Çarenûsa ku di navê me de veşartî

- Nurhak GÜLBAHAR
315 views
Navlêkirin diyarkirina çarenûsê ye, di heman demê de barkirina wateyê, tişta ku jê tê hêvîkirin e. Navlêkirin ne tişteke ji ber xwe ve ye. Gelek caran em baweriyên xwe, bi navlêkirinên zarokan dixwazin pesend bikin an go diyar bikin. Li gorî navlêkirinên zarokan pir bi rehetî fahmkirina raman û nêrîna malbatê xwe der dike. Hin car jî ji ber sedema navlêkirina zarokan alozî di navbera dê û bav de an jî di navbera malbatan de derdikeve. Ji ber ku navlêkirin tiştek hebûnî ye û bi vî hawî mirov, ji bo dahatûyê wateyek lê bar dike.

Belê navlêkirin diyarkirina çarenûsê ye, heke weke mînak bê ser ziman, çermsor an jî klan û qebîleyên kevnar ji bo zarokan destpêka ku tên dinyayê navekî demkî li wan dikin. Ev nav heta ku ew zarok bi kiryarekê, xwe îspat neke berdewam e. Dema ku bi kar û an jî bi çalakiyeke di berjewendiya civaka xwe de li dar bixe, wê demê li gorî wê navê takekes ê heta mirinê bikarbîne tê pejirandin. Yanî bi kiryarekî xwe takekes çarenûsa xwe ya di nav civakê de diyar dike û li gorî wê nav digre. Ji ber wê çarenûs û nav, di rastiya xwe de di nav zikê hev de mezin dibin. Ev heman tişt ji bo her navlêkirineke amûr an jî ajal û nebatan jî derbasdar e. Hîç tiştek ji ber xwe ve çênabe, rabirdûyeke xwe ya civakî, erdnîgarî û bîreweriyeke hevbeş heye.

Bexçeyê Xwedawendê talan dike

Şoreşger jî yek ji wan mînaka ne ku navê xwe bi xwe hildibjêrin. Bi ew navê ku hilbijartine, dixwazin baweriya xwe weke çarenûsa ku dixwazin bijîn, nîşan bidin. Bi navê Jiyan dixwazin ew jiyana ku ji wan hatiye standin, bi awayekî azad bijîn, bi navê Welat têkoşîna ji bo welatê azad hildibjêrin, bi navê Çiya weke çiyayên desteser nabin dikin çarenûsa xwe, bi navê Ronahî dibin Ronahiya tevahî bindestan û hwd. Çîroka herî kevnar ya ku heta roja me ya îro hatiye, di çarçoweya wate, çarenûs û navlêkirinê de, bi awayê çîrokeke ku di bîreweriya me ya herî kevin de cihê xwe digre, vê rastiyê bi me nîşan dide. Çîroka kevnar dibêje; Xwedawend Nînhûrsag ku raserî temamî Xweda û Xwedawenda ye, rojek ji rojan biryar dide ku heşt giya di bexçeyê xwe de biçîne û nav li wan bike da ku çarenûsa wan diyar bike. Bi dilê xwe bexçeyê xwe amade dike û giyayên xwe diçîne. Ji xwe hêza jiyan û mirinê jî di destê Xwedawend Nînhûrsag de ye. Piştre Xwedawend bi şagirtê xwe re ji bexçe derdikeve. Piştî demekê Xweda Enkî ku di nav xwedayan de di asta herî berz de ye, bi qasidê xwe Sîsmûg re di ber bexçeyê Nînhûrsag re derbas dibe. Çîrok dibêje; Xweda Enkî pirs li qasidê xwe dike, qasid dibêje; ev giyayê Xwedawendê ne û dema ku gihîştin wê Xwedawend nav li wan bike û çarenûsa wan diyar bike. Dilê Xweda Enkî dibije wan giyayan û dibêje; ‘na, ezê nav li wan giyayan bikim û çarenûsa wan diyar bikim.’ Di encam de nav li her heşt giyayên Xwedawendê dike û wan diqurmiçîne, davêje devê xwe û dixwe. Bi gotineke din bexçeyê Xwedawendê talan dike.

Nifirên Nînhûrsag di bedena Enkî de bû derdê bê derman     

Piştî demekê Xwedawend dema ku ji bo navlêkirina giyayan tê nav bexçeyê xwe dibîne ku bexçeyê wê talan bûye, dilê wê diêşe, pirs dike da ku kî an kê baxçe talan kiriye. Serpêhatiya bexçe jê re vedibêjin. Li gorî çîroka kevnar dibêje, ji ber dilê Xwedawendê ewqas diêşe, lê ji ber ku tiştek jî ji dest nayê, ji bo Xweda Enkî duayekê dike û dibêje; ‘ Hêvîdarim li şuna heşt giyayên min, di bedena Xweda Enkî de heşt nexweşiyên xedar peyda bibin.’ Ji bo wê duaya ku li dijî neheqî, zilm û zordariyê hatiye kirin re bi Kurdiya zimanê kevnar ê axa qedîm dibêjin; Nifir. Ew roj û ev roje nifir di destê mazlûman de, di destê jinan de weke çekeke tirsnak û xeter tê bikaranîn. Zordest ditirsin bê ew nifir pek werin, ji ber ku derman an jî çare ji vê re nine.   

Li hember daxwaza edaletê a dayê Emîne em çi dikin?

Piştî bi hezaran salan, weke ku roja me ya îro xwe bigihîne rîşeyên xwe yên kevnar em dibin şahîdê nifirên dayikek din. Nobeta edaletê ya Dayika Emîne Şenyaşar ku ev bi mehane li pêşberî avahiya edaletê berdewame, ji çîroka Xwedawend Nînhûrsag ne dûre. Xwedawend, jiyanê dabû giyayan da ku bike derman ji bo civakê, dayika Emîne jî, bi şîre xwe yê helal, zarokên xwedî helwest û xîretê mezin kiribû. Nûnerê aqlê nêr ku li ser esasê hilweşandin, zordestî û serweriyê kar dike, giyayên xwedawendê ku ked û daneheva wê ya dîroka mirovahiyê ye, ji nav axa dilê wê hilkişand. Piştî bi hezaran sal dîsa ew zilamên ku di roja me ya îro de nûnerên heman aqlê nêr ê Xweda Enkî ne, zarokên jinê ji nav jiyana wê, ji nav keda wê û ji nav hebûna wê derxistin, bi bêbextî kurên xwedî helwest û xîretê kuştin. Xwedawend bi nifir xwest tola xwe ji wî aqlê nêr bigre, di roja me ya îro de dayika Emîne tenê ne bi nifir di heman demê de bi têkoşîn, helwest û xîretê jî, li pey doza xwe ye. Di vir de pirs ewe, em li kudera vê helwesta jina pîroz in ku di vê serdema kambax de li hemberî hemû çerxa deshilatdariyê daxwaza edaletê dike? Û di dawiyê de weke têbîniyek ji bo xwendekarên vê nivîsê re, ew nifira Xwedawendayê pêk hatibû û di laşê Xwedayê zordar de heşt nexweşiyên xedar derketibûn. Em jî dikarin vê çerxa zordestiyê bişkînin û daxwaza wê dayikê ya ji bo edaletê pêk bînin.