Gundekî winda

- Asmîn ENGÎN
552 views

Rojekê ji rojên xwedê herkes kom bibûn. Zarokek welidîbû û xwedayan dixwastin qedera wî diyar bikin. Ev zarokekî balkeş bû. Ji ber vê yeke xweda ketîbûn liv û tevgerê. Li ser vî zarokî lêkolîn, behs û qise pir hatin kirin, lê encamên hatine wergirtin wisa xûya dikir ku ev zarok ji bo pêşeroja xwedayan ne talûkeyek bû. Navê wî zarokî Abdullah an jî ewdê xwedê bû. Ji navê wî jî diyar bû ku ew ê bibe xizmetkarekî baş ê xwedayan. Dayîka wî Ûweyş ji bo Abdullah ji pexelan neyê xarê, qondaxa wî li erdî nemîne, hertim di hembêzan debe û dergûşa wî tim bê hejandin, du jin girtibûn daku bi dorê dergûşa wî bihejînin. Êdî xweda bi dilê rehet çûn ser karê xwe yên din û dest ji Abdullah berdan.

Piştî salên dûr û direj dîsa xweda bi heman mijarê ketîbûn gengeşî û nîqaşan, lez û bezek hebû. Wan fêmnedikirin ku çawa bi salan hatine xapandin, wisa fikirîbûn ku êdî wê kesek li hemberî wan serê xwe hilnede.

Serpêhatiya lawê bi xêr

Şaşitiyeke mezin çêbûbû! Adullah, ewdê xwedayan ketibû hewldanên balkêş, bi awayekî bêdeng amedekariya raperîneke li hemberî xwedayan birêxistin dikir. Xwedayan ferman dabû daku Abdullah derkeve pêşiya xwedayan û hesab bide. Ew li her derê lê digeriyan, lê belê nedikarîn şopekê ji Abdullah bibînin. Herê dawî li mala ku lê jidayikbûye, li wî geriyan. Ûweyş, dayîka Abdullah jî nizanîbû ka lawê wê yê herî mezin li ku derê ye. Li gel serpêhatiyên xwe baş dizanîbû ku lawê wê cûda ye û wê di heman demê de xwedê jî baş nasdikir.

Herçiqas wê ji bo parastina wî, li hemberî xwedayan navê Abudullah li lawê xwe kiribû û pê dilxweş daku karibe xwedayan bixapîne, lê carekê dengê zîz yê Abdullah gihabû guhê xwedayan. Lê xwedayan piştî bi salan fêmkiribûn ku ew hatine xapandin. Hemû xweda bi kerbê ketibûn, erd û azman dihejandin û ji be aciziya xwe nedizanîn ka wê çibikin. Ger ew nikaribin Abdullah bibînin jî, lê diviya bû wê jina ku ew xapandibû bihata darizandin. Ûweyş baldar û hişyar bû, ji ber vê jî lawê xew li hemberî xweda û xulamên wan hişyar kiribû.

‘Nehêlin neheqî li we bê kirin’

Ûweyşê serpêhatî û ezmûnên xwe yên bi salan ku di wê jiyanê de kom kiribûn, wisa difikirî û dizanî ku êdî tiştên wê bijî her ewqas in. Di jiyana wê de ew roj rojeke taybet bû. Xwedayan leşker û xulamên xwe şandibûn mala Ûweyş ê. Leşkeran bi ser mala wan de girtibûn, li lawê wê yê herî mezin dipirsiyan!..

Ji bo ku lawê wê yê herî mezin, Abdullahê wê nedîtibûn, lawê wê yê din bi xwe re birin. Neviyên wê yên biçûk tiştek fêm nedikirin, bi hêrs bûn, li ber dîwar û di nav teşqeleya dengan de li girtina bavê xwe temaşe dikirin. Ew kesên hatibûn û bi ser mala wan de girtibûn, mala wan serûbinî kiribûn. Ew tiştên ku ew di wan rojan de dijiyan hinekê jî dişibiya çîroka pîrika wan. Dema neviya wê ya biçûk dest bi girî kir, pîrika wan di carekê de li neviya xwe da û jê re got, ‘divê tu negirî, eger hûn bigirîn, wê pîrevok were û wê we bibe’. Ûweyşê ji giriyê qet hez nedikir û ji neviyên xwe re jî digot; ‘divê hûn negirîn. Eger neheqiyek li we bê kirin, zarokek li we bide, divê hûn jî li wê/î bidin, heya hûn li wan nedin, hûn ê neyên malê.’

Laweke wê xwedayên çavsor bixwere biribûn û wê bixwe jî nedizanî ka Abdullah li ku derê ye. Bêhna Ûweyşê teng bibû, bîqerar bû, dixwest biçe bêhna xwe li gel cîranên xwe berde. Li hin deriya da, lê kesê/î derî venekir; te digot qey gund xip û xalî ye. Carekedin û carekedin jî lê da, dîsa kesê derî venekir. Neviyên wê fêm nedikirin û nedizanîn ka çi diqewime; çima bêdengiyek wiha sar, sirdar hebû?! Gelo Abdullah çi kiribû ku xweda wiha har û dîn kiribûn?

Raza ku mij dida alî

Di tu dem û wextê de min gund ewqas bêdeng nedîbû, zarokên ku her roj li kolanan dilîstin îro tunebûn, tirsê wek mij xwe li kolanan girtibû û diwar diriziyan. Rengê biharê qolibîbû ser rengeke din û kulîlk çilmisî bûn. Carek din li derdora xwe nêrî, li malên cîran ên ku dihatin xûyan û nedihatin xûyanî kirin ku di carekê de tune bibûn.

Ûweyş li derdora xwe mêze kir, dîsa fikirî, jixwe pirsiya; gelo ez di xewnekê de me, an ev xewnereşk e? Çawa çêdibe ku gundek di rojekê de ji holê radibe. Gund winda bibû? Hinekê sekinî û fikirî; bi salane li vî gundî ye, xizm û hevalên wê li vî gundî jiyane, gelo ew hemû bi ku ve çûn? Pirsên bêbersiv di serê wê de diçûn û dihatin. Kesên bikaribin bersiva wan pirsan bidin tunebûn. Êdî wateya li wir mayinê, nemabû, ji ber ku bi awayekî razdar gundek di rojekê de winda bibû. Gelo ew xewnek bû, an jî dek û dolabên xwedeyan bû!

Di rojekê de û ji ber neçariyê dest ji warê xwe berda û çû. Di rojekê de bêxizm, bêheval û bêcîran ma bû. Jiyana ku bi salan bi hezar û yek zehmetê hûnandibû di rojekê de tune bibû. Ew çirokên ku ji bo neviyên xwe digotin, gelo rastî bûn? Ji ber ku Ûweyşê bi salan xweda xapandibûn, xwedayan li derdora wê xelekek çêkiribûn, dixwastin tola xwe jê hildin.

Çîrokên hezarî şevan

Ji wê re tenê çirokên ku welatê xwedawendan diyarkiribûn, mabûn. Ji bo wenda nebin jî ji neviyên xwe re digot. Li wî cih û warên biyanî zivistan û êvar dirêj bûn, ji bo wê jî ji neviyên xwe re çirokên xwedawendan bi awayek aram û xweş vedigot û wiha dengê xwedawendan digihand; ‘di dema rojên kin û êvarên tarî de, pîrevok wê bê û li derî dide, derî venekin, yê we bi xwe re bibe, bêdeng bibin!’

Rojekê behsa çîrokeke pir balkêş ji neviyên xwe re dike. Digot; “du xwîşk û bira hebûne. Ji xeweke kûr û dirêj a hezar saland şiyar bûne. Û li derdora xwe nêrîne û dîtine ku wan di bin erdê de xwe veşartine. Peyre hîs dikin ku ew birçîne û dixwestin biçin ji xwe re xwarinê bikirin. Dema lawik ji firoşgehê xwarin verdigirt û pere da xwediyê dikanê, xwediyê dikanê matmayî ma û sekinî, destpêkê fêm nekir, pişt re qîriya û got; ‘wî xortî bigirin, bernedin.’ Lê xort bazda û gihişt xwîşka xwe, bi hevre bazdan û xwe dîsa veşartin.’’

Dengê xwedawendan bilind dibû

Gelo çîrok çawa bi dawî dibû; nedihat bira zarokan, lê xwediyê dikanê fêm kiribû ku ew ne ji wî war û demê ne… Ev zarok ji çaxeke din hatibûn! Gelo ew çîrok, anjî rastî bû? Kê dizanî!..

Ûweyşê dest ji mala xwe berdabû, ji cih û warê xwe dûr ketibû, di nav wê heyî yê de, ketibû nav jiyanek xizan. Din av xizaniyê de dijiya, lê çavên wê li benda perçeyek ax û gundekî azad bû. Ji roja ku gundê wê winda bibû heya îro, li benda gundekî ku şêniyên wê di rojekê de winda nabin digerî. Dixwast gundekî wiha ava bike, herkes li cem hev û xweş bijî. Gundek ku kes ji nişka de lê winda nebe..!

Xwedayên ku li her beşê kombibûn, desthilatdariya wan di xeteriyê de bû. Li welatekî dûr dest, li hemberî xwedayan raperînekê destpê kiribû. Raperîna xwedawendan ku dengê wan li asoyan olan dida. Xwedawend hêdî hêdî li goristanan serî radikirin û tirs û xof dixistin dilê xwedayan, textê xwedyên zalim dihejandin. Xweda hêrs û har bibûn, bi tirseke mezin dilerizîn.

Dema Ûweyşê dit ku xwedawend ji xewna xwe hişyar bûne, bi rûkenî li wan mêze kir. Ji lêvên wê ken kêm nedibû; ma ne hêvî dikenî di çavên her yek ji jinên vî welatî. Lê Ûweyş êdî bêhal ketibû û nexweş bû. Di têkoşina xwe a li hemberî xwedayan êdî westiya bû. Textê xwedayan carekê hejiya bû û şerek mezin a xwedê û xwedawendan destpêkiribû. Êdî dem dema cengê bû! Cenga xwedawendan a sedsalê…

Wext wexta cengê bû, cenga ku mizgîniya rojên pîroz û serkeftî ya xwedawendan radigihan. Êdî kesên bi navê ewdê xwedayan, qedera wan xwedayan diyar dikir. Piştî ku xwedawend ji xewna xwe ya giran şiyar bibûn, êdî Ûweyşê jî bi rûyê rûken û dilê rehet çavên xwe girt û çû ser dilovaniya xwe…