Bi qanûnan mafê jinê tê tune kirin

- Evîn NEJDET
600 views

Hiqûq û zagonên welatan heya radeyekê ji bo fêmkirina asta civakî û pîvandina wê dikare bibe alîkar. Ango di civakên ku hiqûq bi şêweyeke berfireh hatine pêşxistin, mafên wan jî diyar dibe û civak li gor wê tevdigere. Lêbelê dema em bi gelemperî li rewşa jinê mêze Decorative Scales of Justice in the Courtroomdikin, yanî em pergala desthilatdariya zilam li ber çavan bigrin; heta li welatên ku di aliyê zagon û mafên jinê de qanûnên wan yên pirr pêşketî -ligor rastiya serdemê- hebin jî zayendperestiya civakî bi pirr aliyan ve xwe li ser jiyanê server û bandoreke neyînî li ser jinê dide çêkirin. Ew welat ku piranî welatên Ewrûpî û rojavayî ne, herçend ku îdeaya azadî û pêşketina mafên jinê dikin jî di rastiyê de jiyana jinê ji dorpêça zayendperestiya civakî xilas nebûye û jin rojane bi çanda qirkirinê re rû bi rû tê.

Li Rojhilata Navîn rewş hîna bêtir aloz e. Ango pergalên serwer qet pêdivî jî nabînîn ku rûyê zayendperestiyê veşêrin, an jî wê binixûmin. Ji ber ku hemû pergalên desthilatdar li ser bingeha desthilatdariya zilam ya hezar salî hatiye rûnişkandin. Lewre ji makezagona wan welatan bigire, heya zagonên herî ji rêzê jî bi zayendperestiya civakî dagirtiye û her qadek jî bi vê re teşe wergirtiye. Li dewleta Îranê ku li jêr bîrdoziya Îslamî a Şîe ya zilamsalar birêxistin bûye, zagonên bingehîn ango makezagona vî welatî jî pirr vekirî desthilatdariya zilam û kolebûna jinê rave dike. Pênaseya ku ji bo jinê tê dayîn “zeîf e ”, “hestyar e”, “zayenda duyem”, “mêjî kêm” û hwd. e. Hemû ristên makezagon û hiqûqa xwe jî li ser vê rêz kirine. Wiha jî jin ji mafên wê yên herî asayî bêpar hiştiye.

Sînorên ji bo jinê hatine xîz kirin

Li Îranê, li gor zagonên wê zewac, mafên derketina derveyî welat, di destê bav û hevjîn de ye. Keç bêyî vîn û biryara bavê xwe nazewice û bav dikare biryara zewaca keça xwe bide. Ji ber di zagonan de kêm eqilbûna jinê hatiye ziman, di rewşeke wiha de nikare derbarê jiyana xwe de û biryara herî girîng ya jiyana xwe de mafê hilbijartinê hebe. Jina ku zewicî be jî nikare derveyî destûra hevjînê xwe ji welat derkeve. Ev xal bi taybet ji bo jinên ku di erka wezaret û dîplomasiyê, her wiha jinên parlementer, werzişkar û yên hunermend ku neçarin biçin derveyî welat, pirî caran dibe krîzeke cidî. Jin ji bo ku bikaribe hevjînê xwe berde, divê ku şîdet, dînbûn, an jî lewaziya cinsî ya zilamê xwe îsbat bike, nexwe mafê wê yê berdanê tune ye û di rewşekê ku ev pêk hat de jî mafê wê yê nefeqeyê, jê tê girtin. Lê, zilam di her şertûmercî de, her dema ku xwest dikare hevjîna xwe berde, tenê neçare ku nefeqe bide.

Dema hevberdanê an jî di rewşên ku hevjînê wê bimire, zarokên jinê jê têne girtin û li cem zilam an jî malbata wî dimîne. Di heman demê de jinên ku wiha piçûk têne xistin ji ber tewanên ku dikin du qat ji zilam bêtir siza digirin. Ger jinek zilamekê (heta di rewşa parastina rewa de jî) bikuje, tê darvekirin. Lê dema ku zilam jinekê bikuje, ji ber ku “nîvê xwe” kuştiye  pêwîste ku malbata meqtûl ango jina ku hatiye kuştin, xwîn bihaya wî zilamî bide ku ew kes were qisaskirin. Nexwe tenê dê 3’ê salan di girtîgehê de bimîne û paşê azad bibe. Di rewşa destavêtin û hwd. de jî tewanbar jin e, “wê zilam tehrîk kiriye”, “bûye sedem zilam êrîşê wê bike.” Ev jî dibe sedem ku pirî caran jinên rastê destavêtinê tên, qet nikaribin ku dengê xwe bilind bikin û mafê xwe bixwazin. Mînakên bi vî rengî pir in. Keç ku bû 9 salî reşîd (gihayî) tê hesab û hemû qanûnên ku ji kesên jor 18 saliyan re derbasdarin, li ser wê pêk tên. Ji bo ku rastiya rejîma desthilatdar baştir were dîtin, çend xalên esasî me xwest îşare pê bikin.

Herwiha ew wesf û pênase ku ji bo jinê hatiye dayîn, li pêşiya ku jin bibe serokwezîr, rêber, an jî bibe dadwer û di saziyên herî bingehîn yên rêveberiya welat  cih bigre jî asteng e. Ji bilî zagonên desthilatdar ya zilamsalar a Îranê, çand û kevneşopiyên civaka zayendperest jî pirr zêde ne ku divê were zanîn, ger zagon bi tevahî biguherin û li gor normên navnetewî jî werguherin, dîsa jî divê jin li beramberî wan têkoşîn û xebateke berfireh bide meşandin.

Ji salên 2000´î pê ve, Îranê ku ji derve û hundirê welat rastê zextan tê û neçariya guhertinê derdikeve pêş, bi şêweyeke gelek bi zanebûn û fêrbazî dest bi hin guhertinên şeklî kir. ev guhertinên şeklî ku bi navê Reforman tê ziman, di esas de maskekirina rastiya muhafezekar û paşketî ya rejîma melayan e. Serkêşiya vê jî dîsa melayên wek Xatemî, Refsencanî û niha jî kesayetên wek Mûsevî û Ruhanî dikin. Reform di bingeh de bêdengkirina hêza muxalîf ya hundir û xapandina civak ê, herwiha nerm nîşandayîna rûyê Îranê ji raya giştî re ye. Nexwe tu guhertin û sererastkirinek ku bikaribe ji daxwaziyên civakî û bi taybet jinan û ciwanan re bibe bersiv, çênekirine. Xatemî ku 8 salan li Îranê hikûm kir, herî zêde îşare bi mafê rêxistinên sivîl û diyaloga di navbera çandan de kir, lê tiştek hêjayî van jî dernexiste holê. Hest û daxwaziyên civakê hate sûîstîsmar kirin. Ruhanî û Mûsevî jî li ser xeta wî dimeşin û wedên guhertinê didin civak ê. Ev ji xapandina civakê bêtir tiştek nîne. Zêdetir jî jin kirine hedefa propagandayên xwe û deng ji vê beşa civakê digirin.

Jin ji têkoşîna azadiyê tên dûrxistin 

İRAN-2Ji ber ku xala lewaz di pergalê de mijara jinê ye. Xitabkirina jinê, ji wan re deriyê desthilatdariyê misoger dike. Ruhanî 4 salan hikûm kir, lê heya ji bo jinê mafê ku bikaribe li werzîşa futbalê temaşe bike jî pêşnexist. Beriya hilbijartinên hikûmeta 12’an jî di bin navê mafên hemwelatî de, li çend beşan îşare bi jinê û hin mafên wê yê seretayî kirin, bi taybet jî ji bo jinên zewicî û dayikan hin xal derbas dibin, herwiha ji bo beşdariya aborî û perwerdeyê jî hin bend hatine danîn ku bi çaveke rexnegir ger were bidest girtin, pirr besît û ji rêzê ne. Lê,  ev bend jî pêk nehatine û wer diyare ku pêk nayên jî. Ji ber piştî hilbijartinan di kabîneya nû de tu jin di erka wezaretê de cih negirtin û wek alîkarên wezîran hatin destnîşankirin. Ev ne pêşketin, belku paşketina hikûmeta heyî jî nîşan dide. Ya rast Ruhanî bi rêberê Îranê Xameneyî re ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe li hev kir. Ev li hevkirin jî bi şertê pêknehatina tu guhertinan, bi taybet jî di warê jinê de pêk hatiye.

Di Îranê de bi qasî xeteriya çemka muhafezekar a li ser jinê heye, xeteriyeke gelek mezin ya aliyên reformxwaz ku azadî û daxwaziyên jinê berovajî dikin û wê dixapînin jî heye. Niha jinên Îranê bi mijarên pirr besît yên wek cilûberg, temaşekirina futbalê, zewaca spî û hwd. re mijûl dikin. Rojeva wê diqulipînin û wê ji daxwazî û pêwîstiyên wê yên esasî ku ji bo wekhevîtî, azadî û edaletê têkoşîn bike, dûr dixin. Ev polîtîkaya neolîberal jinê ji hêz dixîne, nahêle bibe potansiyela sereke ya veguher a pergal ê, rojeva wê ya şoreş û azadiya radîkal ji holê radike. Lewre jinên Îranî, divê di serî de rojeva xwe bixwe diyar bikin. Ji nêzîkatiyên ku rojev, armancên wê û gavên ku ber bi van armancan ve biavêje, rêya wê şaş dikin, şiyar tevbigere û xwe ji ketina bin bandora van xilas bike. Ya girîng jî ew e ku jinên Îranê bizanibin tu maf û destkeftiyeke jinê di cîhanê de, ji ber xwe ve, yanî bi destên desthilatdar û zilaman ve jê re nayê dayîn. Ji bo bikaribe jiyaneke hêja û wekhev bijî, divê têkoşîneke giran bide, xwe birêxistin bike û li bendê nemîne ku jê re maf û derfet were dayîn. Wedeyên ji hêla hakim û desthilatdaran tê dayîn, tucar pêk nayên û dê jê re azadî û demokrasiyê jî neyîne. Hêzên serdest tenê di rewşên ku berjewendiyên wan dest bide, hin guhertin, ew jî bi şêweyê ku ligor wan be, destûr didin.

Zihniyeta desthilatdar a zilam li çar aliyên cîhanê bi şêweyên cûda, lê di cewher de wek hev derdikeve pêşberî jinê. Ruxmî vê jî divê were zanîn ku cihê herî kûr xwe lê pêçaye û tevna xwe li ser jinê daniye, Rojhilata Navîn e. Îran ku ji hezar salan bêtire bi şêweyeke bênavber ji şaristaniyan re navgîniyê dike, vê rastiyê pirr demdirêj dijî. Ji ber vê sedemê, dema ku em bixwazin pirsgirêka jinê ya azadiyê bigrin dest, beriya hertiştekê rastiya desthilatdariya zilam, zihniyeta ku li ser civakê serwer e û çanda qirkirinê derdikeve holê. Jinên Îranê ji nava kûraniya dîroka vî welatî heya roja îro, di hemû qadên jiyanê de bi kevneşopî, bîrdozî û zihniyeta zilamsalar re rû bi rû ye. Nexasim jî pergala ku îro bi maskeya Îslama Şîe xwe nixumandiye, hemû qadên civakî, aborî, çandî, hiqûqî, perwerde û hwd. xistiye navendên krîzên zayendperestiya civakî. Lewre têkoşîna jinên Îranî, di dema ku ji bo azadî, demokrasî û bidestxistina mafên xwe be, pêwîste ku vê pergala desthilatdar, herwiha hemû qadên civakî bide ber xwe. Bi şêweyeke berfireh lê temaşe bike û têkoşîna xwe jî wiha berfireh diyar bike. Nexwe dê hemû hewldan û xebatên wan nîvco, perçeyî û bê encam bimîne. Bi tenê guhertina pergala heyî têrê nake, di hemwext de pêdivî pê heye ku zihniyeta zilamê serwer jî bi têkoşîna di hemû qadên civakî de rastê guhertin û veguhertinê bê. Ev jî dê bi ronesanseke kûr ya zihnî, hizrî, wîjdanî û pratîkî, yanî şoreşa jinê pêkan bibe.

Birêxistinbûna jinê girîng e

women_rightDi argûmanên piraniya tevgerên femînîst yên cîhanê de beşdariya jinê di qadên wek siyaset, aborî, ewlekarî, xebatên çandî û bi giştî civakî de, wek pêşketin û pîvana wekheviyê tê destnîşankirin. Lêbelê em vê jî dizanin ku bi qasî ku jin divê ji saziya malbatê derkeve û civakî bibe, ango di hemû dezgeh, sazî û qadan de beşdar bibe, bi wê re girêdayî pêwîstî heye ku ev qad ji zihniyeta zilamsalar ya desthilatdar jî rizgar bibe. Lewre dema ku em wek PJAK bang li jiyan dikin û projeyên beşdarkirina wan di xebatên siyasî, aborî, çandî, dîplomasî û hwd. de pêşkêş dikin, herî bêtir jî rola jinan di veguhertina van qadan de derdixin pêş. Mêzandina jinê ji jiyanê re, nêrîn û zihnê jinê yê ku bi hişê analîtîk û hestyar bi wîjdan û exlaq mêze dike, dikare ji bo demokratîkirina qada siyasetê, komînalkirina aboriyê, exlaqî û civakîkirina çandê, heta ji bo vegera qada zanistê ber bi nirxên civakê ve jî roleke pirr erênî bileyîze. Em bi vê perspektîfê ji jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî dixwazin, bi vîn û hizra xwe beşdar bibin û guhertinê bidin çêkirin. Projeyên ku me heya niha pêş xistine jî bi vê feraset û têgihiştinê bûne. Bi destpêkirina têkoşîna azadiyê li vî beşê, bi taybet jî xebatên xweser yên jinê, jin li Rojhilatê Kurdistanê di aliyê têgihiştina zayendî û dîtina pêdiviya têkoşînê gihîştiye radeyeke girîng. Ji ber ku Tevgera Azadiyê li cihê ku xwe gihandiyê, li kêleka zanebûna netewî, zanebûneke esasî ya civakî jî dide çêkirin. Vê yekê bi xwe re asteke berçav ya rêxistinbûn û tevgerbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê jî aniye.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî giranî ji xebatên xweser yê jinê re tê dayîn. Lêbelê ji ber rejîma desthilatdar rê li ber xebatên legal û fermî yên gelê Kurd û jinan digire, xebatên rêxistinî yên jinan bi awayê weşartî tê meşandin. Em dikarin bêjin ku bi bandora xebatên ku 10 salan li jêr rêxistina YJRK’ê hate meşandin û niha jî di bin navê KJAR de hatiye birêxistinkirin, asteke girîng ya zanebûn, xwe naskirin û birêxistinkirina jinan derketiye holê. Têkoşîna jinên Kurd li ser jinên Îranî jî bandor dike û wan jî ber bi xebat û birêxistinbûnê ve teşwîq dike. Ev jî bûye sedem ku di salên dawî de ew nêzîkatiyên nîjadperest yên ku pergal dixwaze di navbera gelan de çêbike û bi vê rêyê bi taybet jî jinan ji hev dûr dixîne, kêmreng bibe. Ji ber vê yekê ye ku jinên Azerî, Fars û Belûç tevlî refên têkoşînê dibin û bi jinên Kurd re di heman eniyê de ji bo avakirina pergala Netewa Demokratîk hevbeş xebat dimeşînin. Ji bo jin bikaribe şoreşa civakî li Rojhilat û Îranê pêş bixîne û zihniyeta zilamsalar ya heyî lewaz bike, hîn li pêşiya wê rêyeke dirêj û xebateke berfireh disekine.

Têkoşîna jinan a hevbeş

IRAN-4Ger ku mirov demografya Îranê, dewlemendiya wê ya çandî, olî û bawerî bingeh wergire, herêmên ku ji hêla rejîma hakim ve hatine dabeşkirin, tu eleqeya wê bi rastiya vê re tune ye. Hêjayî gotinên ye ku ev Ostan ango herêm piranî jî netew, bawerî û çandên cûda parçe kiriye û ne modeleke ku were gotin li gorî avaniya çandî hatiye rûnişkandin. Lewre ger em bixwazin di nav Îranê de pergaleke xweser ya ku li ser lingên xwecihiyan rûdinê damezirin, ev pergala herêman jî divê were guhertin. Wek mînak Rojhilatê Kurdistanê kirine 5 herêm ku Azerbaycana Qerbî, Kurdistan, Îlam, Kirmanşah û Loristan in. Di van herêman de tenê Kurd jî najîn. Herwiha nabe ku mirov pergala herêmî bi Eyaletan re tevlihev bike. Di rewşa heyî ya real de herêm bi navendê (Têhran) girêdayî ye, ruxmî ku encûmenên wê yên herêmî hebin jî ji ber pergal bixwe navendî ye, bê karîgerî dimîne.

Ger li alozî û pirsgirêkên giran a erdnîgariya Rojhilata Navîn, Îran jî di nav de çav were gerandin, yek ji sebeba esasî ya pirsgirêkan pergala navendî Netew-dewlet e. Ev pergal bûye qeyran û şerên rojane rû didin, bi salane dewam dike, çavkaniya xwe ji vê digire. Tu hêz û pergalekê jî heya niha nekariya projeyekê ku çaresaz bibe, derxîne holê. Ji sala 2005’an ve Rêber Apo projeya Konfederalîmza Demorkatîk wek çareseriya pirsgirêka Kurd û herêmê daniya ber gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Ev model ji gelan re jiyaneke hevbeş, demokratîk ya xwecihî li ser bingeha dewlemendiya çand û nasnameyan tîne. Lewre vê pirsgirêkên kor yên girêk bûne jî yek bi yek vebin û çareser bibin. Konferderalîzma Demokratîk çiqas ku ji bo gelan jêneveger e, di heman astê de ji bo jinên herêmê, bi taybet jinên Îranê jî tayeke girîng ya pêwendî, bi hevre jiyan û hevbeş xebat e. Ji ber konfederalîzma Demorkatîk civakê ji hev parçe nake, cûdahiyan wek dewlemendî dihesibîne û wekhevî, pir-rengiyan taybetmeniya xwe ya jiyanî dizane. Jinên Îranî bi nasnameyên xwe yên etnîkî, mezhebî, olî û bawerî di nav vê pergalê de vê bikaribin xwe îfade bikin û herwiha bi hemû jinên dîtir yên welatê xwe, herwiha jinên Rojhilata Navîn jî li derdora nirx û danehevên hevbeş kom bibe û têkoşîna xwe bigihîne hev, li ser berhem û xebata hev zêde bike.