Rojhilata Navîn û Mezopotamya navenda bîra civakî ne. Ew çavkaniya pêşketinên wekî mîtolojî, ol û zanistê ye. Ji bilî nirxên civaka xwezayî û çanda xwedewand, ew di heman demê de navenda serdestiya zîhniyeta hêza mêran a dij-şoreşger e. Serdema olên yekxwedayî ew serdem e ku hêza mêran bûye hegemonya. Dewletên ku li Rojhilata Navîn derketine holê ji hegemonyaya heyî xwedî dibin.
Ev hegemonya bi zêdekirina zayendperestî, totalîterî û di 500 salên dawî de bi neteweperestiyê kûrtir bûye. Rêber Apo vê rastiya hegemonîk wiha tîne ziman, “Heger hûn nikarin olên yekxwedayî çareser bikin, hûn nikarin zîhniyet û avahiyên wêjeyî yên civakên klasîk û serdema navîn, an jî yên roja me çareser bikin. Zîhniyeta hemû civakan îmzeya teolojiyê hildigire. Bêyî ku vê îmzeyê deşîfre bikin û jê bibin, hûn nikarin civakek erênî li ser bingehên zanistî ava bikin… Hêza şêweya teolojîk a îdeolojiyê ne ji pereyan kêmtir e, ne jî ji hêza dewletê kêmtir e. Wekî din, her sê jî bi hev ve girêdayî ne. Ew ketine nav hev. Dibe ku di dîrokê de ti sêgoşeyek din derfeta wê tine ku bi vî rengî bi hev ve girêdayî bin û hêza herî mezin pêk bînin.” Di dîroka mirovahiyê de, ferd di warên aborî, çandî, olî, etnîkî û hwd. de rastî gelek dabeşkirinan hatine. Dibe ku ya yekem ji van dabeşkirinan ew be ku li gorî zayenda biyolojîk hatiye çêkirin. Ferd di dema jidayikbûnê de dibin jin an mêr. Her ku pêvajo pêşve çû, ev cudahiya zelal winda bû û perspektîfên civakan li ser jin û mêran bûn sedema derketina holê ya têgehên nû. Yek ji van têgehan têgeha zayendê ye, ku rolên jin û mêran di nav civakê de diyar dike. Têgihiştina zayendê têgehek e ku gelek fonksiyonel e, ji ber ku ew diyardeyek e ku ji hêla hemî civakên roja me ve tê pejirandin.
Jinan parzemîn gihandin hev
Dema ku behsa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê tê kirin, peyvên ku ji bo gelek kesan dişibin hev in hene. Taybetmendiyên wekî drama, şer, xwîn, îstîsmarkirin bi Rojhilata Navîn re bûne hevwate. Ev erdnîgarî, ku ji bo gelek şaristaniyan mazûvanî kiriye, qet bi çarenûsa xwe re nehatiye hiştin û ji aliyê dewletên Rojavayî ve wekî qadeke bereketê ku berdewamiya pergala kapîtalîst û emperyalîst mîsoger bike hatiye dîtin. Lê belê, newekhevî têgehek e ku di dîroka mirovahiyê de pir hatiye nîqaşkirin. Dibe ku jinan para herî mezin ji vê newekheviyê girtiye. Bi taybet dema em li civakên destpêkê dinêrin, tê dîtin ku jin ji ber nebûna hêza xwe ya laşî, di encama pêkanîna kolektîf a pratîkên rojane de hatine paşguhkirin û ev rewşa duyemîn heya roja îro li cih û mijarên cûda berdewam kiriye. Bi derketina holê ya tevgerên femînîst re, têkoşîna ji bo mafên jinan di seranserê dîrokê de di warên siyasî, çandî, aborî û hwd. de dane, dest pê kir ku xelata xwe werbigire. Lê belê, vê têkoşînê bandora xwe di hemî civakan de di heman demê de nîşan neda û hate dîtin ku jinên Rojhilata Navîn gelek dereng mafên mirovan bi dest xistin…
Wek tê zanîn cara pêşî konferansa yekemîn a jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê di sala 2013’an bi tevlîbûna 250 delegeyan li Amedê pêk hat. Di kombûna yekem de bîryar hat dayîn ku ber bi rêxistinbûneke mayîn de biçin û bi vê biryarê di 30-31’ê Tîrmeha 2021’an de li Beyrûtê bi dirûşmeya “Bi Yekîtiya Jinan, Em ê Şoreşa Demokratîk Bidest Bixin” konferans hate lidarxistin. Ji ber bandorên berdewam ên pandemiya COVID-19, hêjmara delegeyan ji 250 daket 150 û delegeyên mayî bi awayekî online beşdar bûn. Hêjmara welatên vexwendî ji 21 daket 16’an. Yek ji encamên herî giring ên vê konferansê ragihandina damezrandina “Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Herêmî” bû ku paşê bi kurtî weke “Hevpeymaniya NADA” hate binavkirin.
Li Silêmaniyê Konfgreya yekê ya NADA
Wek jinek e ji dervayî welatên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ez bûm şahidê çirûskên ronahîyê li wan xakan. Sêyemîn Konferans û 1’mîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê NADA li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê pêkhat. Ji welat û herêmên wek Tunus, Yemen, Sudan, Somalî, Morîtanya, Mısır, Urdûn, Lubnan, Filîstîn, Iraq û Başûrê Kurdistan, Îran û Rojhilatê Kurdistan, Sûrî, Bakur û Rojhilatê Sûrî, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Efxanîstan, welatên Fas û Şengal nêzî 200 jin beşdarî kongreyê bûn. Hêjayê gotinê ye her jinek bi cil û bergên xweyên netewî tevlî bûn û piştî bernameya rojane di saetên êvarî de bi çand û hunera xwe kongre xemilandin. Her kesê hewl da hevdu fêm bike û dengê xwe bide bihîstin. Ev aheng, ev reng û dengê jinan dihate dîtin û bi wate bû. Kurdistanê malovaniya kongreyê kir û cardin nîşan da ku Mezopotamya dergûşa mirovahî û bexçeyê gela ye.
Kongre bi çar beşan derbas bû. Di her beşê de nûner û endamên her welatan li ser mijarên ku hatibûn diyarkirin semîner û komxebat pêkanîn. Mijar li gorî pêdîviyên her welatî û her civakê hatibûn hilbijartin. Mijarên hatin destgirtin wiha bûn: Li herêmê qonaxên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, li herêmê modela dewlet netewe û nebûna demokrasiyê, organeke şerê serdestiya babiksalarî li dijî jinan, Îslama siyasî ya serdest: amûreke şer li ser laşê jinan, rewakirina sîstema babiksalar ji bo qirkirina jinan bi rêya şerê qanûnî, bandorên wêrankirina jîngehê bi destê sîstema kapîtalîst li ser jin û civakan, rola jinan di pêşxistin û parastina mîrateya ziman, çandî û civakî de, têkoşîna jinan di sedsala 21’mîn de: zehmetî û derfet, giringî û teqeziya hevgirtinên jinan li hember neolîberalîzm û hevgirtinên babiksalar ên serdest ên dijminên jinan, giringî û teqeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hemberî pergala babiksalar a serdest, derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê), rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de û rola pêşeng û bingehîn a jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de.
Jinên Kurd ezmûnên xwe parve kirin
Di seranserê dîrokê de, Rojhilata Navîn erdnîgariyek e pir aloz bûye ku sînorên wê her tim diguherin û dewletên cuda di demên cuda de li ser dewletên cuda yên Rojhilata Navîn rejîmên mecbûrî ava kirine. Rojhilata Navîn erdnîgariyek e ku gelek çand tevlîhev kiriye, ji ber ku di seranserê dîrokê de mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û rêyên bazirganiyê yên giring lê kirine. Lê belê, dema ku îro behsa Rojhilata Navîn tê kirin, cihekî ku şer û kaos lê serdest e tê bîra mirov. Hêmanên ku Rojhilata Navîn ewqas aloz kirine çi bûn? Di karên atolye û nîqaşan de jin li bersiva vê pirsê geriyan…
Yek ji karên herî giring ê kongreyê xebata atolye bû. Di atolyan de bi taybet bal hat kişandin ser nêrîn û ezmûnên her welat û herêman. Çar kom hatin amadekirin û di her komê de ji hemû welat, herêm û netewan jin hebûn. Bi rêya wergêrê her jinekê hewl da fêm bike û ji ezmûnên hevdu sûd werbigire. Bi taybet jinan xwest ji ezmûnên jinên Kurd di mijara Konfederalîzma Demokratîk, pergala hevserokatî û xweparastina cewherî de sûd werbigrin. Di van mijran de jinên Kurd di hemû beşên atolyeyê de roleke pêşeng lîstin û ezmûnên xwe parve kirin.
Biryarên giring û dîrokî hatin girtin
Di encama nîqaşên sê roj dewam kirin de jinan li ser 12 xalên giring lihev kirin. Biryarên hatine girtin ev in; Xurtkirina Hevgirtina NADA wek hevgirtineke jinan a berfireh ku li ser pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî ji xwe re esas digire, Peymana rakirina her cûre cudahiyên li dijî jinan (CEDAW), Peymana Stenbolê û biryara hejmar 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, wek belgeyên herêmî û navnetewî ku bingeha tifaqek berfireh a jinan pêk tîne û xurtkirina wê, Qebûlkirina belgeyên şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Belgeya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan wek referanseke bingehîn, Xurtkirina têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û parveker, Avakirina aştî û civakeke demokratîk a li ser bingeha takekes a azad, dûr ji tundî, mezhebgerî û neteweperestiyê, Piştgiriya hewldanên Aştî û Civaka Demokratîk a bi perspektîfa azadiya jinê ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin, Daxwazkirina berdana girtiyên jin yên di girtîgehên rejîmên dagirker û zordar de, Zêdekirina piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên Êzidî, Xurtkirina hevgirtina herêmî û gerdûnî li dijî pirsgirêkên wek şer, tundî, koçberî, guherîna demografîk û cudahiyên aborî-civakî ku jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dijîn, Avakirina tor û platformên têkoşîna hevpar di navbera rêxistinên jinan de, Belavkirina parvekirina ezmûn, raman û (vizyon) dîtinê, Pêşxistina şiyan û zanebûna jinan da ku bikaribin di mekanîzmayên biryarstandinê de bi awayekî çalak cih bigirin, Xurtkirina çalakiyên komîteyên Hevgirtina NADA li ser asta herêmî û bicihkirina projeyên hevpar li ser asta herêmî, Avakirina medyayek jinê ya serbixwe li dijî temsîliyetên neyînî û zayendperestên li dijî jinan di medyayê de.
Biryarên ku hatine girtin û karê ku ji hêla Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ve were kirin pir giring e. Berxwedanek giring a jinan pêşketiye û her çend rastî gelek astengiyan tê jî dîsa jî hebûna xwe didomîne. Jin xwedî zimanekî hevpar in, ji ber vê “Jin, Jiyan, Azadî” jî bûye dirûşma jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê. Jinên heman erdnîgariyê ku ji heman çavkaniyê xwedî dibin, dikarin bi hezaran salan kevneşopî û çandê bi nasnameyên xwe veguherînin şoreşek nû. Sedsala 21’an serdema şoreşa jinan e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, hegemonyaya zayendperest, olî, neteweperest dê nikaribin pêşî li vê yekê bigirin. Jin dê rê nedin vê. Îro li her derê jin nîşan didin ku ew nikarin li hember vê qirkirinê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê, divê yekîtiya jinên Rojhilata Navîn were pêşxistin û Konfederalîzma Jin a Demokratîk mîsoger bibe.
