Dagirkirina xeyalan

- Berwar Pîris
206 views
Modernîteya Kapîtalîst di bin navê dijîtalbuyînê û “pêşketina” teknolojiyê de rêbazên nû yên bişaftina civakê pêşdixe. Jinên ciwan li kêleka tundiya fizîkî û derûnî êdî bi rêya medya dijîtal bi êrîşên nû re, rû bi rû dimînîn. Tundiya dijîtal xwe dispêre amûrên teknîkî yên cûrbecûr: telefon, TV, radyo û hwd. Bi rêya van amûran hewl didin ku jinên cîwan bixin bin kontrola xwe, vana piçûk bixin û venêrînekê (kontrolek) li ser jinên cîwan bidin ferz kirin. Jinên cîwan dema li ser platformên medya sanal bi yekê re têkilî datînin, teqez bi heqaret û tacîza bi dîmen-nivîskî-deng re rû bi rû dimînin.

Herî zêde jî li hemberî jinên cîwan ji ber nasnameya wan û laşê wan êrişên bi vî rengî tên kirin.  Em dikarin vê yekê wekî “dagirkirina xeyalan” jî bi nav bikin. Em dibe ku ne di ferqê de bin, lê belê sînor tên ava kirin. Sînorên ku ji te re dibêjin “Tu bi tenê dikarî wêneyên bi vî awayî parve bikî”, “Pîvanên xweşikbûnê ev in, ger tu li gorî wan tevnegerî, dê tu ji vê torê werî qewitandin.” Yanî tu dibî biyaniyek ku ji cewhera xwe re penabertiyê dikî. Ev rewş, dişibihe rewşa bazarganekî li ser bazarê. Ev yek rastiyek bi êş e, lê belê profîla înstagram carna dibe bazarek, ku em hem firoşê wê ne, hem jî amûrê ku em difiroşin bi xwe ne. Çawa ku em Kapîtalîzmê dişibihînin fîlmekê, ku hem rola derhênerekî dilîze hem jî di vî film de, rista şanogerekî/ê ser xwe de digire û bi vê awayê Dijîtal Medya jî dikeve rewşek bazirganiyê. Veşartina Rastiyê çî ye? Ji cewhera ruhekî re penabertîkirin, tê çi wateyê?. Dema em dibêjin ku xeyal jî êdî tên tecawiz kirin, desteser kirin em vê yekê dibêjin: Em bifikirin, em zilamên 50 salî ne ku li ser dijîtal-medyayê xwe li ser profîla xwe bi awayekî cûda dide nîşandan. Li ser vê profîlê ez dikarim hemû karakterên ku ez xeyal dikim bi awayekî derewîn bidim jiyîn. Ev xeyal, ev hesreta vê yekê ji çi tê? Û bêgûman ev pirs ji bo jinek ciwan jî derbasdar e. Wek jineke ciwan jî ez dikarim xwe çawa ez dixwazim wusa jî bidim nîşandan. 

Du pirsên bingeh

Lêbelê di vir de 2 pirsên esasî hene: 1- Gelo xeyalê min li gorî cewhera min e? 2- Ez çima xwe ji xwe vedişêrim? 2- Ez çima kesayetiya xwe ya rastîn ji xwe nepenî dikim? “Pergala” ku em ewqas qala wê dikin, me dixe rewşek wiha ku bihêle em nirxên xwe yên herî pîroz rûpoş bikin û vana pêşkeşî mirovên ku heman rewşê dijîn, bikin. Rêber APO dibêje: “Ji bo ku rûpoşek were vekirin, pêwîst e amûrê wê yê qamûflajê were keşif kirin”. Di vir de rûpoş çî ye û amûr çî ye? Gelo tesaduf e ku ez wekî jineke cîwan ku li Efrînê dijî, rojekê xortekî ji Enqerêyê li ser Înstagramê bibînim û vê yekê wekî “eşqa dîtina yekemîn” bi nav bikim? Gelo tesaduf e, ku ez wekî jineke cîwan ku li Mexmûrê jiyana xwe didomîne, xortekî ji Hewlêrê li ser Înstagramê bibînim û bêjim “Ev zilamê ji bo zewaca bes kamil e!” Wekî jinên cîwan ên ku ji malbatên şehîdan tên, wekî jinên cîwan ku xwûşkên wan jê dûr hatinxistin, wekî jinên cîwan ku li zanîngehê hevalên xwe yên jin ên herî nêz winda kirine ji ber wehşîtiya/hovîtiya dewletê, pêwîst e çavên xwe vekin. Ev bêgûman nayê wê wateyê ku herkes telefona xwe hema biavêje ser sergoyê. Lê belê hişmendî pêwîst e were avêtin. Pêngavên avêtina vê jî ma kê ji min hayîdar e? Ez ji xwe re bi tenê wêneyan dikişînim û followerên min zaten bi tenê 100 in.” Ewqas jinên cîwan yên herî dawî tevlî DAEŞÊ bûne jî xwediyê 100 followeran bûn. Wan jî hema “ji xwe re wêne kişandin” û ew jî di temenê 13-19 de bûn? Erê, di vir de em bi awayekî pir şênber dibînîn kunji ber bandora pergalê, hem xwe biçûk dibîne, lê dîsa jî, herî dawî dibe qurbana xefkên tora dagirkirina xeyalan.

Aso û pênasekirina evînê

Hema bigire eşq jî hatiye tecawizkirin, hatiye binpêkirin û li ser navê wê, li beramberî wê sûcên herî mezin hatine kirin. Di rêzefîlmên Netflîxê de, ku reklamên wan li ser Înstagram tên kirin, romantîzekirina her tevgerekê, her lebatekî heta her mîmîkekê tê kirin. Mînak çawa dibe ku wesleyê ku dayîk zarokê xwe pê têr û mezin dike ku di heman demê de pîroz e, tê seksûalîzekirin? Em bi awayekî pir zelal van tiştan dibînîn.  Doh li Kurdistanê gundên me, îro jî mejiyên me tên bombebarankirin. Telefona me jî, ku em bes ferq bikin, balafira şerî ye ku topan diavêje nava dilê me. Hertim ji me re hatiye gotin ku eşq tiştekî bi tenê di navbera 2 mirovan e. Ku eşq bi tenê ji têkiliyên cinsî pêk tê, xwediyê rolan be. Helbet ku eşq pêwîst e, Heger em eşqê wisa biçûk bibînin, em ê bikaribin bibin evîndarê nirxekî? Evîndarên welatekî? An jî em eşqê dixin rewşa çûka di qefesekê de, û bêjin ku kes wekî me hez nake? “Kes” kî ye? Û “hezkirin” çî ye? Eşq, bi tenê ji 2 ferdan pêk tê? Pêwîst e ku eşq ji şîdet û kuştinê pêk bê?        

Em rastiyek mezin in, hebûna me jî giranbiha

Kî/ê mezin e, kî biçûk e? Kî xwediyê rûmetekê ye, kî na? Ji bo ku em bikevin ferqa van hemû mijaran, pêwîstiyeke rastîn bi dahurandina pêwendiyên mirovan û bi giştî civakbûnê jî heye. Xeyalên “rast” an jî ên“şaş” hene gelo? Xeyalên şaş çi ne? Û ez çi xeyal dikim? Mixabin carna ev jî dibe pirsek: “Xeyalê min gelo heye?” Mirovê bê xeyal di gerdûnê de mîna sêwiyan e. Ev bêgûman nayê wê wateyê ku em dev ji her tiştî berdin. Lê belê em wekî jinên cîwan, pêwîst e êdî pirsên mezin, bi eşqeke bilind û bi armancên mezin bixin meriyetê. Mînak: “Ez wekî jineke cîwan ji Sîwerekê, Xaçortê, Nisêbînê, Geverê, Dutaxê, Lîcê û hwd., çawa dikarim pêwendiya xwe bi rêya dijîtal-medyayê li ser esasê yekîtiya hemû jinên cîwan ên Kurdistanê ava bikim, bêyî ku bikevim xefikên veşartî? Ev mîsyona min e, ya te ye û ya me hemûyan e. Bi vî awayî ger em dijîtal-medyayê li ser esasê zanebûn, yekîtî û perwerdekirinê bikar bînîn, wê di cîh de be. Ji ber ku em xwediyê rastiyek mezin, dîrokek zêrîn in û di heman demê de jî em xwînî ne. Û hebûna me giranbiha ye. Ger em li gorî van tiştan tevbigerin, ne zilamek 60 salî, ne jî polîsek faşîst dikare me bixe bin kontrola xwe. Wê em vê carê serfiraz bin!