Dema xwedawendayan

- Jiyan STAR
350 views
Jinên têkoşer Gulan, Zîlan, Sema dildarên eşqê, azadî, jiyan û nirxan bûn. Ev girêdana wan ya di asta dildariyê de meha Hezîranê bêhtir bi wate û jiyanbar kir. Çalakî û jiyana van her sê jinan; ji nû ve avakirin û nivîsandina dîroka bêyom (makûs) a mirovahiyê û Kurdan e. Yekûna sekna van her sê jinan bi pêngava 1’ê Hezîranê bi gewde bû û li dijî tesfiyeya li hûndir û derve ji pirsa ‘Em çawa bijîn?’ re bûn bersiv.

   Xwegîhandina hêza watedayîna dema tê jiyîn û jiyanê, heqîqet bi xwe ye. Kêliyê tam jiyankirin û heqê wê dayîn jî mirov digihîne heqîqetê, ev jî dema azadiyê ye. Ev her sê jinên şervanên heqîqetê Gulan, Zîlan, Sema jî ji bo demên xwe yên azadiyê bedelên mezin, ked û hewldanek zêde dan, fedekarî kirin. Ev kêliyek xwe avakirinek wiha ye ku ne ya yekemîn û ne jî ya dawiyê ye, bi berdewamî şopdarên xwe çêdike. Di demeke ku nirxê gotinê zêde nemaye, bê wate bûye, heqîqeta hêza watedayînê ye ku bi çalakiyê xwe pênase dike.  Azwerî û girêdana her sê jinan a li hember eşq, azadî, jiyan û nirxan wan ber bi têkoşînê û çalakiyên mezin ve kaş kir. Rûhê berxwedanê ya her sê jinan ji nû ve nivîsandina dîroka kurdan û avakirina pêşeroja wan bû. Ev dîrok bi pênûsan nikare bê nivîdandin. Di her kêliya vê têkoşînê de xwîna hatî rijandin, bedenên şewitî û parçe parçe bûyî heye. Wan bi têkoşînek wiha dijwar xwe li dilê mirovahiyê neqşandin. Di berdewamiya têkoşîna wan de li dijî rûhê tesfiyê û têkbirinê pêngava 1’ê Hezîranê xwe bi gewde kir.

Manîfestoyek û bangewaziya azadiyê: Zîlan

Berî vê 25 salan li dijî dagirkeran li Dersimê qîrîna berxwedanê hat bihîstin. Vê qîrînê digot: ‘Vê çalaliyê ji bo azadiya gelê Kurd pêk tînim. Ez ê bi moral û hêza min ji gelê xwe girtiyê bi ser dijmin de bimeşim. Ji ber dilsoziya xwe ya bi partiya xwe PKK, Rêber Apo, berxwedanvanan, hevalên li serê çiya şer dikin vê çalakiya xwe pêk tînim. Ez bang li hemû cîhanê dikim. Êdî bibihîzin, çavên xwe vekin.’’ Bi van gotinan jina têkoşer Zîlan di 30’ê Hezîrana sala 1996’an li Dersimê rûpelek nû ya berxwedanê vekir. Wê bi vê çalakiya xwe tirs berda dilê û rûhê paşverû û dijminan. Lê di heman demê de ji bo zarokên gelê xwe jî bû çavkaniya cesaret û hêviyê. Lewra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; ‘Zîlan manîfestoye, banga azadiyê ye’’. Pêşengên berxwedan û serhildana Kurdistanê ji bo teslîmî dijmin nebin gulyên xwe bi hev girêdan û ji zinar û latan xwe avêtin xwarê. Îro jî jinên Kurd ên gerîla û fedayîyên mîna Zîlan, Sema û Gulan vê berxwedanê didomînin. Zîlan, têkoşîna azadiya jinan gihand îdeolojiya rizgariya jinê û bi vî awayî di têkoşîna jinan de pêşkinînek çêkir. Her çalakiya mezin li du xwe şopdaran jî çêdike û ev yek di şopdarên Zîlan de jî hate dîtin.

 

Wekû teyrê Sîmir xwe ji xweliya xwe afirand: Sema

Piştî Zîlan du sal derbas bûn. Vê carê di zîndana Çanakkaleyê ya Tirkiyê de qîrîna Sema di tekoşîna azadiya jinan de deng veda. Sema banga azadiyê ya Zîlan bi çalakiya xwe berbiçav kir. Lewra li axaftina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê gohdar kiribû. Di wê axaftinê de Rêber Apo yê Zîlan weke manîfestoya azadiyê pênase kir, di heman demê de îdeolojiya rizgariya jinê berbiçav kiribû. Sema jî piştî li wê axaftinê gohdar dike, çalakiya xwe li dar dixe û wiha dinivsîne di nameya xwe de. ‘Ax ez bişewitim, ez bibim parçeyên atomê, ez bibim zanebûna azadî û baweriyê. Zîlana min, ez bibim her teyekî pore te yê bûye tîrêjên rojê, ez bibim Rêber Apo yê bûye henaseya hemû welatê min, ez bibim Zîlan, bibim du cot çavên Zîlan ku li ser mile min hiştiye.’ Sema girîngiya têkoşîna jinan, cihê wê yê di tekoşîna netewî ya kurdan de û tiştên wê bi mirovahiyê bide qezençkirin dîtibû. Lewra got: ‘Ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pirek ji agir.’ Piştî birîndariyek giran di 17’ê Hezîrana sala 1998’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Belê Sema bedena xwe da ber agir. Bi vî awayî nîşan da ku mîna teyrê Sîmir xwe ji xweliya xwe ji nû ve afrandin ne tenê efsaneyek e. Ev di rastiyê de tê jiyîn û heqîqet bi xwe ye. Sema di beşekî din ê nameya xwe de wiha dibêje; ‘Çawa li ezmanan du roj nabin, ji bo mirov, ji bo jineke diwaze azad bibe jî du vebijêrkên jiyanê, du navendên morale nabe. Ev kêliya van risteyan dinivîsim, ew kêliye ku min di aliyê jiyan û moralê xwe de Rêber Apo kiriye tekane navend, ew kêliye ku hemû astengiyên hûndirê xwe de min derbas kiriye.’

 

Jineke din a li ser dika berxwedanê: Gulan

Vê carê dîrokê 7’ê Hezîran a 2002’yan nîşan dida. Jineke din a bi navê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) derket ser dika berxwedana dîrokê. Wê jî sond xwaribû ku li ser şopa Zîlan û Semayan bimeş e. Jinên fedaî weke xetekê didît û bawer dikir ku divê ev xet bê birêxistinkirin û bi sazî bibe.Lê ji aliyê komplogeran ve di 7’ê Hezîranê de hate qetilkirin. Hevalên wê li ser têkoşîna wê wiha nivîsandin. ‘Di pêşengiya Gulan de bi dirûşmeya ‘fedayîbûn cewherê Apoyîbûnê yê zindî ye’ pergalek bi rêxistin û bi sazî kir. Heval Gulan, li qada Rêber Apo hate perwerde kirin. Paşê li ser bingehê tiştên ji Rêber Apo fêr bûbû li qadên herî zahmet xebat meşand. Di vê pratîkê de fermandarî kir û rola xwe leyst. Xwediyê hesta berpirsyariyê bû. Hem li hember paşverûtiya hûndir û hem jî ya derve bê teredût bi biryar û baweriya serkeftinê têkoşîn kir. Bi sekna xwe planên komlogeran têk dibir. Lewra hêzên komploger heval Gulan bi zanebûn hedef girtin. Dixwestin di nav tevgera azadiyê de bêbaweriyê û dudiliyê çêbikin, bi vî awayî tevgera me tesfiye bikin. Di 7’ê Hezîranê de hevala me Gulan qetil kirin. Bêguman komplogeran encama dixwestin bi dest nexistin. Heval Gulan li derdora xwe bawerî dabû avakirin û bi fêrkariya xwe gelek şopdarên xwe afirandibû. Fedaîyên mîna Erdal, Dengtav, Harûnan di encama ked û hewldanên bisazîbûna fedayîbûnê li gorî pêdiviyên demê çalakiyên xwe lidarxistin. Di aliyekî de xwestin bi çalakiyên xwe ji şehadeta heval Gulan re bibin bersiv.’

Pêngava 1’ê Hezîranê ya bi rûhê her sê jinan

Dîrok ne tesadûfe. Berovajiyê wê xwe dispêre yekbûna rastiyan û watedayîna wan. Pêngava 1’ê Hezîranê ya li dijî tesfiyeyê jî xwe spart sekna fedayî û rûhê berxwedêr ya hemû jinan û Zîlan, Gulan, Semayan. Tevgera azadiyê ya Gelê kurd li dijî tesfiyekarên hûndir û derveyî tekoşînê her dem bû xwedî sekneke fedayî. Lewra li ser pêngava 1’ê Hezîranê jî wiha hate gotin: ‘Pêngava 1’ê Hezîranê di serî de pêngava binxistina dijminê di nav me de ye. Meylên dixwestin tesfiyeyê pêk bînin têk bir. Di aliyê siyasî û leşkerî de gelek bi bandor bû. Lê di heman demê de li dijî meylên îxanetkar, noker, provakatîf, tesfiyekar jî bû pêngava ragihandina serkeftina xeta Apoyî. Li aliyekî din bingehê pêngavek jinûve partîbûnê ya li ser xeta Rêber Apo da destpêkirin û ev di nav tevger û kurdistanê de bû ragihandina serkeftinek nû ya xeta Rêber Apo. Vê hişt ku tevgera azadiyê di pir aliyan de pêş bikeve û gelek destkeftiyan bi dest bixe.