Paradîgmaya me ya Netewa Demokratîk modela me ya alternîv e ku Rêbertiyê li ser sê lingan pêşkêş kiriye. Azadiya jinê, avakirina civaka demokratîk û ekolojîk armanc in. Ji ber ku jinên ciwan û ciwan beşeke civakê ne ku nakokiyên pergala heyî dijwar dijîn, ji bo rêxistinbûnê ew pêşeng, avaker û dînamîkên sereke yên civakê ne. Ciwan dê bi hêza xwe, lêgerên xwe û daxwaza nûbûn û guhertinê rola xwe ya dîrokî bilîzîn. Li ser vî bingehî ciwan di pêvajoya Avakirina Civaka Demokratîk de bi tevlîbûn û sekna diyarker û hêza pêkanînê derdikevin pêş.
Fêmkirina rola dîrokî ya pêşengiya jin û ciwanan gelek giring e. Di heman demê de pêwîste rastiya sîstema kapîtalîst baş were fêmkirin. Divê bê dîtin ku bi kîjan rêbazan dixwazin têkoşîna jin û ciwanan bitepisînin. Ji ber hêza herî dînamîk a guhertin û veguhertinê di nav civakê de çêdike jin û ciwan in. Di dîrokê de vê hêza pêşeng di şoreşên weke Kuba, Vietnam û Fransayê de xwe îspat kiriye.
Di avakirina PKK’ê de jî komeke ciwanan rol lîst. Ev tevger bi vê sekin, îrade û hêza dînamîk giha roja îro. Gotina Rêber Apo ya “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” ne tenê gotinek an jî sloganek e. PKK bixwe jî rêxistineke ciwanan e. Ev rihê ciwaniyê yê Rêber Apo ye ku bi têkoşîna azadiyê nîv sedsalek li pey xwe hiştiye, ji ciwanên Kurdistanê ber bi ciwanên cîhanê ve belav bûye.
Têkoşînê bi ciwanan destpê kir
Tevgera Apoyî bi ciwanî destpê kir û tovên xwe li her derê reşand. Niha li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ciwanên Kurd bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikin. Ev têkoşîna ku 52 sal li pey xwe hiştî, bi pêngavên dîrokî hertim bûye rênîşander ji bo gelên bindest. Di heman demê de bi pêşengiya jin û ciwanan şerek dijwar pêk hat, bedelên giran hatin dayîn ku bigehe roja me. Fêmkirina heqîqeta Rêber Apo ji bo rastiya Kurd û Kurdistanê girîng e. Civakek ku hebûn, nasname û çanda wê ber bi têkçûnê ve diçû, jinûve hat zindîkirin. Hebûna Kurd bi têkoşîna 52 salan xwe îspat kir. Ev hebûn niha pêwîste di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de xwe rast rêxistin bike.
Ev pêvajo ya avakirina Civaka Demokratîk e ku Rêbertiyê ev berpirsyarî daye ser milê jin û ciwanan. Jin û ciwan avaker û parêzvanên civakê ne. Ji bo bikarin civaka xwe biparêzin û parastina hebûna xwe bikin, pêwîste berî her tiştî dijminê xwe nas bikin. Bi şerê taybet hewl didin vîna jin û ciwanan bişkînin. Lewma ev êrişên pêk tên nîşan didin di naskirina dijmin de kêmasî û valahî hene.
Li dijî serweriya netew-dewletê civaka demokratîk
Ji destpêkê de pergala desthilatdar hewl dide civakê kontrol bike. Bi pergela netew-dewletê dixwazin civakê li gorî pêdiviyên xwe rêxistin bikin. Ji bo ku ev pergala dewletê xwe li ser lingan bigire, hemû cureyên şerê taybet pêş dixe. Herî zêde vê bi rêya teknîkê pêk tînin. Li gorî vê divê ti kes li derveyî burokrasî û rêxistina dewletê nemîne. Her zarok li ser vî esasî tê mezinkirin û propagandaya vê tê kirin.
Pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze jin û ciwanan bê fikir, bê îrade û bê hêz bike û ji rastiyên dîrokî dûr bixe. Ji bo vê jî hemû rêyên qirêj bi kar tîne da ku me ji hebûna me dûr bixe.
Rêber Apo perspektîva pêşerojê bi banga dîrokî ya 27’ê Sibatê diyar kir. Li ser vî bingehî gelek pêngavên dîrokî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatin avêtin. Fesihkirina PKK’ê, merasîma şewitandina çekan, paşvekişandina hêzên gerîla di encama vê bangê de pêk hat. Stratejiya tevgerê hat guhertin; li şûna stratejiya şerê çekdarî, stratejiya siyaseta demokratîk ku aştiyê û civaka demokratîk esas digire ket dewrê. Rêbertiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku baweriya wî bi siyaset û aştiya civakî heye û li ser vî esasî Manîfestoya Civaka Komunal û Demokratîk amade kir.
Bi kesayetên sosyalît avakirina sosyalîzma demokratîk
Ji bo ku jinên ciwan û ciwan bikarin vê pêvajoyê rast fêm bikin, pêwiste manifestoyê fêm bikin, guhertin û veguhertinê di kesayeta xwe de pêk bînin û bibin kesayetên sosyalîst. Ji ber tenê bi kesayetên sosyalîst avakirina sosyalîzma demokratîk pêkan e. Manîfesto gelek sernavên giring di nava xwe de dihewîne. Giringe li gorî van sernavan di warê dîrokî, felsefî, zanistî û hwd de lêhûrbûn û kûrbûn pêk were. Taybetî divê feraseta Komînê çêbe ku Rêbertiyê bal kişandiye ser giringiya wê. Komîn û meclîsên ku werin rêxistinkirin, divê li ser bingehên xurt werin rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşengiyê rolek stratejîk li ser milên me ye.
Paradîgmaya Netewa Demokratîk
Giringe jiyana pergala modernîteya kapîtalîst were lêpirsînkirin. Bêy lêpirsînê guhertin û veguhertin zehmet e. Dema ku ev lêpirsîn û fêmkirin çêbû û rastî derket pêş, em ê li dijî ya heyî derkevin û modela alternatîv a civakî pêş bixin. Ev ne mijareke ku ji bo dema pêş were hiştin; ev di vê dem û kêliyê de pêkan e. Hevbeş hilberandina jiyanê, bi hevre parvekirin, bi hevre biryargirtin û hilgirtina berpirsyariya kolektîv di dîrokê de hebû û niha jî v ê bibe bingehê şêwaza jiyana me. Pêşengiya komînal li ser esasê zanebûn, rêxistinbûn û şêwazê jiyanê pêk tê. Dema ku mirov li gorî van rastiyan xwe perwerde bike û fêm bike, rêxistinbûna me li ser esasê kedê, danûstandinê û têkiliyên ku ji bo berjewendiyên civakê xizmet dikin ava dibe.
Ev pirsgirêkên civakî ku divê werin derbaskirin, pêwiste baş werin fêmkin. Di heman demê de ji bo derbaskirina valahiyên heyî, xebateke komînal pêwîst e. Ji bo vê komîn, kooperatîf û kolektîvên jin û ciwanan divê werin avakirin. Ev rêxistin ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandî, perwerdehî, tenduristî, aborî, werzîş û hwd tên avakirin. Bêguman dema em behsa jiyana komînal dikin, kevneşopiya hezaran sal a di nav civakê de heyî bingeh e. Paradîgmaya me ya Netewa Demokratîk modela me ya alternîv e ku Rêbertiyê li ser sê lingan pêşkêş kiriye. Azadiya jinê, avakirina civaka demokratîk û ekolojîk armanc in. Ji ber ku jinên ciwan û ciwan beşeke civakê ne ku nakokiyên pergala heyî dijwar dijîn, ji bo rêxistinbûnê ew pêşeng, avaker û dînamîkên sereke yên civakê ne. Ciwan dê bi hêza xwe, lêgerên xwe û daxwaza nûbûn û guhertinê rola xwe ya dîrokî bilîzîn. Li ser vî bingehî ciwan di pêvajoya Avakirina Civaka Demokratîk de bi tevlîbûn û sekna diyarker û hêza pêkanînê derdikevin pêş.
