Sala 2022’an li Herêma Kurdistanê 455 bûyerên kuştin û ‘xwekuştinê’ qewimîn. Ji van 240 kesan dawî li jiyana xwe anîne. An go wisa tê zanîn. 215 kes hatine kuştin. 207 kes di bûyerên cuda de şewitîne. Di nava 8 salan de 135 hezar kes ji Herêma Kurdistanê koç kirine. Par yanî 2022’an 19 hezar kesî koçî derveyî welat kirine. Di rêgehên koçberiyê de 29 kes mirine. Di encama teqîna mayînan de, par 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di nava 7 rojên destpêka sala 2023’an de li Herêma Kurdistanê 6 bûyerên kuştin û xwekuştinê qewimîn, ji wan 3 jin bûn. Helbet heta dema nivîsandina vê nivîsê rêje mixabin zêdetir bû û rûdawên weke karesat û bi sosret rû dan. 6’ê Çileyê li Hewlêrê bavekê keça xwe ya 15 salî bi awayekî dirinde kuşt. Her wiha 12’ê vê mehê vê carê li Slêmaniyê kurekê bavê xwe bi derbên kêran kuşt. 12’ê mehê jineke ciwan a bi navê Dîlan Xerîb li Ranyayê hate gotin ku dawî li jiyana xwe aniye. lê ev îddîa gelek bi guman e û di heman demê de 7’ê mehê jî xortekî ciwan li Duhokê di maşîna xwe de dawî li jiyana xwe anî. Her wiha weke agahiyeke din ji Herêma Kurdistanê, biryara girtina 800 kesî heye û piraniya xwe ji ber sedemên şîdetê gilî li wan hatiye kirin. Ji ber ev kes nayên girtin, wisa dike ku bûyerên şîdetê jî bêhtir bin.
Dagirkerî û êrişa li ser jinê parelel dimeşin
Ev amar weke serdêrin ji bo fêmkirina rewşa civakê. Lê helbet divê bê gotin ev tablo encam e. Gelek aliyên din jî hene ji bo me vê encamê derdixin holê. Bi taybetî rewşa siyasî, rewşa aborî, rewşa dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê, gendelî û rola medyayê, di çêbûna vê rewşê de berpirs in. Nakokiyên di navbera her du aliyên siyasî ku deshilata Başûrê Kurdistan birêve dibin, di roja meya îro de êdî wisa bûye ku nikarin weke dîtbarî jî karê rêveberiyê pêk bînin. Aboriya ku di destê her du dewletên cîran Tirkiye û Îranê de ku di heman demê de van her du aliyên siyasî yên deshilatdarên Başûr in di destê xwe de guvaştin e, krîzeke cidî di nava civakê de ava kiriye. Ji bo tevizandina refleksên civakê rola ku medya dilîze jî di ber vê rewşê de berpirsiyare. Her wiha dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê û kûrbûna rewşa tabloya reşbîn a civakê bi awayekî rasterast bi hev ve girêdayî ye. Berfirehbûn û kûrbûna di pêla dagirkeriyê de rewşa civakî jî bi hemû aliyan ve bêhtir xirab dike û bi taybetî jî zîhniyeta nêr a ku xwe li ser dagirkeriya hebûna jinê dide avakirin roj bi roj li Başûrê Kurdistanê êriş tîne ser jinê. Hewildana dagirkeriya li Başûrê Kurdistan û êrişa li ser jinê di paralelekê de birêve diçe.
Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna Jin Jiyan Azadî
Li hemberî vê yekê çi tê kirin an go divê çi bê kirin pirseke girînge. Mixabin bersiveke têrker nîne. Tevî ku li tevahî cîhanê li derdora banga Jin Jiyan Azadî geşbûna têkoşîn û hêviya serkeftina jinê xwe nîşan dide, ji bo ku ev hêvî bandora xwe li Başûr neke ji hêla deshilatdariyê ve her tişt tê kirin. Lê helbet her çend hewildana deshilatdaran ev be jî çarenûsa jin û civaka Kurd divê em radestî wan nekin. Çarenûsa xwe jin bi xwe bixin destê xwe. Çarenûsa jinan di destê jinan de ye. Ji ber ku ev rewş ne di xema deshiltdaran de ye. Ne rewşa dagirkeriyê, ne rewşa civakê û ne jî rewşa jinan, ne di xema serdestan ne jî di xema zilaman de ye. Dengê me yên ku hatiye birîn, benê ku li derdora stuyê me pêçayî, mirinên ku li ser rêgehên zehmet ên koçberiyê, berxwedaniyên dîrokî yên jin û xortên bedew ên Kurdistanî zinar bi zinar, senger bi senger di nava hewaya bi jehr de pêk tînin û vemirandina hêviyê ne di xema serweran de ye. Em ne xema wan in. Divê em di xema xwe û welatê xwe de bin, divê em xofa vê rewşê şane bi şane bijîn. Divê em bizanin bê çi çarenûsekê li ser me ferz dikin. Û divê em li hemberî vê çarenûsê rawestin. Divê em çarenûsa xwe, çarenûsa gelê xwe, çarenûsa welatê xwe li ser hîmên azadî û jiyanê li derdora jinê birêsin. Divê em hêviya pîroz di hebûna xwe de biçînin.
Çi pêwiste ji bo vê?
Ji bo bi destxistina çarenûsê beriya her tiştî hizirandineke kûr û hêza hilbijardeyê pêwîst e. Dîtina ya heyî, dîtina ya tê ferzkirin, ji me fikir û hizreke ji dil dixwaze. Ji ber bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi hezar û yek dek û dolaban bi taybetî jin ji fikir û hizrê dûr xistine. Lê divê em bifikirin da ku karibin rê û rêbazên derketina ji vê rewşê û her wiha rê û rêbazên avakirina hebûna xwe peyda bikin. Ya em hildibijêrin çi ye, hilbijardeyên me pêşwaziya fikir û hizrê me dikin gelo?
Divê îsal li gorî vê tabloya serê salê berdewam neke. Ji ber ku em ê di xema xwe de bin.