Çiroka min çiroka te ye…

- Gulîstan ACAR
551 views

Navê min Xecê ye, dema ku xwestin min bizewicînin ez nû ketibûm18 salîya xwe. Min û lawê apê xwe Ehmed ji hevûdu hez dikir. Hemû endamên malbatê dizanîn ku em ji hevûdu hez dikin.  Ehmed ji jinapa min re dibêje ku dil ketiye min. Piştre jinapa min jî ji apê min KADIN - NAKISre qala mijarê dike  û biryar didin ku min bixwazin.

Apê min rojekê ji bavê min re meselê vedike, bavê min jî dipejirîne û mijarê erê dike. Di demek kin de jî ez xwestim û şahiya nîşana me çêkirin û em destgirtî bûn; heta wê demê ez gelek keyfxweş û bextewar bûm. Lê, rojekê ji nişka ve bavê min û apê min bi hev ketin, ez hîna jî nizanim ka sedema pevçûna wan çibû. Lê, ew roj bû sedem ku ez sax bikevim nav kefenê spî..! Pevçûna di navbera bav û apê min de 2 sal an dewam kir. Her çiqas mezin û giregirên malbatê ketin navberê de û xwestin ku silhê çêbikin jî li hev nedihatin. Di wê navberê de nîşana min û Ehmed jî li hev ket. Piştre apê min Ehmed zewicand, a rastî Ehmed dizewice ji ber ku ger birastî xwestiba dikarîbû li ber xwe bide û zewacê nepejirîne, xwedî helwest be, lê di dawiya dawî de sedem çi dibe bila bibe wî daxwaza bavê xwe pejirandibû û zewicîbû.

Dengê dilê Xecê bi hawarê ketibû

Edî demek li ser bûyerê re derbas bibû û roja cejna remezanê bû, kalê min nexweş ketibû, ji xwe kalo hîs dikir ku êdî wê hêdî hêdî xatir ji vê dinyayê bixwaze, ji ber vê yekê nedixwest ku her du lawên wî ji hevûdu xeyidî bin û bang li her duyan kir û ew li hev anîn. Piştî ku apê min û bavê min li hev hatin; ez bawerim ku sê meh li ser li hev hatina wan derbas bibû ku êvarekê apê min hate civat ê.

Piştî ku çay verxwarin, sihbet kirin û cîran jî rabûn û çûn, apê min ji bavê min re got: “Ma em kengî bûka xwe bibin?” Em hemû bi vê gotina apê min re şaş û maş man. Me bi nêrîneke ecêp mayî û matmayî li hevûdu mêze kir.

Piştî vê pirsa apê min, perdeya bêdengiyê xwe li zimanê me hemûyan pêça. Peyva ewil a ku ev bêdengî şikand ji devê bavê min derket û got; “Bûka çi?” Tenê ev peyv têra qetandina vê bêdengiya heyî kir. Apê min bi awayekî ji xwe pirr bawer mîna ku mirov bêje ev çi pirse, li bavê min nerî û ew bersivand; “Ma Xecê ne bûka me ye?” Dema wisa got, weke ku tu avek cemidî bi ser min de birijînî xwarê, recifîm, mûyê laşê min qijbûn, ez şaş û maş bibûm û bi dehan rêze dîmen di ber çavên min re derbas dibûn, bi sedan pirs di serê min de çêbûn. Ev çi bû? Ma ne Ehmed zewicîbû? Gelo Ehmed ji bavê xwe carekedin daxwaza xwestina min kiribû? De weleh ez neçûm ser hewiyê! Hîna ez wilo di nav fikaran de bûm, apê min got: “Em ê Xecê ji Silo re bibin.”

Ev çi bû xwedêyo..! Xom xoma van gotinan bû ku di guhê min de her ku diçû bilindtir dibû. Ez hîna bi ser hemdê xwe ve nehatibûm ku apê min yê bênamus li bavê min zivirand û got; “Me Xecê despêkê ji Ehmed re xwest ne bû nesib, lê dîsan jî bûka me ye, em ê ji Silo re bibin. Nexta wê çi be em ê du qatê bidin; me dilê wê jî hişt, çiqas zêr dixwaze em ê jê re bikirin. Xeca me nestêlihê ye, destê xwe bi çi ve bike em ê jê re bînin û dilê wê nehêlin.” Xwelîsero ma qey dilê min di malê dinyayê de bû, ez ewqas aciz bibûm û min digot qey ezê bibeecim, hema ez bi derbekê rabûm û min jê re got; ‘perê te serê te bixwe, ma qey ez bi xêra perê te me xelîsero’ û ez derketim çûm koxa mirîşkan…

Wê evarê bênamusê bavê min û apê min li hev dikin. Silo birayê Ehmed e û du salan jê biçûktir e. Serê min bi êşeke dijwar ketibû, bi hezaran pirs di serê min re derbas dibûn. Ev çi bextê reş bû xwedêyo?!

Hêvî bibû kolmek axa sar

Piştî vê mesela Ehmed min sond xwaribû ku ez mêr nekim. Gelo Silo çi digot? Ji xwe ew mirovek  xwende bû, wî çawa tiştek wisa pejirandibû? Gelo Ehmed qet dengê xwe dernedixist, wê her du bira çawa li çavê hev binêrin? Êdî dinya li ber çavê min rêş bibû. Xwezî ez wê demê çûbam gihabama hevalan, lê Ehmed tiştên nebaş di derheqê wan de gotibûn û ez ji wan sar kiribûm. Belkî jî tenê ji bo em bizewicin derew kiribûn, ji xwe malbata me hemû cerdevan bûn û min nedikarî ji hewşê derkevim, ez ê çawa çûba ma…?

Bê hevî û qudûm şikestî bibûm, di wê navberê de jî amadekariyên dawetê dihatin kirin. Ew çar roj bûn ez ji xurfê derneketibûm û min zad nexwari bû, ez difikirim ku xwe bikujim, lê min carek din ji xwe re digot, hişê xwe bîne serê xwe Xecê ma tu ewqas bêçareyî? Min ji xwe re got, Xecê divê tu heyfa xwe ji yên ku tu kirin vî halî de hilînî, hê ez wilo difikirim ku Besnaya xwişka min a biçûk hat hundir û got; “Xwîşka min xwe amade bike, bavê min dibê em vê meselê dirêj nekin, werin zû bûka xwe bibin.” Besnayê destê xwe danîn ser milê min, reşka çavê wê dibiriqî, bi aramî hilda û got; “xwîşka min wisa bê hevî nesekine, mirov nizane çi li pêşiya mirov e.” Dema wisa got êdî hêstirên çavê min wek baranê barîn, lê yek gotin jî ji nav lêvên min dernediket. Besna jî girî…Wê şevê xew neket çavê min! Bû sibeh, dengê xêliyê bûkê her ku nêzî mala me dibû bilindtir dibû.

Jiyan di kefenek spî de difetisiya

Dema ketinPHILIPPINES-JAPAN-DIPLOMACY malê, dengê jinapa min û çend jinên din ên gund hat bihîstin, li deriyê xurfê xistin û xwestin bên hundir, min dengê xwe dernexist, li ber derî piste pista wan dihat, piştî demekê jinapa min derî vekir û di destê wê de kirasek spî hebû û got; “Xecê keça min ka rabe dereng e.” Ji dengê jinapa min keyfxweşbûneke ne ji dil hebû, ji çavê wê xemgîniyek kûr dihat xuyan. Jinên din jî ketin xurfê, jinapa min dîsan li min ziviran û got; “keça min rabe kirasê xwe li xwe bike”, ez ne axivîm û ji cihê xwe jî ranebûm. Jinapa min wan dema dîtin ku ez ranabim, vê carê wan kincê min ji min kirin û kefenê spî bi ser min de anîn, min jî heta ji min hat qîr kir û got;’bavê min yê bênamûs te çi heq li min hebû ku wiha min saxî bi kefenê spî bipêçî, ehda xwedê be ku ev ji te û birayê te re nemîne’, heta ji min hat min qîr kir. hemû jinên wî gundî wê rojê bi min re girîn; ew ne dawet şîn bû, li dawetê jinekê ne rahişt desmalê û govend negerand. Ji ber ku hemûyan dizanî ev ne daweta Xecê, mirina Xecê bû.

Bû êvar, dengê dahol û zirnê qut bû. Piştî demek derbas bû, Silo yê pismam ket hundir, çawa ku derbasê hundir bû û derî li pişt xwe girt, min kêr derxist û min jê re got ku ger tu nêzî min bibî ehda xwedê ji min be, ez ê pêşî te û piştre jî xwe bikujim.

Silo pişta xwe da derî, destê xwe ber bi jor ve rakir û got; “bêhna xwe fihreh bike, soz be ji te re ku  ez dest nedim te, tu weke xwîşka minî û ez baş dizanim ku tu jî ji Ehmo hez dikî. Min jê re got, ger tu bixwazî Xecê birevîne û ezê jî ji te re bibim alîkar, lê wî got ku ew nikare ji xebera bavê xwe derkeve. Her wiha got ku ew zewiciye û ji vir şûnde jî tiştek wisa nepêkan e. Ez û Besna ji hev hez dikin, lê piştî ev mesele derket holê û wiha her tişt aloz bû, min ji Besnayê re got ku em birevin, lê Besnayê got, ‘êdî piştî ku bavê min û apê min wilo anîn serê Xecê, zewac li ber çavê min reş bûye, ez naxwazim bizewicim, em biçin bigihin hevalan. Ji xwe li zanîngehê min hinek heval naskiribûn û tişta ku li ser wan ji me re hatibû gotin hemû derew bûn. Bi zanebûn wisa dikirin û di derheqê wan de tiştên ne rast belav dikirin, ji bo ku em negihin wan; bavê min û hemû cerdevanên di gunde de ji xwe xizmeta dewletê dikin.

Rêvîtiya ber bi xeyalan

Dema ku Silo diaxivî hêdî hêdî kêra di destê min de ket erdî. Silo tiştên ecêb digotin! Wî gotinên xwe didomand û ez jî her wisa bi ecêpmayî lê dinêrîm. Wî got, me xwest berê ku dawet çêbibe em derkevin û bera xwe bidin heval û hogirên xwe, lê hemû tişt zû çêbû û me derfeta çûnê nedît. Soz ez dest nedim te û tu xwîşka minî, sibê ez û Besnayê diçin digihin hevalan, ji xwe bi hezar zor û zehmetiyan me encax karî rê bibînin. Dema Silo gotinên xwe bi dawî kirin, min jî bi awayek aram lê ne bi aramiya dilê min ku bi gope gopê ketibû, jê re got ku ez jî dixwazim bi we re bêm. Bi vê gotina min re çavên Silo zûq bûn ser min û ji min pirsî, ma tu rast dibêjî? Bi rast tu dixwazî bi me re bê an na? Min jî dest bi sondê kir û jê re got ku birastî jî dixwazim bi wan re biçim. Dovre min jê re got; erê birastî jî dixwazim, ji xwe berê jî min dixwest ez herim, ji min re hertim meraq bû, lê bênamûsê Ehmed ew li ber dilê min sar kiribûn.

Wê êvarê êdî em runiştin û heta ber destekê sibê em ji xwe re axivîn, li ser hertiştekê, herê zêde jî li ser rêvîtiya ber bi xeyalên xwe ku ji mêj debû bibû komek keserê li ser dilê me. Piştre em rabûn û me hinek xwarina ji dawetê mabû xiste turikekî û min şaleke Silo û kiraseke wî li xwe kir, desmala xwe jî wek ya mêran girêda û em bi rê ketin. Em di pişt mala me re çûn û min ji Silo pirsî ka Besna  nehat? Wî bi aramî û ji xwe bawer li min zivirand û got; “wê Besna li ber dara bêndera li benda me be.” Her ku em nêzî wê derê ku pêwîst bû Besna li benda me baya dibûn, reşahiyek ku dişiba a mêran dihat xuyan, Besnaya me jî xwe wek mêran pêça bû; me hevûdu weke ku bi salan be nedîtibe hembêz kir û di wê kêliyê de Besnayê ji min re got; “ma min ji te re ne gotibû ku ne bê hêvî be.” Êdî dem hatibû, dema rêvîtiyê, dema çûneke ebedî ber bi pêkanîna xeyalên salan… Û em ber bi jiyanek azad ve bi rê ketin.