Aştî jiholêrakirina madeyên hişberê ye

- Roza METÎNA
243 views
Yek ji şêweyên herî qirêj ên şerê taybet ê ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne, êrîşên li ser ciwanan in, ku wan ji nasnameya wan bêpar dike û îradeya wan qels dike. Ev êrîş rasterast bi şîdeta fîzîkî nayên kirin, lê bi madeyên hişber, fihûş, girêdana dîjîtal û çanda tenê xerckirinê tê kirin. Dijmin êdî tenê bi çekan şer nake. Dijmin bi rêbaza rizîbûna civakê ya ji hundir ve, dûrxistina ji eslê xwe û ziwakirina damarên berxwedanê şer dike.

Armanca konsepta şerê taybet a dewletê ya li dijî jinan ew e ku wan bike bindest. Ji ber ku dema îradeya jinê tê şikandin, eslê civakê jî hildiweşe. Bi tiryakê tê xwestin jin nikaribin rêveberiya civakê bikin. Bi gotineke din, pêşeroja gelekî tê hedefgirtin. Ji ber vê sedemê, xebata jinan a tenê di asta ‘alîkariyê’ de ne çareserî ye. Jin dikarin bi avakirina qadên jiyana xwe û xwedîderketina li taxên xwe bi xwerêxistinkirina xwe vî şerî têk bibin. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî jiholêrakirina madeyên hişberê ya ji kolanan, zindîbûyina îradeya jinan û vegera civakê ya ji bo xwe ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna azadiyê niha li taxan, malan, dibistanan û heta di kûrahiya hişan de jî tê meşandin. Hevberdevka “Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê” Gulşen Demîr diyar kir ku fuhuş û tiryaka li Kurdistanê ji şerê taybet ne serbixwe ye û wiha dewam kir: “Dijmin êdî tenê bi çekan şer nake. Dijmin bi rêbaza rizîbûna civakê ya ji hundir ve, dûrxistina ji eslê xwe û ziwakirina damarên berxwedanê şer dike.” “Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê” di 26’ê Nîsanê de piştî pêvajoyek amadekariyê ku nêzîkî pênc mehan dom kir, damezrandina xwe bi daxuyaniyekê li Amedê îlan kir. Beriya deklarasyonê di 26’ê Nîsanê de jî li Amedê li dijî bikaranîna hişbirê meş hat lidarxistin. “Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê” ku li Amedê hat damezrandin, bi banga “Werin em vê bêdengiyê bi hev re têk bibin, werin em xwe birêxistin bikin, werin em azad bibin” ciwan, jin û raya giştî vexwend têkoşînê. Hevberdevka “Şiyar Be, Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê” Gulşen Demîr têkildarî armanc û girîngiya vê platformê her wiha xebatên wê bikin û qonaxên têkoşîna li dijî hişbirê ya hevpar nirxandin kir. Gulşen Demîr got:”Her ciwanek hêzek civakî ye ku were rêxistinkirin. Taxek bê madeyên hişbirê qadeke azadiyê ye. Her perçeyekî civakê ya ji tiryakê rizgarbûyî qadeke têkoşînê ye ku mirov hêza xweparastinê lê ji nû ve bi dest dixe.”

Temenê bikaranîna tiryakê bûye 9

Gulşen Demîr di destpêkê de li ser armanc û pêdiviya avakirina ‘Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê’ sekinî û wiha got:”Wekî ‘Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê’, me di 26’ê Nîsanê de piştî pêvajoyek amadekariyê ku nêzîkî pênc mehan dom kir, damezrandina xwe bi daxuyaniyekê îlan kir. Di vê pêvajoya amadekariyê de, me hewl da ku lêkolînên meydanî yên şaredariyan û rêxistinên civaka sivîl ên cûrbecûr ên li ser bikaranîna tiryakê, lêkolîn bikin. Yek ji encamên van lêkolînên meydanî, ew bû ku temenê bikaranîna tiryakê li Amed û Kurdistanê daketiye 9 salan. Ev rastiya ku nikare ji polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê serbixwe were nirxandin, hewcedariya îlankirina platforma me ya ji bo hişyarkirinê, afirand. Berî ku em platforma xwe îlan bikin, me girîng dît ku em bi her beşê re civînan li dar bixin û raman û pêşniyaran li ser vê mijarê pêşkêş bikin. Me beriya deklarasyonê di 26’ê Nîsanê de meş li dar xist. Me piştre metna deklarasyona xwe bi raya giştî re parve kir.”

Hevgirtina di malbatê de girîng e 

Gulşen Demîr bi lêv kir ku ji bo têkoşîna li dij tiryakê wan hevdîtinên girîng kirine û got:”Berî civînên takekesî yên bi raya giştî re, me bi rêxistinên civaka sivîl ên ji her qadên jiyanê re civîn li dar xistin û me diyar kir ku di vê mijarê de piştgiriya wan hewce dike. Bi piştgiriya saziyên me û bi xebata ku di vê wateyê de li taxan were kirin, pêkan e ku piştgiriya malbatan were bidestxistin. Yek ji sedemên sereke yên bikaranîna tiryakê nebûna hevgirtina pêwîst a di malbatê de ye. Loma pêşxistina vê hişmendiyê ya di malbat û civakê de gava herî girîng a têkoşîna li dijî bikaranîna tiryakê ye.”

Kar û xebatên platformê 

Gulşen Demîr di heman demê de bal bir ser xebat û projeyên xwe yên derbarê têkoşîna li dijî tirkayê de û wiha pê de çû:”Qonaxên cuda yên têkoşîna li dijî bikaranîna tiryakê hene. Ya yekem ji van qonaxan lêkolînên parastin û pêşîlêgirtinê ne. Wekî platformekê, em armanc dikin ku bi meşandina lêkolînên parastin û pêşîlêgirtinê beşdarî van lêkolînan bibin. Di vê wateyê de, pêdivî ye em bi taybetî li ser lêkolînên taxê bisekinin. Em hêvî dikin ku bi alîkariya lêkolînên perwerdehî, çand, huner û çalakiyên werzîşê yên ku li taxan werin kirin, hişmendiya jin û xortên ciwan dê pêş bikeve. Em difikirin ku projeyên wekî malên lîstikê yên zarokan ên ku li taxan werin vekirin dikarin bibin sedema veqetandina ciwan û zarokan a ji tiryakê. Bi rastî, mînakên cîhanê jî fêdeya lêkolînên wiha nîşanî me dane.”
Gulşen Demîr diyar kir ku fuhuş û tiryaka li Kurdistanê ji şerê taybet ne serbixwe ye: “Yek ji şêweyên herî qirêj ên şerê taybet ê ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne, êrîşên li ser ciwanan in, ku wan ji nasnameya wan bêpar dike û îradeya wan qels dike. Ev êrîş rasterast bi şîdeta fîzîkî nayên kirin, lê bi madeyên hişber, fihûş, girêdana dîjîtal û çanda tenê xerckirinê tê kirin. Dijmin êdî tenê bi çekan şer nake. Dijmin bi rêbaza rizîbûna civakê ya ji hundir ve, dûrxistina ji eslê xwe û ziwakirina damarên berxwedanê şer dike. Ji ber vê yekê, rola civaka sivîl divê ne tenê pêkanîna çalakiyên kêmkirina zirarê be. Di heman demê de eşkerekirina vî şerê qirêj jî girîng e. Her wiha divê pêşxistina polîtîkayên ku armanca wan avakirina jiyaneke azadîxwaz û kolektîf e jî divê esas bên girtin. Her ciwanek hêzek civakî ye ku were rêxistinkirin. Taxek bê madeyên hişbirê qadeke azadiyê ye. Her perçeyekî civakê ya ji tiryakê rizgarbûyî qadeke têkoşînê ye ku mirov hêza xweparastinê lê ji nû ve bi dest dixe.”

Pêşeroja gelekî tê hedefgirtin

Gulşen Demîr bi lêv kir ku bi hedefgirtina jinan civak jî dibe hedef: “Armanca konsepta şerê taybet a dewletê ya li dijî jinan ew e ku wan bike bindest. Ji ber ku dema îradeya jinê tê şikandin, eslê civakê jî hildiweşe. Bi tiryakê tê xwestin jin nikaribin rêveberiya civakê bikin. Bi gotineke din, pêşeroja gelekî tê hedefgirtin. Ji ber vê sedemê, xebata jinan a tenê di asta ‘alîkariyê’ de ne çareserî ye. Jin dikarin bi avakirina qadên jiyana xwe û xwedîderketina li taxên xwe bi xwerêxistinkirina xwe vî şerî têk bibin. Rola pêşeng a jinan a di xebata li dijî tiryakê de bi rastî tê wateya hilgirtina hişmendiya azadiyê. Dema ku jin berê xwe bide hilberîn, rêxistin, huner û siyasetê, dema ji fuhuş û tiryakê dûr bikevin wê demê civak dîsa dikare siberoja xwe bigire nava destên xwe.

Aştî jiholêrakirina hişberê ye

Gulşen Demîr bal bir ser têkoşîna li taxan a girîng û wiha bi dawî kir:” Her kes xwe bi rêxistin bikin, her taxek bê parastin û her zarokek azad bijî wê demê ev ê bingeheke aştiyê ya rast ava bike. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî jiholêrakirina madeyên hişberê ya ji kolanan, zindîbûyina îradeya jinan û vegera civakê ya ji bo xwe ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna azadiyê niha li taxan, malan, dibistanan û heta di kûrahiya hişan de jî tê meşandin.