Dayîka klaman: Xangul MOSÊRZADE

- Berjin TEKOŞER
394 views

Dayê Xangul yek ji wan hunermendên bi nav û deng a herêma bakurê Xorasanê ye. Ew ê bi dengê xwe yê zîz û bedew bibûya dengê êş û kederên gelê xwe, her bûyer û serpêhatiya ku di serê wan re derbas bûye li klamên xwe barbikira û biloranda. Wê dizanî ka çawan reng bide klaman, zelal û xweş bixwîne. Dema klama wê li ser bûyerek biêş baya, wê demê jî te êş weke ku di vê kêliyê de bijî hîs dikir. Dema mirov lê guhdar dike, ew dengê wê yê zîz, zelal, xweş û hestiyar mirov ber bi deryaya biranînan ve dibe û bi yek caran di nav coşa hestan de bi serûbinî dike.

Jiyana Xangulê

Dayê Xangul di sala 1941’an de, li gundê Ûxaz yê ser bi Şîrwanê, li bakurê Xorasanê tê dinyayê. Dayê Xangul, ku bi navê Xangul Mosêrzade tê nasîn, dema hîn zarok bûye dayîk û bavê wê jiyana xwe jidest didin.

Ew ê di axaftineke xwe de wiha qala serpêhatiya xwe bike: “Ez hîn çar mehî bûm dema bavê min mir. Ez nizanim ka li ku hatime dinyayê. Êtîm mezin bûm. Xaletên min ez mezin kirim. Tê bîra min dema ku kêmekê mezin bûm, min yekser dest bi kar kir. Di nav baxên xelkê de min kar dikir. Min tenê kar kir. Ez her dem dixebitîm…

Di eydan de, Hecî Norûziyeke me hebû ku dihat û ez û hevala min a bi navê Medîne dibirin, du tumen dida me û me jî klam digotin. Em pir xêzan bûn, lê dema me xemgîn nebû.”

Li gor agahiyeke din ew ji gundê Ûxaz û di nav eşîra Siyokanlû tê dinyayê. Wê gelek caran daye diyarkirin ku ew dîroka ji dayîkbûna xwe baş nizane û dibêje dema ku Rus hatine Îranê wê demê ew hatiye dinyayê.     

Klamên ku xeman dirêsin

Jiyana wê hîn di zaroktiyê de bi êş, xem û zehmetiyan destpê dike. Ew temenê wê yê biçûk pir zû dikeve bin barê giran yê jiyanê. Hema bêje tevahiya ciwantiya Xangulê bi karkirina di nav baxên xelkê de borî. Dayê Xangul du caran dizewice û her du zewacên wê jî bi veqetînê bi encam dibe. Jiyana zor û zehmetî, dîsan rewşa ew tê de bû, hîn zêdetir ew ber bi tenêtî û înziwayê ve dibir. Tişta ku ew aram dikir, hemû xemên wê lê didan jibîrkirin, klam û lorînên wê bûn.

Dayîka Xangul klam pir baş dizanî û dixwend. Dema ku jê re digotin klamekê bixwîne çavên wê dibiriqîn û ji keyxweşiyan bi bal û bask dibû, di kêliyekê de diket nav hizran û di kûrahiya dil de li pey hilbijartina klamekê digeriya û bi aramî çavên xwe vedikir, henaseyek kûr dikêşa û dest bi awaza xwe dikir. Awazek ji kûrahiya dil, ji paşerojê, ji kelegiriyên jinê diqetiya û dihat… Bi klamê re dibû yek, jixwe di xwendina stranan de bêhemta bû.

Raza ji klaman tê

A rast dayê Xangul yek ji wan hunermendên muzîka bakurê Xorasanê bû ku hîn nehatibû nasîn. Ne hunermendiya wê, ne awayê stran gotina wê û ne jî raz û sira di klamên wê de veşartî bûn, hatibûn nasîn. Û ev jêhatîbûna wê mixabin nehat dîtin, ji holê rabû. Ev yek jî ji ber nedîtina hebûna jinê ya di van qadan de û sînorkirina wan derdikeve pêş. Her wiha gelek caran ev nêzikatî rê li derketina pêş a jinan û pêşketina wan digre. Bêguman Xangul jî yek ji wan jinan bû ku wê nesîbê xwe ji vê pergala ku jinê ji nedîtî tê, bigirta. Xangul nehat dîtin, yan jî ji nedîtî hat, ew jî wek gelek jinên din ên hunermend wê kes li wan xwedî derneketiba.

Mirov bi awayek zelal û vekirî dikare bêje ku, dayîka Xangul dikarî bibe deng û pêşenga hunera jinên kirmanc û di vê qadê de mîrateyek dewlemend dewrî nifşên pê xwe bikira. Ji ber ku dengên bi sir ên awaz û helbestên kirmancî di sînga wê de lêdidan, hafizeyek dewlemend a ji klam û stranan ku mixabin gelek ji wan bi wê re man, hebû.

Dengê ku qet venemirî

Dayîka Xangul bi awayek jêhatî û bi kirmanciyek xweş a herêma Xorasanê stran digotin. Di vê qadê de kêrhatî bû; ew hunermendek rastîn bû. Tişta ku klam û stranên wê cihê dikirin, raza di wan klam û stranan de bû. Ew klamên qedîm û kevin bûn ku piraniya wan behsa ceng, qehremanî, wêranî, derbiderî û penaberiyê, evîn û rewşa civaka Kurdên Xorasanê di nav de bûn dikirin. Ji bo wê, mirov nikare bêje tenê klam bûn, ew her yek çîrok û lorîk bûn ku ji paşerojekê ber bi roja me ya îro ve diherikîn. Dibûn deng û xwe li çavên me didan, dibûn awir di wechê me de berze dibûn…

Belê, dayê Xangul gelek ji wan klaman xwend, gelek ji wan klamên bi êş di singa wê de olan dida û bi dengê bi dehan jinan digiha hev, hawarek digihand me, hawara serpêhatiyek qedîm û êşek ku hew di sing de heps dibe!..

Lê mixabin ji ber ku piştgiriya wê nehat kirin, derveyê albumek a bi navê “Awaza jinên kirmanc” kar û xebatên wê yên din nehatin tomarkirin.   

Rastiya ku bîra çandî pêk tîne

  Dayîka Xangul neçûbû dibistanê, xwendin û nivîsa wê tine bû. Lê hema bêje hemû klam û stran, meqamên muzîka kirmancî jiber dizanî. Hemû aliyên muzîkê, hûrgiliyên wê dizanî. Ew  li dibistanekê fêrî van tiştan nebûbû, berevajî hin kesan dayîka Xangul û jinên wek wê, girêdaneke wan a bi hêz bi ax û hafizeya hevpar a civakî re hebû. Ew li cihên ku cî û war bûne, li derdora lê dijîn û ji nav dilê xwezayê tên, dibin perçeyek ji wê xwezayê. Ev yek jî yekser li ser deng û nêrîna wan a jiyanê bandor dike. Ji bo wê, felsefeya wan a jiyanê ji nav dilê xwezayê tê. Tişta ku wan temam dike û pêk tîne jî ev rastiye.

Ew jê qut nabin, bi vê rastiyê re çewt nakevin û tevî vî çemê bihêz yê vê bîra çandî ya dewlemend dibin. Di bîr û dilê xwe de vê rastiyê digihînin hev, tomar dikin. Stran û klamên xwe ji dil derbasî dil dikin, ji ziman derbasî zimanên din dikin û li dora vê hafizeya dewlemend a çandî digihin hev.    

‘Ez ji bo dilê xwe stranan dixwînim’

Dayîka Xangul wek gelek jinên hunermend ên Kurd ku xwedî jêhatîbûnek bê hempane û kêm kes dikarin di rêza wan de cih bigirin, dê zû neyên nasîn û ji bo mayîndekirina deng û xebata wan a hunerî dê kêm tişt bên kirin. Ew ê bi tenê bên hiştin, berhemên ku wan xwendine neyên tomarkirin, an jî pir kêm bên tomarkirin û wê bên jibîrkirin.

Xangul; “Dema ku ez tenê me, xemgînim, yan jî keyxweş im, tenê û bi tenê ez stranan dibêjim. Ez stranan ji bo dilê xwe dixwînim û bi van awazan dijîm.”

Dayîka Xangul yek ji strana qedîm a bakurê Xorasan ê “Ellah Mezar e” dixwend û herê zêde jî bi vê stranê dihat nasîn. Kêm kes dikarin wek wê wiha ji dil, xweş û zîz vê stranê bêjin. Ew birastî jî di stran û klam gotinê de yekta bû. Ji ber vê çendê ye ku jêre ‘Dayîka klamên kirmanc’ tê gotin.   

Dayîka Xangul di 18’ê Adara 2020’an de koça dawî kir. Lê belê dengê wê yê zîz û xweş her li asoyê welat olan dide. Ew jî mîna gelek hunermendên jin ên bakurê Xorasanê di dema xwe de rastê eleqe û baldariyê nayê; ji ber ku stran û klamên bê hejmar ku ji aliyê wê ve hatibûn xwendin nehatin tomarkirin, ew ê gelek ji wan klaman êdî bihatana jibîrkirin, bi wê re bihatina binax kirin.