Di pergala Îranê de cih û rola Jinê

- Site varsayılanı
672 views

IRAN KADIN 1Jin di gelek qadên têkoşînê de cih digirin û piranî ev xebatên wan vê bi pisgirêkên civakî re bi sînûr bimînin. Lê jin di mijara daxwazên siyasî de, herçend lewaz be jî dengê wan hêdi hêdî bilind dibe. Bere wê jin hertim ji bo daxwaz û pêdiviyên welat, ji bo pirsgirêkên giştî di nav liv û tevgerê de bûn. Û ev ji aliye gelek derdoran we dihat pejirandin, her wiha piştgiriyek mezin ji çalakiyên jinan re dihat kirin. Lê dema jin ji bo mafên xwe dengê xwe bilind dikirin, dengên dijber jî bilind dibûn û ew yek li dijî îslamê dihat nirxandin. Lêbelê weke ku di tevahiya dîroka Îranê de em dibînin, dîsan dengên dijber yên mela û zagonên şerîetê wê bikevin devrê. Li hemberê destkeftî û têkoşîneke herê biçûk a jinan vê bê tehemûliya xwe carekedin bidin nîşandan. Li rexmê hemû zor û zehmetiyan dengê jinan jî bilindtir dibe.

Di qadên siyasî de dengê jinan

Di salên 1941-52’an de emê jinan di qadên têkoşîna siyasî de jî bibînin. Lêbelê, ji bo daxwazên siyasî xwe birêxistin kirin ewçend jî asan nebû. Ji bo vê jin zêdetir bi cih girtina nav rêxistinên giştî hewl didan dengên xwe berz bikin. Lê mixabin, wek her car vê jin di nav sazî û dezgehên heyî, yan jî rêxistinên giştî de zêdetir bi pirsgirêkên ku di welat de tên jîn, mijûl bibin.
Polîtîkayên Mihemmed Riza Şah yên çewisandinê, tevgerên jin jî bandor dike û derveyê weşanên nêzî qesrê, hemû sazî û dezgehên jinan tên qedexe kirin. Weşanên nehatin girtin jî mecbur bûn ku ligor siyaseta qesrê weşanê bikin. Konseya bilind a jinên Îranê ji aliyê xwîşka şah Prenses Eşrefin tê damezirandin. Ew tevger di 1966’an de di bin navê partiya jinên Îranê tê birêxistin kirin. Ew tevger vê wek tevgera herê mezin û bi hêz ku ji dewletê alikarî digirt, bihata nasîn. Her wiha rêveberên rêxistinê ji aliye qesrê ve tê destnîşan kirin. Di pêvajoya ku mafê siyasî yên jinan di nîqaşê de bûn; ji bo cara ewil jina bi navê Fatma Seyyah parazvana mafê jinan li pêşiya raya giştî mijarê têxe nîqaşê, kovara bi navê jinên îranê derdixîne û pêşengtiya têkoşîna mafê dengdanê dike.
Yek ji pêşengê siyasî li Îranê Musadiq, tenê li ser esasê berjiwendiyan wê di sala 1951-53’an de ji bo polîtîkayên neteweyî kirina petrolê wê dîsan serî li piştevaniyek xort ya jinan bide. Lêbelê di aliyê din de jî jin rastê dijberiya der û dorên olperest dihatin. Olperest ji bo hêza xwe nîşan bidin, di her hêlê de dengê xwe yê dijber bilindtir dikirin û xwe pêçana jinan teşwîq dikirin û dibistanên keçan yên li melbendan didan girtin.

Daxwaza mafê dengdanê

Di encama têkoşîna jinan de pergala monarşîk a Pehlevî di 1960’an de di du qadan de guherînên nû çêdike. Ya yekemîn IRAN KADIN 4di 1963’an de mafê jinan yê hilbijartinê nasîn, ya din jî di sala 1967’an de bi derxistina zagona parastina malbatê, hin serirastkirinên di pirr zewacî, mafê girtina zarok û hevûdû berdanê de tên çêkirin. Yek ji rojeva esasî a tevgerên mafê jinan, mafê dengdanê bû û ji bo vê jî hema bêje pêncî salan têkoşîneke lewaz lê bi israr tê meşandin. Di 7 Çileya 1963’an de, ku her sal ji bo protesto kirina “qedexeya xwepêçanê” çalakî dihatin meşandin, rêxistinên jinan tevlî wan protestoyan nabin û di 24 Çile de bi amadekirina çalakiyên kar berdanê daxwazên xwe yên mafê dengdanê tînin ziman. Du roj piştî wê çalakiya jinan Şah, mafê degdana jinan xist nav bernameya xwe a referandûmê û bi wî rengî di 26 Çileya 1963’an şûnde jinên Îranê mafê hilbijartin û dengdanê bidest xistin. Lêbelê vê nîqaşên li ser mafê dengdana jinan demeke dirêj bê meşandin û wê ev biryar nezagonî bê destnîşan kirin.

Qanûnên şerîetê

Di helbijartina giştî ya 17 Îlona 63’an de 6 parlementerên jin tên hilbijartin. Di meclîsa bîst û sêyemîn de 15 parlementerên jin û di senatoya şeşemîn de jî 3 jin ji bo senatoyê tên hilbijartin. Ji wan du kes tên helbijartin û yek jî tê tayin kirin. Helbet alimên dînî ranawestin û li dij vê yeke derdikevin û vê li dijî îslamê dinirxînin. Di her pêvajoya ku dengê jinan bilind dibe de tirs û xofa olperestan jî zêde dibe. Ev yek rastiyek bû ku di wan salan de derdorên olperest, kevneşop xwedî vê nêrînê bûn ku jin ne kamilin û nikarin di mijarên siyasî de biryar bidin. Ji aliyekê jî hin kes ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî mafê hilbijartin û dengdana jinan dipejirandin. Di encam de mafê dengdana jinan di navbera olperestên radîkal û pergala monarşîk de bibû amûrek siyasî.
Di her pêvajoyê de mijarên jiyan û hiqûqê ku jin elaqeder dike, wek zewac, hevûdu berdan, mîras û hwd. wek kevneşopîyekê di destê şerîetê de tê girtin. Li Îranê hertim şerîet wek zagona welatiyan û malbatê tê qebûl kirin.

Di zagona 1975’an de hin guherînên biçûk

Ligor guherînên ku di zagonê de tê çêkirin, zilam kengê bixwaze nikare jinê berde û ji bo vê biryarê sînoran datîne. Lê ligel vê yekê jî jin pirr bi sînor dikare dawxaza berdanê bike. Mijarek din jî sînordar kirina piranli-kadin-1979-hicap-yasasi-protestosuirr zewaciyê ye. Lê ev biryar jî dîsan ligor quranê hatiye serê rast kirin û wiha tê gotin: “Ger zilamek bikare ferq û cûdahiyê nexe nav jinan, dikare bi gelek jinan re bizewice.” Ev jî dide nişandan ku her zagona tê amade kirin, dîsan ligor zîhniyeta zilam û dij mafê jyanî yê jinê ye. Biryarek din a herê sosret jî dema zilamek bixwaze carekedin bizewice pêwîste jina wî vê rewşê bipejirîne. Dîsan di zewaca sixe ku hîna jî li Îranê ev cûre zewac heye, tu guherîn nayê çêkirin. Zewaca sîxe mirov dikare bêje cûreyek fuhûşê ye ku her tim ji aliyê pergala desthilatdar a rejîma Îranê bi qanûnan hatiye parastin. (ligor zewaca sîxe, zilamek dikare ji bo saetekê, dû saet, hefteyek, yan jî mehekê bi jinekê re bizewice.)
Dema mirov guherînên di zagona parastina malbatê de mêzedike a rast pirr zehmete ku mirov bêje ev zargon dawî li newekheviya di navbera zilam û jin de aniye. Dîsan zilamtî û di her qada civakî de mirov dikare bandora zilam û siya wî li ser her şaneyên civakî bibîne. Weke ku di pergala şoreşa îslamî de jî em dibînin, di wê demê de jî di mijarên hiqûqa dînî de ku li ser esasê cihêkariya cinsî û newekheviyê hatiye avakirin, zêde tiştek berbiçav nayê guhertin û mirov dikare bêje qet dest li vê hiqûqê nayê dayîn.
Helbet bi hin guherîn û veguherînên biçûk ku tenê ji bo xwe rojavayî dana nişandan dihatin pêşxistin wê zêde tesîrek e civakî nedaba avakirin. Ji xwe nêzikatiya Şah jî wek her pergala heyî rola jinê wek dayîka baş, jina baş, berpirsa mezinkirina zarok û ji bo avakirina welêt dema cihe vê hat xebatkareke baş bû.

Rewşa civakî û ekonomik  

Berê derbeya leşkerî a 1953’an heta dawiya salên 1979’an di dîroka Îranê de dehata petrolê di pêşveçûna ekonomiya welat de rê li pêşketineke mezin vedike. Lê ji ber ekonomiya neyeksan jin bi awayek neyînî ji rewşê bandor dibûn. Jin di qada perwerde, hilberandin, îstihdam de gelek paş dimîne. Helbet ew rewş li herêma gundewarî her ku diçû nebaştir dibû. Helbet keda jin a di her qada civakî de dide wek ked nayê dîtin û jin di gelek xebatan de bê ku heqdesta keda xwe bigire, kar dike. Dîsan di asta pêşeyî de rajeya jinan pirr kêm tê dîtin. Bi kinahî di qada ekonomîk de jî ji bo jinan zêde guherîneke berbiçav nayê dîtin. Keda jinê wek ked ya nayê dîtin, yan jî li hemberê heqdestek pirr kêm jin tên xebitîn. Jixwe tê zanîn keda jin a di mal û mezinkirina zarok wek ked nayê hesibandin, her wiha di nav civaka gund de jin bê heqdest dihatin xebitandin.
MANjpgDi sala 1956’an de tevlîbûna jinan a qada xebatên ekonomîk li bajar û gundan hema hema weke hev in. Ew rêje nêzê %9 bû û di 1971’an de li bajaran %7.5 an daxistinekê mirov dibîne. Li gundan jî ew rêje derketiye %15.7 an.  Ev jî dide diyar kirin ku jinên tên bajêr, derweyê xebatên ekonomîk tên hîştin. Bi giştî istihdama jinan a di qada kar de ligor 1966’an %55 e, 1972’an jî %64 e. Karên ku jin dide maşandin, li hemberê heqdesteke pirr biçûk çêkirina tevn, karkeriya çêkirina paketên zad û hwd. ku dide nişandan ka jin di qada ekonomîk de jî li hemberê çi zor û zehmetiya re rûbirû maye.
Li Îranê di hemû pêvajoyan de kêm zêde jin rastî pirsgirêkên cihê hatiye. Ev pirsgirêk helbet ligor dem û pêvajoyê tê guhertin; lê tişta di tevahiya dîroka Îranê de qet nehatiye guhertin zîhniyeta serdest a zilame ku di her şaneyên civakê de hatiye belavkirin e. Tund û tûjiya li ser jinê tenê reng digohere. Di her pêvajoyê de dema pergala heyî pêwîstî bi hêza civakî ya jinê dibine, deng, reng û mafê jinê nas dike. Lê dûv re vê qet neyê bîra kesekê ku mafê jinan jî tê binpêkirin û pêdivî bi guherînên civakî hene.
Emê di beşa dawî a vê nivîsê de jî bibînin ku jin di her pêvajoya ku li Îranê pergala dewletê pêwîstî bi dengê civakî heye, jin daketine qadan û ji bo başî û serfiraziya welat têkoşîn dane meşandin. Lê dema behs bê ser daxwazên parastina maf û wekheviya cinsî wê demê zagonên dînî dikevin merîetê û bilindbûna dengê jinan vê guneh bê hesibandin.

Wê bidome…