Di pêşxistina wêjeyê de rola jina Kurd

- Bermal ÇEM
1K views

Wêje ji bo her miletekê wek mîxê jiyanê ye. Gelek bê wêje, ji pîvanên etîk û estetîkê jî dûre. Di heman demê de di zanist û çandê de jî korbûnê jiyan dike. Hêz û wateya di peyvê de veşartî dikare rastiya dîrokê bigihîne pêşerojê. Lewra gotin hêza rastî û afirîneriyê ye, di hiş û jiyana mirov de wek tovê hebûnê berhemdar e. Em dizanin ku hest û raman, bi gotin, bi peyvê watedare; kûrahiya di peyvan de veşartîye, dibe ziman, dibe aso û bîra civak ê.  Lewra gelek caran peyvên li ser baskê pênûsa wêjevanan rastiya hebûna gelekê parastiye û serpêhatîya gelek dem û dewranan gihandîye rojame. 

Em di dîrokê de jî dibînin ku gelek raman, bawerî û şoreşên cîhanê bi wêjeyê re bûne yek beden û belavê jiyanê bûne.  Lewma zimanê dîroka her gelek ê, di heman demê de di wêjeya wê de hatiye îfadekirin û estetîze kirin. Di heman demê de zimanên wêjeya wê jî baweriya wî serdemê îfade dikin, bi hêza gotinan jiyana mirov dorpeç dikin. Em dizanin ku helbest an jî pirtûkek ka çiqas li ser jiyana me bandor kiriye. Di jiyana her mirovekê de roman an jî helbestekê herikîna rêwîtiya wê/wî bandor kiriye û jiyana wê/wî daye guhartin. Lewra wêje zimanê hest, raman û giyanê ye. Meşa civakekê, qedera gelekê dikare bide guhartin. 

Destan û berxwedanên dîrokî

Di dîroka wêjeya Kurdî de jî gelek navên navdar û navên dibe ku nayên nasîn jî hene ku di civaka gelê Kurde bi bandor in. Çi bi devkî û çi jî bi nivîskî be, rastî û çanda jiyana civakê heya rojame gihandine. Beriya nivîskî, bi rêya çîrok û dengbêjiyê ev rastî gihaye heya roja îroyîn. Wêjeya Kurdî bi zimanê xwezayî û civakî erka xwe lîstiye. Ji ber ku zimanê Kurdî zimanek wêjeyî û helbestiye, bi jiyanê re hatiye hunandin. Bûye zimanê dayîk û xwezayê.   

Em di destan, çîrok û helbestên wêjevanên Kurd de peyamên civakî dibînin. Destan û berxwedanên dîroka Kurd bi rêya wêje û dengbêjiyê heya roja îro gihandine, bi vê rêyê jî ji dîrokê re mîrateyek dewlemend a çand û wêjeyê hiştîne. Di heman demê de, di nav şert û mercên herî bi zehet de û bi rêya wêjeyê şerê hebûna parastina çand û ziman dane meşandin. Heskirina ax û welat bi rêya vî zimanî hatiye bi wate kirin. Gelek navdarên Kurd ji bo ku bi rewşenbîr, zanyar, nivîskar û hunermendên Kurd bidin nişandan û bibêjin “vaye, li ruxmê hemû zilm û zordariya serdestan, em hene!”, li hember desthilatdariyên serdemên ku têde jiyan dikirin, bi pênûs, deng û hunera xwe têkoşîn dane meşandin. Helbet ev yek di heman demê de zanistek xwebûnê ye jî. 

Şopên şerên ku hatine jîn, her wiha demên berya xwe jî gihandine rojame. Xûya ye ku gelek nivîskar li hember beg û mîrên ku pişta xwe dane gel jî sekinîne û şerê yekîtiya gelê Kurd dane meşandin. Nakokiyên wan serdeman, em di berhemên wan deman de dibînin. Di gelek destan û çîrokên evînî de jî em rastê heskirina welat, rastiya civak, berxwedanî, şer û zordestiya li ser gelê Kurd anîne ziman, tên. Çîroka Mem û Zîn, Derwêş û Edûlê, ji van mînakanin. Wêjevanên Kurd bi baweriya nirxên dîrokî, pênûsa xwe wek çek bikar anîne. Ruxmê hemû êrîşên çandî û leşkerî, polîtîkayên asîmîlasyonê jî zimanê dayîkê wek nasnameyek girtine dest û ji bo wê jî şerê parastina ziman dane meşandin. Em îro dema ku berhemên hûnerî diafrînin, hewceye berhemên wan deman bigirin dest û dîroka xwe şîrove dikin. 

Peyvên ji rûçikên jinê diqetin

Wêjevanên ku êş, kêfxweşî û lehengtiya civakê anîne ziman, bûne pêşeng û mînak. Çîrokên evîn û evîndariya warê kevnar, keç û lawên Mezrabotan, bi lêv kenîya pênûsên xwe xemilandine. Ruxmê qedexeyên li ser zimanê Kurdî, bi hemû dewlemendiyên zaravayên Kurdî, wêje bi têkoşîna rêwiyên li du wateya heqîqetê de xwe gîhandiye rojame. Hêza watedayînê bi wêjeyê biyek beden bûye. Lê, em nikarin bibejin ku ev qedexeyên li ser ziman û çanda Kurd rê li helandinê venekiriye û qet ew bandor nekiriye. Ji ber vê, nivîskarên Kurd ji bo ku zimanê pêşerojê lal nebe, bi zanebûna zimanê dayîkê tevgeriyane. Gelek gotinên pêşiyan hene ku dibên; “Mirov bi çi zimanî bipûnije, ziman û estetîka wêjeya wê jî ew e.” Ev yek nasnameya mirov diyar dike. Em di vir de şereke rasteqîn a nivîskarên Kurd ya li dijî zordaran bi awayek zelal dibînin. Em ji bîr nebin ku bi zimanê dayîkê hizrîn û axaftin hebûna me parastiye. 

Di dîrokê de, di nav dengê wêjevanan de gelek jinên Kurd hene ku pêşengtiya civakê kirine, lê mixabin ev jinên têkoşer zêde nayên nasîn. Bi taybetî li Rojhelatê Kurdistanê reng û dengê jina Kurd a rewşenbîr û hunermend di herîkîna dîrokê de xwediyê rolek girîng bûye. Di berhemên van jinên navdar de rengîniya çanda Kurdî û xweşikahîya xwezaya Kurdistanê bi zimanek gelerî, di heman demê de bi awayek felsefîk hatîye ser ziman. Peyvên li ser dilê wan bask dane û li hemû war û welatan geriyane. Ger em çend ji wan jinên Kurd ên wêjevan bigrin dest: 

Daye Tewrêza Hewramî

Ev keça Yusuf begê Derzyanî ye. Di sedsala 8. a hicrî de, li gundê Derzyan ji dayîk bûye. Ji civaka ku tê de jiyan dikir, pêşengtî dikir û bi helbestên xwe dihat nasîn. Jinek xwendevan û perwerdekirî bû, di nivîsên xwe de xweza û mirov di nav ahengekê de digirt dest û dinivîse. Di heman demê de tembûrvanek gelek xurt e. Bi felsefeya Zerdûştî bawer dike. Yên ku wê demê bi felsefeya Zerdûştî bawer dikirin re ‘Yaran’  digotin. Ji xwe di helbestên xwe de her tim ev felsefe daye jiyan kirin. 

Ey Yaran kombûna li cemexaneyan

ji bo dostan û başane. 

Herkesê liwir başîyê bike,

wê karê wê sivik û hesan bibe.

Ew kombûn ji bo paqijbûna derûniya başan û xwedê nasane.

Daye Tewrêz, di vê dubeytê de banga paqijiya giyan û raman dike. Lewma dibêje, civakek encax bi xweşikiya giyan û raman dikare bibe civakek zelal. Di vir de daye Tewrêz xwestîye  ku hêza jin di raman û hest de nişan bide. Heta dawiya jiyana xwe bi wêje û hunerê re eleqeder bûye.

Rihan Xanima Loristanî

Rihan Xanim, evîndara evîna Yezdanî bûye. Hundirê wê bi vê evîna bê hempa dorpeç bûye. Ew wek stêrka Loristanî tê bi nav kiririn. Li gor pirtûka Serencamê, Rihan Xanim di sedsala 5’an a hicrî de, li dorhêla Yafteko li Loristanê ji dayîk bûye. Di gelek civat û diwanxaneyan de helbestên xwe xwendiye û di dema xwe da li temburê daye. Di dubeytiyeke xwe de wiha dibêje: 

Ey kekê Rida, tu tundiya pêla rûbarê Medanî. 

Ew rûbarê ku demekê Şa Xweşîn bargeha xwe li qiraxa wî danî bû.

Tu ketî sitayîş û perestişa wî 

û paşî te bawerî pê anî û te rêbaza wî pejirand. 

Tu balindeya beyanî, xêza esimananî.

Lîza Xanim

Di wêjeya Kurdî de Lîza Xanim xwediyê cihek grîng e. Eslê xwe ji malbata Caf e. Ew jî di sedsala 5’an a hicrî de jiyan kiriye. Li Şarezorê ji dayîk dibe, lê belê piştre diçe Loristanê û li wir jiyana xwe didomîne. Di warê hunerî de jî li pêşe. Ji awazên welatê xwe helbestan dihune. Ew di temenek biçûk de dikeve nav lêgerîna rêya zanist û hunerê. Hîn di wan deman de xwedî ramanek xurt e, di helbestên xwe de jiyan, xweza, civak û rastiya mirov girtiye dest. Lîza Xanim bi xwe ji baweriya Yaran e û bi felsefeya Zerdûştî jiyan dike. Di warê olî de heskirina xwezayê tîne ziman. Bihişta cîhanê bi xweşik bûna demsalan, bi rengê bihara Kurdistanê pênase dike. Bihar wek peyvên pîroz li ser pênûsa Lîza Xanimê dibare. Liza Xanim di dubeytek xwe de wiha dibêje:

Ey Heyderê cewhernas, 

maweyekê ez di eyneyê de bûm 

û ez di nava gêjitiya tavgeha wê avahiyê de dijiyam. 

Naha ji min re dibêjin ey keça Caf,

di vê tu qebaleya sir û raza Yarî 

ku di nava çîyayê Mesaf de ye bînî.

Dayê Xezana Serketî

Xezane keça Ehmedê Serketî ye. Di destpêka sedsala 5. a hicrî de, li gundê Serket ji dayîk dibe. Dayê Xezan hîn di temenek biçûk de eleqeya wê a ji xwendin û nivisandinê re pêş dikeve. Ji ber ku di nav zirûfên zahmet de jiyan dike û bavê xwe wenda dike, li ber destê dayîka xwe perwerde dibîne û fêrê xwendin û nivîsandinê dibe, piştre jî li gel mamosteyê gund perwerdeya xwe didomîne. Hîn di temenê ciwan de, bera xwe dide wêje û hunera kurdî. Bi taybetî li ser êş û keserên jiyanê gelek helbestên dayê Xezan hene, her tim zilm û zoriya jiyana paşverû aniye ser ziman. Ew şagirta dayîka xwe bû û bi baweriya Zerdûştî mezin dibe. Dayê Xezan di destpêkê de li dijî Babe Nawûsê Serketî serî hildaye, lê piştre ku Babe Nawûs bawerî bi baweriya Yaran aniye, ew bûye aligirê wî û ji bo vê felsefeyê di nav gel de xebat daye meşandin. Dayê Xezan li gundê Serketê jiyana xwe ji dest dide, li wir tê binax kirin. Mixabin gelek dubeytên Dayê Xezan windane, lê hin dubeytên wê di pirtûka Babe Nawûsê Serketî de hatine tomarkirine û heta roja me ya îro hatine. Helbestên Daye Xezan piranî li ser rêbaza Yarî ne.

Kurê min Şêro, 

Babe Nawûs gel werem û werez kiriye

 û zilm û zorê li gel dike. 

Were bike hewar û gel ji deste vî mirovî rizgar bike. 

Weke şêrekê wî têk bibe 

daku em û gel ji zordarîya wî xilas bibin.

Dema ev helbest hatîye nivîsandin Babe Nawûs hîn bawerî bi rêbaza Yaran neaniye.

Fatime Loreya Goranî 

Ev stêrka geş û bi nav û deng a wêjeya Kurdiye ku li şewqa welat diçirise. Ji Loristanê ye û keça Babe Loriyê Loristanî ye. Ji eşîra Birîşahê Goran bûye. Di sedsala 5. a hicrî, li Hemedanê ji dayîk dibe. Ew bawermenda Yezdan û evîndara Baba Tahirê Hemedanî ye. Evîna xwe li axa Kurdistanê xêz dike û helbestên xwe bi evîna Baba Tahir diherikîne hembêza jiyanê. Bi xwe li xanedana Baba Tahir jiyan dike, bi baweriya heqîqetê di nav lêgerînan deye. Baba Tahir jî di nav heman evîndariyê de ye. Ji Şa xweşîn daxwaz dike ku mara wan bibire. Fatime Lorey yek ji aligirê Şa Xweşîne û li du heskirina îlahî de dimeşe. Jiyana xwe bi baweriya heskirina Baba Tahir û di wateya heskirinek îlahî de derbas kiriye. Ew jinek wêjevan, hunermend, lêgervana rêbaza Yaran û pêşenga warê xwe bû. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide, li kêleka Baba Tahirê Uryan tê veşartin. Fatime Lorey di nivîsandina helbestan de gelek bi hêz bûye. Helbestên xwe di nav civak ê, di dîwanxaneya de xwendiye. Fatime Lorey di lêdana temburê de jî jêhatî bûye. 

Vaye, ev du roje ku yara min bûye mêvanê min. 

Ew mêvanê her du cîhanê ye, 

singamin di roja axiretê de bibe textageh jêre. 

Yara min Şa Xweşîne, 

ev du roje ku li Xaneqînê bûye mêvan ji min re 

û mêvanê min ayîne.

SPOT: Em nikarin bibejin ku ev qedexeyên li ser ziman û çanda Kurd rê li helandinê venekiriye û qet ew bandor nekiriye. Ji ber vê, nivîskarên Kurd ji bo ku zimanê pêşerojê lal nebe, bi zanebûna zimanê dayîkê tevgeriyane. Gelek gotinên pêşiyan hene ku dibên; “Mirov bi çi zimanî bipûnije, ziman û estetîka wêjeya wê jî ew e.” Ev yek nasnameya mirov diyar dike. Em di vir de şereke rasteqîn a nivîskarên Kurd ya li dijî zordaran bi awayek zelal dibînin. 

Çavkanî: Dîroka Wêjeya Kurdî