Êrişa sîstematîk a li dijî jinê

- Roza METÎNA
421 views

Êriş, tecawiz, destdirêjiya sîstematîk a li dijî jinê bi hevkariya siyaset, daraz, dewletê û hêzên kûr ên di nava dewletê de dewlet ava kirine dewam dike. Loma zihniyeta ku dewsa cezayên giran bide kujeran mixabin jiyana taybet ên jinên tên qetilkirin dike mijara gotinê û darazê jî wekî şiveke ter li hember jin û civakê bi kar tîne. Jinên li dijî tundî, zext, kuştin, destdirêjiyê xwe diparêzin jî bi cezayên giran rû bi tên hiştin.

Sîstema heyî ya li Tirkiyeyê dibe sedema tundî û zexta mezin a li dijî jinê. Jixwe ev gotina Dayika Şemiyê Sultan Taşkaya ya hevjînê wê hat windakirin jî tundiya sîstemê eşkere vedibêje:”Ne şeva me ne jî roja me heye. Em tim di nava xeyalekî de ne. Em dibêjin gelo birin ku derê, çawa kuştin? Avêtin kîja çemî kîja bîrê? Em bi xeyalekî dijîn…”

Êrişa li dijî ziman û hunera kurdî

Êrişa li dijî ziman û hunera kurdî ji vê tundiyê ne qut e. Çimkî sîstema yekperest ji her alî ve êriş dike. Êrişî jinên hunermend, siyasetmedar, helbestkar, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û hwd. dikin. Çimkî dixwazin di şexsê jinê de civakê bigire bin destê xwe û birdoziya ku diparêze li ser civakê ferz bike. Loma êrişa sîstematîk her tim di meriyetê de ye. Astengkirina konsera hunermend Aynur Dogan, binçavkirina dengbêj Xalîde û Hunermend Zelal Gokçe di heman demê de êrişa li dijî ziman û hunera gelê kurd e. Ev êrişa sîstematîk a li dijî jinên kurd e.

Polîtîkayên şer ên taybet

Êrişên sîstematîk û di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de pêk tên zirareke mezin digihêjîne jin û civakê. Ji ber vê baweriya jin û civakê êdî bi darazê jî nayê. Operasyonên qirkirina siyasî û fîzîkî hêza herî mezin ji polîtîkayên şer ên taybet digire û ji bo vê yekê jî butçeyeke gelekî mezin tê veqetandin. Li tevahiya cîhanê bi bandora kapîtalîzmê re hilberîna alavên dibe sedema tundiyê û şer zêde dibin. Ji sala 2000’î vir ve hilberîna çekan 3 qatî zêdetir bûye. Ev mînak eşkere nîşan dide ku niha tundiya li tevahiya jiyanê di çi astê de ye. Bi plan û polîtîkayên êrişên tên kirin girêdayî gelek kom, sazî û dezgeh hatine avakirin. Di dema serhildana rêveberiya xweser de komên cuda yên mîna Esadullah derdiketin pêş û hem bi awayekî fîzîkî, hem jî bi awayekî zayendperestî êriş dibirin ser gel. Van komên cuda yên mîna Esedullah, Ocaxên Tevgera Taybet, Weqfa Ensarê û gelekê din bi çi armancê tên avakirin a girîng ev e. Li ser çi esasî tên avakirin û xizmetê ji çi re dikin? Ji bo çi ev pirs girîng in? Bi çend mînakana em dikarin vê yekê eşkere bikin. Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê bû îşkence li Sakîne Kultur kir. Bi vê ya nema ew bi aweyekî hovane qetil kir. Dîsa berê jî hatibû rojevê ku kesên girêdayî Weqfa Ensarê tecawizî zarokan kiribûn. Vana girêdayî ku ne û ji bo çi bi kiryarên ne baş derdikevin pêşberî me bi van mînakana bêtir eşkere dibe.

Tundiya bi unîforma

Mînakeke din a berbiçav jî tundiya bi unîforma ye. Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir serbest e. Yeliz Kalkan ji aliyê polîsê teqawît bûyî Hudaverdi Ocal ve hat qetilkirin. Tevî ku derbarê vî polîsî de biryara dûrxistinê hebû jî dîsa Yelizê nehat parastin. Loma di vî warî de ev peyama nûnerên rêxistinên jinan a “Em ê li dijî kesên ku xwe li pişt unîformayan vedişêrin têbikoşin” girîng e. Ji bo jin di nava lepên tundiyê de dîlgirtî nemînin daxwaz, têkoşîn, banga piştevaniya jinê ya li qadan girîng e.

Doza derbarê dayika Pinar Gultekin de

Sîstema ji hêz û rêxistinbûyina jinê ditirse dewsa ceza bide kujer û bersûcan, dozê li kesên zarokên wan bi awayekî sîstematîk hatine qetilkirin û îşkence dîtine, vedike. Ji ber gilîkirina Cemal Metin Avci yê Pinar Gultekîn qetil kir doz li dayika Pinarê Şefika Gultekin hat vekirin. Dozên kujeran bi zaneyî tên dirêjkirin û malbatên zarokên wan tên qetilkirin bi lêpirsînê û vekirina dozan rû bi rû tên hiştin. Bi heman awayî bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” doz li bavê Propagandaya rêxistinê a ji aliyê Onur Gencer ve li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, hat vekirin. Bi vî hawî kujer hêzê digirin û tundiya li ser jinê zêdetir dibe. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bi vî rengî bertek nîşanê doza li dayika Pinar Gultekîn, Şefîka Gultekîn hatiye vekirin dabû:”Kezeba dayikê şewitiye lê li wir hem tê tehdîdkirin hem doz lê tê vekirin. Ger maf û hiqûq hebûna wê ev nehatiba kirin. Dayikeke dilşewat dikare her tiştî bêje. Li bavê Denîzê jî doz hat vekirin. Hem kezeba me dişewite hem jî ceza li me dibirin. Ev tê wateya parastina gumanbar. Di doza Denîzê de gumanbar tiliya xwe ji dadger re hejand û got ‘Tu yê min tehliye bikî min terorîst kuşt, hûn ê min bi xelat bikin’.”

Hevkariya jinê ya stratejîk

Ji ber îktidara heyî li dijî nûnertiya wekhev a jinan e û naxwaze jin di nava xebatan de, li qadan xwedî biryar bin jinên çalak binçav dike, digire, tundiya fîzîkî, derûnî li wan dike. Dema jin derdikevin qadan û bertekê nîşanî bêcezahiştina kujer û gumanbaran didin polîs êrişî wan dikin. Bi vî hawî jî gumanber, kujer, kesên tundiyê pêk tînin tên parastin û ji îktidarê hêzê digirin. Her wiha wekî êrişa li ser cenazeyê Aysel Dogan, êrişî cenazeyên jinên têkoşer dikin. Li dijî vê ferasetê ji bo jin bigihêjin armanca xwe jî divê hevkarî û tifaqa xwe bi awayekî stratejîk bixin meriyetê. Ger jin bi awayekî stratejîk tev negerin ev feraseta ku wekî her şerî, şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî, ji xwe re dixwaze veguherîne fersendekê wê bêtir tundiyê pêk bîne.

Pere ji bo şer tê xerckirin

Di heman demê de divê jin li dijî lobîya şer û hilberîna çekan esas digire jî hevkariya stratejiyê pêş bixin. Wekî me li jor jî anî ziman li gor hinek çavkaniyan ji sala 2000’î heta niha li cîhanê hilberîna çekan 3 qatî zêde bûye. Tirkiyeyê bi xwe di bin navê parastina neteweyî û ewlekariyê de 69 milyar û 166 milyon û 46 hezar û 455 TL pere ji bo polîtîkayên şer xerc kiriye. Tenê ji bo dîwarê di  navbera kurdan de yê Rojhilat û Rojava 200 milyon lîre pere xerc kiriye. Baceyên gelê kurd ji bo polîtîkayên xwe yên şer xerc dike. Bi vêya girêdayî şerê li dijî wekheviya gelan dimeşîne. Ev jî bingeha tundiyê ava dike. Dîsa li Başûrê Kurdistanê bi taybet li ser xeta Behdînanê li cihên di bin kontrola PDK’ê de ne bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta tirk hatine avakirin. Ev jî hemû bi bace û pereyê gel tên çêkirin. Pereyê ku divê li dijî polîtîkayên tundiyê bê xerckirin ji bo şer tê xerckirin. Di heman demê de ji xeynî çêkirina baregehan li Başûrê Kurdistanê welatparêzên kurd dibin hedef. Herî dawî di 17’ê Gulanê de welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî li ber deriyê xwaringeha xwe ya li Silêmaniyê hate gulebarankirin û piştre li nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Ev mînakana hemû tundiya mezin a li ber çavan eşkere dike. Loma tifaqa di navbera jinê de û di navbera gelê kurd de bersiv û berteka herî xurt a li dijî êrişkaran e.