Qirkirinek bêsînor!

- Reyhan ÎKE
560 views

Gelek mirov heta mezin jî dibin termekî miriyan nabînin. Dema dibînin jî li nav darbestek bi gul û kulîlkan, paç û alan hatî pêçan û xemilandin, li dêr û mizgeftan, li ber dengê mele û qeşeyan dibînin. Lê, li welatê me yê bûyî cihê lîstika xwînmijan term bi gul û kulîlkan nayên pêçan. Herkes dikare termên parçebûyî bibîne. Laşên parçebûyî, birînên tazî, piyên jê bûyîn, dem û çavên nûqî xwînê bûyîn, gundên dişewitin, warên tên talankirin, daristanên dişewitin, lawirên ji agir û dûkêlê direvin, zarokên li ser sînorên mirinê bi pêxasî digerin, çavên tijî tirs û girî, dayîkên kezeb lê mirî, babên winda û serî jêkirî, enfal, kîmya û penaberî dîmenên rojanene ku zarokên vî welatî bi çavên xwe dibînin.

Êrîş, talan û tevkujî

Ma têgîna qirkirinê bi serê xwe têra vegotina van dîmenan dike? Ka em li pênaseya vê têgînê binêrin ka çi dibêje. Qirkirin! Ev peyva qirkirinê cara yekê ji aliyê Raphael Lemkîn ê Cihû yê ji Polonyayê ve di sala 1944’an de ji bo pênaseya tevkujiyên Naziyên Elman ên li ser Cihûyan, ji peyva Yunanî “geno” ya tê wateya nîjadê û peyva Latînî “Cide” ya tê wateya şikandinê hatiye pêkanîn. An ku “Genosid” e. Neteweyên Yekbûyî di sala 1948’an de hevpeymana pêşîlêgirtin û cezakirina tewanên qirkirinê pejirand. Ev xalên li jêr dibe ku li ser komekî netewî, etnîk, nîjadî an jî olî bên pêkanîn. Li gorî vê hevpeymanê xalên li jêr wekî qirkirin hatin pejirandin ev in;

(a) endamên girêdayî komekê kuştin

(b) di warê cesteyî û hizrî de zererên cidî dayîna endamên komekê

(c) bi hesabê ku bi temamî an jî bi qismî tinekirina komekê, bi qestî guhertina şertên wan ên jiyanê

(d) bi armanca dayîna sekinandin a zayînan, tedbîr girtin

(e) zarokên endamên komekê ji komek din re veguhestin

Ma ev pênaseya li jor dikare bibe navê qêrîna me ya bêdeng a di hişê vê axê de deng vedide? Dibe ku guhên hinekan nebihîsin, lê me jiyan kir, em dijîn û hêj jî dibînin. Yên ji me re hatîn gotin hene, yên me dîtîn. Hişê me yê civakî tijî bîranînên bi jan ên van qirkirinan in. Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe û Enfal hêj birînên bi xwîn in û dikelin di dilê me de. Tenê di qirkirina li Helepçe de pênc hezar jin û zarok hatin qetilkirin. Bi Enfalê 182 hezar mirov hatin kuştin û windakirin. Her deverek Kurdistanê şûnwarekî gorên komî ye. Ma newala Qesaban nayê bîra me? Ma êriş û tevkujiyên li ser Şengalê û Rojava ji kîjan xala jor kêmtir in? An bi agir şewitandina ciwanên Kurd li jêrzemînên xaniyên bajarê Cizîra Botan?

Helandin û tinekirina daneheva çandî

Asîmîlasyon peyvekî Fransî ye. Tê wateya helandin, bişaftin, melisandin, hevşibînê. An ku di nav tevna çanda serdest de helandin û tinekirina daneheva çanda komekê. Bi kurtasî ji aliyê desthildaran ve tinekirina çandên cuda, an ku danehevên çandî yên civakên cuda. Ev jî ol û bawerî, ziman, kevneşopî, elimandin, hestên ayîdiyetê û gelek tiştên wisa digire nava xwe.

Dilxwede di asîmîlasyonê de zor tune ye. Bêyî pêkanîna zorê, bi demê re helandin û dayîna têgihiştin e. Ev herî zêde bi têgîna modernkirinê tê parastin. Çandên serdest û serwer, ji ber çandên din lewaz û paşketî dibînin, dixwazin bi wan re bibin alîkar û wan jî modern bikin. Ji xwe derewa herî mezin jî ji vê modernîzmê derdikeve. De ka em li modernkirina çanda civaka xwe ya ji aliyê serdestan ve binêrin. Wê demê wê baştir bê fêmkirin ku em çiqas hemçax û modern bûne.

Daneheva çandî ya bi hezaran sal ji aliyê dapîr û bapîrên me ve hatî kom kirin ji me tê girtin. Bi deh salane zimanê me qedexe ye. Wêjeyek me ya bi zimanê me nîne. Helbest û stranên me, çîrok û destanên me ji me hatin girtin. Folklor û hunera me ji me hat girtin. Me kevneşopiya xwe ji bîr kir. Me ji dayîk û babên xwe, ji zimanê xwe, çanda xwe, cil û bergên xwe, heta ji navê gund û bajarên xwe şerm kir. Em ji xwe biyanî bûn. Ji xwe biyanîbûn windabûn û tinebûne. Hewla vê modernkirina me ya herî sereke hişê me yê civakî têk birin e. Wekî encam; ev modernbûn me bi nexweşiya Alzheimerê dixe. Ma wê demê asîmîlasyon nayê wateya nexweşiyek giran? Hemçaxî bi nexweşiya alzheimerê ketin be, wê demê ev ji dilbûna me ya modernbûnê nayê wateya dînbûn bûnê? Mirovên bixwazin bi nexweşiyek wisa giran bikevin, ji aqil û hişê wan guman nayê kirin? Ma civaka me bê hiş û aqil e? Na nexêr! Rêbazên modernkirinê ewqas pisporane ne ku gelek ji me nakevin ferqa vê nexweşiyê jî. Ma dema yek ji me re bêje di te de diyardeyên nexweweşiya alzheimerê hene, em serdana doktor nakin? Wê demê çima em heman tiştê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê nakin? An ku çima em li riyên başbûnê negerîn û çi ji destên me bê em nekin? Ka em binêrin ev rêbazên veşartina nexweşiya me çin e.

Polîtîkayên înkar û mişextkirinê

Destpêkê înkara navê me û welatê me kirin. Paşê welatê me parçe kirin. Navê her parçeyekê bû pêveka beşek ji welatên li ser Kurdistanê dagirker. Kurd nebûn, Ereb, Tirk û Fars hebûn. Paşê ziman û çanda me qedexe kirin. Em ji cih û warên xwe hatin dûrxistin, polîtîkayên dertixûpkirinan, mişextkirinan dan destpêkirin. Gund û warên me yên ku rayên çanda me li ser zindî û şîn dibûn valakirin. Em li cihên destên wan zû digihiştinê, an ku getoyan, bajarên bûyîn qereqol kom kirin. Cil û bergên me paşverû îlan kirin. Şewqe û cilên nû li ber me kirin. Bac û leşkerî li ser me ferz kirin. Paşê em ji şêweyê jiyana me ya xwezayî qutkirin. Çûyîna zozanan, çandina dexl û danan ji dest me hat girtin. Em bûn pale û karkerên li zevî û avahiyê. Em bi birsîbûnê terbiye kirin. Ji bo em bikarin pariyek nan peyda bikin, me ji neçariyê hest û baweriyên xwe dan aliyekê. Me zarokên xwe şandin dibistanan bi hêviya wekî me birçî û hejar nemînin. Wê jî têrê nekir, bi sedan kes ji me girtin û bê serûşûn kirin. Termên me avêtin bîrên kûr, paşê jî bajarên me bombe kirin. Girtîgeh û zindan ji Kurdên dilsoz tijî kirin. Bi wê jî têr nebûn, kêl û gorên miriyên me tune kirin. An ku êrişî goristanên me kirin. Ma me qet nezanî ka arcanc ji van hemû tiştan çiye?

Yek ji van tiştan jî bê armanc nekirin. Xwestin me bi me bidin jibîrikirin. Her tiştên hebûn û xwebûna me bianiyan bîra me dan ber xwe û êrişî hiş û demboriya me kirin. Deriyê nan li kê hat vekirin? Li yên ku xwe înkar kirin. Kê karî biçe bibe keraxê dewletê, yên li xak û civaka xwe, çand û zimanê xwe xayîntî kirin. Êrişî bi hezaran cih û şûnwarên me yên dîrokî yên wekî Sûr û Heskîfê kirin. Bi vê xwestin dîroka me bi me bidin jibîrikirin. Ka em bihizirin, çima herî zêde dibistanên şevînî li Kurdistanê vekirin? Navê gund û deverên me yên resen guhartin û navên bi zimanê xwe lê kirin. Ji bo em fêrî ziman û çanda wan bibin, li bazar û nexweşxaneyan, li hemû sazî û dezgehan, dibistan û kargehan yek zimanî ferz kirin. Ma qey em nizanin ka lewheyekî bi zimanê kurdî hatî nivîsin çima wan ewqas ditirsîne? Çima ji zimanê me re dibêjin zimanê nayê zanîn? Aha, asîmîlasyon li ser me Kurdan bi vî rengî hat pêkanîn û tê pêkanîn.

Xwe biyanîbûn derbê li civakê dide

Civaka ji xwe hat biyanîkirin carek din rakirina ser piyan wisa ne hêsan e. Ji bo vê ye evqas berdêlên mezin tên dayîn. Bîst û neh raperînên me yên mezin, bi hezaran berdêl û fedekariyê jî hêj ev rastî tam bi civaka me nedaye fêmkirin. Hêj jî berjewendiyên malbatî, hizbayetî, kesî yên rojane li pêşiya gelek tiştan astengiyên mezin çêdikin. Mixabin em wekî civaka Kurd hêj ji vê nexweşiya xirab û vegir rizgar nebûne. Lê divê em ji xwe bipirsin, ma mirovek neyî çawa dikare modern bibe? Heyîna me tê înkarkirin, lê hinek ji me bi navê hemçaxiyê, bi taybetî beriya zimanê dayîkê li ser zarokên xwe zimanên biyanî ferz dikin. Jinên Kurd ên ku di tevahiya dîrokê de pêşengiya parastina çand û zimanê kurdî kirin, ji kerema xwe re li heyîna xwe, pêşeroja civaka xwe xwedî derkevin. Ti payeya pêşketin û hemcaxiyê ya ji vê bilindtir û bi rûmetir nîne. Devoka we çi dibe bila bibe, bi zarokê xwe re bi zimanê dayîkê biaxivin, bi çanda wan a resen mezin bikin. Qencî û başiya ji vê mezintir hûn li zarokên xwe bikin nîne. Hûn wan fêrî hebûn û rûmeta wan dikin.

Devoka me, herêma me, şêweya me ya bikaranîna ziman, zaravaya em bikar tînin çi dibe, bikaranîn û pê axaftin xwedî qedr û qîmetek mezin e û di parastina pêşeroja me de rolek sereke dilîze. Ji xwe bi zanebûn an jî bê zanebûn peyva “kurdiya akademîk” tê bikaranîn û li gorî min ev tenê xizmetê ji nexêrxwazên zimanê kurdî re dike. Ji ber zimanê kurdî, zimanekî kevnare û dayîktiya gelek zimanên cîhanê yên îro kiriye. Di ti akademiyan de helberîna peyv û têgînên zimanê kurdî nehatiye kirin.

Xeteriya li ser zimanê me!

Zimanekî kevnar û xwezayî, daneheva ezmûna bi hezarê salan a hişê civaka me ye. Devok û zaravayên zimanê me, dewlemendî û pirrengiya zimanê me nîşan didin. Nexwe ger em jî wekî pergalên serdest bikevin pey standartkirina ziman, wê demê wê ferqa me ji wan nemîne. Ji ber vê têgihiştina şaş, di beşek girîng a civaka me de, bi taybet di kurmancî de zimanê rojane jî bûye wekî zimanê wergerê û ev xeterek mezine ji bo zimanê me. Standartkirina ziman, di heman demê de xizmeta polîtîkayên asîmîlasyonê ne.

Wekî encam, em ji her demê zêdetir xwedî derfet û destkeftinan in. Di warê parastina çand û zimanê kurdî de îro li Kurdistanê şoreşek mezin tê jiyîn. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya îro jî tê dayîn, ji têkoşîna çand û zimanê me nikare qut bê destgirtin. Di serxistina vê têkoşînê de li hemberî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê xwedî li çand û zimanê xwe derketin, li dîrok, pêşeroj, rûmet û bedena xwe xwedî derketin e. Rojava û başûrê Kurdistan ê, Mexmûr nimûneyên vê keda mezin in. Dixwazim helbestvan û dilsozê zimanê kurdî mamoste Cegerxwîn bibîrbînim û bi rêzikên helbesta wî dawî li nivîsa xwe bînim:

Vejîne zimanê xwe ey xwendevan

Nebûye milet hîç kesek bê ziman

Zimanê me xoş û xeroş û ciwan

Eger baş bizanî tu nakî ziyan

Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî

Eger baş nizani divê zêdekî

Elifba û dîwan û ristan bixwîn

Heta ku wekî min nebî dilbixwîn

Binêre zimanê te çend dewlemend

Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund

Bibîne çi şêrin e ev reng ziman

Çi payebilind û çi rûmetgiran