Di rêya tunebûnê de parastina hebûnê

- Newaya Jin
411 views

Di 3’ê Tebaxa 2014’an, nemaze di sedsala 21’an de û li pêş çavên cîhanê wê êrîşek berfireh a qirkirinê li dijî gelê Êzidî bihata destpêkirin. Di hedefa van êrîşên hovane û dij mirovî ên çeteyên DAIŞ’ê de jî wê jin û zarok hebana. Ahlam Avesta jî yek ji wan jinên ciwane ku di 4’ê Tebaxa 2014’an de dîl ket destê çeteyan û bi gotina; ‘zindî hiştina hêviya rojekê ez ê ji dest çeteyan rizgar bibim û ji bo rizgariya jinên din bixebitim, hişt ez bigihim azadiya xwe’ behsa wan rojan dike.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an, nemaze di sedsala 21’an de û li pêş çavên cîhanê wê êrîşek berfireh a qirkirinê li dijî gelê Êzidî bihata destpêkirin. Di hedefa van êrîşên hovane û dij mirovî ên çeteyên DAIŞ’ê de jî wê jin û zarok hebana. Ew ê bi sedan jin û zarok dîl biketan dest, di bazarên koleyan de bihatana firotin û rastê şikenceyên derûnî û fîzîkî bihatana. Helbet di dîrokê de gelê Êzidî rastê gelek fermanan hat, lê ev ferman, yanî fermana 74’an wek tu fermanên din nebû!.. Ji ber ku fermana 74’an vê di sedsalekê de pêk bihata ku qaşo wek sedsala herî pêşketî a mirovahiyê dihat pênase kirin, lê ev sedsal wê di hişê mirovahiyê de wek sedsala qirkirin û şerma herî mezin a mirovahiyê bihata tomar kirin.   

Ahlam Avesta jî yek ji wan jinên ciwane ku di 4’ê Tebaxa 2014’an de dîl ket destê çeteyan û bi gotina; ‘zindî hiştina hêviya rojekê ez ê ji dest çeteyan rizgar bibim û ji bo rizgariya jinên din bixebitim, hişt ez bigihim azadiya xwe’ dest bi vegotina wan rojan dike:

Hûn dikarin hinekê qala jiyana xwe a beriya êrîşa DAIŞ’ê a ser Şengalê bikin û bidin diyarkirin ka li kîjan herêm an jî gundê Şengalê dijiyan?

Ez, du birayên xwe, tevî dayîk û bavê xwe li navenda bajarê Şengalê bixwe diman. Bavê min di sala 2009’ an de, li ser rêya Musilê hatibû qetilkirin; heyanî îro jî em nizanin ka çi bi cenazeyê wî hat.

Jixwe beriya fermana 2014’an me jiyana xwe bi awayek asayî didomand. Ez û du birayên xwe diçûn dibistan ê. Min dibistana xwe heyanî refa çaran qedand. Birayê min yê ji min biçûktir jî diçû dibistanê û yê mezin jî ji bo debara malê bike, diçû kar.

Tu wê demê çend salî bû û cara yekê çi demê û çawa hûn hay li rewşê bûn?

Di roja 3’ê Tebaxa 2014’an, di 10’ê serê sibê de çeteyên DAIŞ’ê ketin nav bajêr. Jixwe dema ku em pê hesiyan êdî pir direng bibû, bi çend deqeyan beriya ku çeteyên DAIŞ’ê xwe bigihînin bajêr, me wek malbat hewl da ji bajêr derbikevin û bera xwe bidin çiyayê Şengal ê. Lê tiştek din hebû ku me nedizanî, ew jî ev bû ku cîranên me yên em bisalan bû bihevre dijiyan ew ê xiyanet li me bikirana. Dema ku me xwest ji bajêr derbikevin cîranên me yên Ereb pêşiya me girtin, em asteng kirin û rê nedan em xwe rizgar bikin. Jixwe cîranên me yên Ereb bi çeteyên DAIŞ’ê re hevbeş dixebitîn û li ber me disekinîn û digotin ev Êzidî ne. Wan xiyanet li me û cîranê me yên Êzidî,  malbata mala Hesen Qirmiş kirin.

Di wan kêliyên ku me hewl dida xwe rizgar bikin bi sedan çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtan ketin bajêr û bi “ellah û ekber” diqêran. Ji her kesekê dixwestin û dipirsîn bizanibin ka kê/î Êzidî an jî misilman e.   

Hûn dikarin behsa wê kêliya ku dîl hatin girtin bikin; hûn birin kuderê?

Rojek pir bi êş û jan bû, cîranê ku xiyanet li me kir destên birayê min yê mezin girêda û ew yekser radestê çeteyan kir. Ez, dayîk û birayê xwe yê biçûk jî du rojan di malê de man. Piştî du rojan çeteyan em bi wesayîtên xwe birin Mûsil û Til Afet ê. Em 13 rojan li wir man, dovre em hemû jinên ciwan cûda kirin û li cihekê kom kirin. Ez ji dayîka min cuda kirin û tevî bi sedan jinên ciwan ên Êzidî birin cihekê ku ewder wek navenda DAIŞ’ê a “keç” an hatibû avakirin.

Ez bixwe sê mehan di destê çeteyên DAIŞ’ê de mam. Min bi gelemperî hemû jinên ciwan ên anîbûn wir nas dikirin; ev yek jî ji ber taybetmendiya civaka me a Êzidî bû, ji ber em Êzidî wek civakek di nav hev de û hemû naskiriyên hev in, ji aliyê din de jî me jiyana xwe bi hev re derbas dikir û naskirin jî bi vî rengî dihate çêkirin.

Hûn kengê û çawa ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn?

7’ê êvarê bû û derfetek pir baş ji bo ku em ji cihê lê dîl dihatin girtin xwe rizgar bikin, pêk hat.  Ji bo wê me xwe amade kir û di 15’ê Cotmeha 2014’an de, ez û tevî hevala xwe a bi navê Fexriye bi hev re ji destê çeteyan rizgar bûn. Em 4 şev û rojan di rê de man. Me ji ber tirs û şikenceya çeteyên DAIŞ’ê rêya xwe winda kiribû. Hejmarek telefonan bi me re hebûn; ku beriya wê me bidest xistibû û ji me re hatibû gotin ku yên hevalan in.

Dema ku ez hîn li cem diya xwe bûm û em hemû jin li ba hev kom dibûn, wê demê me di navbera xwe de bi dizîkan ev hejmara telefonê belav kiribû. Ji me re beriya wê jixwe hatibû gotin ku ev hejmar yên şervanên PKK’ê ne û alikariya Êzidiyan dikin. Me xwe bi awayekê gihand cihê Çil-Mêran a destpêka çiyayê Şengal ê. Li wir şervanên PKK’ê û Êzidî hatin pêşwaziya me û em birin rojava.

Li cihê ku hûn radigirtin çend jin hebûn, yên ku te nasdikirin hebûn?

Behsa kiryar û şikenceyên çeteyan kirin birastî jî ji bo min pir zehmet e. Ji bo wê jî ez ê lêborîna xwe bixwazim û vê mijarê derbas bikim, ji ber ku ez ê nekaribim behsa şêwazê şikenceya wan bikim. Ji ber ku rêbazên şikenceyê ku di şexsê me jinên ciwan û hemû jinên Êzidî de li tevahiya jinan dikirin, pir bi hov bûn.

Min beriya wê ji gelek ragihandinên kurdî û navnetewî re roportaj çêkirin. Lê ev yek tenê ji bo vê bû ku van wek berhem ji bo desthilatdariyên xwe bikarbînin, derveyê vê ji bo me Êzidiyan tu tişt nekirin. Min ev roportaj erê kir, ji ber ku dema ji min re hat gotin ev ragihandina jinan e û bi baldariyek mezin nêz dibin, min zanî ku ew ê herê baş dengê me rabigihînin. Bi taybetî di salvegera qirkirina Şengalê de ev deng wê herî baş bi rêya wan bê dayîn û bikeve bin xizmeta tevahiya jinan.   

Helbet di gelek hevpeyvîn û dîmenên ku bi jinên Êzidî re hatibûn kirin, qala dîlgirtin û serpêhatiya xwe dikin, hatin parve kirin. Lê dixwazim hûn bizanibin ku tenê kêliyekê di dest wan de mayîn mîna ku bi hezar caran û bi awayek hovane werî kuştin e. Yek kêlîyek wek mirinek pir bi êş û hov bû.

Yên dikarîn bi destê xwe dawî li jiyana xwe anîn. An jî bi awayek komî xwe ji kendalan de avêtin. Lê a herî bi êş jî ew bû ku gelek ji wan jinan ji tirsan laşê wan bê fonksiyon ma û di cihê xwe de cemidîn. Jixwe ji hêla derûnî de rewşa tevahiya Êzidiyan xirab e.     

Qutbûna ji axê û bi taybetî hatina Ewrûpayê banderek çawa li ser we çêkir?

Tevî ku min xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û ji rojava derbasî başûrê Kurdistanê hatim kirin; jixwe di encama projeyek Elmanyayê de jî ez di sala 2015’an de hatim vir, lê ez xwe azad hîs nakim. Ji ber ku hîna jî di lêgerîna peyda kirina cenazeyê dayîk û her du birayên xwe de me. Cenazeyê bavê min ji 2009’an ve û yê dayîk û her du birayên min jî ji sala 2014’an de berzene. Ez pir bêriya wan dikim!

Ez bi jinmama xwe û zarokên wê re derbasî Elmanyayê bûm. Lê hîn gelek ferdên malbata me di destên çeteyan de ne, an jî aqûbeta wan nediyar e. Cenazeyên hin ferdên malbatê jî di gorên komî de hatin peyda kirin.

Ji ber ku piraniya civaka Êzidî beriya fermanê jî rastiya xwe nasnedikirin û di gelek aliyan de nezan hatibûn hiştin, bêperwerde û bêrêxistinkirî bûn, heqîqeta hin tiştan jî nedizanîn. Ji bo min pir zehmet bû li welatek xerîb û dûrî ax, dayîk û birayên xwe, bi vê trawmayê jiyana xwe bi awayek asayî bidomînim. Hîn zêdetir tişta ku li gorî projeyan bi me dan fêrkirin, me pêkanî. Ji gelek kes û hêzan ez bêbawer bûm. Heyanî ku min bawerî bi saziya Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî anî dem derbas bû. Lê dema min rastiya wan a ji bo xizmeta olî û çandî, bi taybetî jî nêzikatiya ji jinê re dît, min xwe di nav vê saziyê de di nav ewlehiyê de hîs kir.

Niha li Elmanyayê di derbarê endam û hin serçeteyên DAIŞ’ê de doz hatiye vekirin, hûn vê çawa dinirxînin û difikirin ku encamek tê xwesin bê bidestxistin?

Mixabin gelek jinên ciwan û jin ku bi projeyan anîn Elmanya yê, li vir zû xwe winda kirin, an jî pir zû xwe ji bîr kirin. Ez bi vê gelekî diêşim. Her çend gelek propagandayên reşkirinê li hember sazî û dezgehên me yên Êzidî û giştî tên kirin jî, ez hewl didim jinên ciwan yên derdora xwe birêxistin bikim. Lê, min heqîqeta xwe di nav van saziyan de û li gel van jinan dît.

Raste li Elmanyayê dozên di derbarê çeteyên DAIŞ’ê de hatin vekirin. Ev cîrana ku xiyanet li min û malbata min kir jî di nav van dozan de ye, li girtîgehê tê ragirtin. Ez hêvîdarim ku ev doz tenê bi endaman re sînordar nemîne, ji ber ku yên fermana qirkirina Êzidiyan û nemaze jinan dan ne tenê çeteyên DAIŞ’ê, hevkarên wan bûn; mirov nikare bêje tenê hin endam bûn.

Ji bo tolhildana bi sedan jinên Êzidî ku hîna winda ne hewceyî bi têkoşînek çawa heye, ango xebat û rêxistinbûna jinên Êzidî dikare bersiveke çawan be li hemberî vê qirkirinê?

Ez dixwazim hem ji bo cenazeyên dayîk û birayên xwe bibînim û wan binax bikim, hem jî ji bo Şengala azad û xweser bibînim, vegerim Şengal ê. Li ser vê yekê fikirîn di min de rê li hestên kûr vedike.

Ez gelekî pê kêyfxweşim ku îro xewn û xeyalên dîrokî yên gelê Êzidî pêk hatine û hêzên xwe yên parastinê birêxistin kirine. Nemaze xwe birêxistinkirina jinan a di vê qadê de gaveke nû û dîrokî ye. Hîn jî ji min re ev yek wek xeyal tê! Ger beriya fermanê derfetên me yên wiha hebana, me dê nehîştiba jinên Êzidî bikevin destê çeteyên DAIŞ’ê û rastê hovîtiyek wiha nedihatin. Me dê parastina xwe û axa xwe bikira. Ez di vê baweriyê de me ku rastiya jinên Êzidî hişt ku hêza parastina jinê a YJŞ’ê evqas serkeftî be.   

74 ferman di serê me re derbas bûn, lê me serê xwe da, tu caran sira xwe neda. Bi darê zorê ji me xwestin em dest ji ol û çanda xwe berdin. Xwedî derketina ji ol û çanda xwe girîng e, ji bo wê ez dixwazim hemû jinên ciwan xwedî li ol û çanda xwe derbikevin. Li kuderê dibin bila bibin, li ser koka xwe bimînin. Tifaqa xwe ava bikin û ji bo tu fermanek din neyê serê me, xwe biparêzin û xwe rêxistin bikin. Ev ê bi yekcar nebe, lê gav bi gav em ê bikaribin li ser esasê rêûresmên ol û çanda xwe, hebûna xwe biparêzin. Cangoriyên tevahî fermanan vê yekê ji me daxwaz dikin. Jibîrkirina 3’ê Tebaxê tê wateya windahî û tunebûnê.

Ji ber alîkariya Songul talay em spasiyên xwe radigihînin