Germahiya wê rojê tîna xwe da dinê hemûyî

- Aysel AVESTA
358 views
Dema salnameyê 4’ê Nîsana sala 1949’an nîşan dida, li gundê Amara yê navçeya Rihayê Xelfetiyê, rojeke bi tîn hiltê. Ew roj, destpêkê dibe ronahiya maleke piçûk. Her ku bilind dibe, tîna xwe dide derdor û paşê germahiya xwe dide cîhanê hemûyî. Piştî zivistaneke sar û sermayeke dijwar, bihar dest pê dike ango meha Nîsanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dinê.

Ew ji ber zarokê ewil ê kur e, bavê wî navê bavê xwe lê dike. Bavê wî bi hêvî û bendewariyeke mezin wî navî lê dike da ku ew çira malbata xwe ronî û geş bike. Lê dema ew zarok mezin dibe, weke rojeke geş li asîmanê weletê xwe hiltê. Dibe çira, û ronahiya xwe dide dinê hemûyî. Wê rojê di serî de jin û gelê Kurd, gelên ku li azadiyê digerin, hemû ji dayik dibin. Li şûna bindestî û koletiyê, tovên azadiyê tên reşandin. Ew tov niha li her derê şîn dibe û berhem dide. Xwişka rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, bi wesîleya 4’ê Nîsane roja rojbûna rêberê gelê Kurd, qala jiyana wî kir.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, zarokê malbatê yê çenda bû. Di nav kîjan şert û mercan de  mezin bû? Tekiliyên wî bi xwişk û birayên wî re çawa bû?
Em 4 Xwişk û 4 bira bûn. Abdullah ji birayan, yê herî mezin bû. Xwişkeke min jê mestir bû. Birakî min yê bi nave Alî piştî wî hat dine. Lê ew 12 salî bi nexweşiyeke giran ket û wî wefat kir. Niha ez, ew û Mehmet sax in, yên din hemûyan rehmet kiriye. Em malbateke di halê xwe de, ji aliyê madî ve xizan bûn. Bi qasî tê bîra min, me sê mal guhertin. Xaniyê me ji axê bû. Carna em sibê radibûn ku avê daye bin me û xaniyê me hemû dibin avê de dima. Me bi zorê debara xwe dikir. Tê bîra min, min kirasek sê salan li xwe dikir. Wê demê, me bi zor rojane debara xwe dikir, feqîrî gelek bû. Abdullah hîn zarok bû dixebîtî, hem em xwedî dikirin, hem ji bo ku bixwîne xerciyê xwe yê dibistanê kom dikir. Digot, ez ê bixwînim ez dev ji xwendinê bernadim. Abdullah ji zarokatiya xwe ve gelekî jîr û jêhatîbû. Bavê min, navê bavê xwe lê kiribû. Kalkê min di dema xwe de mirovekî gelekî wêrek û jêhatî bû. Ji lewma, bavê min her digot Abdullah wê dewsa bavê min bigire. Bavê min pirr baweriya xwe bi wî dianî. Dema em zarok bûn, em bi hev re diçûn paletiyê, me rez dibirrî, em diçûn nava bostanan, dixebitin da ku debara xwe bikin. Wî ji destpêkê ve sermiyanî ji me re dikir. Wî ceh û gemim diçinî, min jî li dû wî kom dikir. Em 3 salan bi hev re çûn Edenê û me pembo bi hev re çinî. Ji herkesî jêhatîtir bû. Hevalên wî digotin; Evdile ma tu bi destan kom dikî an bi dev. Digot, ez jî weke we bi destan kom dikim. Di nav hevalên xwe de her mînak bû. Ez wê demê gelekî piçûk bûm.Têkiliyên wî bi me re gelek baş bû. Her li dijî neheqiyê bû. Ti carî neheqî li me nedikir û em nedêşandin. Ji destpêkê ve ne weke zarokê melê, weke mezinê malê bi berpirsyartî tevdigeriya. Mixabin me gelek dem bi hev re derbas nekir. Heta dibistana navîn ango piştî 13 saliya wî êdî me ew nedît.

Rêberê Gelê Kurd di zarokatiya xwe de herî zêde ji çi hez dikir? Hobiyên wî çi bûn.Têkiliyên wî li gel zarokên hevalê wî ên keç û kur çawa bûn?
Ji kewan gelekî hez dikir. Di zarokatiya xwe de her tim diçû nêçîra çûk û kewan. Kew digirtin, dianî malê û dayika min jê re dikir şîv. Ji germiya dayika min gelekî hez dikir. Ji xwendin û nivîsandinê gelekî hez dikir. Têkiliyên wî li gel hevalên wî gelekî baş bûn. Baş bi wan re dida û distand. Tê bîra min, 15 hevalên wî yên dibistanê di refên xwe de  mabûn. Wî alîkariya wan kir da ku bi ser bikevin û niha gelek ji wan mamoste ne. Dayika min gelek caran xwe pê re aciz dikir, digot; Tu çima wan li dora xwe kom dikî, ma malên wan tinene, bila herin malên xwe bixwin û vexwin. Lê wî guh nedida kesî û heval li dora xwe kom dikirin. Careke wî bi hevalên xwe re şer kiribû. Hevalên wî serê wî şikandibûn. Hat malê, dayika min ew negirt hundir got; here heyfa xwe rake û were. Heger tu heyfa xwe ranekî, ez te nahewînim. Paşê çû sere havalê xwe şikand û hat ji dayika min re got min heyfa xwe hilanî. Dayika min got eferim, te baş kir. Paşê cîran hatin, şerê dayika min kirin û gotin; em ê giliyê we bikin. Dayika min got herin, hûn çi dikin bikin, kurê min heyfa xwe rakir, siheta wî xweş. Geleke hevalên wî yên jê hez dikirin û bi wan re dilîst, hebûn. Zarokên gund hemû hevalên wî bûn, lê herî zêde hevaltî bi Cûma, Miho, Teyar, Fayîq, Şewket û Mehmet re dikir. Ev hevalên wî yên gelekî nêz bûn. Bi wan re gelekî dibû alîkar, niha gelek ji wan mamoste ne. Hinek hîna sax in û hinek jî mirine. Hevalên wî yên dibistanê herî zêde xort bûn, ji ber ku wê demê jinan nedixwend. Digotin, eyb e jin bixwînin. Ez tenê rojekê çûm dibistanê. Piştre nehiştin ez herim. Digotin, nabe jin bixwînin, eyb e. Di mal de bi qîmeta me baş dizanî, ti ferq nedixist navbera me û birayê me. Em hertişta destpêkê ji wî fêr bûn. Serê xwe gelekî bi xwendinê re diêşand. Bavê min digot, zehmet e, em xizan in tu nikarî bixwînî; wî digot, na ez ê bixebitim û bixwînim, lazim e ez bi ser kevim. Piştî ku lêgerînên wî yên ji bo doza Kurdî dest pê kir, bavê min jê re got; ev rê  gelek zehmet e, Seyîd Riza, Şêx Seîd nekarîn bibin serî, tu yê çawa bi ser kevî. Lê ew li ser ya xwe ma û got, ez ê di vê riyê de bimeşim. Bavê min jî got; Ez dizanim tişta ku ew têxe serê xwe, wê bibe serî û nexasim jî wisa kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek dahûrandinên xwe de behsa Xwişka xwe ya mezin dike. Gelo çi qewimî û çi hişt ku hewcên jiyana xwişka wî bandorê li wî bike?
Dema xwişka min dan, ez gelekî piçûk bûm. Zilamekî ne ji gundê me, ji gundekî dûrî me hat û xwişka min xwest. Wê demê Xwişka min 12 salî bûye. Me ew kesê ku hat xwişka min xwest, nas nedikir. Bi temenê xwe, ji xwişka min gelekî mestir bû. Bavê min got, tu berê zewiciye, got, na. Wê demê feqîrî û hejarî gelek bû. Di berdêla ceh û genim de hatin xwişka min birin. Paşê derket holê ku ew zilam zewiciyê û zarokên wî û hevjîna wî heye. Wê demê Abdullah ne li mal bû li Nîzîpê dixwend. Dema hat pirsa xwişka min kir. Bavê min mesele jê re got. Gelekî hêrs bû got, we çima xwişka min daye mirovekî ku ne hûn û ne jî ew nas dike. Bi bavê min re gelekî aciz bû. Tê bîra min vê bûyerê gelek bandor lê kir.

Têkiliyên Rêber Abdullah Ocalan bi dayik û bavê wî re çawa bûn? Herî zêde karakterê kê ji wan li ser kesayeta wî bandor kiriye? Herî zêde nêzî kê bû?
Di navbera wî û dayika min de her nîqaş û şer hebû. Lê navbera wî û bavê min gelekî baş bû. Abdullah piştî sê keçan, lawê yekê bû. Jixwe, lewma navê kalikê min lê kirin. Gelekî delalî bû. Dema çêdibe du jinên gund taybet ji bo xwedîkirin û mezinkirina wî tên erkdarkirin da ku alîkariya dayika min bikin. Gelek nazdar tê mezin kirin. Bandora dayika min li ser kesayeta wî diyarker e. Dayika min nedihişt kes neheqiyê lê bike. Dema hineka neheqî lê bikira, heta wî heyfa xwe ranekira dayika min nedihişt were malê. Di heman demê de kurê malê yê mezin bû, dayika min gelek jê hes dikir û dixwest wî li gorî dilê xwe mezin bike. Digot wê ocaxa me li dora wî şên bibe.

Birayê te tevgera azadiyê ava kir, te ev çawa dît? Di jiyana te de çi guherî, piştî wê yekê, çi hate serê malbatê. Dayika te bi taybetî çi digot?
Me dizanîbû wê tişkekî mezin jê derkeve. Ji ber lêgerîna wî û xeyalên wî ji zarokatiyê ve mezin bûn. Dayika min gelekî kêfxweş bû. Ji ber wê, her dixwest ku Abdullah heyfa xwe ji kesî re nehêle. Wî şerkeriya xwe û israra xwe ya têkoşînê ji dayika min girtiye û sebr û tehemula xwe jî ji bavê min girtiye. Serê wê her bi wî bilind bû. Bavê min jî digot, baweriya min pê heye, ew ê Kurdistanê ava bike. Piştî demekê ji ber zextên dewletê û dardorê, malbatê ji neçarî koçî Edenê kir. Polês û leşker rojane dihatin, zext li me dikirin. Nedihiştin em têkevîn nav civakê. Em ji her tiştî bêpar dihatin hiştin. Leşker rojane dihatin ber deriyê me û bi saetan nobet digirtin. Berî dayika min wefat bike, ez çûm cem wê. Digot; bi salan e çavê min li derî ye, ez dibêjim, gelo heye rojekê di vî derî re were malê. Ez ê bimrim û wî nabînim.‘ Hesreta dayika min tenê ew bû ku wî rojekê bibîne. Dayika min her digot; Min kirasek jê xwest lê ji bo min nekirrî. Min dixwest ez kirasekî ku behna wî jê were li xwe kim. Her ji dayika min re digot, kengê min ji dayikan hemûyan re kiras kirrî, wê demê ez ê ji bo te jî bikirrim. Piştî çû Enqere û pê ve, me ew qet nedî. Tenê dema bavê min wefat kir, tevî 2 havalên xwe hat şînê. Ez jî wê demê li wir bûm. Dayika min jê re xwarin çêkir, xwarin û çûn. Piştî wê, me careke din ew nedît. Dîsa dema ku wê bi Kesîre Yildirim-Fatma re bi zewiciya xeber ji dayika min re rêkir, got ez dizewicim. Dayika min gelekî kêfxweş bû. Tê bîramin wê demê ji Fatma re bixçeyek amade kir û rêkir. Kefa wê dihat, digot; baş e wa wê bizewice, êdî ew ne bi tenê ye. Dayika min wisa difikirî.

Te xebara dîlgirtina birayê xwe çawa bihîst? Piştî çend salan we hev dît? Tu dikarî behsa wan rojan bikî? Piştî ku te ew dît, di jiyana te de çi guherî? Di hevdîtina destpêkê de wî tu çawa pêşwazî kirî?
Dema min xebera girtina wî bihîst, ez ji mal derneketim. Bi rojan min derî li xwe girt û ez ji mal derneketim. Min digot; dinya li ser serê me xira bûye. Bi dehan rojanamevan hatin ber derî, min nekarî ez bersivê bidim wan. Dema ez destpêkê çûm cemê, min ew nas nekir. Min got, gelo ev kî ye, birayê min e yan na. Ji min re gelek xerîb hat. Piştî 30 salan cara yekê min li Girava Îmraliyê ew dît. Dema min ew dît wî fêm kir ku min ew nas nekiriye. Ji min re got ; Ez im, ez girtim û anîm vir. Min got; ez kefxweş im ku min piştî 30 salan tu dîtî, lê xwezî ev hevdîtin ne li zîndanê bûya. Dema destpêkê em çûn cemê, pirsa gund cîran û mirovên gund yek bi yek kir. Got, gund xweş bikin? Mêvanên min baş pêşwazî bikin. Li baxçeyên xwe gul û daran biçînin. Me weke wî kir. Niha gundê me gelekî xweş bûye. Dîsa ji min re got, divê ti bi Osman re neaxivî, heger tu pê re biaxivî, neyê hevdîtina min. Min jî got; na ez pê re naaxivim û ez ê werim hevdîtina te. Jixwe heta Osman mir jî ez pê re neaxivîm. Ji dema ku ez diçim cem û têm, di jiyana min de gelek guhertin çêbûn. Min destpêkê digot; ez jin im, bi tenê nikarim herim û werim. Digot; divê ti bi xwe bawer bî. Çi ferqa jin û mêr tine. Lazim e beriya her kesî tu bi xwe bawer bî. Heta wê demê, ez bi tenê nediçûm nêv civata. Min bi tenê rêwîtî nedikir. Lê ez niha tevî nexweşiyên xwe jî dikarim bi tenê herim her derê û li nava her civatê rûnêm. Ew kesekî wisa ye ku guhertinên gelekî mezin di jiyana mirovan de ava dike. Hem xwe hem derdora xwe gelekî diguhere. Heger ne ew kesayeta wî ya bi hêz bûya, ev 24 sal in bi sebreke mezin ne pêkan bû ku bijiya. Çar hêlên wî bahr e. Tecrîdeke girakirî li ser heye. Malbat û parêzer nikarin wî bibînin. Mafê wî yê telefonê nadinê. Yekem daxwaza min ew e ku ez careke din biçim hevdîtina wî û xebereke xweş derheqê wî de bistînim.