Hunera şoreşger bi zimanê dayikê pêk tê

- Roza METÎNA
259 views
Ji bo afirandina hişmendiya hevpar, pêşketina neteweyekî çand û huner du hêmayên xurt in. Bandoreke mezin li ser binhişî, rihê neteweyî, hebûn û nirxên gelan dikin. Lê li vir têgeheke din a girîng a ku bingeha çand û hunerê ava dike zimanê dayikê ye. Di pêkanîna çand û hunera şoreşger de zimanê dayikê kirdeya sereke ye. Encax bi zimanê dayikê çand û hunera şoreşger pêk were. Çimkî ziman tenê girêdaneke şênber di navbera mirovan de çênake. Di heman demê de jî wateyê li tevger, jiyan û li têkiliya di navbera mirovan de bar dike. Çand û huner jî alaveke xurt a ji bo girêdan û têkiliya di navbera mirovan de ye.

Divê çand û huner nebe alava nîjadperestiyê

Çand û hunera gelê kurd bi zimanê dayikê yê dewlemend tevî hemû zext û zordestiyên dewletên Kurdistan dagir kirine, dîsa jî hat heta vê astê û li berxwe da. Di nava xwe de wekhevî, aştî, berxwedana hevpar a gelan hewand. Çimkî hewcedariya çand û hunerê ji parastina têkoşîn, parastina nirxên hevpar a gerdûnî heye. Loma divê çand û huner nebe alava nîjadperestiyê. Dewletên desthilatdar ji dîrokê heta niha tim di bin navê çand û hunerê de li dijî kurdan dijminatiya xwe kirine û hestên faşîzmê pêş xistine. Lê belê divê çand û hunera li cîhanê protîpa yekparêz hilweşîne. Wê demê dikare bibe gerdûnî û mafê her gelî bikaribe bê parastin.

Ziman dewlemend be çand jî dewlemend e

Ji bo pêşketina çand û hunerê ziman kirdeyeke girîng e. Ger zimanê gelekî dewlemend be çand û hunera wî gelî jî wê dewlemend be. Ev dewlemendî jî dikare derî li pêşketinên girîng jî veke. Loma feraseta hunera şoreşger jî bi vêya girêdayî derdikeve holê. Lê hunereke ku nûnertiya wekheviyê dike û li dijî faşîzm, neheqî, nelirêtiyê serî hildide, divê esas bê girtin. Ne çand û hunereke ku radestî destên îktidarên heyî yên yekperest bûbin. Li dijî îktidarên yekperest şoreşa civakî ya ku bingeha çand û hunera şoreşger ava dike, hêviyeke jêneger e. Di dîrokê de şoreşên civakî yên bi pêşengiya jinê pêk hatine bandora xwe li ser hunermend, nivîskar, helbestkaran kiriye û bûye sedem di warê çand, hunerê de perwerde, hilberîn pêş bikeve. Ev pêdiviyeke civakî ye.

Hunera şoreşger bi zimanê dayikê pêk tê

Beşên hunerê jî zêde ne. Wêje, muzîk, şano, reqs, sînema, wênesazî… Lê belê ya girîng ew e ku em van beşên hunerê bi kîja zimanî derdixin pêş. Hunera bi zimanê dayikê neyê kirin, her tim kêm dimîne. Têra xwe nikare wê civakê temsîl bike. Loma mirov divê di vê mijarê de pir hesas û hestiyar tev bigere. Hinek nivîskarên ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê wekî din dinivîsin xizmeta wî zimanê biyan dikin. Dîsa ger hunermendek ne bi zimanê xwe lê belê bi zimanê gelekî din stranê xwe bêje wê demê em nikarin bêjin ew hunermenda xizmeta zimanê dayika xwe û hunera xwe dike. Hunera şoreşger encax bi zimanê dayikê pêk were. Nivîskarê kurd Îbn El Esir hem nivîskarê biyografiyê ye hem jî dîrokzan e û di sedsala 13’emîn de dijî. Lê belê bi erebî dinivîse. Di sedsala 20’emîn de jî nivîskarên mîna Yaşar Kemal kurd in, bi tirkî nivîsandin. Di navbera ewqas sedsalan de tiştê neguheriye ev helwesta nivîsandina berhemên bi zimanê biyanî û xizmeta ji bo zimanê biyanî ye. Bi ser de jî dewlemendiyên ziman, çand, dîrok, erdnîgariya Kurdistanê yên di van berhemana da cih digirin, dibin malê dagirkerên ku axa me parçe kirine.

Rola çand û hunerê

Hebûna çand û hunerê di serdemên cuda yên civakê de bandoreke diyarker li ser pêşketin, têkoşîn, rewşa heyî kiriye. Di vî warî de xwediyê roleke taybet e. Pêşketina beşên hunerê bandoreke erênî li ser çandê jî kiriye. Bi vî rengî hebûna çand û hunerê bi hev re xurt bûye. Wekî mînak dema em balê bikşînin ser rol û mîsyona kovar û rojnameyan a di qada çand û hunerê de em ê bi awayekî şênber bibin şahidê vê yekê. Rojnameya Kurdistan dema di sala 1898’an de li Qahireyê hat çapkirin bû sedema parastin û arşîvkirina nivîsên gelek nivîskaran. Arşîvkirina berhemên nivîskaran hêzeke xurt a bingehîn a parastina ziman, çand û hunera kurdî ye. Berî rojname û kovar bên çapkirin beyt, helbest û gelek nivîsên Mestûre Kurdistanî, Şerefxan, Îsmailê Bazidî û gelek nivîskar û helbestkarên din winda bûne. Nivîsên Osman Sebrî bi saya Kovara Hewarê yên Hecî Qadirê Koyî bi saya Rojnameya Kurdistanê gihaştine ber destên xwîneran. Di aliyê hestên neteweyî û rihê yekîtiyê de jî çand û huner kirdeyeke jênger in.

Dewlemendiyên dîrokî yên çand û hunerê

Tevî zext, zordestî, neheqiya dewletên Kurdistan dagir kirine jî di dîrokê de dewlemendiyeke mezin a çand û hunera kurdî heye. Yek ji dewlemendiya herî girîng jî çand û wêjeya devkî, dengbêjî ye. Çanda dengbêjiyê dîsa bi hestên jinan hatiye honandin û bi keda jinê pêş ketiye. Niha jî gelek jinên nivîskar, hunermend, şanoger, wênesaz bi xeyal, fikir û xebatên xwe diafirînin. Di dîrokê de gelek jêderkên çand û hunera gelê kurd hene. Em dikarin ji vana çend mînakana bidin. Destana nivîskî ya Gilgamêş a cîhanê ya herî kevn e û destaneke kurdî ye. Dîsa destanên di Şahnameya Fîrdevsî ya navdar de cih digirin jêderka xwe ji Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn girtiye. Dîsa Mestûre Kurdistanî li gor çavkaniyên derdikevin pêşberî me wekî jina ewil a li Rojhilata Navîn a dîrok nivîsandiye tê destnîşankirin. Ferhenga Nûbihara Biçûkan a ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin, ferhenga yekem a cîhanê ya bi kurdî-erebî ye. Her wiha li gor hinek çavkaniyan tê gotin hîn li Firansayê fikra şoreşa neteweyî pêş neketibû, Ehmedê Xanî bal kişandiye ser hişmendiya neteweya kurdî. Li gor çavkaniyên zanistî zimanek çiqasî bi hêz be, dewlemend be çand û hunera ku bi wî zimanî tê afirandin jî ewqas bi hêz û dewlemend e. Dema em li testên yapay û yên DNA’yê dinêrin em dibînin ku zimanê kurdî yek ji zimanê herî dewlemend e û maka gelek zimanan e. Loma jî em dikarin bêjin çand û hunera gelê kurd jî bi qansî zimanê kurdî xwedî kokeke asas e.

Êrişên li dijî çand û hunerê

Ji ber çand û huner du têgehên girîng ên parastina neteweyan e loma jî her tim di bin êrişan de dimînin. Betalkirina konserên NÇM’ê, şanoyên bi zimanê kurdî, daxistina tabelayên kurdî loma derdikevin pêş. Li Tirkiyeyê di salên 1898-1899’an de jî bêtehemuliya li dijî ziman, çand, huner û hebûna kurdan hebû û niha jî heye. Loma Rojnameya ewil a bi zimanê kurdî ya bi navê Rojnameya Kurdistan li Qahireyê li derveyî welatê kurdan hat çapkirin. Wê demê dîsa çapa wê li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. Bi vê yekê re em dîsa dikarin nîşan bidin ku bêtehemulî û dijminatiya li dijî nirxên ku kurdan diparêzin, her demê dewam kiriye. Heta di êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê de jî dîsa ziman û çanda kurdan li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hat qedexekirin. Perwerdeya bi zimanê kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye û dibistanên azad ên bi kurdî yên bi derfetên kurdan hatin vekirin jî ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Xwerêxistinkirin, têkoşîna hevpar loma gelekî girîng in.

Di çand û hunerê de bandora zihniyeta mêr

Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku bi hêz û keda jinê çand û huner hatiye parastin lê belê jin di bin zihniyeta mêrê serdest de hatiye çewisandin û keda wê nehatiye dîtin. Gelek jinên berhemên xweş afirandine ji ber vê zihniyetê mecbûr mane bi mahlasa mêr berhemên xwe çap bikin. Jinên mîna Rihan Xanima Loristanî, Dayê Tewrêza Hewramî, Lîza Xanim kedek mezin dane qada çand û hunerê û heta li dîwanxaneyan hem helbest xwendine hem jî li sazê xwe xistine. Lê belê keda wan nehatiye dîtin û kêm tên naskirin. Em dîsa wekî mînakeke şênber dikarin Milena Jesenská bidin. Mîlîtana anarşîst, rojnameger, nivîskar, wergêrvan Milena Jesenská ya şoreşger dev ji jiyanê berneda, dewsa bireve têkoşîn hilbijart. Lê sed mixabin zîhniyeta serdest ew wek hebûnekê mahkûmî “Jina îlhamê dide”, “Çinara di bin sîya mêran de maye’” kir. Loma jî divê ev nêzîkatiya mêr a li hemberî ked, hêz û hebûna jinê bê guhertin. Loma jî tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser nêzîkatiya zihniyeta baviksalarî ya di dîrokê de girîng e. Dibêje ev nêzîkatî encax bi nêzîkatiya felsefîk bê çareserkirin, ne bi nêzîkatiya xeyalî- îmgeyî.

Têkoşîna jinê ya di qada çand û hunerê de

Ji bo êdî keda jinê ya di qada çand û hunerê de bi erdê ve neteqe, di bin siya mêr de nemîne xebat, têkoşîn, berxwedana hevpar a di navbera jinan de pêwist e. Mafên jinê divê bi zagonan bê ewlekirin. Zimanê çapemeniyê yê zayenperest bê guhertin û keda jinê di çapemeniyê de bêtir bê dîtin. Dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê. Qadên jin bi awayekî azad çand û hunera xwe lê pêş dixin, bên berfirehkirin. Piştevaniya berhemên jinan bê kirin û dawî li hedefgirtina jinên jêhatî bê. Di qada navneteweyî de jî deng û awaza jinên kurd bêtir bilind bibin. Jinên kurd di qada neteweyî û navneteweyî de nûnertiyeke baş a dewlemendî û pêşketina çand û hunera xwe bikin. Ji bo vê yekê rê li jinê neyê girtin. Çimkî çi qad dibe bila bibe dema rengê jinê li wir derkeve pêş ew qad bêtir şên dibe, pêş dikeve û dewlemendtir dibe.