‘Em ê destûr nedin dagirkeran’

- Newaya Jin
303 views
Jinên Kurd û enternasyonal, derbarê êrişên dewleta Tirk ku bi armanca dagirkerî û qirkerinê di 17’yê Nisanê de li dijî gerîla, li Herêmên Parastinên Medyayê dayê destpêkirin ji rojnameya me re axivîn. Jin destnîşan kirin ku ev êrişên qirkerinê yê dewleta Tirk, bi hevkariya PDK, Iraqê û dewletên din tên meşandin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Jinan bal kişand ku armanca van êrişan komkujiyên nû ne û heta ku li Kurdistanê statûya siyasî û azadî bê bidestxistin ew ê li ber xwe bidin, dest ji têkoşînê bernedin.

Nîna / Elmanya: Li gorî min ev eybekê mezin e ku çapemeniya li vir derbarê van êrîşên li ser gelê Kurd de û şerê ku li Kurdistanê dijwar bûye tiştek ranagihîne. Ev di bin siya şerê li Ukraynayê de dimîne. Lê ev jî durûtiyeke mezin e ku li aliyekî ji bo Ukraynayê ewqas piştgiriyeke mezin heye, lê li aliyê din jî dema mijar dibe Kurdistan, em çavê xwe digrin. Ji ber ku hikumeta Elmanya heta asteke bilind bi Tirkiyê re hevkariyê dike. Em her tim vê dibînin. Bi taybet dema em bi hevalên Kurd re diaxivin. Li vir krîmînalîzekirina gelê Kurd li ber çav e: Kurd bi darê zorê tên vegerandin, li hemberî wan burokrasiyek ecêb tê meşandin û tevgera Kurdan di asteke bilind de tê krîmînalîzekirin. Erdogan dikare vî şerî tenê bi vê alîkariya navneteweyî bimeşîne. Tevgera Kurd li seranserî cihanê tê krîmînalîzekirin û qedexeya li ser PKK’ê naye rakirin. Ev xeta sor e. Bi dehan salan ji bo legalîzekirina PKK’ê têdikoşîn tê dayîn. Bi hemû amûrên fermî têkoşîn tê meşandin. Lê ev dîsa dibe hinceta krîmînalîzekirina çalakvanan. Ji ber vê jî ji bona enternasyonalistan gelek girîng e ku li dijî krîmînalîzekirin û qedexeya PKK’ê derkevin. Bi vê ve girêdayî her weha hikumeta Elmanyayê ji bo sînoran li penaberan bigire Erdogan bi kar tîne. Hikumeta Elmanyayê dikare nîjadperestiya xwe veşêre û bike malê dewleta Tirk. Xala seyemîn jî ev e ku her dema şer li Kurdistanê hebe, bazirganiya çek û cebilxane gelek zêde dibe. Ev bûne gelek xalên ku me bi vî şerî girê didin û mecbûr dike ku em çavê xwe vekin û bal bikişînin ser vê.  Weke kesekî Elman ev berpirsyariya me ye. Her wiha ez weke çepgirek siyasî jî dibêjim ku divê em bala xwe bidin Kurdistanê. Ji ber ku li wir pergalek civakî tê avakirin. Ev ji bona me dibe mînakek û em dikarin gelek tiştan jê fêr bibin. Ji aliyê din ve, weke jin ji bo min tevgera jinan jî girîng e. Ya ku îlham dide min, têkoşîna her alî ya di nava vê şoreşê de ye. Îsal em dikevin sala 10’an ya şoreşa Rojava. Eger em niha çavê xwe venekin, em ê kengî çavê xwe vekin? Niha şer heye. 10 sal şoreş dimeşe û em dikarin gelek tiştan fêr bibin. Tevgera Kurd yek ji van tevgeran e ku herî zêde milê xwe yê navneteweyî vedike û bi enternasyonalistan re kar dike. Eger em erkên xwe bi cîh neyenin, em ê vî aliyê wê bê hêz bihêlin. Ji ber vê ev erka me ye ku em li vir (li cihê çalakiyê) bin. Bi taybet ji ber rewşa şer, lê di heman demê de jî ji ber ku li vir jî şoreşek lazime. Eger em bixwazin wê ev cihan bibe cihek xweştir.

 

Medya / Wuppertal: Weke jineke Elman, min têkoşîna Kurdan di sala 1992’an de nas kir. Li ber dêra Kolnê greva birçîbûnê hebû, ez tevlî vê çalakiyê bûm. Di sala 1993’an de PKK’ê li Elmanyayê hat qedexekirin. Piştî biryara qedexekirinê bi ser gelek malan û komelan de girtin. Em li dijî vê têkoşiyan. Min di van salan de cudahiya PKK’ê û rêxistinên din ên ku têkoşîna rizgariyê dimeşînin dît. Rihê şoreşgerî hebû û rolek mezin da jinan. Ji ber ku min ev mijar pejirandin, min piştgirî da. NATO û Yekîtiya Ewropayê nûnerên pergala kapîtalîst in û vê pergalê pêk tînin. Şoreşa ku li Kurdistanê bi ser ket, şoreşa jinê ye, şoreşek demokratîk e. Ev şoreş vê pergalê ditirsîne. Ew naxwazin mirovên li Rojhilata Navîn serbest bin. Naxwazin ku xwediyê pergalek serbixwe, xwediyê zanebûna xweserî û bivîn bin. Ji ber ku ger weha be nikarin erdnigariya wir dagir bikin, dewlemendiyên sererd û binerd xesp bikin û gelan li beramberî hev bidin şerkirin. Ji ber ku kapîtalîzm bi vî awayî xwe li ser lingan digire. Bi metingerî û destavêtina ser mal û milkê wan dest diavêje ser keda gel û bi vî awayî xwe dide jiyîn. Ji ber vê jî xwe zanekirina mirovan, wan ditirsîne. Rolê Elmanya ji welatên din ên Yekîtiya Ewropayê hinek zêdetir û di pêş de ye. Hikumeta Elmanya hevparê vê qirkirinê ye. Vê yekê jî bi awayekî veşartî nake. Daxuyaniyên weke ‚ ‘Ez li gel Tirkiye me, Tirkiye mafdar e’ dide. Bi vê seknê jî dibe hevparê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. Berxwedana gelê Kurd ya li dijî van polîtîkayên qirkirinê bêhempa ye. Duyemîn artêşa NATO ya herî mezin bi teknîka herî pêşketî êriş dike, lê nikarin bi ser kevin. Ji ber ku li dijî van hêzek bi bawer heye. Çavên gelên cîhanê jî li ser gerîla ne. Piştgiriyê nadin artêşa Tirk, didin hêzên gerîla. Ya ku hêzê dide gerîlayan jî paradigmaya azadiyê ye. Ji ber ku ev paradîgma ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye hêvî. Gelek tevgerên jinan ên cîhanê jî hêz ji vê paradîgmayê digirin û vê hembez dikin. Lewma têkoşîna gelê Kurd nikare bê têkbirin. Lewma têkoşîna gelê Kürt nikare bê têkbirin.

Alexandra Georgia Kapakidu/ Mainz: Di serî de ez matmayî dimînim ku dema mirov bi çavê mafê mirovan lê binêre, li ser şerê Kurdistanê zêde agahî nagire. Her ku diçe ez fêr dibim ku di vî şerî de mirovên sivîl jî hedef tên girtin û çekên kimyewî jî tên bikaranîn. Bê sedem êrişî herêmê dikin. Lê tenê di çend deran de derbarê vî şerî de agahî tê dayîn. Divê mirov siyasî be û bi meraq be. Lê ev şer û êrîşên li ser Kurdan di nava nûçeyên asayî de ti carî cih nagire. Min tenê di weşanên mezin de li ser Tirkiyê xwend ku ew ji bo Rûsya û Ukraynayê navbeynkariyê dike. Ev jî bi rastî bê wate ye. Ji ber ku Tirkiyê bi xwe dagirker e û mafên mirovan binpê dike. Dewletên Ewrupayê ji ber ku şirîkên Tirkiyê ne, çek û cebilxane dişînin.Ez piştgiriya ji bo Tirkiyê bi her awayî şermazar dikim, ev durûtî ye. Gelek tişt li pey vê durûtiyê hene. Yek ji wan tiştan jî nederxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ye. Li vir jî krîmînalîzekirin heye. Ji ber vê pêşiya çalakiyan tê girtin. Hemû çalakî bi mohra ‘zêde radîkal’ tên astengkirin. Ev tê wateya ku em agahiyên şaş digrin û ji ber vê jî gelek tişt nizanin û nahêlin ku dengê rastiyan bê bihîstin.

Nûjiyan Destanî / Duisburg: Weke ku em di nava nûçeyan de dikarin bişopînin, em dibînin ku ji her aliyê ve êrişî Kurdistanê dikin. Mixabin ev êriş bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê pêk tên. PDK jî bi vê hevkariyê êrişî hebûna Kurdan dike. Qirker dixwazin zimanê Kurdî û çanda Kurdî ji binî ve rakin. Lê weke gelê Kurd em ê li ber xwe bidin, li hemberî vê têbikoşin û em ê bi serkevin. Em nahêlin ku nasnameya Kurdan tune bikin. Bi taybetî weke jinên ciwan, divê em xwe biparêzin. Divê em hewldanên biçûkxistina gelê xwe qebûl nekin û her roj tevlî çalakiyan bibin, dengê xwe bilind bikin. Em weke Kurdên li Elmanyayê dikarin derdora xwe agahdar bikin. Divê em derdora xwe derbarê kiryarên dagirker û qirkeran ên li Kurdistanê de agahdar bikin. Ev êrişên qirkirinê hemû kesên li Elmanya û tevahî Ewropayê eleqedar dike. Ji ber ku Ewropa jî şirîkê van êrişan e. Mînak, Elmanyayê çekên ku li dijî Kurdan tên bikaranîn difiroşe artêşa Tirk. Ji ber vê û ji bo ku em bikaribin li dijî şer derkevin, divê em bi taybet li Elmanyayê çalak bin û gelên Elmanyayê jî hişyar bikin. Em hewl didin ku li dibistanan jî çalakî çêbikin. Ji bo ku dibistan û şagirtan agahdar bikin, em dikarin belavokan daleqînin û belav bikin. Her weha ez bang li herkesî dikim ku werin û tevlî çalakiyan bibin.

Rozerîn Çîçek / Hambûrg: Li welatê me, şerek mezin diqewime. Li gel wê jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, ango xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd heye. Mînak, herkes dizane li Ukraynayê şer heye, lê ti kes şerê li Kurdistanê nabîne, kes nerazîbûn nîşan nade. Em weke jinên ciwan dive dakevin qadan û van tiştan şermezar bikin. Divê em derbarê şerê li welatê xwe de xebatên agahdarkirinê bimeşînin, çalakiyan bikin, li her derê stand deynin û belavok belav bikin.

Aysel Dougan / Hannover: Kurd sed sal in vê zilmê dijîn. Beriya AKP’ê jî ev polîtîka hebûn. Ew yekîtiya Kurdan naxwazin. Lê pirsgirêka herî mezin hevkariya PDK’ê ya bi qirkeran e. Ez bawer nakim mala Barzanî Kurd be. Divê mala Barzanî bizanibe, Kurdistan ne ya wan e. Kurdistan ya ciwanên me ku ji bo welatê xwe şer dikin e. Tişta ku PDK’ê dike xiyanetek mezin e. Em ê vî tiştî ti carî qebûl nekin. Tişta ku mala Barzanî li Kurdan kir heya niha ti kes li Kurdan nekiriye. Di destê Barzaniyan de xwîna Kurdan heye. Ew ji bo berjewendiyên xwe Kurdistanê difiroşin. Kurdistan ne eşîrek e. Kurdistan ya şehîdan, ya berxwedêran e. Wê çawa hesabê kiryarên xwe bidin? Dijmin bi sedsalan xwest me tine bike, lê nekarî. Niha jî dixwaze bi destê Kurdan me tine bike. Lê cîhan êdî têkoşîna azadiya Kurd nas dike û gelê Kurd zarokên xwe yên şer dikin nas dike. Divê bê zanîn, em bi ti awayî naqedin. Ji dîrokê heta îro, em bi destê dijmin neqediyan, lê ji ber xiyanetê me her tim derb xwar. Lê vê carê em ê rê nedin dijmin û xiyanetê.

Aliye Ekîncî / Hannover:

Dewleta Tirk a faşîst bi salan e dixwaze gelê Kurd tine bike, lewma êriş dike. Ev êriş tenê bi dewleta Tirk re sînordar nînin. Di pêvajoya heyî de jî dewleta Iraq û PDK’ê jî di nav de gelek dewlet û hêz cihê xwe di nava êrişan de digirin. Lê di encama berxwedana Rêbertî û gerîlayan de ew êriş ne gihan armanca xwe. Tişta ku me herî zêde diêşîne ew e ku PDK’ê bi hevalên DAIŞ’ê, AKP’ê re hevkariyê dike. Lê çi bikin bila bikin ew nikarin me biqedînin. Em ji xwe ji nebûnê heta van rojan hatin. Dewleta Tirk, dewletek faşîst û barbar e. Li girtîgehan jî zext û zilmek mezin li girtiyan dike. Li gorî qanûnan li Tirkiye cezayê îdamê tine, lê dewleta Tirk li girtîgehan û derve mirovan dikuje. Barzaniyan bi dewleteke weha re hevkariyê dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê Barzaniyan ji vê rewşa xwe ya xeter û xirab derkevin. Divê dewletên cîhanê jî rêz li hemberî mafê Kurdan nîşan bidin û hevkariya bi dewleta Tirk re biqedînin. Gelê Kurd di warê, ziman, bawerî û çandî de gelek dewlemend e. Rastiya ku dewletên cîhanê û dewleta Tirk naxwazin qebûl bikin ev e. 50 sal in li her derên cîhanê li kolanan e û ji bo mafên xwe têdikoşin. Em bi mîlyonan Kurd in lê welatê me, zimanê me û mafê me tên xespkirin û înkarkirin. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Îro jinên Kurd û gelê Kurd bi berxwedana xwe û pergala xwe ya demokratîk, ji gelên cîhanê re dibin mînak. Pergala Kapîtalîst jî vê yekê qebûl nake. Me li Efxanîstan û Ukraynayê jî dît, hêzên serwer gelan nafikirin. Ya girîng berjewendiyên dewletan e û ji bo vê yekê her tiştî dikin. Di dawî de jî dixwazim bêjim ku dewleta Tirk ku xeyala Osmaniyan a sala 2023’an dike û hevkarên wê, çi bikin bila bikin wê ji aqûbeta Saddam xilas nebin. Çi bikin bila bikin, ew ê biçin. Em ê dîrokê binivîsin. Em Kurdên Ocalan in û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin. Em li gel gerîla ne. Hêzên hegemon bila ji me bitirsin. Em azad in, en ku li qesran dijîn xulam in. Her dera cîhanê Kurdistanek e, qada berxwedanê ye.

Rojîn / Freibûrg:Dewleta Tirk êrişek nû ya qirkirinê daye destpêkirin. Diyar dikin ku wê têkoşîna me ya azadiyê biqedînin. Dîsa partiya ku xwe weke partiyek Kurd dide nasîn PDK’ê jî tevlî vê êrişê dibe. Em van êrişan û xiyanetê qebûl nakin, lanet dikin. Li her dera Kurdistanê êriş didomin. Di serî de jî li dijî Rêberê me. Divê em parastina Kurdistanê tenê ji gerîla re nehêlin. Ev şer, şerê gel ê şoreşgerî ye. Wê Kurdistan bi berxwedana hevpar ya gerîla û gel bikaribe were parastin. Em weke jinên ciwan jî dive di vê pêvajoyê de bi erka xwe re rabin. Em nikarin wan êrişên qirkirinê ên li dijî gelê me bipejirînin. Mijar Kurdistan e, têkoşîna me ye. Pêşî girtina van êrîşan, tenê wê bi berxwedanê re pêkan be. Divê em rabin, riya xwe nas bikin û dengê xwe bilind bikin.

Perwîn Sine: Dûseldorf

Niha li ser Başûrê kurdistanê bi hevkariya PDK’ê, malbata Barzanî dewleta tirk a dagirker êriş pêk tîne. Ev êriş li ser qadên Parastinê yên Medyayê, Zap, Avaşîn, Şengal didomin. Êriş li ser gerîlayên me hene. Bi tank û topên NATO êrişî gerîla dike, lê her tim bin dikeve. Eger hevkariya malbata Barzanî nebe, Tirkiye nikare wiha êriş bike. Dikeve nava xaka welatekî din û êriş dike. Gerîla kiye? Gerîla şeref û rûmeta me diparêze. Mixabin malbata Barzanî şeref û rûmeta wan nîne û xaka Kurdistanê teslîmî Erdogan kirine. Ji ber berjewendiyên xwe wiha dikin. Vê malbatê her dem îxanet kir li Kurdan. Destûr dide Îran jî were nava xaka Kurdistanê û welatparêzên me şehîd bike. Heta kengî wê malbata Barzanî vê îxanetê bike? Êdî dem dema azadiyê ye. Divê malbata Barzanî êdî baş bifikire. Bes e ji îxanetê re, ji dijminatiyê re. Bi destê wan xwîna bi hezaran ciwanan hatiye rijandin. Dewleta tirk dixwaze hemû kurdan qir bike, xaka Kurdistanê dixwaze. Heta Kurdek bimîne berxwedan jiyan e. Em ji Rêber Apo ev yek fêr bûn. 24 sale di girtîgeha Imraliyê de ew li ber xwe dide. Rêberê me di zîndanê de ye. Em ê tim li ber xwe bidin. Ew ê tim dijminê me bin bikeve. Edî divê hemû jin dijminê xwe nas bikin. Ji malê derbikevin. Bi fikr û ramanên Rêber Apo ji bo axa xwe, ji bo rûmeta xwe, xwe bi rêxistin bike, xebat bike, rabe ser piyan. Biçin nava refên gerîla. Hemû saziyên navdewletî agahdar bikin. Ji bo zarok û jinan xwe naskirin pir pêwîste. Tenê ne gerîla divê gel û gerîla bi hev re Kurdistanê biparêzin..