola kîjan serdemê dibe bila be ferq nake, dema ku hûn weke formatê civakek olî bigrin dest, hûnê bibînin ku Elewîtî jî weke oleke xwezayê, Civaka Hevbeş a qedîm bi giştî avaniya wê ya jor îfade dike. Kokên wê yên dîrokî jî xwe dispêre Civaka Hevbeş a qedîm. Diyardeya Hevbeşiya Pîroz a Qedîm bi sê pîroziyan tê îfadekirin; Xwe xwedîkirin, xwe sitirandin û xwe zêkirin (zayin). Li gor pîroziyê di bingeha van her sê yan de jî Dayik heye. Hevbeşiya despêkê, bi awayekî xwezayî aîdê jin dayikê ye. Di bingeha hemû pîroziyan de hêmana mê heye û têgihîştina ‘Zayinê’ esas e. Ev her sê pîroziyên pêkvedan (terkip), ji ber ku di şexsê Dayikê de tê derbirîn, di rûyê Elewîtiyê yê batinî de; Rê, weke dayik; bav jî weke Erkan tê pênasekirin.
Li hemberî polîtîkayên bê nasname hîştinê berxwedan…
Baweriya Elewiyan jinan wisa tarîf dike, di roja me ya îro de jî, di Elewîtî û di nava civaka Elewî de cîh û girîngiya jinan di rewşeke lêpirsînê de ye.
Di pêvajoya Osmaniyan û berbi dirêjahiya Komarê ve Elewî gelek caran bi komkujî, sirgûn û înkarê re rubiru man. Înkara ku pêk hat, polîtîkayên tek tîp kirin û bê nasname hîştinê, şêwazê ku bawerî dikeve meriyetê bandor kir, bi taybetî rola jinan a civakî û baweriyê bandor kir.
Bi koçberkirina jinê ya bajêr re bandora modernîteya kapîtalîst, jin ya ku fîgûra avaker a baweriyê ye, di malbatê de hêlînê ew ava dike (çuka mê hêlînê çêdike) daxistine vê fîgûrê, cîhê jinê yê di baweriyê de hatiye perdepoşkirin. Li bajarên mezin jina Elewî di jiyana aborî de bi karên bê ewle re hatine sînordarkirin, barê wan ê karê malê zêde bûye, hatin rewşeke ku ola xwe ya di baweriyê de ku cîhekî xweser digre nikarin bixin meriyetê.
Fîgûrê jina ku di baweriyê de karîbû serokatiyê bike kirin rewşeke ne diyar
Li şuna bilêvkirina ‘Deriyê zayinê di jinê de peyda dibe’ niha axaftinên gelek pîran ku hatiye serwer kirin dibêjin ‘Jin nikari li ser postê rune’.
Di roja me de dema dayik cemê bi rêve dibin bi gelek zahmetiyan re rubiru dimînin. Gelek ji dayikan tînin ser ziman li hember keda ku dema meqamê dayiktiyê bi rêve dibin de astengiya despêkê pê re rubiru dimînin pîrin. Yên ku vê mijarê meraq dikin û dixwazin zêdetir bibin xwedî zanyarî dikarin li Ajansa Nuçeyan a Pîr li hevpeyvîna bi dayikan re hatiye çêkirin mêzekin û bixwînin. Bi rastî jî hema bêje hemû dayik balê dikşînin ser zahmetiyên dikşînin ku hemû dişibin hev.
Zahmetiyên ku jin dikşînin bi van re jî sînordar namînin, ev zahmetî di nava saziyên Elewî de jî berdewam dikin. Tevî ku jin di nava her karî de cîh digrin, di rêveberiyan de weke tê xwestin nayên dîtin, an jî di asteke hê pasîftir de ji bo xwe cîh dibîne. Minaka vê ya herî şênber em di daxuyaniyên saziyan ên hevbeş de dibînin. Serokên saziyên demokratîk ên Elewiyan ku piraniya wan zilamin, tên gel hev û ji bo cîhên jinan ê di baweriyê de methiyeyan rêz dikin. Di esasê xwe de ev tablo rewşa heye bi kurtasî dide diyarkirin.
Tevî vê îro jinên Elewî; Di qada civaka sîvîl, huner, akademî, medya, saziyên çandê, birêxistinkirina baweriyan û qada ekolojiyê de di asta kirdeya aktîf dene.
Li hemberî bêar birê de çûnyin…
Di meha tîrmehê de bi pêşengiya meclîsa jinan a DAD’ê ‘Komxebata Dayikan’ ku li Dersimê pêk hat kêm û kurtiyên wê hebin jî di vî alî de komxebateke girîng bu. Dayikên ku mensûbên ocaxê bûn, di qada Rê de ezmunên ku qezenc kiribûn parve kirin. Di encamnameya komxebatê de dibêjin ‘Ku riya me riya Dayikê ye, divê dayik li rê xwedî derkevin û ji bo yên bêar, diz, yên bê îkrar û bê nûr dernekevin ser riya me li hemberî wê divê xwe birêxistin bikin’ dema ev bikeve meriyetê wê deskeftiyên girîng jî bi xwe re bîne. Dîsa nirxandina di encamnameya komxebatê de cîh digre ku dibêje ‘Kodên cîhana zîhnî ên di Rêya Heq de bi perspektîfa civaka demokratîk re lihev dikin. Civaka bi xwestek, vîna yekîtî û jiyanê nîşandan tenê dikare bi jinê teşe bigre. Ev dikare bi ji nuve ocax jiyanî kirinê gengaz be. Pîr bi talîbên xwe, talîp jî bi pîrên xwe dîtinê re erkdarin’ ev bilêvkirin jî ewqasî hêja û bi nirx e. Divê jin baweriya ku her demê ji zimanê nêr ê serdest, ji teqdîra wî re hatiye hîştin de, di ferqa rola xwe ya teşe girtina civakê debin ku ew hêmana bingehînin. Divê di civaka Elewî de jin bi vê baweriyê xebatên xwe bimeşînin. Rêbazê wê yê herî baş jî hilberîn e.
Di Elewîtiyê de kevneşopiya têkoşînê…
Elewî ji aliyê pergalê ve her demê weke xetere hatine dîtin, ji lewre li hemberî neheqiyên ku pergalê ferz kirine li berxwe dane, îtîraza xwe her demê birêxistin kirine, bune xwediyê berdewamkirina kevneşopiyeke civakî.
Hallac-i Mansur, bi gotina ‘En-el Heq’, yekitiya mirov a bi cewhera xweda re parastiye bi vî awayî li dijî otorîteyê serî hildaye. Pîr Sultan Abdal, li hemberî zilma Osmaniyan ji qada Qencan (Erenler) bun dengê gel, bi helbestên xwe wîcdanê gel birêxistin kirine. Bi banga Hecî Bektaş Velî ku dibêje ‘Em yekbin, girbin, zindîbin’ di nava gelan de hîmê aşitî, wekhevî û xuçk-biratiyê avêtiye. Xala hevbeş a van fîgûran, li hemberî otorîteyê bune parêzvanê heqîqetê, li hemberî cîhêkariyê bune parêzvanê wekheviyê, li hemberî tirsê buna parêzvanê azadiyê. Mîrasa wan di avakirina civaka demokratîk de îro rênîşandêr e.
Di Elewîtiyê di jin weke xwediyê rê tê pejirandin. Ji ber wê jî em nikarin çanda berxwedanê bê jin bifikirin Di çanda berxwedanê de di jinan de jî têbiniyên girîng ji dîrokê re hatiye hîştin. Tişta ku kêm e, navên wan di çavkaniyên niviskî de nehatiye nivisandin.
Li vir suda vê bi bîrxistinê heye; Xebatên ku berxwedanvanên jinên Elewî vedibêjin gelekî kêmin. Di vê mijarê de çavkanî gelekî kêmin ku em jê sud werdigrin hema bêje hemû çavkanî ji aliyê zilaman ve hatine nivisandin.
Jin heqîqeta xwe ji berhemên ku zilaman nivisiye fêr dibin.
Sedema vê ya bingehîn, di heman demê de feraseta dîrokî a fermî jî ji desthilatdariya zilam û bi nîvenda dewletê bingeha xwe digre. Halbûkî jinên Elewî di dirêjaya dîrokê de hem bune barhilgirên rê û hem jî bune parazvanên rê; Weke mîmarên bêdeng lê diyarker ên çanda aşitî, edalet û hezkirina xwezayên dixe navenda xwe erk pêk anîn e. Mînak berxwedana Dayika Kadincik, berxwedana Zarîfe Xanimê ji bo xwe di rûpelên dîrokê de cîhekî gelekî kêm girtine.
Xûyayî kirin…
Ev jinên ku bi îtîna weke ku bi derziyê bîr kolandinê kar kirin, xizmeta rê dan divê navên wan derkevin holê, werin zanîn. Jinên ku mîraseke girîng ji dîrokê re hîştine werin dîtinî tenê ne deynekî rabirdû; Di heman demê de mîraseke bi hêze ku ji aliyê nasname, hafiza û têkoşîna azadiya jinê ve ji pêşerojê re were hîştin e. Xûyayî kirina van jinan, wê bi derxistina holê ya delîlê dîrokî yê rêgeza Elewîtiyê ya ‘bê jin rê nabe’ re sînordar nemîne; Di heman demê de wê di hafizaya civakî de jî keda jinê xûyayî bike. Ji dayika Fatma heyanî Zarîfeyan, ji Besêyan heyanî Sakîneyan berxwedana jinên di vê riyê de meşyane wê rê nîşanî me bidin.
Çîroka berxwedana jinên Elewî, dîroka lêgerîna erdnîgariyekê, baweriyekê û edaletê ye.
