Li hemberî têkoşîna gelan rêjîma Îranê nikare li ser piyan bimîne û di her warî de dinava krîz û qeyranekê de ye. Ev teqîna ku rû da, berdewama Serhildanên JIN JIYAN AZADÎ ye ku xwe digihîne hemû mirovahiyê. Rejîm di vê wateyê de êdî bi destê gel dirûxe. Ji ber vê jî naxwaze ev qas zû dest jê berde. Lewma serî li komkujî û kuştinan dide.
Gel bi rihê serhildana JIN JIYAN AZADÎ ji bo civakeke demokratîk dadikevin kolanan. Di encama yekgirtina gelan de demên borî jî gihiştin wê qonaxê ku ji bo şoreşa gelan şahidî bê kirin. Heke di zîhniyeta şoreşê de sosyalîzma rasteqîn nebe, ev şoreş wê bi zîhniyeta dewletê re rûbirû be. Di vî warî de nimûneya herî berbiçav reel sosyalîzm e ku xwe ji dewletê rizgar nekir. Zîhniyet rêvebirina mirov bi xwe ye. Ya ku mirov rêve dibe, dibe zîhniyet. Bi îktîdarê ango dewletê re heqîqeta demokrasiya heyî nikare serbikeve. Yekîtiya demokratîk a gelan di vê watêyê de dikare demokrasiya gelan bi xwe re bîne. Şîddet an jî zora ku ji aliyê dewletan ve tê kirin, pêşiya demokrasî û yekîtiya netewan digire. Ev yek bi awayekî pir sotîner di roja me ya îro de jî xwe dide der. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî gelekî ku xwe li hemberî azadiya gelan berpirsyar dibîne heye. Ev yek ne tenê ji bo civaka Kurd an ji netewek din e, ev raperîn hemû gelên bindest dihewîne û himbêz dike. Ji ber vê jî berpirsyariya li hemberî yekîtî û demokrasiyê enceq bi rihekî yekgirtî û pêşengiya jinan gengaz e. Li hemberî têkoşîna gelan rêjîma Îranê nikare li ser piyan bimîne û di her warî de dinava krîz û qeyranekê de ye. Ev teqîna ku rû da, berdewama Serhildanên JIN JIYAN AZADÎ ye ku xwe digihîne hemû mirovahiyê. Rejîm di vê wateyê de êdî bi destê gel dirûxe. Ji ber vê jî naxwaze ev qas zû dest jê berde. Lewma serî li komkujî û kuştinan dide. Bi şikandina îradeyê û komkujiyan bersiva berxwedana gel dide û hewl dide demê qezenc bike. Lê êdî mirov dikare bêje serhildanên gelê Rojhilat û Îranê gihiştiye wî astî ku rêjîma Îranê birûxîne.
Pêşengên serhildanê jin in
Jin pêşengên têkoşîna jiyana demokratîk in. Ji ber vê jî rola jinan di van serhildanan de jî weke her tim diyarker e. Bi taybetî bihêzbûna jinên Rojhilat û Îranê di nava serhildanan de tê dîtîn. Di şexsê van jinên berxwedêr de mirov girêdanek pir xurt bi rêgezên jiyana azad re dibîne. Bêguman di vî warî de sekin û helwesta jinên berxwedêr di asta têkoşînê de diyardeyek sereke ye. Jiyana sosyalîst û zîhniyeta wê bi hişê azadiyê gengaz e. Di vir de erk û berpirsyariya jinan êdî her roj zêdetir dibe. Têkoşîna jinan a serhildana JIN JIYAN AZADÎ navnîşana rêya heq û azadiyê ye. Di vê qonaxê de jî jin bi hişê JIN JIYAN AZADÎ bi israr azadî û demokrasiyê diqêrin. Rola têkoşîna jinan û meşa wan ew e ku li ser esasê parastina rewa ango parastina civakê serhildanan geş bikin û erka xwe ya dîrokî pêk bînin. Parastina rewa bi taybetî ji bo jin û civak xwe bi rêxistin bike, jiyanî ye. Heke hebûnek hebe, pêwistiya parastina vê hebûnê heye û ev yek mafek xwezayî ye. Parastin bi rêxistinbûnek demkî nayê kirin. Jin her çiqas azadiya civakî bidest bixin jî, pêwistiya parastina vê yekê hîn zêdetir dibe. Destketiyên jinan di warê civakî de bi dest xisitiye divê bên parastin. Lewma ji bo hebûna van nirxan bigire ewlehiyê, divê parastinek yekgirtî pêk bîne. Niha pêvajoya ku bi yekîtiya gelên Zagrosan destpêkirî li tevahî Îranê berbelav dibe. Pêdiviya vê pêvajoyê bi ewlehî û parastinê heye. Ji ber vê yekgirtina gelan parastina herî rewa ya gelan e. Di vê wateyê de cîvakîbûn; rexistinbûn û parastina nirxa civakî ya herî sereke ye. Divê jin di erka jiyana azad a sosyalîst xwe bisipêre rêxistina civakê û parastina wê ya rewa.
Guhertin û veguhertin divê domdar be
Di jiyana sosyalîst de her tim berhemê civakî yê komûnal heye. Heman demê kesayet û civakên sosyalîst xwe guhertin û veguhertinên domdar dijîn û jîyanî dikin. Ev yek di asta Rojhilat û Îranê de dikare bê mîsogerkirin. Sosyalîzma demokratîk di paradîgmaya Rêber Apo de bi awayekî demdirêj bûye xwedî rêxistin û civakî bûye. Demokrasî û yekîtiya gelan ji ber vê di wan mijaran de dikare bihêz were jiyîn. Demokrasî bi hêza gel dikare bê avakirin, ne bi artêşan. Sosyalîzm di vê wateyê de demokratîkbûn û civakîbûnê îfade dike. Jiyana sosyalîst jî bi îktîdarê nikare bê rexistinkirin. Jina ku dîroka wê nehatiye nivîsandin, enceq dikare bi berxwedan û têkoşînê dîroka xwe biafirîne. Heke mirovek hebe, ew bi dîroka xwe we heye! Heke ev jin be hîn zêdetir pêwistiya nivîsandina dîrokê heye. Ji ber herî zêde jin bê dîrok û bê nasname hatiye hiştin. Ji ber vê bi taybetî Rêber Apo ket pey dîroka jinê û afirandina jiyana rast. Heta çand û exleqê sosyalîst neyê fêmkirin, pêşxistina civaka azad û demokratîk ne mûmkune. Weke jin em ê çawa di aliyê nasnameyê de azad bin, di vî warî de pêwistiya wateyê heye. Ji ber vê alternatîf pêwist e. Rêber Apo got, “qasî ku hûn fêm dikin û rêxistîne ez yê we me”, yekîtî û girêdana azadiya jinê danî holê. Alternatîf jî ew e di pêvajoya civaka Demokratîk û Aştiyê de em xwe bigihînin asta zanebûn, zanist û felsefeya netewa demokratîk. Yanî fikra ku jiyanek azad û sosyalîst biafirîne, di Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aştiyê de bi awayekî zelal derdikeve pêş. Weke jinekê bêy ku bibî koleya zilam, dikarî bibî ya xwe û bibî xwebûn. Yanî ji bo ku nebî kole destpêkê divê zane bî û zanista jinê bizanî. Jinê di vî warî de li kû winda kirî be, pêwîste ji wir destpê bike ku bikare xwe ji nû ve bixuliqîne. Ji xwe civak di pênaseya têkoşîna hebûnê de xwe îfade dike. Heke rexistinbûn di vî warî de çêbe, wê têkoşîna hebûnê jî bi awayekî komûnal derkeve pêş. Wek jin pêwiste em bi xwe jiyana xwe rexistin bikin. Em pêwiste nehêlin ku hişê mêr bikeve jiyana me ya rêxistî. Ti tişt bi îdareya dewletê nabe. Di sosyalîzmê de xwerêvebirina civakê esase. Jina ku biryar û biryardariya jiyanê bide, dikare azad bijî û civaka demokratîk bide jiyîn.
Rejîm dirûxe
Pirsgirêkên civakî bi taybetî li seranserê Îranê pir kûr bûne. Rejîm dirûxe û êdî vegera ji vê riyê nîne. Komkujî û alozî rejîmê rizgar nakin. Mafê gel ê demokrasiyê heye û ev mafek xwazayî ye. Jin û ciwanên ku di ronahî û azweriya şorêşê de xwe feda dikin, bêguman bi rihê serhildanên Jin Jiyan Azadî îro qadan, tax û bajaran dadigrin û têdikoşin. Ev yek can dide pêşeroja jiyana azad. Di serî de berxwedana bi heybet a Tehran, Kirmanşan, Loristan û Îlamê nîşan dide ku şoreşa gelan pêkan e. Hemû jin û ciwanên berxwedêr pêwiste bizanin ku di berxwedana gelan de rol lîstin erka demê ye û û dîrokî ye. Rêber Apo bi projeya civaka demokratîk û jiyana azad şoreşa gelan hîn nêztir dike. Di perspektîf û mîsyona şoreşa gelan de xwedî li rûmeta xwe derketin bi parastinê gengaz e. Heke îro gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên Îranê, têkoşîna bi destxistina nasnameya xwe dimeşînin û bi biryardarî li dijî dagirkeriyê têdikoşin, ev di saya ked û têkoşîna şehîdên riya azadiyê de pêk tê. Şehîd ewladên herî bi nirx ên civakê ne. Ew riya têkoşîna me ronî dikin. Ew afrînerên potansiyela herî mezin a têkoşînê û azweriya gihiştina armancên me yên rewa û pîroz in. Serhildana ku îro bi pêşengiya Tehran, Kirmanşan, Îlam û Loristanê pêş dikeve rihê şehîdên Jin Jiyan Azadî şad dike. Serhildana ku dîsa bi pêşengiya jinan dimeşe, bi rihê serhildanên Jin Jiyan Azadî geş dibe û gurçûpêş dibe. Serxistina şoreşa gelan serxistina mirovahiya azad e…
