
Em şoreşger zarokên welatekî êşên wî kûr in. Em xwedî welatekî dîroka wî kevnar, serhatiya wî bi janeke giran û rastiya wê dijwar in. Lê em çend xwedî şensekî mezin in ku zarokên gelekî wiha bi kok û esil yê xwedî afirîneriya dîrokê ne. Em jinên Kurd û şoreşger jî xwedî şensekî wiha ne ku mirovahî di dergûşa dayîka me de hatiye hejandin û çavê xwe li jiyanê vekiriye. Tovê destpêkê bi destê dayîka me hatiye keşifkirin, tovê pêşî bi destê dayîka me hatiye reşandin û berhema wê bi destê dayîka me hatiye berhevkirin.
Her jineke şoreşger a ji van axan berê xwe daye rêya azadiyê jî para xwe ji vê rastiyê girtiye û ji kaniya dayîka xwedawend tasek av vexwariye. Gulnaza ciwan jî çavê xwe di nava rastiya erdnîgariyeke wiha bihuştî ya xwedî şopên dîrokî de, li Efrînê vekir. Efrîn ew warê ku em jê re dibêjin bihuşta welatê me Kurdistan. Ango ‘’Bihuşta Bihuştan.’’ Gelo zarokek ango keçeke Kurd ya di bihuşteke wiha de çavê xwe li cîhanê veke û di dibistana heqîqetê de mezin bibe, bixwîne û rihê xwe bi bayê şoreşa berhema keda Rêber APO û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya bi xwîna hezaran şehîdan hatî biserxistin bişo divê çawa be? Bêguman divê weke Gulnaza ciwan be.
Hevala Gulnaz mîrateyek li pişt xwe hişt
Gulnaza ciwan jî xwedî bextewariya ku gelê wê rasterast şahîdî ji têkoşîna mirovê azad Rêber APO re kiribû. Gelê wê dîtibû Rêber APO ji bo jiyaneke azad ji gelê xwe re ava bike fedakariyên çiqas mezin dike. Heval Gulnaz ji nava rastiya civakeke wiha di dawiya 2016’an de hîna di temenek ciwan de biryara tevlîbûnê dide. Pêvajoyekê li Rojava, Mexmûr û heta bi Reqayê xebatên ciwanên şoreşger meşand. 2018’an jî weke şervaneke azadiyê berê xwe da çiya û gerîlatiya xwe ya pêşî li Heftenînê kir. Pratîka wê ya yekê jî li Heftenîn, li wî çiyayê bi heybet ê warê cenga mezin Xantûrê derbas bû. Tevî ku hevala Gulnaz li çiya nûbû jî wê pir ji çiyayên Heftenîn û Xantûrê hezkir û bû xwedî tevlîbûn, sekin û hevaltiyeke mînak. Bi kedkarî, fedakarî, bêhesab tevlîbûn, kelecan, girêdana bi nirxên hevaltiya PKK û jidilbûna xwe ve dihate naskirin û her cihê baweriyê bû. Ji ber sekna wê ya saxlem, ji dil û girêdayî bihara 2019’an vesaziya wê weke gêrîlayeke jin li yekeya rêxistinkirina gel a Heftenînê çêbû. Heta nîvê havîna 2020’an jî xebata rêxistinkirina gel li Heftenînê domand û bi civakîbûna xwe ya ji dil û hezkirina xwe ya ji gel re pêşî zarok û jin, cihê xwe di dilê gelê Heftenînê de çêkir. Gel jê hez kir û jê bawer kir. Wê jî bi zanebûna berpisyariya jineke şoreşger a pêşeng ve nêzî gel bû û ji wan re pêşengî kir. Piştî wê derbasî xebatên Sevk Îdareya Bakûr bû û heta şehîd bû jî li gel hevalên fermandariya Sevk Îdareya Bakur bû. Hevala Gûlnaz 1’ê Cotmeha 2021’an êvarî li qada Bergarê di encama êrişeke hewayî ya dagirkeriyê de gihişt şehadetê û temenek ciwan, lê mîrateyek li pey xwe ji me re hişt û bû yek ji stêrkên geş ên asîmanê me.
Wateyek mezin li temenê xwe bar kir
Rêheval Gulnaz di wî temenê xwe yê ciwan de jiyan û wateyeke mezin li temenê xwe bar kir û wiha jiya. Ji ber carnan mirov digot “rihek ewqas mezin, bi coş û kelecan gelo çawa dikare di bedeneke wiha ciwan de bi cih bibe û mirov ji xwe dipirsî gelo ji derveyî ciwaneke evîndara azadiyê be kîjan dil dikare ewqas zorî û zehmetiyan bi dildarî û kelecan pêşwazî bike û ti carî ji bo kêliyekê jî be nebêje “ez westiyam.’’
Ez û hevala Gulnaz demeke dirêj bi hev re man û me bi hev re kar kir. Heval Gulnaz bi hêz tevlî her kar û xebatên pir giring bû û kedeke bêhempa da. Belkî em ji wê mezintir bûn, lê gelek caran ew bi nêzikatiyên xwe yên ji dil û bêhesab ji bo me bû cihê hêz û moralê. Wê demê me digot; ji bo mirov bibe pêşeng û fermandareke jiyanê, salên tevlîbûnê û temen ne giring e. Ji ber Gulnaz jî yek ji wan hevalan bû, careke din em dixistin ferqê ku di jiyana Apogerî de ya giring girtina rihê Apogeriye û yên ku vê biser dixin dikarin bibin pêşengên jiyanê. Hevala Gulnaz jî di şexsê xwe de ev ava kir û wiha jiya. Pir caran di kêliyên xemginiyê de Gulnaz bû moral, pir caran di demên zehmet de Gulnaz ji bo me bû hêz û bû palpişt. Her kêliya jiyanê li pêşiya hevalên xwe hêsan dikir, xweşik dikir û bi rastî barê hevalên ku li gel wê bûn, sivik dikir. Di jiyana PKK’ê de bar sivikkirin çalakiya herî hêja ye û di vê wateyê de hevala Gulnaz çalakvaneke bêhempa bû. Wê ti caran nedizanî westandin çiye. Hezkirina wê ya jiyanê û girêdana wê ya hevaltî, enerjiyeke mezin dida meşa wê û her roj pêş diket. Cihê baweriyê bû. Lewma her hevalek fermandar û rêhevalên wê dixwestin heval Gulnaz li gel wan be. Her hevalek dema diçû erkekê dixwestin heval Gulnaz bi wan re be. Ji ber zehemtî çidibû bila bibûya, wê ti car xwe jê nedida paş û moralê wê nediket. Dema pêşî tevî li çiyayan nû bû jî demsalekê sax di bin çend keşîfan de karên herî zehmet yên amadakariyên weke erzaq û av birina çiyayê Xantûrê kir. Lê ev bi kêfxweşî û kelecaneke mezin dikir.
Dilê wê û xeyalên wê gelek mezin bû
Hevala Gulnaz gelekî bi mereqa xwe ya fêrbûnê jî dihate naskirin. Kesayeteke civakî û dilgerim bû û di hestên xwe yên civakîbûna bi hevalên xwe re jî gelekî paqij û bêhesab bû. Dinivîsî û dixwend. Jixwe her kêliya jiyana wê bi kedê dagirtîbû. Dilê wê jî, xeyalên wê jî gelekî mezin bûn û jiyana wê jî wiha şekil digirt. Lewra diçû kû derê xwezayî tevlî dibû. Zû xwe bi hevalan dida nasîn û hezkirin. Bi xwe jî gelekî ji hevalên xwe û jiyana gerîla, jiyana şoreşger û jiyana Apogerî hez dikir. Cihê xwe di dilê hevalên xwe de çêdikir. Pir bi ax û welatê xwe ve girêdayî bû. Efrîn û dagirkeriya li ser Efrînê ji bo wê sedema şer û têkoşîneke mezintir bû. Bi van hestan tevlî dibû û wiha dijiya. Ji ber weke zarokeke Efrînê bi çîrok û serhatiyên lehengiyê mezin bûbû û ji wan nirxan gelekî bandor bûbû. Yek ji nirxên bi kûrahî jê bandor bûyî jî kesayet û şêwaza şehîd Bêrîtan-Gulnaz Karataş bû. Lewma dema tevlî dibe navê xwe dike Gulnaz Karataş. Wê ne tenê navê hevala Bêrîtan rakiribû, şopdar û mereqdareke kesayeta Bêrîtanê bû û her kêliyê di nava hewldanê de bû ku wan teybetmendiyan li gel xwe ava bike. Heval Gulnaz weke hevaleke ciwan bi van taybetmendiyên xwe dibû navenda hezkirin, baldarî û baweriya hevaltiyê. Ev jî ji bo şoreşgeran rûmeteke mezine.
Efrîn li şehîda xwe Gulnaz xwedî derket
Em dizanin gelek bedelên gelê me yê Efrînê çêbûn. Koçber bûn, ji xweza û axa xwe ya weke bihuştê dûrketin. Lê tawîz ji rûmeta xwe ya Kurdîtiya azad nedan. Bi her şehîdekê re dilê wan şewitî, kela dilê wan û agirê kezeba wan zêdetir bû û wê êşa wan dikarî kevran jî bihelîne. Lê vê kîna wan ya li hember dijmin jî gelekî mezintir kir û ev wan gaveke din nêzî azadiyê dike. Lewma wan şehîdên xwe bi serbilindî hembêz kirin. Bawer dikin, dema wan darbesta her şehîdeke xwe radikirin ser milê xwe, di heman demê de sonda xwe jî nû kirin. Wan wiha kir ku her gerîlayeke azadiyê û her şervaneke parêzvanên welatê xwe xwestin û gotin ger rojekê em şehîd bibin bila bi heybeteke wiha werin oxir kirin. Şehadet mertebeya herî pîroz e, wan jî bi şêwaza pêşwazîkirina xwe heqê vê pîroziyê dan. Ji bo wê jî em dizanin ked û fedakariyên şehîdan bi ti awayî winda nabin. Şehadeta Gulnaza ciwan jî wiha ji aliyê malbata wê û gelê Efrînê ve hate pêşwazî kirin û xwedî li mezinbûna Gulnazan derketin.
Em ê li hêvî û daxwazên şehîdan xwedî derkevin
Bi rastî şehadeta heval Gulnaz weke rêxistin jî weke şexs jî ji bo me gelekî giran bû. Dil dixwaze ku ciwanên wiha xwedî rihekî mezin ê şoreşger û pêşengî temenek dirêj bijîn û barê gelê xwe û Rêberê xwe sivik bikin. Wan lehengan temenek kin jiya, lê mîrateke mezin ji gelê xwe û me tevan re hiştin. Weke şexs jî min heval Gulnaz pêşî ne li çiya naskir. Na dema ez li Efrînê bûm heval Gulnaz (Hanîfe Xelîl) şagirteke jîr û şareza ya Peymangeha me ya şehîd Viyan Amara bû. Wê demê jî heval Gulnaz ciwaneke dilgerim bû û dema tevlî jî bû dilgermiya wê hîn mezintir bû. Coşa wê bi hatina çiyayan re deh qat mezintir bû. Çiyayên ku warê berxwedan û manewiyateke mezin bûn weke hembêza dayîka xwe didît. Lewma ewqas bi kelecan bû. Her rû biken bû. Ji dema hate Heftenînê heta dema şehadeta wê em bi hev re bûn û kedeke wê ya mezin li ser min û me çêbû. Min jî gelekî ji hevala Gulnaz (Hanîfe Xelîl) hez dikir. Jixwe min her jê re digot; ez û tu Efrînî ne. Ango min jê re got; ez jî manewî Efrînî me û gelekî kêfa wê dihat. Bi cewherî min û heval Gulnaz gelek kêliyên xweş û bi wate bi hev re derbas kirin. Lewma heta nefesa xwe ya dawî ez ê wê jibîr nekim û ez ê her di nava hewldana layiqî ked û fedakariya heval Gulnaz, rêhevaltiya wê û hemû şehîdan de bim. Wê nefes girtina me jî ji bo xwedî derketina xet û nirxên şehîdan be.
Dawî bi hestên dilsoziya bi rêheval şehîd Gulnaz û hemû şehîdan re dibêjim; heta em hebin em ê deyndarê şehîdên xwe bin.
