Gul Bîbî: Pêşenga jinên Belûç

- Berjin TEKOŞER
165 views
Li ser jinên Belûç , an jî der barê rewşa wan a civakî, aborî, siyasî û hwd. de pir kêm tişt hatiye nivîsîn. Her çend jinên Belûç di têkoşîna siyasî, çandî, wêjeyî û leşkerî de cîh girtibin jî, qala van nehatiye kirin. Îslamê û têgihiştina hişk a zilamsalarî bandora xwe li ser vê herêmê jî kiriye nehiştiye ku jin di qadên cuda yê civakê de cîh bigirin û rengê xwe diyar bikin.

Bêguman piştî “şoreşa Îslamî” a Îranê ev rewş hîn xerabtir bûye. Gelê Belûç jî yek ji wan gelên ku herî zêde rastî cihêkarî û newekheviyê hatiye û hema bêje ji hemû mafên xwe bê par hatine hîştin. Gelê Belûç ne xwedî nasname û ne jî xwedî mafê cih û war e. Jixwe bi demê re rejîma Îranê ev herêma ku ew lê dimînin perçe kiriye û xwestiye têkiliya gelê vê herêmê ji hev qut bike. Bêguman hem ji ber paşverûtî û kevneşopiya ku bandora xwe ji zîhniyeta zilam-dewletê digre û hem jî ji ber kiryarên meleyên ku bi rêya dewletê ferman didin civakê, her ku çûye rewşa jinê xiraptir bûye. Jin ji hemû mafê xwe bê par hatiye hiştin û di nav çar dîwarên malê de hatiye hiştin. Lê ev nayê wê wateyê ku di tevahiya dîrokê de jinên Belûç bi vî rengî jiyane û roleke wan a di nav civakê de tune bûye. Jina Belûç Gul Bîbî jî yek ji wan jinan e ku li dijî van zextên zilam derketiye û bûye yek ji lehenga civaka Belûç. Di şerê li dijî Îngîlîzan de roleke girîng lîstiye û tevlî şerê rizgariyê bûye.

Jina têkoşer a Belûçî

Gul Bîbî jineke bi hêz û wêrek bû. Ew ji qewma Yar Mohemmedzehî ye ku bi wêrekî, taktîk û qebiliyeta xwe ya axaftinê dagirkerên Birîtanyayî matmayî hiştine bû. Gul Bibî ji Serheda Xaş a Belûçistanê ye. Di sala 1269’an de li Serheda Xaş tê dinê. Bavê wê Hîdil Merdî, kesek ji giregirên wê herêma bû. Gul Bîbî, jinek têgihiştî bû û her tim daxwaza wê ya fêr bûnê li pêş bû. Her weha bi bijîşkiyê re jî eleqedar dibû û di vê mijarê de meraqa wê pir zêde bû. Tê gotin, melhemên ewqas baş çêdike ku bi van heta birînên herî kûr jî derman dike. Nav û dengê bijîşkiya wê li herêmên dûr jî belav dibe. Ji xelkên derdorê jî gelek kes ji bo dermankirinê tên cem. Tê gotin, ji şîrê dayikan jî dermanekî taybet çêdikir. Heta ji hin jinên ku şîr didan zarokên xwe re dibêje, “Xwe xweşik bişon û paşê şîrê xwe bikin tasekê û ji min re bînin.” Gul Bîbî bi rûnê şîrê van jinan dermanek taybet çêdike û bi vî dermanî tîra di laşê leşkeran re çûye, derdixe.

Xwedî hêza rêvebirênê bû

Ew jineke dilnizm bû û alîkariyek mezin da gelê xwe. Dersên exlaq û jiyanê da civakê û piştevanek mezin a jinan bû. Jineke mêhreban û xwedî sebir bû. Bi vê sebir û dilnizmiya xwe li ser jinan bandorek mezin çêdikir. Tê gotin, her tim cilên spî li xwe dikir. Ji ber di wê baweriyê de bû ku ji bo ji bîr neke ku bi dileke pak hatiye vê dinê, lazime hewl bide ku dil û ruhê wê hertim pak û spî bimîne. Gul Bîbî xwedî kesayetek serbixwe bû. Di ciwaniya xwe de bi kesekî bi navê Şehsiwar Şehnwazî re dizewice. Şehsiwar yek ji fermandarê şer bû û eleqeyeke wî ya mezin ji Gul Bîbî re hebû. Gul Bîbî ne tenê hevjîn, hevre jî bû û mil bi mil li cem Şehsiwar têdikoşiya. Tê gotin ku şêwirmenda wî bû. Ew berî ku Şehsiwar biçe cengê her tim wî û leşkerên din amade dike û bi wan dide fêmkirin ku têkoşîna herî mezin parastina ax û welat e. Şehsiwar di her karî de teqez ji Gul Bîbî alîkarî dixwaze, pê dişêwire û li gorî vê biryarê dide. Ev jî dide xuyakirin ku Gul Bîbî xwedî jêhatîbûnek şer û taktîkî jî bûye û ji ber vê yekê di her firsendê de Şehsiwar serî li nêrîna wê daye û bi alîkariya wê pirsgirêkên heyî çareser kiriye. Jixwe bandora Gul Bîbî û jêhatîbûna wê ya di şer de jî vê rastiyê eşkere dike. Gelek caran, nexasim dema hewce kiriye wê çek jî hilgirtiye û tevî şer bûye. Bi qasî di siyaset û taktîk de jîr bû, di meydana cengê de jî bê hempa bû.

Li dijî dagirkeran serî hilda

Di destpêka Cotmeha sala 1877’an de generalê Îngilîz Reginald Edward Harry, bi hinceta alikariya serdarên Belûç, tevî hêzên Elmanî êrîşî Belûçistanê dike. Dema ku hêzên dagirker li ser Hindistan û Pakistana îro bibandor bûn û herêma Kelat, Belûçistan û Pakistan ket bin destê Îngîlîstan, hejmarek ji rêberên Belûç li dijî armancên xerab û kolonyal ên Îngîlîz têkoşîn meşandin. Jina têkoşer a Belûç Gul Bîbî jî di vê têkoşînê de cîh girt û li dijî Îngîlîzan serî hilda. Weke qewmê xwe Yar Mohemmedzehî, ew jî bi wêrekiya xwe dijminê xwe matmayî hişt. Di salên 1915-1916’an de herêma Belûçistanê di nav şer û  tengezariyê de bû. Gelê vê herêmê li dijî êrîşên dagirkeran xwe parastin. Di sala 1916’an de ji aliyê Îngîlîzan ve li dijî herêma Belûçistanê êrîşek mezin hat destpêkirin. Îngîlîzan êrîşî herêma Serheda Xaş a gelê Belûç dikin. Armanca wan ew bû ku li herêmê bandora xwe zêde bikin û vê derê bixin bin kontrola xwe. Lê belê gel li dijî dagirkeran serî hildide. Nexasim jî Gul Bîbî ku dixwest demek ji ya din zûtir van dagirkeran ji axa xwe derbixe.

Bi wêrekiya xwe bi nav û deng bû

Di şerê li dijî Îngîlîzan de hevjînê Gul Bîbî Şehsiwar dîl dikeve destê dijmin. Dema ku Şehsiwar ji aliyê generalekî Îngilîz ve hat girtin, Gul Bîbî tevî leşkerekî diçe serdena wî. Li vir agahî didin ku wê hevjînê wê were darvekirin. Gul Bîbî li generalê Îngîlîz vedigere û jê re dibêje, “Ger tu Şehsiwar darve bike, ew ê şerê Yar Mohemmedzehiyan a li dijî Îngîlizan dijwartir bibe û hîn zêdetir xwîn birêje. Ya baş ev e ku hûn pêşî li van bûyerên ku biqewimin bigrin.” Generalê Îngîlîz ku pir zêde ketibû bin bandora wêrekiya şerê vê jinê, baş dizanî ku gotinên Gul Bîbî rast in. Ji ber vê yekê jî tavile Şehsiwar azad dike. Gul Bîbî yekser diçe çadira ku hevjînê wê lê bû, destên wî vedike û wî bi xwe re dibe.

Hêza çareseriyê bû

Serdar Mîr Cînîd Xan ku yek ji fermandarên eşîra Şehnawazî bû, pesnê wêrekiya wê dide û jê dixwaze ku her gava ku hewcedariya wan bi plan û xebata wê hebe, wan bi tenê nehêle. Gul Bîbî bi dilxweşî vê daxwazê dipejirîne û soza alikariyê dide. Jixwe di nav gel de jî xwedî bi bandor e û gel jê re rêz nîşan dide. Li her cihê ku pêdivî bi arîkariyê hebû, serî li wê didin. Ji ber ku ew ji bo wan çavkaniya çareseriyê bû. Ev jina wêrek, di dilê her kesî de tovên hêviyê diçîne. Jinan perwerde dike. Nexasim ji bo ku di her rewşî de karibin welatê xwe biparêzin bi wan re diaxive û hêz dide. Dema ku Mîr Cînîd Xan li dijî dijmin artêş birêvedibe, Gul Bîbî bi daxwaza wî di rêvebirina cengawerên Belûç a li herêma Nalek de roleke pir hesas û sereke dilîze. Nalek, navê geliyek nas e û heman geliyê ku warê gelê Serheda Xaş bû, tevahiya hêzên generalê Îngilîz ji holê rakirin û yek ji wan jî sax nefilîtî. Ev şer ji ber wê bi nav û deng bû. Di rewşekê de ku çekên gelên xwe cihî tenê dûman, rendel bû û çekên hêzên Îngîlîz jî çekên herî pêşketî yên wê demê bûn, çil û pênc kes li hemberî hêza ji sêsed leşkerên Brîtanyayî şer dike û serketineke mezin bidest dixe.

Mora xwe li dîrokê xist

Bêguman di serketina vî şerî de ku weke destanekê mora xwe li dîrokê xist, rola Gul Bîbî diyarker bû. Di vî şerî de di gel tevlîbûna xwe ya şer, di pêşxistina taktîk û jêhatîbûna xwe ya bijîşkî jî bi nav û deng bû. Gul Bîbî di destana şerê Nalek de weke perestar jî roleke mezin dilîze. Dema di vî şerî de Şehsiwar Xan ji devê xwe birîndar dibe û Gul Bîbî wî derman dike. Her wiha bi dehan dilawerên ku di şerê Nalek de birîndar bûne jî derman dike. Nîşanî êrîşkar û dagirkeran dide ku jina Belûç jîr e û dikare li dijî her cûre xerabî û êrîşan bisekine, şer bike. Jina Belûç di şerê li dijî dagirkerên vê herêmê de dikeve cengê û bi ser dikeve.

Ked û lehengiya jinê înkar dikin

Derbarê jina têkoşer Gul Bîbî de zêde tişt nehatiye nivîsîn. Lê di van tiştên pir kêm qala wê dikin de jî baş diyar dibe ku di vî şerî de, nexasim di mijara birêxistinkirina gel û jinên herêmê de rolekî sereke lîstiye, di gelek aliyan de alîkarî daye û ji wan re pêşengî kiriye. Lê mixabin dîroka ji aliyê zilam ve tê nivîsîn bi qasî ku navê serdarên mêr rêz dike û bi hevokên xemilandî qala wan dike, qehremanî, wêrekî û rola jinê ji nedîtîve tê û nayene ziman. Li gorî wan, di van destanên qehremaniya mêr de tenê bi hevokekê qala van jinan bikin bes e! Lê belê weke her carê em ê di her peyv û hevokekê de li pey nav û şopeke jinên leheng û qehremaniya wan a veşartî bigerin…