Sophie Scholl: Qanûn diguhere lê wicdan naguhere

- Site varsayılanı
975 views

 Sophie Scholl 9 Gulana 1921’an li bajarê Forchtenberg a li başûrê Elmanyayê tê dinyayê. Sophîa ku zaroktiyeke rehet dijî, tevî xwîk û birayên xwe ji aliyê malbatê we ligor nirxên Xiristiyantiyê tên mezinkirin. Malbat ku di sala 1930’an de li Ludwigsburgê bi cih dibe, 5-Sophie Schollpiştî 2 salan şûnde ji bo ku bavê wê Robert Scholl ofîsa xwe a şêwirmendiya bacê vebike, derbasî bajarê Ulm dibe.

Sophie jî weke birayê xwe yê ku du sal jê mezin bû, bi propagandayên Naziyên di bin rêveberiya Hîtler de bûn, bawer dike û di sala 1934’an de ku hîn 13 saliye tevlî rêxistina ciwanên Hîtler dibe. Di heman demê de di nav “yekitiya keçên Elman” ku girêdayî Naziyan bû, cih digire. Keçên di nav vê hevgirtinê de ji bo ku cesareta xwe bipeyvin, hin ezmûnan çêdikin, Sophîa jî beştarê van ezmûnan  dibe.

Di demeke kin de rastiyê hîn dibe 

Bi bilind bûna rejîma Nazî ku weke “împaratoriya sêyem” dihat pênase kirin, di wan deman de ku pirr zêde ji holê rakirina tevgerên ciwanan li pêş bû û tevgerên ciwanan yên ku dihatin tesfiye kirin, beştarî nav tevgerên ciwanên Hîtler dikirin. Rejîmê rê nedida tevgerên serbixwe yên ciwan an. Tevgera ciwanan a bi navê “dj.1.11.” jî dema ku di serbixwebûnê de israr dikin, tên qedexe kirin. Sophie di sala 1936’an de tevî birayê xwe Hans beştarî nav çalakiyên rêxistinê dibe. Sophie dema 16 salî bû, di şahiyeke reqsê de Frîtz Hartnagelê ku perwerdeya efsertiyê didît, nas dike. Her du ciwan rexmê ku di pirr mijaran de xwedî nêrînên cûda bûn jî evîndarê hev dibin. Di sala 1939’an de li bakurê Elmanyayê bi hev re dem derbas dikin û di heman salê de ji bo cara ewil bi rejîmê re dikeve nav nakokiyan. Dagirkirina Polonya ku rê li şerê cîhanê yê duyemîn vekir, hîşk ku çavên keça ciwan vebin û her ku biçe ji rejîmê dûr dikeve.

Hans Scholl, Sophie Scholl und Christoph Probst, 1942Di wan salan de ji bo ku tu biçî zanîngehê pêwîst bû di nav “xizmeta xebatê ya împaratoriyê” de cih bigirî. Sophie ji bo ku vê xizmetê neke di sala 1940’an de dest bi perwerdeya pîşe a mamostetiya dibistana dayîkê dike. Lê, rexmê vê jî 6 meh xizmeta kar a xizmeta alikariya ji bo şer wek kareke zerorî tê destnîşan kirin. Di havîna 1941’an de ku xizmeta kar a zerorî dikir, berhemên feylesofê Xiristiyan Augustinus dixwîne. Nivîs û tiştên ku Augustinus jiyaye pirr bandora xwe li ser wê çêdike û her ku dem derbas dibe, rejîmê red dike. Sophie di Gulana 1942’an de ji bo ku qeyda xwe a zanîngehê çêbike, diçe Munîh ê. Sophie ku li vir dest bi xwendina biyolojî û felsefeyê dike, ji heskiriyê xwe ku di meha Hezîranê de şandine herêma şer a li Bakûr, nameyekê digire: “Fermandar bi awayeke bêhest behsa Rusyaya ku hatiye dagirkirin û hemû Cihûyên li vir ku di bin komkujiyê de derbasbûne dike û di heman demê de di mijara van tiştên hatine kirin û di edaleta vê de ji xwe bawerbûna wî gelek metirs e.” Sophie, di tevahiya pêvajoya şer de neçar dimîne ku li Ulm di febrîqeyeke çekan de bixebite.

´Gulên sipî´

1-Sophie SchollDema ku dest bi zanîngehê dike, birayê wê Hans ku di sala 1939’an de di heman zanîngehê de di beşa bijîşkî de perwerde dibîne,  tevî hevaleke xwe daxûyaniyên ku bang li gel dike daku li dijî rejîma Hîtler rabin û tevlî berxwedanê bibin belav dike. Hans û hevalên xwe, daxûyaniyên bi îmzeya “Gulên sipî” bi taybet ji bo rewşenbîran birêdikin. Hans ji bo ku xwîşka wî nekeve tehlûkeyê behsa vê xebatê nake. Lêbelê Sophie bi rêya birayê xwe xwendevanên dijberê rejîmê nas dike û di encam de xebatên birayê xwe yên weşartî fêr dibe. Di dawiya sala 1941’an de tevlî nav vê rêxistinê dibe. Di heman pêvajoyê de ku bavê wê serokê şaredariya Ulmê ye, Hîtler wek “Belayeke xwedê” bi nav dike û 4 meh cizayê girtîgehê lê dibirin. Sophie ji bo cara ewil di Kanûna sala 1943’an de di xebatê belavkirina belavokan de cih digire. Sophie di 25 Kanûnê de bi trênê diçe Augsburgê û nameya 5 min a koma wan bi rêya nameyekê digihîne 250 kesan. Piştî du roj şûnde jî li Stuttgartê nêzî 600 belavokan bi rêya posteyê birêdike.

´Dixwazin hizrên me biguherînin û bitevizînin´

Endamên komê her ku diçe zêdetir bi cisaret tevdigerin, dirûşmên wek “Bimre Hîtler”, “Qetlîamker Hîtler” û “Azadî” li ser dîwaran dinivîsîn. Belavoka komê ji aliyê profesor Kurt Huber ku pişt re tê dardekirin we tê nivîsîn. Di belavokê de cih diSOPHIE SCHOLL 2de van hevokan: “Em di nav dewletekê de ku her cûre ramanên azad di nav de bi awayek hovane tên tune kirin, mezin bûn. Ciwanên Hîtler, SA û SS (Rêxistinên paramîtler yên rejîma Hîtler) di pêvajoya herê baş yên jiyana me de ku salên herê baş yê perwerdehiya me bûn, hewldidan ku bi li me kirina unîformayên leşkerî, hizrên me ji kok de biguherînin û bitevizînin. Dihat xwestin ku ramanên azad yên ku bilind dibûn û nirxandinên azad bi hevokên vala yên ji perdeya mijê bên fetisandin, ji vê rewşê re jî ‘perwerdeya fikra cîhanî’ dihat gotin. Gelê Elman çi dike? Tiştekê nabîne, tu tiştekê nabihîse! Li paş Hîtler de bi awayek çavgirtî ber bi kendalan ve diçin. Elman! Gelo emê civakek bin ku herkes jê nefret dike û mirov wan di nav civaka xwe de napejirînin? Na! Xêliya bêqeyd û şert a li ser dilê xwe biqetînin! Her kes pêvîste di dema xwe de û qasî ku ji dest wê/wî tê xwe biparêze û li dijî faşîzmê her cûre şêweyên pergalên ku dişibe dewleta mutlaqiyet derkeve û têbikoşe.” Ji ber ku hemû belavok bi rêya nameyan nayên belavkirin, yên dimînin jî biryar tê girtin ku li zanîngehê bêne belavkirin. Sophie û birayê wê Hans di 18’ ê Sibatê de bi çenteyek tije belavok diçin zanîngeh ê. Heman rojê, wezîrê Hîtler yê propagandayê Joseph Goebbels biryara “şerê topyekon” dide. Xwîşk û birayên Scholl hezarû 700 belavok li ser pêlekan û li ber pencereyê datînin, Sophie jî biqasî lepekê digire û di qeta duyemîn de tavêje ber derê ketina li zanîngeh ê. Ber bi saet 11.00 an ji aliyê Jakob Schmied yê dergevan ku girêdayî SA yê ye tê girtin, radestê rektor Walter Wust ku bi xwe naziye, tê kirin. Sophie û Hans bi saetan ji aliyê rektor û şêwirmendê hiqûqê a zanîngehê tên lêpirsîn kirin û dovre radestê îstixbarata Elmanyayê Gestapoyê tê kirin. Di demeke kin de ciwanên din jî ku endamên  koma “Gulên sipî” ne tên girtin.

´Kesê xwedî nêrîna şaş a cîhanî ne ez, hûn in´

Sophie ku li Munîh navenda Gestapoyê sê rojan tê lêpirsîn kirin, dide diyarkirin ku hemû çalakî ji aliyê wê û birayê wî de hatiye plankirin, bi vî rengî2-Sophie Scholl hewl dide ku hevalên xwe biparêze. Di vegotina xwe de wan gotinan bikar tîne: “Ji hêla şer de Elmanya winda kiriye û em wisan pê bawerin ku ji bo vî şerê ku hatiye winda kirin, feda kirina her canekê tewş û berhewa bû. Bitaybetî windahiyên li Stalîngradê hişt ku em ji bo sekinandina xwîna ku berhewa tê rijandin, tiştnan bikin.” Di dawiya lêpirsîna xwe de wiha dibêje: “Ez pê bawerim a niha tişta herê baş a ku ji bo gelê min lazim bû hatiba kirin, min kiriye. Jiber vê çendê jî ez bi tiştên ku min kiriye ne poşmanim û ez amademe encama ku ji tiştên min kirine derdikeve holê hildim ser milan.” Di 22 Sibatê de li Munîhê dadgeha wan tê lidarxistin. Serokê dadgeha gel Roland Freisler, tenê ji bo ku Sophie, Hans û xwendekareke din mehkûmê dardekirinê bike, tê Munîh ê. Sophie ku bi îxaneta welat tê tawambar kirin, malbata wê ku ji Ulmê tê, ji aliyê dadger we ji salona dadgehê tê avêtin. Jina ciwan a 22 salî ku cizayê dardekirinê lê tê birîn, piştî ku cizayê wê tê eşkere kirin û şûn de rûyê serokê dadgehê dinêre û dibêje: “Ger min careke din jiyan kiriba, minê dîsan heman tişt kiriba. Ji ber ku kesê xwedî nêrîna şaş a cîhanî ne ez, hûn in.” Di heman rojê de derdora saet 17:00. an de bi giyotînê tê dardekirin. Heya 20 Nîsana 1945’an girêdayî “Gulên sipî” bi giştî 8 doz tên dîtin. Hejmareke aktîvîstan tên dardekirin û hin ji wan jî di beregehên Naziyan de jiyana xwe ji dest didin.

Çavkanî: Dünyalılar