Jina îdeolojiya paşverûtiyê red kir

- Roza METÎNA
362 views

Li dijî polîtikayên qirkirin û têkbirinê li her qadekê têkoşîneke mayînde ya jinên leheng heye. Li dijî zihniyeta teşhîrkirinê kevneşopiyeke jixwebawer dewam dike. Mîrateya vê kevneşopiyê di dîrokê de şopeke kûr hiştiye. Jinên di bîr û baweriya berdewamiya jiyaneke azad û wekhev de ne, li ser vê şopê bûne eynika siberojê.  Fedakarî û paradîgmaya bawerî ya serxwebûna jinê li ser esasên vê bîr û baweriyê mezin bû. Jinên li ser esasên vê bîr û baweriyê mezin bûne bi wesiyetên xwe yên wekî “Kî ji jinan re destên xwe rakir, wî destî bişkênin”, deng vedan.

Rûyê rastîn yê birdoziya fermî

Jinên bi gotinên xwe yên dawî ji dîrokê re mîrateya mînaka serhildanê hiştin îro bi rêzdarî tên bibîranîn. Bi rûmet û wêrektiya li dû xwe hiştin feraseta mêtingeriyê li bin guhê dîwêr xistin. Li gor hinek pîvanên gerdûnî nêrîna civakê berfireh kirin. Loma desthilatdaran her xwestine li ser bedena jinê civakê bi dest bixin. Vîn û fikrên civakê hedef bigirin. Ev yek jî her dem li dijî mirovatiyê bûye gefeke mezin. Bi teşhîrkirina bedena jinê ya ku bi birdoziya fermî ya xwe dispêre yekperestiyê, pêk tê, rûyê tazî yê zîhniyeta baviksalarî û nîjadperest li ber çavan tê raxistin. Di 10’ê Tebaxa 2015’an de vê zihniyetê li Tetwanê pratîka xwe ya bi sedan salan a îşkenceya li bedena jinan careke din dubare kir. Li Tetwanê bedena Ekîn Wan (Kevser Elturk) a bi feraseta pêşxistina modela fikra azad a jinê li berxwe dida, teşhîr kir. Piştre li Kobanê şikence li bedena jina bi navê Barîn Kobanê hat kirin. Ekîn û Barîna ku xwedî tecrubeyên tevgera azadiya jinê bûn, li pêş çavên cîhanê bedena wan hat teşhîrkirin.

Têkoşîna li dijî her cûre serdestiyê

Ekîn Wan a ku di 20 saliya xwe de beşdarî nava refên têkoşînê dibe, xwedî felsefeya li dijî astengiyên li ser azadiyê bû û bingeha zîhniyeta zayendperest dihejand. Ekîn alîgira  jiyanek alternatîf, wekhev û azad bû û ji aliyekî jî felsefeya “Azadiya civakê encax bi azadiya jinê pêkane” diparast. Her dem li dijî zihniyeta mêr a xwe bi tundî û tehakkumê xwedî dike û hewil dide di nava qalibên hiyerarşîk de jinê bifetisîne, têgeha aktivîzmê pêş dixist. Ekîn li dijî hestên mîlîtarîst jî disekinî. Hestên mîlîtarîst ji dîrokê heta niha her hewil dide ku mejiyê civakê bi xizanî, êrîşa li dijî ehlaq, nîjadperestî û zayendperestiyê mijûl bike. Tirsa ewlehiyê dide afirandin û azadiya fikir û raman dixe bin xetereyê.

‘Polîtîkayên mêran peywirdar dike’

Dema em li dîroka dewleta tirk dinêrin, gelek caran hatine xwestin ku bi hestên milîtarîst û neteweyî bigihêje encam ê. Jixwe di vê derbarê de nivîskar, femînîst û parêzvana mafên ajalan Carol J. Adams a ji Emerîqayê ye, di pirtûka xwe ya bi navê “Polîtîkaya Zayendî ya Goşt” de van gotinan dibêje: “Tirkiye ji aliyê zumreyeke hilbijartî ya leşkerî hatiye avakirin û her kes mecbûr e ku leşkeriyê bike. Polîtikaya dewletê ya Tirkiyeyê mêran dike peywirdarê tundiya bi rûhsat a dewletê. Derfetê dide ku nirxên baviksalarî desthilatdariya xwe bidomîne. Lêpirsînên li Tirkiyeyê tên kirin nûnertiya pirsgirêkên mafên mirovan dikin” Dema em li bûyerên herî dawî yên wekî destdirêjî, tecawiz, teşhîrkirina bedana jinê dinêrin û em dibînin ku gelek bûyerên bi vî rengî ji aliyê polîs û leşkeran tên kirin, ev dibin sedem ku gotinên Carol J. Adams piştrast bibin. Gelek pirsgirêk tên îfşakirin lê nayên çareserkirin.

Êrîşên zayendî û tecawiz zêde bûye

Destdirêjî û tecawiz gelek carî tên binpaçkirin û kesên bedena jinê teşhîr dike, fûhûşê li ser jinê ferz dike û  destdirêjiyê dikin, tên parastin. Herî dawî li Şirnexê çawişê pispor Aslan A. êrîşa zayendî li du zarokan kiribû, lê belê walîtiya Şirnexê di daxuyaniya xwe de bi qilifê serxweşiyê ji parastina Aslan A. re bû mertal. Dîsa çawişê pispor ê bi navê O.M.  tecawizî jina ciwan a bi navê Î.P kiribû. Di nameya ku Î.P nivîsandibû hatibû gotin ku gelek carî wê li dozgeriyê O.M gilî kiriye lê giliyên wê bê encam mane.  Di encama bêcezabûn û paşguhkirinê de bûyerên teşhîrkirina bedena jinê, tecawiz, êrîşa zayendî her ku diçin zêde dibin. Teşhîrkirina bedena Ekîn Wan a ku bi vê gotina “Kî ji jinan re destên xwe rakir, wî destî bişkînin” di dîrokê de deng veda jî encamên polîtîkayên bêcezabûn û paştguhkirinê ye.

Jinên mîna Ekîn Wan ku bi salane ji bo radestî nêrîn û nêzîkatiya zayendperest nebin li dijî zilmê bûn mertalên zindî. Îdeolojiya paşverû û dijminê wekheviya zayendiyê her red kirin. Jinên ku herî zêde dixwazin jin azad bibin û neheqî bi dawî bibe, bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Lê dîsa jî serî natewînin. Wekî ku Ekînê serî netewand û li ser milê jinan bi tilîliyan koça xwe ya dawî kir.