Ger ez ji te veqetim, ma divê ez bimirim?

- Suna TUNÇ
21 views
Mirovekî ku dixwaze hemû biryarên keseke din bide, ji cihêbûnê ditirse; ne ku ji wê kesê hez dike, ji ber ku ew ji destê wî derdikeve, ji bin kontrola wî jî derdikeve.

 

Di roja me ya îro de tundiya herî dijwar ku li hemberî jinan pêk tê, di pêvajoya ji hev veqetandinê de xuya dibe. Nêzîkatiya civaka ku paşverûtiya xwe wek kevneşopî û çandeke ku bingeha wî olî ye binav dike. Cudakariya zayendî di asta herî jor de bi rojane tê jiyankirin.
Li Başûrê Kurdistanê jî, ji bo hin jinan, biryara ji hevjînê xwe cihêbûnê ne tenê biryara bidawîkirina zewacê ye; carinan ew dibe destpêka jiyaneke din. Jiyaneke ku di bin sîwana tirsê de dest pê dike.
Alya 28 salî û dayika du zarokan e. Alya bi dilê xwe zewiciye. Hevjînê xwe bi rêya mala apê xwe nas kiriye. Hevjînê wê karmendê hatûçûyê ye, ji ber wê jî demançe her tim bi xwe re digerand. Alya belkî wê rojê nedizanî ku li pişt wê demançeyê çi tirs, çi hêza kontrolê û çi jiyaneke dijwar veşartî ye.
Di malê de êdî ew ne mêrê ku Alya nas kiribû bû. Wî dixwest hemû biryarên malê bixwe bide, hemû tişt li dora wî bizivire û xwe navenda malê bibîne. Mafê jinê wek hevjîn, wek dayik û wek mirovekî serbixwe nedidît. Di aliyê aborî de jî piştgiriyeke rastîn nedida; heta ji bo pêdiviyên bingehîn ên malê jî pere nedida Alya.

Tundî ne tenê bi lêdanê dest pê dike

Tundî dikare bi kontrolkirinê, biçûkxistina kesayetiyê, tirsandinê, bêhurmetiyê û ji malbatê dûrxistina jinê dest pê bike. Jin hêdî hêdî dibe miroveke ji xwe bê bawer, heta ku di dawiyê de dibe ku ji xwe bipirse: “Ma belkî ez bi rastî şaş im?”
Zilamê Alya carna li ser wê, carna li ser dayika xwe û carna li ser zarokên xwe tundî dikir. Zarok jî hêdî hêdî li hemberî dayika xwe hatin sorkirin. Di malê de atmosfera ku divê cihê ewlehiyê be, bû cihê tirsê. Zarok her gav wek ku di bin lêpirsînê de bin: “Dayika we çi kiriye? Bi kê re axiviye? Çûye kuderê?”
Rojekê, Alya êdî nikaribû bidomîne. Dema ku zilam li wê xist, Alya got ku ew ê biçê mala bavê xwe. Li vir êdî tehdîtên herî giran dest pê kirin.
Zilam ji wê re got ku heke ew biçê, dê bavê wê û xwişkên wê bikuje. Got ku dê bi porê wê bigire, wê kaş bike û dîsa bîne malê.
Lê ji wê rojê û pê ve, jiyana wê ne bi aramiyê, bi tirs û fikaran dagirtîbû. Dilê wê di lerizînê de bû. Gef li malbata wê dihatin xwarin û ew di nav dudiliyek mezin de bû, ji aliyekî dixwest xwe û zarokên xwe biparêze, ji aliyê din ditirsî ku cudabûn dê bibe sedema felaketeke din.

Tûndiya malê û zexta civakî

Di civaka me de, dema jinek ji hevjînê xwe cihê dibe, hîn jî carna wek jin “kêrî tiştekî nehatî” tê dîtin. Ji ber vê yekê li şûna ku ji wê bipirsin ka çi hatiye serê te, dibêjin:
“Vegere mala xwe, baştir e. Zarokên te hene. Hemû jin û mêr şer dikin. Hemû jin lêdanê dixwin. Ev tiştekî asayî ye. Girîng ew e ku mala te hilneweşe, neşewite.”
Heke jin her roj bi tirs, bêhurmetî, tundî û bêhêvî bijî, tenê ji ber ku mal ji derve neşikestî xuya dike, em dikarin bibêjin ku ew mal baş e?
Jina ku di nav malekê de lêdanê dixwe, tê biçûkxistin, tê kontrolkirin û her roj di nav tirsê de dijî, ne ku mala xwe diparêze; ew di nav zindanekê de hewl dide xwe biparêze.
Ji ber vê yekê jin li vir ji du aliyan ve tê şikandin: ji aliyê tundiya di hundirê malê de û ji aliyê zexta civakî ve.
Alya deh salan bi wî zilamî re jiyaye. Niha dixwaze di jiyana xwe de rûpelek nû veke. Lê zarokên wê bavê xwe dixwazin. Zilam jî nasekine. Kesên din dişînin mala bavê Alya û dibêjin: “Keça te xerab e.”
Lê bavê wê bersiv dide: “Çi kiribe bila bike. Ew keça min e. Cihê wê li ser serê min e.”
Di civakeke ku gelek jin ji ber tirsê bêdeng dimînin, ev gotin tenê gotina bavêkî nîne. Ev peyamek e ku dibêje: jin dema ku di tengasiyê de ye, divê malbata wê li kêleka wê bisekine, ne li hemberî wê. Lê malbatên hemû jinan ne wiha ne.
Hin bav û malbat, li şûna ku keça xwe biparêzin, wê tawanbar dikin. Hin jin heta di nav malbatên xwe de jî bêparastin dimînin. Hin malbat zêdetir ji “gotinên mirovan, fesadî û gelajiyan” ditirsin.

Ger hez nake, çima naxwaze veqete?

Mirovek çawa dikare kesekê ku carekê jê hez kiriye, were asta ku dixwaze wê bikuje? Ger zilam êdî ji jina xwe hez nake, çima naxwaze ji wê veqete?
Mijar carna ne tenê mijara hezkirinê ye. Di gelek rewşan de meseleya sereke hêza kontrolkirinê ye.
Mirovekî ku dixwaze hemû biryarên keseke din bide, ji cihêbûnê ditirse; ne ku ji wê kesê hez dike, ji ber ku ew ji destê wî derdikeve, ji bin kontrola wî jî derdikeve.
Ji ber vê yekê, carna tundî ne encama nehezkirinê ye. Li pişt tundiyê dikare daxwaza serdestiyê, hestê xwedîtiyê û tirsa winda kirina kontrolê veşartî be

Parastin divê berî kuştinê dest pê bike

Li vir pirsgirêkên qanûnî jî derdikeve holê.
Malbatên ku di bin tehdîtê de ne, carna heta ku kuştin pêk neyê, mekanîzmayên parastinê naxebitin.
Heke zilam ji ber tundiyê were girtin jî, ew bi kefaletê were berdan û paşê vegere cem jina ku tehdît kiriye, tirs dikare ji berê mezintir bibe. Jin dikare hest pê bike ku mafê wê yê parastinê hîn misoger nebûye.
Ji ber vê yekê, parastina jinê divê piştî kuştinê dest pê neke.

Qanûnên lewaz sedema bêbaweriyê ne

Malbatên ku şîdet li wan tê kirin jî bêhêvî dibin. Ew êşê dikişînin, dixofin û carnan baweriya xwe bi rêveberî û desthilatdariyê winda dikin.
Hin kes wiha bawer dikin ku desthilat bi zanebûn dixwaze civak di nav bêserûberî û aloziyê de bimîne, da ku civak pirsên girîng derbarê desthilatdariyê  de ji xwe  neke.
Lê tiştek eşkere ye. Dema ku jin û malbatên wan hest bikin ku parastin tune ye, baweriya civakê bi qanûnê û sazîyan lawaz dibe.
Divê qanûn yan yasa ne tenê dema ku ceza dide  xwe nîşan nede.  Divê berî kuştinê, di parastinê de, di rawestandina gefê de û bi ewlekirina jinê de jî xwe nîşan bide.
Heke yek jin jiyana di nav tundiyê de qebûl bike û civak jî bêje “ev normal e”, hezaran jinên din dikarin fêr bibin ku divê ew jî heman êşê qebûl bikin.
Ji ber vê yekê hişyarî tenê zanîna mafan nîne.
Hişyarî ew e ku jin fêm bike: lêdan ne normal e, tehdît ne evîn e, kontrol ne parastin e û cudabûn ne tawan e.
Jiyan bi zilamekî jehrî dikare ji bo jinê bibe zindan. Carna jin hest dike ku tenê du rê li ber wê mane: berdewamkirina jiyaneke ku her roj wê dixwe, an jî dawî lê anîna hemû êşan.

Azadî ji hişyarî dest pê dike

Lê rojên azadiyê ji bo jinê wê demê dest pê dikin ku ew hişyar dibe.
Jin divê bizane ku mafê wê yê hilbijartinê heye. Mafê “Na” gotinê heye. Mafê cihêbûnê heye. Mafê jiyaneke bê tirs heye.
Heke jin biryara hevjiyanê dide, divê kesê ku wê hilbijartî tenê nebe mêrê wê; divê bibe heval, hevalbîr û mirovekî ku êşa jinên din jî fêm dike.
Hevjîn divê ne kesek be ku jinê di bin kontrola xwe de bihêle, lê kesek be ku azadiya wê qebûl dike.
Jin dema ku hişyar dibe, êdî bi gotina “hemû jin û mêr şer dikin” razî nabe.
Dema ku hişyar dibe, êdî lêdanê wek tiştekî asayî nabîne.