Çima  xewnên ku min bi Kurdî didît min ê bi tirkî rave bikira?

- Roza METÎNA
337 views
Kulîlkên Mala Miriyan a ku qêrîna ziman û jinê di nava risteyên xwe de dihewîne bi zimanekî herikbar mîna pêkanîna xewnên Mîna Acer rave bike hêlîna xwe di nava Wêjeya Kurdî de ava kir. Dema min ev pirtûka helbestê xwend min gotina  Mînayê  ya “Çima xewnên ku min bi Kurdî didît min ê bi tirkî rave bikira?” çêtir fam kir.

Wê şopa hestên xwe yên zarokatiyê di helbestên xwe de bi awayekî dilê mirov miz bide aniye ziman. Hêvî, jiyan, bextewarî, evîn û dilgiraniya serboriyên xwe ji tirsa têkçûyinê dûr li ser dilê pênûseke xurt nexişandiye. Gelek carî hêzê dide mirov û dilê mirov germ dike. Jixwe Mîna bi xwe dibêje ‘Min helbestên xwe wekî mircan û moriyan bi ta vekir. Jiyaneke bê helbest ew ê dilê min sar bikira û wê bûba sedema kêmasiyeke mezin a di jiyana min de’.

Prototîpên rehê zihniyeta zilam xwedî dikin hilweşand

Mînaya ku di hemû eynikan de dest bi lêgerîna rûyê xwe kiriye û rûyê xwe aîdî ti eynikan nabîne,  di Kulîlkên Mala Miriyan de bi zimanê dayikê çîrokên jinan jî bi ahenga helbestê rave kiriye. Mînaya ku dibêje ‘Ji ber zihniyeta zilam heta niha jin tenê dikaribûn bibin ‘objeyeke ne çalak’ a helbestê. Lê belê jin êdî dibin kirdeyên helbestê. Li vê erdnîgariyê gelek jin ji ber nasnameya xwe bi gelek êşan rû bi rû hatine hiştin. Min xwest bi zimanê xwe yê di tarîtiyê de hatiye hiştin, bibim dengê jinên diqêrin’, prototipên rehê zihniyeta zilamtiyê xwedî dikin, di mejiyê xwe de hilweşandiye.

Têgehên bîra Gelê Kurd zindî dihêlin

Her wiha di helbest, roman, çîrok, gotar û hwd. de honandin û hevsengiya têgehên kurdewarî xwediyê cihekî taybete. Rastî û koka çanda Kurdî radixîne pêş çavan. Di nava ferhenga gotinên Mînayê de hinek gotinên taybetmendiya Dêrika Çiyayê Mazî diparêze hene. Bi van gotinan çanda Kurdan a resen jî nîşan dide. Dixwazim risteyeke Mînayê wekî mînak nîşan bidim û bixwazim bibêjim ku yek ji taybetmendiyên Dêrika Çiyayê Mazî ‘kitana spî’ bi hestekî bîr û baweriya civakê derdixîne pêş, hatiye bilêvkirin. Di heman demê de di rûpela destpêkê de Mînayê dibêje ‘Ji bo wan jinên ji dêlava êşên xwe kitanên spî dixistin nava diranan’.

pelek çilo me ez

li ser birîna xwe

kitanên spî sor dike

xwîna bêzimaniyê digerîne bi xwe re

Çavên ji ber ramanên kûr qerimîne bi carekê bi vê risteyê vedibin û berê xwe didin têgeha kurdewarî ‘kitana spî’ û têgeha bêzimaniyê yên ku di nava hevsengiyeke hêjayî pesindayinê ye, bi hev re hatine honandin. Têgehên ku bîr û baweriya Gelê Kurd derdixin pêş, bîra Gelê Kurd jî her zindî dihêlin.

Hestên hesretê yên hatine ravekirin balê dikşînin

Hestên hesretê jî bi gotin û hevokên şopeke kûr di dilê mirov de dide avakirin, di vê pirtûkê de balê dikşînin. Her kes bi şêwazeke cuda hesreta xwe di helbestên xwe de tînin ziman. Lê belê hinek hevok hene ku dilê mirov bêtir lê didin. Dema tên xwendin dide fikirandin û berê xwîner bi asoyeke dil mest dike de, vedikin. Belê dema min ev risteya li jêr xwend berê min bi asoyeke dil mest dikir, ket.

ez nema tiştekî qewl dikim

her heft xizêmên te ji min re kirîbûn diyarî

li der rê min kir tesedeqa serê nehatina te

li heft jinên qereçî belav kirin

li benda hatina te

min ji bîr kir hemû cihên neçûyî

Ravekirina hestan a bi zimanê kurdî wekî xelateke ji dil e

Li dijî êrişên pişavtinê yên li ser gelê Kurd ên bi awayekî dijwar didomin ravekirina hestan a bi zimanê Kurdî wekî xelateke ji dil e. Ev xelat hêviyên li ber sekeratê ne zindî, hêsirên li şiverêyan diqelibin zuha dike. Bi perîkên pepûleyekê ber bi azadiyê ve diherikîne. Mejiyê mirov ji mirinê difilitîne û dibe sedem ku tu ji çemê bextewariyê taseke ava bi şifa vexwî. Kulîlkên Mala Miriyan çemê bextewariyê ye, fermo ji bo şifayê taseke av jê vexwin.