Li Başûrê Kurdistanê meşa şoreşê

- Nurhak GULBİHAR
358 views
Ji sala 2011’an ve li cîhanê rewşekî guhertin û veguhertinên nû destpêkir. Daxwazên gelên cîhanê mohra xwe li pêla guhertinan xist. Navê daxwazên gelan jî tenê bi yek gotinê hate pênasekirin, ew jî Şoreş bû. Ev şoreş, şoreşa wan bi xwe ye. Lê hêzên serdest, yên li ser gelên cîhanê hegemoniya xwe ava kirine jibo van guhertinan bixin xizmeta berjewendiyên xwe serî li her rêbaza kirêt didin. 

Weke her tim hêzên serdest, hewil didin ew bibin aktorên sereke û encam jî xelata wan be. Ji xwe armanca şerê cîhanê yê sêyemîn ev xelat e. Lîstikvanên vî şerî ji derveyî xwe kesî nabînin. Dema civak bi enerjî û çalakiyên xwe, hebûna xwe li ser wan ferz dike, ew di qesir û qonaxan de pîlangeriyên xwînrêj çêdikin. Ji bo vîna civakê bitepisînin, serî li her cûre dekûdolab û dezgehên şerê taybet didin û dixin meriyetê.   

Dezgehên şerê taybet, pîlangeriyên xwe ew çend zirav dimeşînin, bi zanabûn tablo tê şêlûkirin, cihê dîktator û şoreşvanan bi hev dide guhertin. Bi vî awayî rêya bikaranîna zext, zordarî, sepandin, zîndanîkirin, darvekirin û destdirêjiya fîzîkî tê vekirin. Hemû dam û dezgehên qaşo bi navê mafê mirovan in, ji bo dewlet-mêr û tawanbaran rizgar bikin, dibin hêzên şêwirmend, xelasker û aştîxwaz. Ger rêya çareyê ji wan navend û faîlan were hêvîkirin wê bêçaretî be. Çareserî li gel hêza guhertinê ye, ne li gel navendên fermî, dewlet an jî pergala mêr e. Dema em bi vê nêrînê li geşedanên li cîhanê, herêmê û bi taybetî li Kurdistanê diqewimin mêze dikin, gelek pirsên ku dîtina bersiva wan zehmete xuya dibin.

Li Başûr rabûna gel bi wate ye û dîrokî ye

Li Başûr’ê Kurdistanê, ev demeke dîsa xwepêşandanên gel destpê kirine. Ev xwepêşandan bûne rojeva sereke ya her kesî û hemû aliyên siyasî. Di rastiyê de jî pêwîste şîrove bê kirin û rojev çêbibe. Ji ber ku rabûna gel rabûnekî dîrokî û pir bi wate ye. Dirûşmeyên nan, kar û azadî wateya şoreşê îfade dikin. Ango li cihê welat tine be (bi gotinek din hatibe firotin) nan, li cihê ku kar tine be biyanîbûn û li cihê ku azadî tine be dîktatorî xwe lê şîn dike. Ev sê xal di mijara hebûn û rûmeta gelekî de nefesên dawî ya jiyanê îfade dikin. Daxwaza ku di van xalan de teşe girtiye, di şîroveya wê de xwedî wateyek berfireh e. Gel çareseriyê di guhertina hikûmetê de dibîne. Ango dixwaze pergala heyî li ser esasê naskirina vîna gel ji nû ve were hûnandin. Veguherînerê wê jî ew ê gel bi xwe be. Daxwazên gel pir eşkere û zelal in. Lê tablo tenê bi navê nedayîna moçe tê berevajî kirin. Berpirsên hikûmetê (Akter) adresê mîna Bexdayê nîşan didin. Bi vî rengî hikûmet careke din bêhikûmetiya xwe nîşan dide. Ango, bi xwe çiqas tirsiyaye û çawa serî tewandiye, heman rêyê nîşanî gel dide. Niha dema wê ye ku em li vê derê kevanekê vekin û diyar bikin ev mêzekirina hikûmetê ya li gel e.

Rewşa li Başûr şoreşeke civakî û çandî ye

Tevî van rewşan hemûyan pêwîste em hûr pêde biçin û bêjin rewşa niha li Başûr heyî, şoreşeke civakî û çandî ye. Gelê Başûrê Kurdistanê, weke gelê me yê li her perçeyên din di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî kevneşopiya welatperweriyekî bi hêze. Tekoşerî, berxwedêrî û şoreşgerî timî di hebûna xwe de mezin kiriye. Di dîroka 27 salên derbasbûyî de, li hemberî dîktatorê mezin Sedam Hisên têkoşiya, ne tenê serî netewand, dîktator çawa ji holê radibin, nîşanî dinyayê da. Nîşanî hemû kesên azadîxwaz da. Di oxira jiyana

azad de, bedelên pir giran weke Enfala Helepçe û wekî din da. Gel xwest ji xwe bawer bike ku, dikare xwe bi rêve bibe. Kêmaniyên xwe hebin jî, dikare bi tekoşîna navxweyî û bi demê re proseya demokratîzasyonê temam bike. Lê ev yek çênebû. Rewş dijberî bendewariya gel pêşket û ji rê derket. Niha piştî pratîka 27 salan fêm dibe ku ger demokrasî di dest nezanan de be, wê berevajî bikar bînin û xwe jî bidin bikaranîn. Tabloya hikûmeta niha ev e ku, bûye sondxwarê qedandina hebûn û vîna azad a gel. Rewşa ku niha li Başûrê Kurdistanê ew e, dîrok ji nûve tê nivîsandin. Ezmûn diyar dike li hemberî dîktatorên biyanî û ji derveyî xwe tevî ku bedelên xwe giran be jî rabûn gengaze. Her wiha şoreşa li hemberî xwe tevî ku şoreşek mayînde û pêwîst e,  zehmetiyên wê qat bi qat zêdetir in.

Li Başûr hêza guhertinê gel e, ne hikûmet

Li Başûrê Kurdistanê, em li xwe vedigerin û dipirsin gelo, tiştek me winda nekirî heye?. Na. Ne tenê tişta me winda nekirî nemaye, li gel wê em tên neçarkirin ku xiyanet li xwe bikin û şerê hev bikin. Hikûmeta herêmê yên ku vê rewşê qebûl nakin dijminê xwe yê sereke dibîne. Yên dijberî rewşa heyî ne, neçarî dûrketina ji rûmet û kerametê dike. Di her kuçe û kolanê de, weke ku hikûmet û dezgehên wê pir bi namûsin, ji bo jinê li ser navê namûsê bikujin bi rêyên cûda fermanê didin. Hikûmeta herêmê weke ku van kiryarên xwe nabîne tevdigere û li hemberî daxwazên gel weke dîktatorên cîran li ser gel çavên xwe sor kirin e. Êdî ev rewş nîşan dide çiqas bilez pêdivî bi şoreşek hundir ya zêhnî, civakî, siyasî û çandî heye. Rabûna gel li Başûrê Kurdistanê, ew ê gavên xwebûnê û netewî bi xwe re bîne. Gelê Başûrê Kurdistanê, îro pêşengiya şoreşa xwebûnê dike. Bi her rabûnekê re gelek tişt ji cihê xwe tên hejandin û guhertin. Li vir diyar dibe êdî hêza guhertinê ne hikûmete, îradeya gel e.

Rabûna gel li Başûr li gorî rihê demê ye

Xwepêşandanên gel li Başûr ne bê zanebûnin, an weke hikûmet berevajî dike tenê ne ji bo nedana moçeyê ne. Moçe jî di nav de, li hemberî cehaleta ku hikûmet tê de êdî ber bi xeniqandinê ve diçe gel radibe ser xwe. Lê ger faktorên din yên esasî tekoşîna gel ya bûye çavkaniya bingehîn nebînin, ew ê mêzekirinek yek alî bi xwe re bîne. Nimûne di sê perçeyên din ên Kurdistanê de rewşekî şoreşê heye. Di heman demê de di perçeyek vî welatî de şoreşek li ser ked û pergala jinê ava bûye. Her roj li hemberî dîktatoriyê, hikûmeta sêdare û sepandina Qeyuman tekoşînek hêja pêk tê. Felsefe û bîrdoziya azadiya Kurd îro li zankoyên navdewletî tên vegotin, gelo kes dikare bandora vê şoreşê ya raste rast li ser gelê Başûr ji nedîtîve bê. Wê demê em dikarin bêjin ev rabûneke bi zanist e û li gor demê ye. Li hemberî hikûmeta navxweyî ya di bin siya dîktatorên weke Erdogan û her wekî din de ye, rabûneke wêrek e. Gel nayê lîstokên hikûmeta Başûr, ango êdî gel ne ew gel e, bibe amorê xwekuştin an şerê birakujiyê. Li hemberî xwefirotina Bexda, Enqere, Washington û her wekî din radiweste û helwesta xwe rêveberiyê diyar dike. Li hemberî bazara derve berhemên xwemalî pêşdixe. Li hemberî ziman û çanda derve, zimanê xwe yê dayîkê dixwaze. Li hemberî pergala kapîtalîzmê, çanda xwe ya hevjiyana azad pêşdixe û diparêze. Lewma pêwîste vîna gel a li Başûrê Kurdistanê pêşketiye û pêşengiya xwebûyînê dike, baş were analîzkirin û vegotin. Ger hêvî bi hêz be, tekoşîna dijwar jî bedela wê ye. Ne tenê gelê Başûrê Kurdistanê gelê Kurd, ji zûve tovên bê hêvîbûnê ji dil û mêjiyê xwe derxistiye. A ku niha heye tekoşîna têgiheştin û hêviyê ye.

Şoreşa Başûr dê bibe şoreşa jinê

Dema ku em xwedî li tekoşîna li hemberî tevahî pergalên bi hişmendiya dîktatorî; çi ji derve, çi jî li hundir dibe derdikevin, pêwîste aliyên kêm jî bên dîtin, rexnekirin û bi rexnedayînê bi ser kêmaniyên xwe de biçin. Bo nimûne pêwîste rabûn hîna bi plan, hevbeş û hevgirtî bin. Ango eniya tekoşînê berfireh û rêxistinkirî be. Zanista ku ji tekoşînê hatiye bidestxistin, divê bi xwe-rêxistinkirinê re were hûnandin. Di wateya rast de, di vê di meşa şoreşê de cihê hêzên pêşeng diyar bibe. Şoreşa Başûr, wê bibe şoreşa jinê. Lewma xwedî derketina li hêz, îrade û statûya jinê girîng e. Ev yek jî bi şoreşa zêhnî ve girêdayî ye. Şoreşa zêhnî jî şoreşa bi beden dibe, ango pergala xwe ava dike. Bêy van gava şoreş ne gengaz e. Di çend salên borî de antramanên şoreşê hatin kirin û hîna jî berdewam e. Antraman gelek hînker bûn, niha jî ezmûna têgihiştin û xwe praktîzekirinê li bendê ye.

Rewşa ku gel mohra xwe lê daye, bûye xewnereşka prototîpên dîktarorên hundir û derve. Ji bo sî bixin ser şoreşê taybet dixebitin. Weke ku gel nizane çi dixwaze nêz dibin û têgehiştinek wisa çêdikin. Lê li dijî vîna gel nikarin serkeftî bin.