Em li welatê xwe bûn penaber

- Gulan Avrel
566 views

MANSETDayîka Mîran bi gotina, “ma keça min ez ji we re qala kîjan serpêhatiyan bikim. Ma ez qala kîjan serpêhatiyên xwe bikim. Hûnê kîjan serpêhatiyên min guhdar bikin?” dest bi axaftinê dike.

Gotinên wê çiqasî ji kûrahiya dil dihat, em jî bi xwe re dikirin rêwî û berbi dîroka ku her tim Kurd tê de dihatin kuştin û îmha kirin. Her gotineke wê em dikirin rêwiyên rêya bê dawî.

Belê dayîka Mîran bi xwe jinek ji herêma Botanê ye. Herêma Botan di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê şanaziyê ye. Gelê Kurd bi ruhê berxwedanî û têkoşînê tê nasîn. Bi taybetî jî ev ruh di jinên Kurd de di asta herê jor de tê jiyankirin. Ji dîrokê heya roja me ya îro de jinên Kurd her tim ji bo welatê xwe û civaka xwe têkoşînên bêhempa dane meşandin. Di heman demê de jinên Kurd û dayîkên Kurd gelek bedel ji xwe dane, yek ji van dayîkan jî dayîka Mîran e. Dayîka Mîran jî ji herêma Botan û ji eşîra Goyî ya ne. Ev eşîr jî eşîrek çiyayî a li wê herêmê ye. Dayîka Mîran ji me re qala serpêhatiyên xwe yên di penabertiyê de jiyan kirine dike. Bi vegotina her bîranînekê, yek car axîn dikşîne û bi kelegirî dibe. Qala penabertiya ku mirov di welatê xwe de be, lê bê welat be û penaber be dike.

‘Çi tê serê me Kurdan ji îxaneta hûndirîn tê’

Dayîka Mîran bi gotina ku tu rê ji me re nehîştin dest bi axaftina xwe dike û wiha pêde diçe: “Ji me re gotin yan hûnê bibin çete, ya jî hûnê gundê xwe berdin biçin. Ango rêya îxanet û xweradest kirinê danîn pêşiya me. Gotin hûnê heft salî heya heftê salî çeka dewletê rabikin. Heman demê de digotin hûn alîkarî didin PKK’ê, bi vê gelek zext li ser me dida meşandin. Di gund de pismamekê min hebû ku dijmin gelek jê aciz dibû. Jê re digotin tu alîkarî didî PKK’ê û ji ber vê jî gelek zext û zorî li ser didan çêkirin. Di heman demê de ew kesên îxanetkar ku bibûn çete jî di derbarê wî de agahî dabûn û giliyên wî li gel fermandarê qereqolê kiribûn. Pismamê min pirr li dijî leşker û fermandarên wan derdiket. Rojekê leşker hatin gund û tevahî gundiyên gundê Mijîn û Hîlal kom kirin; wê demê jî cardin ew pismamê min mafê axiftinê girt û got: ‘Birastî jî ger ku weke tê gotin emê parastina gundên xwe bikin, wê demê em dikarin çek rakin. Lê ger hûn me li hemberî kesên cûda bixwazin bikar bînin em çek narakin.’ Gava wî wisan got, fermandarê leşkeran jî yek ser jê pirsî ka navê wî çî ye. Wî jî bi awayeke pirr rehet da zanîn ku navê wî Yeqob e. Wê demê wî fermandarî got ku bila bêdeng be û biçe dawî bisekine. Wê demê li ser tevahî gundiyan gelek zext û çewisandin pêşxistin. Ji xwe pismamê min girtin û heya roja me ya îro jî em nizanin ka çi bi serê wî anîn û cenazeyê wî likuderê ye. Ji ber wan deman kuştinên kiryarên wan ne diyar gelek dihatin jiyan kirin. Hema bêje her roj top û hewan tavêtin gundên me. Ji ber vê em neçar man dest ji gundên xwe berdin û derbasê zozanan bibin. Me li zozanan konên xwe vedan û di bin konan de me dest bi jiyanê kir. Wê demê ji hevserê min jî gelek gef dixwarin. Her wiha çend kesan jêre got ku navê wî jî di lîsteya wan de heye û ger bikare ji van deran derbikeve wê baş be.”

Mîran wiha pêdediçe: “Em jî neçar man bi van zarokan re gundê xwe, zozanên xwe biterikinin û bera xwe bidin Başûrê Kurdistan ê. Sedema ku me berê xwe da Başûrê Kurdistanê jî me digot welatê me ye, Kurdin wê vê xwedî li me derbikevin.  Wisa bibû ku kesê deriyê xwe ji me re venedikir, ne tenê deriyên xwe venedikirin, her wiha qetek nan jî nedidan zarokên me. Dewletê tirseke ewqas mezin di gundiyan de dabû pêşxistin. Her malbatek bibû çend perçe, ewqas ji hev belav û qut bibûn; kesê ne dizanî ka yê din li kuderê ye.”

‘Me tu caran hêviya xwe winda nekir’

Dayîka Mîran balê dikşîne ser zextên PDK’ê û dibêje bi her avayî êrîş tanîn ser me û aramiya me tune bû. Mîran axaftina xwe wiha didomîne: “Em di nava ewqasî zor û zehmetiyan de bi rojan tî û birçî man û di rewşeke wiha de me bera xwe da başûrê Kurdistan ê û em derbasê Bihêrê bûn. Dema em li wargeha Bihêrê jî bûn her roj û her kêliyê top û hawan tavêtin me. Ango bi tu awayî ne dihiştin ku em aramiyê jiyan bikin. Piştê wê jî gotin cihekê din ji me re dîtine û lazime em herin wê derê ku jêre dibêjin Etrûş. Birastî jî gava em ketin rê baranek lê kir weke ku tu bibêjî tevahî asîman wê were xarê, ewqasî baran dibariya. Şevek wisa tarî, her der bibû herî û ji xwe wê şevê ewqasî baran bariya ku li her derê lêhî rabibû. Gava wisa hate gotin me jî got başe, emê biçin wir jî. Em derabasê Etrûş bûn. Birastî jî di hûndirê wê salê de rewşa me hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçû. Her wiha me digot ger ku em vir bin baş e, em ê bikaribin jiyana xwe ji nûde biafirînin. Lê, piştî demekê şûnde PDK’ê  jî wekî artêşa Tirk tevgeriya û bû hevkarê wan û dest bi êrîşan kir. Bi top û tifingan agir li ser wargeha Etrûş de barand in.  Bê ku bifikire ka wê derê zarok û jin hene û wê zirar bibînin, top tavêtin wargehê. Ji xwe dixwastin tevahiya şêniyên wargehê bikujin û îmha bikin. Hedef û armanca wan ew bû. Çawa ku di roja me ya îro de ji bo Bakurê Kurdistanê tê gotin dibêjin gerîla daketiya nava gel, yên ku şer dikin ne gel e, gerîla ne, di wê demê de jî ji bo wargeha me heman tişt digotin û didan diyar kirin ku gerîlayên PKK’ê di nava wargehê de hene. Birastî jî heya wê demê jî hemû îdîayên wan ne rast bûn û tenê bi gotinên wiha tune kirina me armanç dikirin, lê piştî ku ewqasî êriş li ser me pêkanîn, xwastin me tune bikin, cardin yê ku di hawara me de hatin û em li hemberê mirin û tunebûyînê rizgar kirin jî dîsan gerîla û Rêber APO bû. Birastî jî çawa ku dewleta Tirk ji bo ku me tune bike êrişê me dikir û ne digotin ev jinin, zarokin û hema her kes dikuştin, PDK’ê jî heman tişt li ser me pêk dianî û tu ferqa êrîşên PDK’ê bi êrîşên artêşa Tirk re tune bû. Helbet me jî wek şêniyên wargeha Etrûş li hember wan êrîşan nerazîbûna xwe da diyarkirin û me meş pêkanî. Em berbi nîzamiya PDK’ê we ketin rê, gava em nêzî wan bûn, hema li ser me gule barandin. Wê demê çar birîndar û şehîdeke me çêbû.”

‘Gelek zarokên me ji bê avî û birça mirin’
Dayîka mîran wiha pêde diçe: “Ji xwe pişt re erzaq jî ne dihat dayîn. Car caran weke ku bibêjin ne bimirin ne jî jiyan bikin, pirr kêm erzaq belav dikirin. Lê piştî wê mehek sax ambargo danîn ser wargehê. Wê demê gelek zarokên me ji bê avî yê û birça mirin. Gelek cara dayîk ji bo ku zarokên wan ne bêjin, ‘dayê ka nan û em birçîne’, her tim zarokên xwe dirazandin. Yan jî beroşên vala danîn ser agir û digotin hûn birazên, me xwarin daniye ser agir, heya çê bibe emê we şiyar bikin. 1Ew nanê hûr yê ku mişkan dixwar, me ew nan tanî dişûşt û dida zarokên xwe. Niha gelek kes tên wargeha Maxmûr û dibêjin weke ku wan mirovên li vir tu tiştek jiyan ne kirine, dijîn. Hema hatine vir û wisan bi cîh bûne. Heya em gihiştin vê astê me gelek bedel û ked da.”

Dayîka Mîran balê dikşîne ser girîngiya parastinê jî û axaftina xwe wiha didomîne: “Me li wê derê biryar girt ku em weke jin jî di qada parastinê de cih bigirin. Ji ber ku pêwîstî heye ku em ewlehiya xwe û ya zarokên xwe bigirin. Ji bo vê jî em şev û roj ji bo ewlehiya zarokên xwe erkdar dibûn. Ji ber ku pêşmergên PDK’ê dixwestin bikevin nav wargehê û tevlêheviyê çêbikin. Êdî wisan bibû ku me nedikarî em wir jî jiyan bikin. Ji bo wê me ewder jî berda û em derbasê wargeha Nînova bûn. Li Nînova birayê min hate kuştin. Ji derveyê birayê min di wê demê de gelek mirovên me yên li wargehê hatin kuştin. Me li wir jî tu xweşî nedît. Birastî jî heya em gihiştin vê astê me bi tu awayî xweşî nedît. Dema me dît em nikarin wir jî jiyan bikin, me ewder jî berda û em derbasê Nehdara bûn. Gava em hatin wir jî hikûmeta Iraqê got ku em nikarin bi tu awayî derbas bibin. Ew dem jî zivistan bû, wê kêliyê de jî baran û berf bi hevre dibarî. Ewqasî xelk li wê derê ma. Gelê me gelek berxwe da, ji bo wê jî Sedam neçar ma û got başe bila werin emê cihekê bidin wan. Em anîn danîn vê çolê. Xelkê çiyayî, fêrî vê çolê nebûne, her tim di nava xwezayek bi tije daristan û şînatî jiyan kiribûn û niha jî hatin ketin ciheke zûha û weke dojehê jî germ.”

Dayîka Mîran bi keser guliyeke mezin qala wan rojan dike û wiha dibêje: “Di nava wê salê de birayê min, xalê min û çar pismamê min hatin şehîd xistin. Di heman demê de keçeke min jî li wargeha Etrûşê beşdarê nava refên gerîla bû. Di sala 1999’an de bi dîl girtina Rêberê me re, kureke min jî got; ‘pêwîste em xwedî li Serokatiya xwe derbikevin’ û biryara beştarbûnê da.  Ew jî beşdarê nava refên gerîla bû. Kurê min di nava refên gerîla de piştî du sal jiyaneke tije jiya, li Amadê Şehîd ket. Çavên me şahidiya gelek rastiyan kir û dilê me jî gelek bûyeran re jiyan kir. Lê li hember tu tiştekê em bê hêvî neketin û hêviyên me tune nebûn. Rexmê ewqasî bûyeran jî me zarokên xwe ji bo ku bixwînin û xwe nas bikin û ji bo ku gelê xwe, welatê xwe re kar bikin, me dan xwendin. Ez bi xwe nêzî panzdeh û bîst salane hem ji bo zarokên xwe û hem jî ji bo debara mala xwe, kar dikim. Tiştên ku min ji we re anîn ziman, nikare bibe dilopek ji tiştên ku me jiyan kirine. A rast êdî tu tişt nayên bîra min û her ku diçe jî tiştên hatine jîn jî ji bîra min diçin. “

‘Tu ewlehiya jiyana Kurda nîne’

Dayîka Mîran jinek gelek jîr û bi xêret bû. Di nava dilê xwe de gelek bedewbûyîn dihewand. Her çiqasî temenê wê ne gelek mezin be jî lê êşên ku wê jiyan kirine di rûyên wê de bi awayeke pirr zelal tê xûyan. Dayîka Mîran di dawiyê de balê dikşîne ser rewşa ku gelê Kurd di nav deye û bi wan gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Raste em niha li vir in. Lê ev rasti heye ku tu caran ewlehiya jiyana Kurdan nîne. Pêwîste em bi vê zanabûnê jiyana xwe birêxistin bikin. Kîn û nefreta min a li hember nezantî û neyarê me heye. Me gelek bedel dan, wê were dayîn jî lê çi dibe bila bibe, me sond xwariya li ser xwîna şehîdên xwe ku emê dest ji doza xwe bernadin û emê heya serkeftinê li pey maf û azadiya xwe bin. Tiştên ku em weke gelê Kurd jiyan dikin, ne çarenûsa me ye. Mirovên ku di demek wisa de îxanet li nirxên xwe dikin, ew mirovên bê arin. Dem dema şeref û namûsê ye. Bila her kes xwedî li rûmeta xwe derbikeve. Gelê Kurd her tim ji bo kesên cûda bûne yar, ji bo xwe jî bûne neyar. Pêwîste êdî xwe vegerin û dîroka xwe binivsînin da ku dîrok wan rû reş neke.”