Dîktator Erdogan darizînin!

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
396 views
Jinên Kurd ku mîrateyek dîrokî ya têkoşîna jinê dewr girtin e, li dijî pergala dewlet-zilam îro hêza herî çalak û rêxistî ne. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jinên Kurd sekna têkoşer ya li dijî zilamtiya bê rûpoş nîşan da. Cîhanê heqîqeta jinên Kurd hîn ji nêz ve dît. Têkoşîna jina Kurd ya xwedî bingehek xurt ya herêmî lewma karî gerdûnî bibe.

Jinên Kurd bi vî awayî bûn hêza herî çalak-rêxistî û mezin ya jinê ya sedsalê. Hem li Bakur, hem jî li beşên din yên Kurdistanê têkoşîna jinê encamên şênber bi dest xistin.

Dewleta Tirk êrişên li dijî tevgera azadiyê di şexsê jinê de kûrtir kir. Li çar aliyên welat jinên pêşeng xistin armanca êrişan. Wezîrê vê dewletê yê karên hundir jina Kurd ya DAIŞ têk birî xist armanca êrişên vekirî. Lewma îro li Kurdistanê jin ji her demê zêdetir di bin êrişên dijwar yên pergala mêr de ne. Hema bêjin her kêliyê dewlet-zilam bi taciz, tecawiz, lêdan û kuştinê êrişî hebûna jinê dike. Tundî, tacîz û tecawiz pergalî pêk tê. Zemînê cinsiyetperest yê dîrokî û civakê tê têrkirin û xurtkirin. Dijminatiya jinê bi navgînên ragihandinê, huner û bazarên cihêreng mîna têgehiştinekê li her tiştî tê barkirin.

Bi pêngava KJK’ê jin bi tevger bûn

Jinên ku DAIŞ têk birin, vê carê bi biryarin serkêşê DAIŞ’ê, dîktator Erdogan jî têk bibin. Li dijî polîtîkayên rejîma Erdogan KJK’ê pêngava ‘Ji qirkirina jinê re na, dema parastina jina azad û civakê ye’ dest pê kir. Berdewam jin ketin tevgerê; li Bakurê Kurdistan, Başûr, Rojava û Rojhilat li ser şopa vê hamleyê dest bi çalakiyan kirin. Li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîst Erdogan jinan got ‘em ê xwe biparêzin’. Bê guman parastin di heman demê de çalakiya herî giring ya hebûn û azadiyê ye, têkoşîna çalak e. Lewma tevgera li Bakur di şertên faşîzmê de gelek bi wate ye.

Li Ewrupayê jî jinên Kurd di çerçoveya kampanyaya KJK’ê de ketin tevgerê. TJK-E vê carê ji bo darizandina Erdogan zend û bend badan. Bi vê armancê 25’ê Mijdarê kampanya ‘ji bo darizandina dîktator 100 sebeb’ dest pê kir. Ji bilî exlaq û wijdana civakî, li gorî normên navnetewî yên mafên mirovan jî Erdogan dîktator û qirker e û divê were darizandin. Jin dixwazin darizandin û mehkumbûna Erdogan tenê bi wijdana civakî sînor nemîne. Ya rast ji bo dîktatorek were darizandin ji xwe sedem jî navê. Lê ji bo bi delîlên wê were destgirtin, TJK-E sed bûyerên kuştin, qirkirinê yên di bin fermana Erdogan de pêk hatine pêşkêşî saziyên mafê mirovan û saziyên edaletê dike.

Erdogan ê kujerê jinên Kurd sucdar e

Eşkere ye Erdogan di desthilata xwe ya 18 salan de bi awayeke sîstematîk û bi pîlan êrişî jinan kiriye. Dosyaya jinên Kurd bi van êrişên pergalî tijî ye. Çend sucên şer û mirovahiyê yên di dosyaya Erdogan de ev in; komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2012’an, Kanûna 2015’an li navçeya Şirnexê Slopyayêl kuştina dayîka Taybet Înan, dîsa 2016’an li Slopyayê kuştina sê jinên aktîvîst, 12’ê Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê kuştina Hevrîn Xelef, 2019’an li Kobanê komkujiya sê jinên Kurd…Bi hezaran, deh hezaran sucên şer, sucên mirovahiyê…

Jinên Kurd dibêjin weke dîktatorên din, emê destûr nedin Erdogan jî piştî bimire were darizandin. Ji van delîlan yek jî bes e ku were darizandin û mehkumkirin.

Ji bo darizandinê 100 sebeb, 100 hezar îmze

Ji bo darizandina Erdogan TJK-E li aliyê din jî îmzeyan berhev dike. Ji bo 100 sebeban 100 hezar îmze dê li gel delîlan radestî NY û saziyên peywendîdar bên kirin. Daxwaz ji NY jî tê kirin ku her mîna jenosîdê, femînîsîd ango qirkirina jinê jî were naskirin. Dîsa 6’ê Çileyê li Parîsê, li devera sê jinên şoreşger lê hatîn qetilkirin, di dadgeha jinan de Erdogan dê were darizandin û mehkumkirin.
Qonaxa pêşî ya kampanyayê ku 25’ê Mijdarê dest pê kir, bi vî awayî 8’ê Adarê bi dawî dibe. He wiha bi banga ‘ Ji bo her rojê sebebek me heye’, dê rojane çalakî pêk bên. Jiyan û têkoşîna jinên hatine kuştin, serpêhatiyên wan dê li qadan were gotin.

Xuyaye ev hesapbirsîna jina Kurd dê bandorek mezin li têkoşîna sala bê bike û veguhere bingehek şoreşger. Dîktator dê ji ber xwe ve neçe, lewma jin rêka çûyîna wî bi çalakiyan radixin.