Têkoşîna li dijî “Şerê Taybet”: Platforma Şiyar Be!

- Newaya Jin
24 views
Jiyana Kurd a ku bi tunekirina fîzîkî nehat teslîmgirtin, dixwazin bi erozyona exlaqî û çandî ji hundir ve bê hilweşandin. Xweparastina herî radîkal, bi awayekî îdeolojîk xurtbûna jinê, geşbûna hişmendiyê û mezinkirina têkoşîna wê ya rêxistinkirî ye.

 

Yek ji kiryarên şerê taybet ku bi salan e li Bakûrê Kurdistanê bi awayeke sîstematîk tê meşandin hewldanên hilweşandina civaka Kurd e. Bi taybetî jî nirxên exlaqî û çandî hedef hatin girtin.
Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be a ku di 26ê Nîsana 2025’an de hat avakirin, di serî de Amed, li gelek bajaran xebat û çalakiyên xwe berdewam dike.
Hevberdevka Platformê Parêzer Gulşen Demîr derbarê sedemên vê konsepta “Şerê Taybet” û kiryarên didomin de pirsên me bersivand. Gulşen Demîr her wiha derbarê xebatên platformê û Insiyatifa nû “Rabin” de agahî da.

Sedemên zêdebûna dawî ya bikaranîna madeyên hişbir, fihûş û torên sûcên organîze li Kurdistanê çi ne?

Berî her tiştî, em nikarin vê rewşê ti carî wekî pirsgirêkek asayişê ya ji rêzê, edlî an jî rewşek ku xwe bi xwe derketiye holê bibînin. Li hemberî me konsepteke şerê taybet a pir bi zanebûn hatiye plankirî heye.
Şewitandina gundan, tunekirina fîzîkî û kuştinên kiryar-nediyar ku di salên 90î de li Kurdistanê dihatin kirin, armanc dikirin ku civakê ji ax û kokên wê qut bikin. Jiyana Kurd a ku bi tunekirina fîzîkî nehat teslîmgirtin, dixwazin bi erozyona exlaqî û çandî ji hundir ve bê hilweşandin.
Armanca bingehîn a vê siyaseta gemarî ew e ku ciwan û jinên ku rehên herî dînamîk û berxwedêr ên civakê ne, bêpolitîke bikin.
Li aliyê din ve herêm bi zanebûn xistin bin dorpêça aborî û qadên îstihdamê hatin girtin. Bi ferzkirina xizanî û bêçaretiyê, ciwan ber bi nav van toren gemarî ve tên kişandin; fuhûş û tiryak wekî “deriyê debarê” an jî “rêya revê” tê pêşkêşkirin. Ev rewş rasterast bi siyasetên asîmîlasyona çandî û bênasnamekirinê re têkildar e.

Qada operasyonên mafya, çete û rêxistinên sûcê her diçe berfirehtir dibe. Gelo mirov dikare bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tenê li dijî vê yekê bi ser bikeve?

Na, qet têrê nake. Jixwe ev feraseta ewlekarî, leşkerî û polîsî bixwe çavkaniya neçareseriyê ye. Tiştê ku em jê re dibêjin çetebûn û mafyabûn, encama resen ê hişmendiya modernîteya sermayedar û çavkaniyên wê yên rantê yên bêkontrol e.
Mekanîzmayên ewlehiyê yên fermî vê tiştê çareser nakin û naxwazin çareser bikin jî.
Sedema sereke ya çavgirtina li hember gelek komên çete û mafyayê yên ku di şevekê de dikarin bi hemû amurên xwe ve bêne tasfiyekirin jî ev e. Sedemek din jî, sîstemê dixwaze bi riya van cure çeteyan rê li ber avabûna ciwanên demokratîk û rêxistinkirî bigre.
Encama rastîn tenê bi pêşxistina hişmendiya ewlehiyê ya civakê bixwe dikare bê girtin. Ewlehî ne destnîşankirina kontrola dewletê ya li ser kolanan e. Refleks û îradeya gel bixwe ye ku taxa xwe û zarokê xwe biparêze.

Divê malbat, rêxistinên civaka sivîl û saziyên giştî çawa li dijî çeteyan, madeyên hişbir û fihûşê têbikoşin?

Ger êrîş li ser tevahiya civakê be, divê bersivê jî tevahiya civakê bide. Li vir berpirsiyariyeke girîng dikeve ser milê her saziyê. Em ji malbatan dest pê bikin; divê malbatên me wan ciwan û jinan wekî xwedî îrade qebûl bikin. Divê malên xwe veguherînin saziyên perwerdeyê û yên demokratîk. Nirxên exlaqî-polîtîk bidin zarokên xwe.
Rêveberiyên herêmî yên demokratîk û şaredariyên me jî erkdarên herî mezin in. Ji bo ku ciwan nekevin destê çeteyan, divê li taxan akademiyên zimanê dayikê, navendên çandê, saziyên werzişê û kooperatîf bêne sazkirin. Divê ciwan, jin û malbat van tiştan ji şaredariyan daxwaz bikin.
Saziyên dewletê jî divê hertim di bin zexta civakî de bêne girtin daku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û çavên xwe ji van tawanan re negirin. Çiqas psîkolojiya girêdana kolektîf pêş bikeve, ew qas hewcedariya kesayet a ji bo sitargehên sexte yên wekî tiryak an jî fihûşê wê ji holê rabibe.

Hûn dikarin hinek agahiyan derbarê kar û xebatên înîsiyatîfa ‘Rabin’ de bidin?

Her ku têkoşîna azadiya Kurd rastî astengiyeke dîrokî hatibe û bi konsepta tinekirina tevahî re rû bi rû mabe, bi gaveke dîrokî ew pirsgirêk derbas kiriye. “Rabin” ji bo me gav girtineke dîrokî ya wisa ye. “Rabin” ji aliyê wateyê ve hişyarbûn e, rabûna li ser piyan e.
Dema me ev gava xurt da destpêkirin, me ne tenê bertekek nîşan da; me li dijî vê dejenerasyonê, tevgereke avakirina civaka demokratîk û exlakî û polîtîk armanc kir.
Bi meclisên xwe yên ciwan û jinan, bi saziyên xwe re em kolan bi kolan, mal bi mal digerin. Em hevdîtinên gel pêk tînin û çareseriyê hemû bi hev re nîqaş dikin. Em nexşeya wan herêman ku ev qirêjî lê bi bandor in derdixin û xebatên xwe li van deran hûr dikin. Berî her tiştî em rasterast dest didin wan ciwanên xwe yên di van hereman de ne. Ya herî girîng jî, em van ciwanên ku ketine nav vê torê, radestî wê sîstemê nakin. Bi hêza xwe ya xwerû em qadên jiyanê yên alternatîf, atolyeyên kolektîf û xebatên perwerdeyê plan dikin.

Li gor daneyên dawî temenê ku dest bi bikaranîna madeyên hişber dikin, daketiye 9 saliyê. Ev rewş krîzeke civakî ya mezin temsîl dike. Zarok û ciwan çawa dikarin bên parastin?

Ev dane bixwe jî bi tenê rewşeke ku divê qiyamet li ser bê qetandin e. Ji bo me xeta sor e. Pêwist e ku em pir bi ciddî nêzî vê rewşê bibin.
Ji aliyê civaknasî ve zarok, hebûna hevpar a civakê ye. Derewa “malbata bingehîn” a modernîteya sermayedar, zarok di navbera çar dîwaran de teng kiriye û li hemberî xetereyên derve bêparastin hiştiye. Rêya tenê ya parastina zarokên me, ji nû ve civakîkirin, ango kolektîfkirina mezinkirina zarokan e. Divê em li her taxê akademiyên zarokan ku li ser bingeha zimanê dayikê ne û qadên lîstikê ava bikin. Bêyî ku em cudahiya zarokê te û zarokê min bikin, divê hemû valahiyên ku firoşkarên madeyan dikarin nêzî zarokan bibin bêne girtin. Divê zarok wekî giştî ji aliyê civakê ve bêne parastin û ji bo pêşketina wan jî dîsa bi heman giştîbûnê re ked bê dayîn. Divê daxwaz û bendewariyên wan ber çavan bêne girtin. Neyê jibîrkirin ku ‘azadî di zarok de dest pê dike’.

Li ser parastina rewa ya li hemberî zêdebûna fihûşê dikarî nirxandinên xwe vebêjî?

Fihûş, ji şoreşa neolîtîk û vir ve şêwazê yekem ê mêtingerkirina jinê ye ku ji aliyê sîstemên hiyerarşîk û desthilatdarên mêr ve hatine kirin. Wekî ku Rêber Apo diyar kiriye; “Heta ku jin azad nebê, civak azad nabe.” Ji ber vê yekê, aloziya fihûşê ya ku zêde dibe, êrîşeke tolhildana dîrokî ye ku li dijî ast, reng û îradeya azadiyê ya ku jina Kurd di çil salên dawî de bi dest xistiye.
Li hemberî vê hewldana tolhildana dîrokî, dîsa paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Apo bixwe ve hatî pêşxistin û azadiya jinê dike bingeha xwe, xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Li gor paradîgmayê xweparastin, ne tenê amûrên fîzîkî an jî yên çekdarî ye. Xweparastina herî radîkal, bi awayekî îdeolojîk xurtbûna jinê, geşbûna hişmendiyê û mezinkirina têkoşîna wê ya rêxistinkirî ye.
Em bi meclisên xwe yên jinan û xebatên xwe yên Jineolojiyê re hewl didin hişmendiyeke zayendî ya pir xurt derxin holê. Mafê me yê xweparastinê yê herî rewa, mal bi mal, kolan bi kolan teşhîrkirina torên fihûşê, mekanên ku vî kiryarê dimeşînin û navendên li pişta wan e.
Divê em vê hişmendiya ku jinê diperçiqîne, tune dihesibîne û dike mal, nexin nav taxên xwe. Pîvana ku têkoşîna azadiya Kurd di derbarê berxwedana jinê de derxistiye holê û nirxên ku afirandiye, ji bo derbasbûna vê rewşa heyî rêyeke girîng vekiriye.

Di têkoşîna li dijî fihûşê de divê çi nêzîkati û stratejiyeke din a demdirêj were pejirandin?

Destwerdanên pratîkî yên kurtedemî di demên krîzên lezgîn de wekî mertalên parastinê kar bikin jî, ji bo çareseriyên mayînde pêwiste em ser sedemên ve qirêjîyê ve biçin. Armanca me ya dirêjdemî guherandina hişmendiyê ya ku mirov û civakê dikin nesne (tişt) û têkiliyan bi berjewendiyên maddî re girêdidin.
Em dikarin pirsgirêkan ne bi dadgehkirinê, lê bi zemînên wan ên civakî û çandî yên ku wan xwedî dikin bi rêya nîqaşên li ser bingeha razîbûnê çareser bikin. Ya girîng ew e ku em vê yekê bi awayekî pratîkî di nav civakê de biafirînin û bidin jiyîn.
Wekî ku Rêber Apo diyar kiriye: ‘Tê dîtin ku, astengiya li ber daxwaz û hêviyan tune ye, ji bo pêkanîna wan ji kesayetê pê ve jî astengiyeke girîng li ber tune ye. Bes bila hinek namûsa civakî, hinek jî evîn û aqil hebe!’