Hêza çalak ya şoreşê jin in

- Dilzar DİLOK
448 views
Di warê salnameya azadiya jinê de pir alî nirxandina sala 2020’an pêkan e. 2020’an gelek bûyer, êriş, çalakî, berxwedan, komkujî, tundî, pêngavên girseyî yên azadbûnê, paşverûtî, pîrozî û gelek tiştên din yên jinane pêk hatin. Evane tev giring in, divê cuda cuda werin nirxandin. Lê nirxandina 2020’an ya herî giring, nêrîna li nexşeya zêhniyetê ya salê ye.

Îsal di hiş û hizra mirovahiyê de çi guherî?. Çi hatin qezenckirin, çi hatin windakirin?. Di wateya nirxandina salê de gelek bûyer, rewş û pêşveçûn hene bên nirxandin. Enceq di berhevkirina salê de encamek heye: Heta ev cîhan nêrîn û nêzîkatiya nebaş û xirab ya li mirovahî û jinê sererast neke, ti pirsgirêk çareser nabe, ti xirabî bi dawî nabe û ti mirovek nikare azad bibe.

Tevahiya sala 2020’an jin zane bûn, çalakî pêk anîn û her gavê jin piçek din azad kir. Li pêşberî vê zilam bêdeng bûn, bê çare bûn. Bêdeng bûn, ji ber hêza wan ya dijderketinê tine bû. Bêçare bûn, ji ber ne azad bûn. Ne dikarîn li ser rêçika çareyan bifikirin. Lê pergala zilam li hemberî vê rewşê bêdeng nema. Tam dijberî wê, zêdetir hovîtî bi kar anî, xwest dengê jina azad bibire. Pergala desthilatdar ya zilam ku xewnereşka herî mezin a wê zanebûn û azadbûna jinê ye, tevahiya salê ji bo jinan biçewisîne, bi rêya çewisandina jinan jî zilaman biperçiqîne, bê vîn bihêle, berê xwe da bikaranîna paşverûtiyên zilam û jin xist armanca êrişan, dengê zilaman bilind kir, hew ma bû dengê jinan nedihat bihîstin. Modelên zilaman jî guherîn, hîn kirêttir bûn. Di sala 2020’an de rewşên herî zêde derketin pêşberî me; li aliyekê desthilatên dijminên jinê û nûnerên wan, li milê din ew dijminatiya jinê ya yên nekarîne bibin desthilat û bi giştî êrişên li dijî jinê û qetilkirina jintiyê bû.

Bi êriş, komkujî û pêkanînên hovane xirabiyên mezin li rûpelên sala 2020’an hatin nivîsin. Enceq encamên xweşik ku di dîroka me ya berxwedanê de bên nivîsîn jî derketin holê. Aliyê herî xweşik yê sala 2020’an, hîn aktîv û çalak tevlîbûna jinên ciwan ya têkoşîna azadiya jinê û xwedîderketina wan ya li vê têkoşînê ye. Ev yek dê dînamîzmek nû li tevgera azadiya jinê zêde bike, her wiha dê nasnameyek nû li îdeolojiya rizgariya jinê jî zêde bike.

Li Kurdistanê jin rabûn ser piyan

Li çar beşên Kurdistanê jin li dijî pergala desthilat û her rengê zext-zorê rabûn ser piyan, her cure zext û her cure êriş pûç kirin. Jin zane bûn, li ber xwe dan, bi berxwedanê ji nû ve zane bûn û di her gava azadiyê de pêşketinên pêngavî tomar kirin. Li gel van hemûyan, her wekî li tevahiya cîhanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî li dijî polîtîkayên faşîst, nîjadperest û cinsiyetperest têkoşîn bi israr û rika mezin meşiya. Hemû pêkanînên rejîma faşîst AKP-MHP’yê polîtîkayên pergala zilam in, tecawizê teşwîq dike, sor dike. Ji ber di cewherê desthilatiyê de tecawizkirina mafên yên din heye. Ev rewş di rejîma Faşîst ya dewleta Tirk de mîna tecawizkirina hemû nirxan, zarokan, dîrokê, civakê û jinan şênber dibe. Ev rewş tenê bi karakterê pergalê bî sînor nemaye, her ku çûye veguhêziye siyasetê û kolanê jî. Desthilat gemara xwe belavî hemû civakê dike, bi vî rengî hewl dide xwe rewa bike. Rejîma Tirk ya faşîst û qirker bi vê rêyê beşek mezin ya civakê muhtacî xwe kiriye, civak aniye wê rewşkê ku kiryarên wê normal bibîne. Normal dîtina pêkanînên faşîzma AKP-MHP têkildarî hilweşîna di encama êrişa li dijî exlaqê civakê de ye. Ev rewş wiha şênber dibe; tevahiya civakê li dijî nasnameya jinê mehkûmî zihniyeta desthilat ya zilam tê hiştin, dijminatiya li jinê normal dibe, girêdayî vê dijminatiya li nirxên jinê yên azadiyê normal dibe.

Hêza çalak ya şoreşê jin in

Bê guman ji civakeke ewqas dibin êrişên modernîteya kapîtalîst de ye şoreş nayê hêvîkirin. Ji ber vê jî li Tirkiyê herî zêde Kurd, jin, Elewî û çîna bindest ji şoreş, tekoşîna azadiyê û berxwedanê re amade ne. Yên ku di civakê de ne desthilat, yên yekser dijberî desthilatê, ew beşin ku şoreşê pêk bînin. Lewra li dijî her cure pêkanînên dij-mirovahî, bêhiqûqî, êrişên qirkirin-jinqiriyê yekane beşa civakê ya li ber xwe dide îro jin in. Yên herî zêde bi lez refleks nîşan didin, dîsa jin in. Hişyariya jinan ya civakî terr û taze ye. Bi lez li dijî desthilatê radibin, li ber xwe didin. Dîsa Kurd ti ferza desthilatê qebûl nakin. Her çiqas îro mîna beriya 2015’an çalakiyên girseyî tine bin jî, divê her kes bizane Kurd rejîma Tirk ya faşîst, desthilata AKP-MHP qebûl nakin. Nîşana vê jî ew e, rawestgeha her tevgera dixwaze alternatîv be, her tevgera dixwaze wisa biafirîne Kurdistan e. Tevî her tiştî Kurdistan bûye qiblegeha hemû dijberên desthilatê. Ev rewş dike ku jinên Kurd, dayîkên Kurd bibin xwedawendên vê qiblegehê. Jinên Kurd ew beşa berxwedana azadiyê ya herî çalak, tûj, bi wate û rikber in. Ji ber vê wesîleya hilweşîna rejîma yek-zilmanî li pêş çavan çi dibe bila bibe, lê di cewherê xwe de jin in ku vê desthilatê hildiweşînin, jinên Kurd in. Ji ber desthilat vê rastiyê dizane, ji jinên Kurd ditirse. Ev tirsa xwe jî bi devê faşîsttirîn kesê ji pergala desthilatiya zilam aniye ziman û li xwe mikûr hatiye. Wezîrê karên qirkirin û îşkenceyê bi xwe gotiye ku PKK partiyeke jina ye. Ev rewş tirsa ku DAIŞ’ê jiyayî tîne bîra mirovî.

PKK Partiya jinê ye

PKK partiya jinê ye. Bûyîna partiya jinê ji bo PKK’yîyan, milîtan, sempatîzan û alîgirên PKK’ê, çavkaniyeke rûmetê ye. Vê nasnameyê di civaka Kurd de şoreşên mezin afirandin. Vê diyardeyê di nava salên dirêj ên şoreşê de ji bo yên pejirandine, veguherînên şoreşî yên mezin pêk aniye, ew azad kirine û kiriye avakarê civakeke dîrokî. Ji bo yên ku ev nasname nekarîne hezm bikin jî, guhertinên mezin daye afirandin, di nava salan de civak, mirov, jin û mêrên Kurdan veguherandiye, guhertiye, ber bi naskirina jinê, zanîna rastiya jinê û hebûna xwe di hebûna jinê de dîtinê ve araste kiriye. Bi giştî pênaseya afirandina jinûve ya civakekê ya li dora nasnameyeke nû hatiye avakirin û afirandineke jinîtî pêk hatiye. Ji destpêka şoreşa me ya azadiya Kurdistanê heta niha, zêdebûna mînakên ku li pişt pêşengên jin yên ber bi refên berxwedanê dibezin, li hemberî rejîma qirker li berxwe didin û dibin qehreman, vê yekê vedibêjin.

Bi PAJK’ê jina Kurd gerdûnî dibe

Biqasî ku PKK partiya jinê ye, li hemû Kurdistanê famkirin û jiyanîbûna pêşengiya PAJK’ê, li hemberî serdestiya zilam a faşîst bingeha îdeolojîk a berxwedana civakê avakiriye. Di rastiya PAJK’ê de tekoşîna azadiya Kurdistanê, di îdîaya hevgihiştina jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê de asteke girîng ava kiriye. Jina Kurdistanê ku di bin sîwana PAJK’ê de zane bûye, zanebûna azadiyê civakî kiriye, bi jinên herêmê û cîhanê re digihê hev û vê zanebûnê gerdûnî dike. Ev asta tekoşînê, di cîhanîbûna paradîgmaya Rêber APO de roleke herî bingehîn dilîze. Ji aliyekî ve têgîhîştina Hevjiyana Azad li hemberî hemû jehrkirinên civakî yên têkiliyên desthilatdariyê dibe panzehîrek. Li aliyekî sîstema hevserokatiyê, li hember sîstemên zilam, faşîst û yekperest, dibe seknek û alternatîfa azadiyê, di civaka ku parçebûneke mezin dijî de, hevsengiyekê ava dike. Li aliyekî din jî bi zanistiya jinê jineolojiyê re, li hember hemû şaxên zanistiyê ku afirandinên zihniyeta zilam a serdest in û xwe ji hemû zanistperestiyan nekarîne rizgar bikin, hizirandina azad civakî dike. Ev hemû bi îdeolojiya rizgariya jinê berdewamiya xwe pêk tîne û ji ber vê jî diyardeya gerdûnîbûna PKK’ê ku weke partiya jinê nasnameya xwe şênber dike ye. Sala 2020’an, ji aliyekî xebatên di qada jîneolojiyê de kûrbûneke teorîk bidestxist û berdewam kir, ji aliyê din ve gihişt hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê, nêrînên wan li derdora kovara jîneolojiyê komîserhev kir. Di wateya zanisa jinê ku zanista civakî ya rasteqîn e, di beşên civakî yên ciwanan de bê famkirin û ji hemû zext û qalibên koletiyê bên rizgarkirin û bigihê zanebûna azadiyê û berbelav bibe de, ev sal bû sala destkeftên jinan ên mezin.

2020 bû sala pêngavên azadiya jinê

Wateya dîrokî ya sala 2020’an, bi pêngava ”Li hember qirkirina jinan, dema azadiya jinê û parastina civakê” ye, derbasî qonaxa gihiştin û serkeftinê bû. Cewhera vê pêngavê li ser parastina xwe ya jinê radiweste. Pêdiviya civakê bi parastinê heye. Ji ber ku desthilatdarî, sîstemên faşîst, sîstemên serdestiya zilam, her kêlî êrişî jinan dikin û hebûna xwe didomînin. Pêdiviya jinê bi parastinê heye. Jina ku xwe diparêze, dikare azadiya ku di nasnameya wê de kom bûye û dîroka civakî jî biparêze.

Ji bo jin xwe biparêzin û cîhanê biguherînin, divê destpêkê jin xwe biguherînin. Xweguhertina jinan zehmet e, lê ji bo bûyîna jin ev şert e. Rêber APO di hevdîtineke 2019’an de destnîşan kiribû ku koletiya jinê ya mutlaq a 15 hezar salan, di genetîka civakî de hatiye kolan. Bêguman ev tespîteke tûj bû. Ger koletiya jinê ya mutlaq di genetîka civakî de hatibe kolan, em ê xwe ji van kodên genetîk ên xelet çawa rizgar bikin?.

Divê destpêkê hêza îdrakê bê pêşxistin. Xwezanîn û fêmkirina hebûna xwe, ji bo pênasekirina gerdûnê û pênasekirina cihê xwe yê li gerdûnê şert e. Ti jineke ku nikare vê yekê bike, nayê hêvîkirin ku xwe azad bike. Û jineke ku nikare xwe azad bike, rizgarkirina cîhanê jî ji xeyaleke dûr wêdetir ne tiştek e.

Jina ku karî vê bi ser bixe, dê piştre jî berê xwe bide civakê, aboriyê, xweza û siyasetê. Her yek ji pirsgirêkên civakî, ekolojîk û aborî ji bo jinan mijareke şoreşê ye, hinceta tekoşînê ye û biqasî jinan karîn vê yekê serbixin, dikarin ji koletiya mutlaq a 15 hezar salan û kodên koletiyê yên genetîk rizgar bibin. Biqasî me karî vê yekê bikin, em dikarin bibin avakarên bi îdîa yên aştî û azadiyê, dikarin vê erka dîrokî bigrin ser milên xwe û dîrokê ava bikin.

Sala 2021’an dê bibe sala azadiya jinê

Sala 2021’an, giringî û serekebûna tekoşîna azadiya jinê careke din daniye holê. Heta ku azadiya jinê nebe, ti tiştekî derbarê jiyanê, mirov, gerdûn û civakê nabe xwedî wate, ti delîleke jiyanê nabe yê xwe, ango azad nabe. Giringiya sereke ya azadiya jinê, bi êrişên sîstema serdestiya zilam a di sala 2020’an û tekoşîna azadiya jinê careke din îspat bûye. Ji ber wê bi sengerên ku di sala 2020’an de hatine bidestxistin, dîsa tecrûbeyên vê salê afirandine, ezmûn û encamên ji vê salê hatine derxistin, eşkere ye ku em bi bawerî û îdîayeke mezin ber bi sala 2021’an dimeşin. Ev îdîaya me wê bi daxwaza me ya azadiyê, bi baweriya me ya bi jiyana azad, bi biryardariya me ya tevlîbûna pêngava pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bigihe hev û sala 2021’an bike sala serkeftinê ya azadiya jinê. Ji niha ve tê dîtin ku di sala 2021’an de hem ew ezmûnên di sala 2020’an de hatine bidestxistin dê pêk werin, hem jî aliyên sala borî kêm mane dê bên temam kirin. Ji ber wê ye ku îşareta vê yekê heye, sala 2021’an hê ji niha ve wê bibe saleke azadiya jinê. Îdîaya me ya sala 2021’an kuştina hemû zilamtiyên serdest, gihandina serkeftinê ya azadiya jinê, bi sîstemkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya ku ewlekariya jiyana jinan, zarokan û hemû bindestan e. Ya ku hêza pêkanîna vê îdîaya me dide, temamkirina xeyalên nîvcomayî yên Bêrîtan, Zîlan, Delal, Azê, Leyla û bi hezaran şervanên azadiya jinê ku em nikarin navê wan bêjin, temamkirina projeya nîvcomayî ya Rêber APO û biryardariya xwebûna me ye.