Rastiya huner û gerilla

- Bêrî DERSIMÎ
415 views
“Civakek bê huner nikare were fikirandin. Divê huner ne weke ku ya çîna jor be bê dîtin, berovajiyê wê divê weke zimanê ku bersiv dide felsefe, ol û mîtolojiya gella bê dîtin. Pênaseya ew fikir û ehlaqa ku bi bîreweriyek mezin û ji hêla vînek mezin ve hatiye pêşxistin  ku ev jî dihêle di nav gel de  bi awayek hêsanî û di nav guncaniyek de were fêmkirin û qalib bigre. Bi çêbûna kesayet re afrêneriya huneran jî digihêjin cûreyên xwe. Huner û kes hevdû diafirînin. Dema yek çêdibe ya din jî pêra dibeze. Huner bi baskbûna bîr û ruh e. Êdin şûna meşê mirov difire. Fir, ji bo civakek, ji bo şaristaniyek tê wata gihêştina hêza cewherî û meşa ber bi serkeftinê.”    
(Rêber Abdullah Ocalan)

Huner bi xwe, rê û rêbazeke lêgera heqîqatê ye. Ger li ser vê esasê em heqîqata huner û hunermend bigerin dest, emê bigehêjin rastiya civakbûn û mirov. Di vî warî de, ev rastiya zelale ku, huner bi şaristaniya navendî ve destpênekiriye. Di dema şaristaniyê de huner ji bo ku şaristanî xwe mezin û bi îhtîşam bide nişandan, zanist û fêlbazî bikaranîne. Huner, di şaristaniyê de ji bo berjewendiyên şaristaniyê hatiye bikaranîn. Ji xwe di şaristaniyê de cih û girîngiyeke kes û civak nîne. Jin ji xwe nîne. Lê helbet, ger îro hîn em dikarin behsa civak û mirov bikin, ew çi dide nişandan? Ew jî me dide nişandan ku, li beramberî vê pergala kapitalist a dagirker, çanda civaka demokratik û komînal jî, li ser pergala şaristaniya demokratik her tekoşîn û hebûna xwe daye berdewam kirin. Herî esasî jî ev tekoşîn û parastina xwe jî bi rêka hunerê pêşxistiye. Yanî, huner di rastiya civakan de, sedêmên hebûn û mayîna wan e. Huner di vê warî de rista bîra civakan dileyîze. Civakên ku di nava pergala desthilatdar de neheliyane, berxwedane, xwe sipartine huner. Bi rêka hunerê, dîrok û çanda xwe bi hezaran sala meşandine, hîn jî dimeşînin.

Hûner yekgirtina hest û raman e

Di derbarê huner de em dikarin gelek pênaseyan bikin: Huner, tiştên ku hatine afirandin, manedayîna wan e. Huner azad fikrandin e. Û ji bo civakê di hêza hebûn û parastinê de rola sereke dilêyîze. Huner hest û ruh e. Maneviyat e… Giyan e… Fikir e… Ango yekgirtina hest û raman e. Huner ji bo mirovahiyê qada herî yekem ya afirandinê ye. Yekem zimanê xwe ifadekirinê ye, huner. Civakbûn çandîbûn e, çandîbûn jî huner e. Ev jî di destpêka mirovahiyê de hatiye hunandin. Çandîbûn jî bi hunerê watedar û manedar dibe. Huner, xweşikbuna jiyanê tacîdar dike. Huner, bi kes, bi civak û bi koman tê kirin. Huner, wate dayîne jiyanê ye, bi çavekî, bi hestekê, bi tevgerekê ifadekirine. Huner, nasname û forma civaka ne.

Huner bingehê xwe ji awayê jiyana gelan digre

Huner manedayine, ferqkirin û femkirine. Bi qasî ku mirov wate dide xwezaya xwe, fem dike ku ger ew nebe, ev bi xwe jî nabe, wê demê ji bo xwe pîroz dibîne. Totem avadike. Dar, ber, çiya, kani, heyvan, hwd.. tişten ku jê sûd wergirtine, ango xwe pê parastine, ji bo xwe pîroz dîtine û jê bawer kirine. Di wê wateyê de em dikarin bibêjin ku huner, baweriya yekem e. Tişta ku edî nasdike, fem dike ku ji bo vê sûd dide, pêwîstiyên wê pêktine, li hemberî wan şahî, kêfxweşî û mîneta xwe pêşkeş dike. Ayînên, rîtuelên civak û mirovên destpêke hemû muzik, dans, şano, resîm û hvd em dikarin bibêjin ku di vê wateyê de derketine holê. Yanî destpêkirina hunerê ne. yekem nimûneyên esasîne. Çiqasî fem kiriyê, kiriye mijara şahî; çiqasî fem nekiriye, wate nedaye jî, ew jî bûne mijara tirs û gûmanan. Ji bo xezeba wan re rûbirû nemîne jî rîtuel, qûrban, ayîn û hwd. tiştên bi hunerî ji wan re peşkeş kirine. Deng, dans, resim, efsane, mitoloji, beşên ku di destpêka hunerê de hatine bi karanînin. Em dizanin ku wê demê huner çawa hatiye hûnandin. Di çanda gelan de huner, bi têkilî û çavderiya ku mirov bi xwezaya xwe re dike ve pêşdikeve, heta dibe nasname ya wê civakê. Mînak; di govenda Amedê de, leyîstoka ‘perçiqandina tûpişkê’, li hemberî desthilatdariya axa û began, serî netewandineke, berxwedayînekê temsil dike. Bablekan, bandora heywaneke ku li kurdistanê dijî dibe ku li ser jiyana civakê pir bandor kiriye û wisa bûye çandek, hunerek û leyîstoka civakekê. Horon leyîstoka gelê behra reş a gelê Laz e. Ji ber ku gelên wê heremê, debara xwe ji behre, bi girtina masiya derdixin, tevger û taybetmendiyên masiyan jî li ser çanda wan bandorek mezin kiriye. Hemû tevgerên wê leyîstika horonê jî yên masiya hemsiye. Ji wir derketiye, bûye nasname û çanda civakekê. Di rastiya hemû leyîstok û çanda gelan û di encam de hunera ku derdikeve holê de jî bingeha esasî terzê jiyan û xwezaya ku tê de dijîn e. Di vî warî de em dikarin bi rehetî bibêjin ku huner, di destpêka civakbûnê de zimanê yekem ya xwezaya yekem e. Her çiqasî di roja me de weke zimanê xwezaya dûyem be jî, di destpêkê de tekîliya bi xwezaya yekem re ku li ser çavderiyan hatiye avakirin e. Çima?

Mirov bi rêya hûnerê hevseniyê di navbera xwe û xezayê de ava dike

Mirov bê civak nikare bi tena xwe li hember xwezaya yekem jiyan bike. Li hember xwezaya yekem, ji bo ku bikare xwe biparêze, têr bike, biyanîbûna xwe derbaz bike, pêwistiya xwe bi civakbûnê dibîne. Di wir de jî di navbera xwezaya xwe û xwezaya yekem de hevsengiyek û ahengekê bi rêka hunerê avadike. Ji bo ku bikaribin, hev fembikin, hîsbikin, derd û daxweza xwe bi hevre bibêjin, pêwîstiya zimanekî xwe îfadekirinê derdikeve pêş. Di encama vê pêwîstiyê de, di navbera mirov û mirov, mirov û xwezayê de zimanekî simgesel derdikeve holê. Helbet ew, di demên pir dirêj de çêdibe. Bi rengan, hereketan, bi xetan, xîzkirinan, tesvîran, civakan derd û daxwazên xwe anîne ziman. Huner, di heman demê de çalakiyek e. Çalakiya ku jiyanê tîne asta ku dikare bê jiyan kirin e. Rêbertî jî dibêje; “Huner, herî bi xweşik hatina ziman ya heqîqete ye.” Yani di jiyanê de seranserbûnê û yekalîbûnê dide derbaskirin. Mirov ji bo ku bikare hîn xweşiktir jiyan bike, bi rêka hunerê jiyana xwe dixemilîne. Asoya xwe zindî û estetik(xweşik) dike.

Berhemên yekemîn ên hênerî peykelên jin-dayikanin

Di destpêkê de, li hev civîna derdora jin-dayîkê de jî bi vî awahiye. Dema nêçîrê de jî, çandinî û avakirina awahiyan de jî, di dîtina kokekê, şînahiyekê de jî wisa pêwistiya bi hev re ragihandin û parvekirin, şabûna xwe ifadekirinê dibînin. Tê gotin ku hezkirina yekem, ya di navbera dayik û zaroka wê de ye. Ev girêdan, ked, parastin, xwedîkirin, baldarbûn, hestên cûrbecûr jiyîn, yekem car di tekîliya dayik û zarok de tê hûnandin. Di dîrokê de, berhemên hunerî ya yekem ku hatine dîtin, peykelên jin-dayikanin. Ewana peykelên mezin û simgeyên bereketê ne. Peykelên dayika çêkirin, ev bi me çi didin nişandan? Baweriya wê demê, fikra wê demê me dide nişandan. Ev dibe zihniyeta wê demê. Ev berhemên bi vî avahî yên hunerî, rastiya wê demê, zêhniyet, nirx û exlaqê civakê yê dema xwe, dide nîşandan. Ya ku yekem tekîliya xwe bi xwezayê re çêdike, ji xwezaye re hevalbendiyê dike, ji xwezayê naterse ango li hemberî tirsa xwe tedbîran digire jin e. Di encama vê tekîliyê de, jin li derdora xwe mirovan kom dike, bi wan xwezayê û civakbûnê dide fêrkirin. Yanî civakbûn li derdora jin-dayikê de tê afirandin. Wê çaxê em dikarin vêya bi rehetî bibêjin ku afirandina civakbûna yekem jî hunera yekem e. A ku bi destê jin-dayik, li derdora wê çêdibe ye.

 Desthilatdaran bi hêza hunerê hewldan civakan bitevizînin

Jin bi axê re hîn zêdetir mijûl dibe, ev tekîlî bi xwe re ked dayînê, hizkirinê, girêdan û nirx dayîne avadike. Jin jî xwezayê, ji bo xwe weke dayik digire dest. Di navbera jin û xwezayê de, ew girêdana heyî girêdaneke gerdûnî ye. Civak, li gora pêwîstiyên jiyana xwe cihên gûncaw digerin, li gora cîhe ku hatiye dîtin jî, di serê xwe de xeyalên tişta ango projeyan çêdikin. Di mêjiyên wê demê de qalip nînin. Bi kedê re afrêneriyên mezin derdixînin. Di rojame ya îro de tiştên heyî hema hema bingeha wan hemû yan jî, hîn di wê demê de hatine avêtin. Ev hemû huner in. Di wan demên jin dayik de, mejiyên mirovan de qalibên doxmatîk nebûn. Lê ew qalibên ku di mêjiyên mirovan de hatine rûniştandin, piştî derketina şaristaniya navendî ango pergala desthilatdariyê derketine holê. Pêşxistina wan qaliban de jî desthilatdaran, serî li rêbazên hunerê dane. Da ku bi hêsanî, civak û mirovan ji fikrandin, hîskirin û watedana jiyanê dûrbixin û di nava qalibên ku ji aliyê pergala desthilatdaran ve hatiye afirandin de bidin jiyîn. Desthilatdaran jî ew hêza hunerê pir bi kûrahî dîtine. Hunera ku bi xwe re civakbûn afirand, heman demê de, di deste pergala desthilatdaran de, vê carê ji bo ku civakê bitevizîne, bê hiş û tevger bihêle beravajiyê heqîqeta xwe hatiye bi karanîn. Di encamê vê pergalê de, di mêjiyên me de qalibên mezin hatine avakirin. Dema em rastiya kes û civaka îro dinerin, dibînin ku pêwistî lêgerin, dîzayn û avakirinên nû nayên dîtin. Ewana weke ku karê pergala desthilatdaran e, hatine pênase kirin. Huner, li ser civakê re, ji bo civakê li gora afirandin û fikrên desthilatdariyê rêvebibin tên bi karanîn. Moda jî wek hunerekê tê pênase kirin. Lê di rastiya xwe de, moda, şêwazê ku pergala kapitalist dixwaze di civakan de bide meşandin esas digire. Huner jî ji vê re xizmet dike. Ew nasnameya civakê, ji civakê hatine dizîn. Civak bê wan weke ku pusula xwe ya jiyanê wendakiriye ye.

Gerîla hunerê vedigerînin wateya wê ya esasî

Pozitivîzm, yanî her tişt ji sedem û encaman ve girêdan, her tişt re analitik mezandin, di insanan de teralbûnek, hantalbûnek, berjewendîpareztiyek ango ezezitiyê diafirîne. Di encama vê ferasetê de, mirov ji xwezaya xwe re biyanî dimîne, ters dikeve. Wek zarokeke nezan dibe. Kedê dûr dikeve, ji xwe dûrdikeve. Lê, di rastiye de ji kedê ango afrêneriyê dûr ketin, kolebûnê avadike. Mirov, bi tiştên ku ji aliye pergala kapitalist ve hatine çêkirin re tê girêdan. Ew jî bi xwe re çanda ‘girsê’ pêşdixe. Mirov li gora tiştên hatine pêşxistin jiyan dikin. Ger nebe, jiyan disekine, tevlîhev dibe. Mînak, mirov kirina bin bandora teknîkê, mirovan kolekirine. Huner kûştine. Hâlbukî huner jiyan kirin û afrêneriye. Weke ku Rêber APO got; “teknîka herî mezin, mirov e”. Yanî ne mirov di bin xizmeta teknîk de be, gerek teknîk di bin xizmeta mirovan de be. Di vî alî de, feraseta APOYÎ, pergala şaristaniya demokratîk, li ser bingehê vegera çand û feraseta civaka xwezayî ya jin-dayîkê ye. Di roja îro de ya ku li gora vê rastiyê jiyan dikin, gerilla û şervanên azadiyê ne. Ango yên ku li ser rastiya felsefeya APOYÎ tevdigerin, dijîn û têdikoşin in.

Gerîla di her tiştî de li wateyekê digere

Rastiya gerilla ango şervanên azadiyê yek jî ewe ku, jiyan û kesayeta mirovên azad û bi vîn pêşxistine. Rastiya gerilla, qalibên ku di mêjiyên mirov û civakan de hatine avakirin, şikandina wan qalibane. Ew qûtbûna ku di navbera mirov û xwezayê de ku hatiye çêkirin, ji nûve carek din li ser koka wê ya heqîqatê dana rûniştandin e. Di vî warî de, em dikarin gerila weke hunermendan û pêkanînên wan jî weke hunerekê pênase bikin. Ji ber ku jiyanê bi wate dikin, bi estetik dikin, jiyanê û kesayeta komînal û bi vîn dike. Keda fikir û a desta bi hev re pêşdixe, bi wate dike. Weke teknîkeke herî mezin, afrêneriyê. Yanî di gerilla de, rewş tam berovajiye. Qalibên koletiyê yên ku fikrandin, lêpirsîn û lêgerîna heqîqatê asteng dike û nahêlê pêşbikeve her keliyê de têne şikandin. Pîwanên azad fikrandin û xweşik jiyan kirinê tên pêşxistin. Ji bo vê, tekoşîneke ya xweşik û azadkirinê tê pêşxistin. Gerilla di her tiştî de li wateyekê digere, xweşikbûnê dibîne. Di nava bêderfetiyan de, derfetan diafrîne. Di nava derfetan de jî terbiyeya nefsa xwe esas digire. Gerilla xwe teslimî her dû meyla jî nake. Aheng û hevsengiyeke jiyanî ya bi wate ji bo xwe weke feraseta hevjiyana azad esas digire. Ji nêrînek çav, heta meşê, çûna çalakiyê, axaftinê, rabûn û rûniştinê de exlaq û çandekê diafrîne. …Çandeke nûjen, li ser çanda xwe ya resen a civaka xwezayî pêşdixe. Tiştên ku derdixe weke berhemeke hunerî digire dest û dike malê civakbûnê.