Helwest û xîret wê azad bike!

- Nurhaq Gulbahar
555 views
Li ser axa qedîm a Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistan hevkêşeyên siyasî, civakî, guhertina navendên berjewendiyê û şerê hebûna gelan her berdewame û germa germe. Hesabên zilhêzan û hevkarên li herêmê bi rengê cuda û bi amûrên curbecur di her kêliyê de xwe li ser herêmê û gelan ferz dikin.

Hilbijartin çareseriyan bi xwe re nayêne, şer pirsgirêkan kurtttir dike, qeyranên aborî henaseya mirovan li mirovan diçikîne. Ji ber wê ye li Iraq qeyraneke binyadî çareser nabe, ji ber wê ye welatek mîna Lubnan îflasa xwe radigihîne, ji ber wê yeke dewletên din ên li herêmê nedikarin li gorî qedîmiya dîroka xwe ya mirovatiyê, di vê serdema dirindeyatiya kapîtalîzmê de pêk bînin. Helbet Kurdistan jî ji vê rewşa bi aloz bêpar namîne.

Helbet Kurdistan jî ji vê rewşa bi aloz bêpar namîne
Heta dikare bê gotin ku Kurdistan di navenda vê rewşa bi aloz de cihê xwe digre. Ji ber vê ye ku hesap li ser Kurdistan zêdetirin û hevkêşeyên siyasî piranî li Kurdistan bi pratîk dibin. Yek ji perçeyên Kurdistanê ku bi hemû germahiya xwe ev hevkêşeyên zilhêzên kurewî û herêmî birêve diçe Başûrê Kurdistane. Heke bi nêrîneke giştî lê binerin, ev 32 sal in li Başûr rêveberiyeke Kurd heye, Başûrê Kurdistan xwediyê parlementoyekê ye, ji bo ewlekariyê hêzeke xwe ya leşkerî bi her awayî xwe bi rêxistin kiriye. Ji ber hebûna petrolê, ji aboriyeke navdewletî re bûye cihê bazirganiyê. Perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî dibîne. Dadgehek heye ku li gorî yasayên parlementoya xwe birêve diçe. Xizmetguzariyên mîna tenduristî, ragihandin, çûn û hatinê heye. Zemîna van hemû tiştan jî ewe ku Başûrê Kurdistan xwedî statuyeke fermiye, ji hêla dewleta Iraqê ve tê nasîn. Yanî bi dîtineke giştî rewş baş xuya dike. Lê heke hinekî din bi dîtineke kur lê bê meyzandin jî rewş bi heman awayî ye gelo? Statuya ku ji hêla Iraqê ve hatiye pesendkirin, ji ber polîtîkayên teng û ne hesapkirina aliyê Iraqê bi pirsgirêke. Di her alî de bêtir nêzîkbûna ji Tirkiye re û her wiha peymanên ku ji bo petrolê hatine kirin, referanduma ku di sala 2018’an de hate li darxistin weke krîz xwe avakiriye û her diçe bêtir giran dibe. Helbet weke hêzeke herêmî Îran jî ji van kiryarên deshilatdariya Herêma Kurdistanê neraziye û gelek peyamên xwe yên ji bo gelek cîh û aliyan bi ser Hewlêr re dide ku di dema derbasbûyî de erişên bi muşek ên li ser Hewlêr mînakeke aşkereye. Hêzên ewlekariyê karesateke din ya Başûrê Kurdistanê ye. Hêzên ewlekariyê heta roja me ya îro jî ne weke hêzeke niştimaniye û di navbera aliyên siyasî û takekesên bi hêz de hatine dabeşkirin. Rewşa perwerdeyê van salên dawî ji naveroka xwe ya perwerdeyeke xweser a bi Kurdî dûr ketiye, van salên dawî her bi boykotan derbas bûye û zêdetir giranî ji dibistanên biyanî re tê dayîn. Aboriya herêmê êdî tenê henardekirine û Tirkiye û Îran di vê mijarê de bihev re di nav pêşbirkekê de ne, ji bo her du dewletan jî Herêma Kurdistanê bazareke geleke dilbijoke. Dadperwerî li gorî daweyên heyî li gorî berjewendiyên siyasî birêve diçe û weke çekeke karîger tê bikar anîn ku mînaka wê di girtiyên weke ku girtiyên Behdînan tên binav kirin de derdikeve pêşberî me. Bi kurtahî hîmên rêveberiyekê, di nav rastiya jiyanê de hildiweşin.

Gelê Başûr ji ber siyaseta PDK’ê bê hêvî bûye
Di encam de gel ji vê rewşê neraziye ku ji xwe xirabiya herî mezin a di nav gel de hatiye avakirin bêhêvîtî ye. Ji ber vê ye ku beşeke mezin a gel bi her awayî hewil dide da ku ji Başûrê Kurdistan derkeve ku beriya 30 salî bi xwîna hezaran Kurdên azadîxwaz ev destkeft bi dest ketibûn. Herî dawî di navbera sînorên Belarûs û Polonya de bi deh hezaran Kurd trajediyeke dilşewat û rewşa rasteqîn a Başûrê Kurdistanê li pêş çavê me çêbû. Helbet rêveberiya Başûr di ber vê rewşê de berpirse. Rêveberiya Başûr ev bi salan e di encama gelek alozî û pevçûnan bêtir weke du aliyên siyasî herêm li hev dabeş kirin. Lê bi taybetî PDK ji ber polîtîka û siyaseta berjewendîxwaziya binemaleyetî û bê pîvan bêtir karîgere. Di hêla hêzên navdewletî de jî tê dîtin ku bi taybetî weke nûnertiya gelê Kurd vê binemalaya ku di bin navê PDK de şênber bûye, nîşan didin. Helbet ev bi zanebûn tê kirin, ji ber ku di dema derbasbûyî de hêza Kurd a avaker û azadixwaz ji bo tevahî gelên herêmê derkete holê û ev Kurd ne li gorî berjewendiyên zilhêzan e. Ji ber wê him zilhêzên ku hesabên wan li ser herêmê hene û her wiha hêzên herêmî ji ber siyaseta teng û bê prensîb, peywendiyên siyasî, aborî, serbazî bi PDK re ava dikin. Û tê dîtin ku PDK jî ruxmî nerazîbûna gelê Kurd tevahî, ji vê yekê ne acize û bi her awayî dibe şirîkê van peywendiyan. Sala 2021 mînaka vê şirîkatiya dij bi Kurd bû lê bi hewildana gerîlayên Kurdistanê encameke xirabtir derneket holê.

PDK di  sekna xwe ya îxanetkar de bi israr e
Lê îsal jî di 18ê Nîsanê de berdewamiya van peywendiyên kirêt, PDK bi dewleta Tirk re di encama li hevkirinên dij Kurd û gerîlayên Kurdistanê dest bi tevgereke serbazî kir. Yanî bi gotina gelerî, ji ya xwe nehate xwarê û sekna xwe ya îxanetkar careke din pesend kir. Dewleta Tirk jî bi rêya vî hevkarê xwecihî dixwaze kîlîta çiyayan ku her tim pişt û cihê hewarê bû ji Kurdan re bi dest bixe û di sedsaliya peymana Lozanê de xeyala xwe ya mezin bicîh bîne. Helbet hesabên Enqere sala borî li şikêr û zinarên Metîna, Zendûra, Avaşîn û Garê ketibû. Wê îsal çawa bibe emê bibînin.
Lê ya grîng helwest û xîreta gelê Kurd e.

Helwest û xîreta jinê li dijî dagirkeriyê
Di vê helwest û xîretê de rola jin helbet wê diyarker be. Çawa ku di ezmûnên berê de jî derkete holê hêza jinan di nîşandana helwestê de pêşiya gelek tîştan girtiye. Dikare vê carê jî bibe bendavek li hember her şepoleke şer û her wiha li her cihekê dema ku pêwîst kir dikare bibe şervaneke azadiyê. Ji ber ku jinin ên rasterast ji van polîtîkayên dûrî exlaq, dûr ji jiyan û dûr ji azadî bandor dibin. Ev zihniyete ku dema şer gur dike di nav civakê de jî li ser jinê esman teng dike, henaseya jiyanê dixeniqîne. Ev zihniyeta nêre ku di nav civakê de jî tevlîheviya mezin ava dike, per û baskên jinê dişkîne. Ev zihniyete ku li kampên penaberan benê mirinê dixe stuyê keçên 14-15 salî, kuştina du xwişkan bi destê bav, di cadeyeke herî qelebalix de bi destê bra kuştina xwişkekê û her wiha bi destê hevjînê xwe şewitandina dayika du zarokan. Ev zihniyeta nêre jin û welat weke milkê xwe dibîne û her cure kirîn, frotin û kuştinê heqê xwe dibîne. Yanî siyaseta ji bo welat û siyaseta li ser jinê heman aqle. Ji ber wê ye helwest û xîreta jinê wê bikaribe li hemberî her du êrîşan jî azadiyê bi dest bîne. Parastina welat û parastina civakê bi destê jinê pêkane.