Di komara îslamî a Îranê de rewşa jin

- Lîlyan ÇIYA
702 views

Çi berê şoreşa îslamî a 1979’an li Îranê, çi jî piştî şoreşê jin dîsan bi heman qanûnên cihêtiyê re rû bi rû diman. Di her du pêvajoyan de jî jin bi rêzik û qanûnên şerîetê dihatin bêdeng kirin; bi vî rengî jî rê ji nîqaş û daxwazên dijber re digirtin. Ji ber ku ligor wan ev qanûn û daxwazin îslamê bûn û ne gengazbû bên guherîn. Bi sedsalane jinên Îranî mehkumê van qanûn şerîetê hatine kirin û hin derdor hewl didin îspat bikin ku qaşo ew qanûn dijbertiya jinê nakin. Helbet emê di nivîsa xwe de ciheke berfireh bidin van qanûnên cihêtiyê û encama ku bi xwe re heya roja îro anîne. Ber de mirov qala wekhevî û mafê jinê bike, ev pergal serî heya binî bi zîhniyeta pergala serdest a zilam ku li dijî her cûre dad û mafê jinê ye, hatiye saz kirin.

Piştî şoreşa 1979’an

mansetJin bê ku bizanin wê piştî şoreşa îslamî a li Îranê çi biqewime vê bi awayek çalak tevlî pêvajoya şoreşa 1979’an bibin. Di bin navê berxwedana li dijî çanda emperyalîst a rojava, jin wê bi çadirên reş xwe kirî dakevin qadan û qaşo wê bi vî rengî biştgiriya çanda serxwebûnê bikin. Lê haya wan ji polîtîkayên dewleta mezhebî û kevneperest a komara islamî a jin di nav siyasetê de paqijkirin û dana aliyekê nîn bû. Di destpêka şoreşê de jina ku wek “Rûmeta gel” dihat binav kirin, vê îslamîbûn li ser statuya wê a di nav civakê de bê dest girtin. Xumeynî bi vê gotina xwe a “Îro jinên Îranê ji bo hemû netewe û sedsalan re bûye efsaneya têkoşîn, safitî û olperwertiyê.” vê meseleya jinê bike amûr û bi rûpûşên îdeolojîk li ser bipêçe.

Piştî şoreşê wê gava ewil ku bê avêtin avêtina jin a derveyê siyasetê be û li Îranê jina îdeal êdî şexsiyetek ligor pêdiviyên civakek misilman be esas bê girtin. Jin êdî vê ligor dîn û rêzikên tewazûya îslamî xwe bipêçe, bibe dayîk û jineke baş. Di nav polîtîkayên rejîma meleyan de nakokiyên bi wî rengî jî hebûn: ji aliyekê jin alîgirên şoreşê tên dîtin û tevlîbûna wan a di qadên siyasî de tê teşwîq kirin û jin di pêvajoya şoreşê de bi awayek birêxistinkirî, bi awayek çalak tevlî polîtîka û xwepêşandanan dibin. Lê li aliyê din de û dema ne ligor wan be bi gotinên dîn û qanûn şerîetê rê li beştarbûna jinan a qada siyasî de digirin. Rejîma Xumeynî rexmê ku di derbarê jin de rêzikên şerîetê tîne jî, bi awayeke nakok dide zanîn ku hebûna jinan a di nav siyasetê de meşru û heta pêvîst e. Ji bo vê jî dibistanên jinan teşvîq dike û bi taybetî di şerê Îran û Iraqê de piştgiriya bi gelemperî cih girtina jinan di hemû qadan de dike. Ji bo bilind kirina asta xwendin û nivîsînê jî gelek bername amade kirin, bitaybetî jî ev xebat bi giranî li gundan û ji bo jinên temen navîn bû. Lê ev hemû kar û xebat ne ji ber fikirandin û ji ber feydeyên wê ji bo jinê bûn, dihat meşandin. Armanca dewleta mezhebî û kevneperest a komara islamî ev bû ku bi rêya qadên civakî bîrdoziya xwe di her şaneyên civakê de bi cih kirin û hemû civak xistina bin xizmeta xwe de bû.   

Qanûnên şerîetê û dijminahiya jinê

Yekemîn gava ku rejîma îslamî di 26’ê sibata 1979’an de avêt rakirina qanûna parastina malbatê a 1967’an bû. Bi rakirina vê qanûnê temenê zewacê daket 13 salan, pirr zewacî bi zagonan IRAN ASIT SALDIRILARIhat parastin û ji mafê jinan re sînor hatin danîn. Di çileya 1981’an de li parlementoyê bi pejirandina zagona qisas, cezayên wek qemçî û recimê hat erê kirin. Ligor maddeya 33’an jî vê şahidiya zilameke qaşo dirust wê li hemberî şahidiya du jinan bê pejirandin. Yanî ligor pergala îslamî a Îranê jinek nîvê zilamekê ye. Ji xwe zilam xwediyê zarokê xwe ye û ligor maddeya 6 ger bav an jî bavê bav zarokê xwe bikuje ev tê bexşîn, ev zagon jî taybet ji bo zarokên keç dikeve meriyetê. Xumeynî destpêkê dazanîn ku ligor şerîetê nabe jin bibin dadrês û bi sê rojan şûn de jî ragihand ku li cihên kar û xebatê xwe pêçan û ser esasê şerîetê tevgerîn mecbûrî ye. Ji xwe di demeke kin de di hemû qadan de ne wekheviya cinsî ket devrê.   

Bi vî rengî hikumeta şerîetê, ji bo bigihe armancên xwe kontrol kirina hemû qadên civakî yên jiyanê ji nû ve serirast dikir. Yek ji armancên wan yê esasî liv û tevgerên jinan xistina bin kontrola xwe û ligor berjewendiyên xwe tespît kirina rê û rêbazên cih girtina jinan a di qadên civakî de bû.

Ligor qanûnên şerîetê temenê keçan yê kahêl (kesê ku gihiştina cestê wî temam bûye) û hiqûqî 9 û yê kur jî 15 de ye. Dîsan ligor zîhniyeta meleyan, bedenê jin ji yê zilam cûda ye û ji ber ku kême zilam di civakê li ser jinê mafê xwe yê serdestiyê heye. Helbet jina ku di dema şoreşa îslamê de derketina wê a qadan de dihat pejirandin, piştî şoreşê vê cihê herê baş ji bo jinê mal bê destnîşan kirin û bi vî rengî sînor jê re bên dayîn. Dê gelek caran hin kes bi gotinên ku jin û zilam ji aliyê xwedê ve wekhev hatine xuliqandin, lê belê di civakê de rolê wan cûda ye, bixwazin xwe cihê bidin nîşandan. Lê ev nêrîn jî dide diyarkirin ka çiqas zirav û xapînok tevdigerin. Ji bo dewleta mezhebî a kevneperest, jina dihat pênase kirin, jina baş a ku di civakê de dihat pejirandin ya ku qet deng û sedayê wê dernakeve û dayîk, xwîşk, jina baş bû. Ji ber ku ligor zîhniyeta kevneperest a dewletê, ne gengaz bû ku jin nasnameya aîd ê xwe hebaya. Ew encax di bin siya zilam de dikarî tevbigere, bi zilam bê nasîn. Di nav pergala dewleta mezhebî a komara îslamî ya Îranê de (ku di hemû pergalên desthilatdar de ev yek hakîme) nabe ku jin li ser jiyan, beden, zayendî ya xwe xwedî maf be. Jin di bin bombebaranek îdeolojîk de tên girtin, gelek caran bê ku hay ji vê yekê hebin dikevin bin bandor û bi pergala heyî re tên entegere kirin.

73943793_MAJID_002Piştî şoreşa îslamî a Îranê, sê guherînên bingehîn ku tên çêkirin wê bandoreke neyînî li ser jiyana jinan çêbike. 1. Di mijara cînsiyetparêziya civakî de hin normên tên rêz kirin, hin danezanên îdeolojîk, pêçana jinan û di qadên gelemperî de cûda kirineke cînsiyetparêz. 2. Beştarbûna jin a di perwerde, bîrokrasî û tevlîbûna wê a hin beşên pêşeyî tê asteng kirin. 3. Her wiha qanûna ceza a li dijî jinê ku bi xwe re ciyêwaziyê tîne, ji bo amade kirina pergalek nû a zagonî dikeve meriyetê. Destura bingehîn hiqûqa îslamê anî. Rêzikên vê hiqûqê jî qanûna welatiyan, qanûna ciza û qanûna malbatê destnîşan dike. Bi kurtasî ev qanûn di her mijarê de dijayetiya jin dike û qanûna malbatê ser esasê ciyêwaziya cinsî tê saz kirin. Ligor vê yekê kevirê bingehîn ya hiqûqa malbatê cihêtî û desthilatdariya zilam e ku bi vî rengî tê saxlem kirin. Bi giştî mirov dikare bibêje ku hemû hiqûq li ser bingehê zîhniyeta desthilat a dewleta mezhebî û kevneperest a komara islamî tê serirast kirin. Ger mirov vê yekê weke tund û tujiya destura bingehîn binirxîne vê ne şaş be.

Bi rêya qanûnan dagirkirina civak ê

Yek ji mijara ku ez pirr girîng û pêvîstî bi nirxandinê dibînim jî zewaca demî ye. Ji ber ku rejîma dewleta mezhebî û kevneperest a komara islamî ji aliyekê jinê bi sucên têkiliyên dervê zewacê mehkumê recm û lêdana bi qemçî dike, lê di aliyekê din de jî zewaca demî a ku zîhniyeta desthilatdar a dewletê bi qanûnan diparêze, pêş dixîne. Bi giştî mirov dikare bibêje zewaca demî cureyek fuhûşê ye ku ji aliyê pergala desthilatdar a rejîma îslamî a Îranê tê pêşxistin e. Zewaca demî, li hemberê pereyek ku berê de tê destnîşan kirin, zilamek biqasî ku bixwaze vê bi wê jinê re têkiliya cinsî deyne. Ji xwe ev ligor qanûnên rejîma îslamî a Îranê peymanek ji bo danîna têkiliyên cinsî tê pêşxistin. Her wiha ligor vê zilamek dikare bi qasî ku dilê wî dixwaze zewacên demî bike û kengê dilê wî bixwaze vê peymanê têk bibe. Li vir wek hûn jî dibînin, dîsan li ser bedena jin tehekûm û bêrêziyek pêk tê. Ya ku li vir tê pêşxistin destavêtinek bîstû çar saetan a li ser bedana jin e. Bi vê yekê tê xwestin ku ne tenê jinê di hêla fîzîkî, her wiha di hêla rih û mêjî de jî têk birin e. Di vir de a tê kirin, bi rêya zîhniyeta desthilatar a dewletê, jin kirina amorek ku di her kêliyê de dikare bedenê wê bê dagirkirin û ji hêla rihî de bê kuştin. Ji xwe dewleta mezhebî û kevneperest a komara islamî vê yekê bi qanûn bi hêz dike û wek rastiyan ji civakê re dide pejirandin. Lê civak hay jê nîne ku a bi rêya wan qanûnan dikin ne dagirkirin, têk birin û bidest xistina bedena jin e, di şexsê jin de kole kirin û têkbirina hemû nirxên civakî ne.

Civakek azad, encax bi têkoşîna jin pêkan ne

Jin di her qadên civakî de rastê van qanûnên ciyêwaziyê tên. Mirov dikare bibêje tevlîbûna jin a di nav siyasetê de jî pirr bi sînor e. Her çend di van salên dawî de hin sazî û dezgehên jinan hatibin birêxistin kirin jî, pirr lewaz mane û nekarîne ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bînin. Yan jî berde bibin dengê çareseriyê, nekarîne birêxistiniyek xurt ava bikin û dengek bilind û bi bandor a li dijî pergalê bilind bikin. Rêxistina jinên îslamî yên femînist a ku bi reformên di dîn de daxwaza çareseriyê dike jî nikare ji daxwaz û pirsgirêkên jinên Îranî re bibe bersiv. Ji xwe femînîstên îslamî ji hin kesên çîna navîn in û bê ku yek ser bi dîn re bikevin nav nakokiyan dixwazin ji pirsgirêkên jin re rêyên çareseriyê bidest xînin. Ligor femînîstên îslamî, dînê îslamê ji aliyê zîhniyeta zilamê serdest we hatiye dorpêç kirin û bi têkbirina nêrînên ku jin xistine asta duyemîn de û bi ji ortê rakirina van pêkanînan dikare azad bibe. Nêrîn û nêzikatiya ji pisgirêkê nîşan dide GERILLAku wê nekaribin ji pirsgirêkek çendîn kur û dîrokî re bibin bersiv û li hemberê pergala desthilatdar a rejîma melayan a Îranê alternatîfek bi hêz deynin holê.

Lê têkoşîna bi salan a jinên Îranê ne bê encam bû. Herçend rejîma Îranê di dem û pêvajoyên cûda de xwestibe dengê jinan bibire jî îro di pêşengtiya jinên Kurd de li tevahiya rojhelatanavîn têkoşîna azadîxwaziyê bandorek mezin daye avakirin. Ji bo azadî û wekheviya cinsî alternatîfa herê bi hêz, têkoşîna bê navber a jinên Kurd e ku îro di her qadên civakî de tê meşandin. Li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo yên, “ Heya jin azad nebe, civak azad nabe.” carekedin da nîşandayîn ku civakek azad bê jin ne mimkun e û ji bo civakek demokratîk a ji her cûre zilm û desthilatdariyê re dibêje na, pêvîste ji her demê zêdetir li dij desthilatdariya pergala rejîma îslamî a Îranê ku bi qanûn û pêkanînên dij mirovane yên li dijî jinê dixwaze zîhniyeta xwe li ser civakê bide ronişkandin, derkevin.