Dema Enternasyonala jin hatiye

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
507 views

Di demekê de ku mirovahî bi belayên hîn xeternak yên pergala modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ye, jinan 8’ê Adara 2020’an pêşwazî kir. Qirkirina jinan, şer, penaberî û dagirkerî ku bi rûyên xwe yên herî dijwar xwe nîşan didin mohra xwe li çalakiyên îsal dan. Li çar aliyên cîhan û Kurdistanê li dijî pergala desthilatdar a zilam-dewletê jinan gotina xwe got.

Jinan bi çalakî û xebata xwe bersiv dan

Li cîhanê pêleke çalak a jinan ku ji sala borî dewr hat girtin, di 8’ê Adarê de veguherî xwepêşandanên hîn girseyî. Li Şîliyê jinan dîsa bi Las Tesîs sekna li dijî zilam-dewlet ên kujer nîşan dan. Li Meksîka jinan îsal li dijî pergalê bi helwestek radîkal sekna xwe nîşan dan. Jinên Meksîkî bi çalakiyên roja 8’ê û bi greva 9’ê Adarê nîşan dan ku dikarin pergalê ji binî de biguherînin. Başûrê Efrîka, Efganîstan, Sûdan, Brezîlya û bi dehan welatên din jin bi daxwazên dij pergalê daketin qadan. Jinan li seranserê cîhanê nîşan dan ku di sedsala 21. de hêza sereke a dijberî pergala serdest ew in. Ji lewre jin ji pergalê tiştek naxwazin, ew dixwazin pergal ji binî de biguhere. Ev helwesta radîkal a jinan mizgîniya çaxek nû jî dide.

Bê gûman Kurdistan ku navenda şoreşa jinê ye, îsal jî malovaniya çalakiyên herî bi wate kir. Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên herî bi heybet pêk hatin. Çalakiyan 1’ê Adarê dest pê kir, bi rengên cûda heta 8’ê Adarê dewam kirin. Jin tenê bi xwepêşandanên li qadan têr nebûn, her wiha giranî dan ser vegotina xeta azadiya jin ê. Lewre li gelek qadan bi çalakiyên rengîn jinan xebatên azadiyê, rê û rêbazên tekoşînê vegotin. Ji xwe xebata herî mezin şoreşa Rojava bi xwe ye. Ji ber wê jinan li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava helwest nîşan dan. Xaleke din a giring ku jinên Rojava anî rojevê azadiya Rêber Apo bû.

Xebata azadiya jin ê, girêdayî xebata civakî ye

Processed with Focos

Di çalakiyan de girêdana bi Rêbertî, ax û azadiyê bi vîna xurtkirina tekoşîna li dijî dagirkeriyê xwe nîşan da. Li seranserê Bakur Rojhilatê Sûrî ji Qamişlo heta Dêrik, Şehba, Kobanê, Hesekê, Reqa û Minbicê jin bi heman daxwazan herikîn çalakiyan. Divê bê gotin ku çalakiyên jinan li vê herêmê bi jinan tenê bisînor nema, ku kêm be jî belavî hemû civakê bû. Belkî salên pêş me em ê zêdetir bimînin ka xebata azadiya jinê çiqas kûr girêdayî xebatên azadiya civakê ye û heta dinava hevde ne.

Li aliyê din, yek ji qadên herî giring yên çalakî lê pêk hatin Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû. Li Amed, Colemêrg, Silopî, Riha, Dersim, Êlih, Stenbol, Mêrsîn, Edene, Enqere û dehan navendên din jin li dijî faşîzmê li meydanan bûn. Her wiha meşa femînîst ku li Stenbolê pêk hat bû qad ji tekoşîna jinan re. Faşîzmê nekarî pêşî li jinan bigire û tevî zextan jî a xwe gotin. Bi vî awayî jinan starta pêngavek hîn xurt a li dijî faşîzmê da meşandin.

Daxwaza jinan yek bû

Dîsan li rojhilatê Kurdistanê dayîkên Kurd li dijî rejîma Îranê dibin zextan de bi çalakiyên biçûk lê bi wate 8’ê Adarê pêşwazî kirin.

ANF Images

Li başûrê Kurdistanê çalakiyên herî balkêş û bi wate li Şengalê pêk hatin. Şengal qada azad a jinê ye ku dibin gef û êrişên dagirkeriyê de ye. Jinên ku li dijî DAIŞ’ê bi ser ketin, niha li dijî xwediyên vê pratîka kujer, li dijî dewleta Tirk helwest nîşan dan. Her wiha azadiya Rêber Apo ku mîmarê xeta azadiya jinê ye, rojeva jinên Şengalî bû. Her wiha li binarê Qendîlê jinên Başûr li hev civiyan, daxwazên xwe hevpar anîn ziman.

Her çiqas nexweşiyên pergalê (Corona) ketibe rojevê jî, lê dîsa jinan li seranserê cîhanê li dijî vê pergala dirizîne a xwe gotin. Mîrateya têkoşîna jinê a hezaran sal vediguhere tevgerek cîhanî a dij pergala zilam-dewlet ê. Ya rast 8’ê Adara îsal careke din nîşan da, ev sedsal dê bibe sedsala têkoşîna azadiya jinê. Lewma jî banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gerdûnî ye. Yên ku pêşengiya vê tevgera cîhanî dikin û dê pêşerojê hîn xurttir û bi bandor li jinên cîhanê bikin, bê gûman jinên Kurd in. Elbet têkoşîna jinên Kurd bi ya jinên cîhanê re yeke, lê divê li pagehekê bigehe hev û heta bibe sêwan ji têkoşîna jinên cîhanê re. Pêla xurt a çalakiyên jinan nîşan dide ku dema Enternasyonala jin hatiye. Ez bawerim ji bo pêkhatina Enternasyonala jinê jî pageha herî amade rojavayê Kurdistanê ye. Bê gûman ji bo pêkhatina xebatek wisa zêdetir kar û xebat di asta cîhanî de pêwîst dike. Bi taybet jî giringe jineolojî bigehe hemû jinan. Bi hêviya jin dê vê pergala kujerê jinê û civakê têk bibe…