Guhê zarokan bi mûzîka kurdî tije dibe

- Newaya Jin
286 views
Di 6’ê Tîrmehê de li Amedê dibistana muzîkê ya zarokên 0-5 salî bi navê ‘Zarok MA’ vebû. Navenda MA Mûzîkê ev dibistan vekir. Xebatkarên MA Mûzîk xebatkarên Konservatûara Aram Tîgran a şaredariya Amedê ne. Ev konservatûar di sala 2010’an de vebû û li hemû beşên weke sînema, mûzîk, şano, folklor û wênesaziyê bi Kurdî xebat dimeşandin. Lê AKP’ê di sala 2016’an de bi kayimê dagirker dest danî ser şaredariya Amedê.

Êdî derfeta bi kurdî perwerde dayînê nemabû. Ji ber vê jî xebatkaran MA Mûzîk vekirin. Ji ber bahoza êrişan 35 xebatkar û 400 şagirt û malbatên wan dimîne, navê wê dikin ‘Ma’. ‘Ma’ tê wateya yên piştî bahoza kayim man e. Di bin banê MA Mûzîk de akademiya zarokan a dersên mûzîka kurdî dide hate vekirin. Dîsa Akademiya ku perwerdekarên mûzîka kurdî perwerde dike, di pêşxistina mûzîkê de roleke girîng leyst. Gelek ciwan û zarok bi rêya kursan fêrî enstûrimanên mûzîkê bûn.

Zarokên di zikê dayika xwe de jî wê li mûzîka kurdî gohdar bikin

Projeya dibistana Zarok MA jî gelek bal kişand ser xwe. Ev proje ji bo zarokên hîna di zikê dayika xwe de ne jî hatiye pêşxistin. Di heman demê de malbat jî ji bo dema zarokên wan çêbû bikaribin lorîk û stranên kurdî ji wan re bêjin, tên perwerde kirin.Heta zarok dibin 60 mehî wê bi rêya stranan, leystokan zarokan fêrî stranan bikin, dengbêjan bi wan bidin gohdarkirin. Lê dema zarok bû 60 mehî eger enstûrmaneke mûzîkê hilbijêre, ew ê derbasî akademiya zarokan bibe.

Ji bo zarok rehet bikin dibistan mîna malekê hatiye rêkûpêk kirin

Dibistan weke malekê hatiye xemilandin. Lewra avakerên dibistanê xwestine zarok li şuna dibistanê, xwe li malê his bikin û malbatên wan jî bikaribin li gel wan bimînin. Ev proje wiha bi asayî pêk nehatiye. Lewra di serî de pirsgirêkên aborî derketine pêş. Beşekî mesrefan ji aliyê Enstîtûya Goethe ve hatiye dayîn. Lê ji bo yê mayî jî saziyên civaka sivîl ên Amedê û gel destê xwe dane hev û piştgiriya projeyê kirine.

‘Kayim konservatûara Aram Tîgran girt, lê şagirtên me bi me re hatin’

Evîn Dûlek ku yek ji avakera MA Mûzîk û paşê jî ya Zarok MA’ye ji Rojnameya Nêwaya jin re qala sedemên vekirina Zarok MA kir.  Mamoste Evîn bi pirsên “Çima MA Mûzîk”, ‘Me çi li paş xwe hişt û me çi ava kir’dest bi axavtina xwe kir û pêşî wiha qala zahmetiyên xwe kir. ‘Dema MA Mûzîk ava bû, me di warê civakî û siyasî de gelek zahmetî kişand. Bi taybetî jî di aliyê aborî de. MA Mûzîk bi kedeke mezin hate avakirin. Dikarim bêjim dema kayim hat û em ji Aram Tîgranê derketin, me mekan li wir hişt, lê şagirt û malbatên me bi me re hatin. Me dît ku mesele ne nav û mekan bû. Şagirtên Konservatûara Aram Tîgranê MA Mûzîk ava kirin. Niha em girîngiyek mezin didin vê xebatê. Hem akademiya zarokan û hem jî ya mezinan xebatên xwe didomînin û em bi civaka xwe re têkiliyekî baş datînin.’’

Zarokên heta 5 salî tevlî perwerdeya hûnerê dibin

Evîn Dûlek destnîşan kir ku dema hinek ji wan re dibêjin bi vî zimanî hûn nikarin zimanê perwerdeyê pêş bixin, ew yekser weke refleksekê vê xebata xwe ya berbiçav nîşanî wan didin û wiha got: ‘Niha zarokên heta 5 salî tevî malbatên xwe tevlî perwerdeya hûnerê dibin. Dema di zaroktiyê de bi zimanê xwe bên perwerde kirin, bi rêya zarokan em dikarin bandorê li civakê jî bikin.’’

Eleqeya malbatan û zarokan zêde ye û bi kelecanin

Li ser derketina Projeya Dibistana Zarok MA jî Evîn Dûlek diyar kir ku wan xwest ji xebata dikin zêdetir tiştekî bikin û wiha domand: ‘Li alîkî din daxwazin malbatan hebûn. Li hemberî projeyê meraq û eleqeya malbatan zêde bû. Bi hezaran malbatan dema kar dan ser milê xwe, êdî ev proje ji bo me jî ferz bû. Heta proje destpêkir salek derbas bû. Dema peyva Zarok MA derbas bû, malbatan hatin qeyda zarokên xwe çêkirin. Malbat her roj digeriyan û digotin em ê kînga dest bi dersê bikin. Dema xwestek û desteka malbatan, zarokan û civaka me nebûya, me nikarîbû ev kar bimeşanda”.

‘Divê guhê zarokan bi çanda mûzîka kurdî tije bibe’

Li gorî Evîn Dûlek di nava dersê de teoriya mûzîkê, rîtîm, naskirina dengan û zimanê kurdî heye. Zarok her heftê fêrî stranekê dibin û her heftê hûnermendekî Kurd nas dikin. Mînak Aramê Tîgran, Şêroyê Biro, Hesen Zîrek, Eyşe Şan, Aslîka Qadir, Sûsika Simo, Şakiro, Xerapetê Xaco, dengbêjên kevn, klasîkan fêr dibin zarok. Bi taybetî hewl didin gûhê zarokan bi ziman an jî mûzîka kurdî tije bibe. Lewra mamosteya Zarok MA dibêje; ‘Ne ku em tenê dersa mûzîkê didin wan û dişînin malê. Divê gûhê wan bi çanda mûzîka Kurdî tije bibe. Dersê zarokan têr û tijî derbas dibin. Heta niha zarokên bi zazakî diaxivin jî hatin. Em dikarin bi wan re jî eleqedar bibin. Bi kîjan zimanî werin jî ne pirsgirêk e. Li gorî wê em dersan didin’’.

Dawiyê de Evîn Dûlek destnîşan kir ku ew bi alîkariya malbatan li ser lingan man û dema bi zarokan re vî karî dikin gelekî kêfxweş dibin. Eleqeya zarokan zêde ye û bi kelecanin. Ew jî ji kelecaniya wan hêzeke mezin digirin.