Ji bîr neke û nede ji bîr kirin!

- Necîbe QEREDAXî
421 views
Qirkirina Êzidiyan mînakeke şênber û zelal e ku rejîmên desthilatdar û saziyên wê civakê çawa birêve dibin. Nêzîkatiyek çawa bi cudahiyên etnîkî, olî, çandî û cûdahiyên din ên nasnameyê nîşan didin. Mînaka herî baş a fêmkirinê ye, Êzîdî û jin bi taybet bi axa xwe, jîngeh û ola xwe bi sê cureyên qirkirinê re çawa rû bi rû mane.

Yekemîn weke civak hatin qirkirin ku ev dikeve kategoriya Jenocîdê. Ev nexasim hedefkirina jinên Êzidiye ku dikeve kategoriya kuştina jinan (femecide). Ev cûre qirkirin li dijî jinêye. Ya sêyem jî Ecocide ku tê wateya qirkirina jîngehê. Li dijî van cûreyên qirkirinê jî têkoşîneke pir alî ya bi sazî û takekesî jî ji bo jinan pêwîste. Ya yekemîn divê ev her sê qirkirin bi taybet qirkirina civaka Êzidî bê famkirin. Ya duyem were bîranîn û tucar neyê jibîrkirin. Ya sêyem jî em çawa dikarin bersiva vê qirkirinê bidin û li hember wê bibin xwedî helwest. Ev her sê erk û berpirsyarî, famkirin, bîranîn û bersivdayîn, stûn û rêbazên bingehîn ê pir girîng in ku em pêşî li dûbarebûna her cûre qirkirinê bigirin. Lê pirsa herî girîng eve; em bi kîjan rê û rêbazî dikarin pêşi li dûbarenebûna vê sê cureyên qirkirinê bigirin? Zihniyeta desthiladariyê çavkaniya netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestiyê ye. Netew, ol, zayend, zanist û teknolojiyê ji bo berjewendiyên xwe bikartîne. Ev hem dij demokratîkin, hem jî weke nexweşiyên serdemêne. Şer, karesat, komkujî, wêrankarî û dagirkerî jêdera xwe ji vê eqliyetê digire. Ev hemû rêbazane di roja îro de li ser civaka Êzidî tê ceribandin. Dixwazim bi taybet li ser vê mijarê rawestim. Helbet civaka Êzidî xwe ji xweliya xwe ji nûve afirand, ji bin wan xirbeyan derket, xwe ava kir, birêve bir û parastin. Ev bi gotineke din mûcîzeyeke. Helbet mûcîzeyîbûna wê di rih û hişê netewa demokratîk de veşartiye. Jin weke pêşenga vê sîstemê, bi roleke diyarker radibe. Erka jinan a di ji nûve zindîbûna vê çanda qedîm de çiye û birastî jî ‘Netewa Demokratîk’ bi xetên stûr çiye?

Netewa Demokratîk çiye?

Neteweya Demokratîk ne avahiyek a jî îskeleta pergalekê ye. Berî her tiştî tê wateya hişmendî û rihê hevpar a civakê. Hemû rengan û îradeyan di nava xwe de diwehîne, bi vîna wan a azad qebûl dike. Komeke etnîk li jorê ya din nabîne. Felsefe û têqîna netewa demokratîk xwe dispêre nirxên civakî, demokratîk, komûnal û hemû civakên bi qirkirinê rû bi rûne. Heke neteweya demokratîk têgihiştin, hiş û felsefe be, xwerêveberiya demokratîk jî beden e. Bi felsefe û têgînan  derfetên nû yên çareseriyên demokratîk bi berxwedan û têkoşînê, afirandina sistemeke nû ya li ser bingeha demokrasiya raste rast, azadiya jinê, ekolojîk, hevsengiya navbera jin û mêr, ahenga navbera civakan, mirov û xwezayê derdikevin holê. Weke modela xwerêveberiyê gel li Şengalê di sîstema xwerêveberiyê de cih digirin. Civaka Êzidî li Iraqê xwedî rehenda niştimanî, insanî û hiqûqî ye, xwedî rehenda exlaqî û siyasî ye. Naskirina hebûna Êzidiyan tê wateya peydakirina çareseriyên radîkal ji zihniyeta dewletê re jî. Ne tenê li Şengalê, li gorî felsefeya netewa demokratîk ji bo hemû civakên Iraqê model û felsefeya jiyana bi hev re lazim e. Taybetmenidyên gelê Basrayê, Xaneqîn û Şengalê di warê civakî, cihêrengiya olî, ziman û çandî û kevneşopiyên xwecihî cihê reng in. Ev qadên jiyanê nikare li gorî zihniyeta yek netew, yek ol, yek al û yek ziman werin birêvebirin. Hişmendî û modela rêveberiya bi zorê dê timî krîz û ne-aramiyê bi xwe re bîne. Şengal dixwaze bi awayeke xweser xwe rêvebibe û biparêze. Rêveberiya Şengalê dixwaze pêwendiyeke wan ya dû alî hem bi Hikûmeta Federal re hem jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hebe. Lê bi şerta ku herdu rêveberî jî Rêveberiya Şengalê nas bikin û rêz li vîna wî bigirin. Ancax heya niha jî ne navenda Iraqê ne jî Hikûmeta Navendî wan nasnekirine.  Astengiya herî mezin û sereke li pêş PDK’ye. PDK ji ber bi aqleke desthilatdariyê nêz dibe, îradeya Êzidiyan nas nake. Ji ber hişmendiya qirker, zêdeyî 3500 jinên Êzidî hatin revandin, kuştin û kolekirin. Di 30 salên desthilata başûrê Kurdistanê de jî bi dehan hezar jin hatin qetilkirin, li Iraqê jin tên qirkirin. Ev bi serê xwe bese ji bo têkoşîn û xwebirêxistina hevpar a jinan. Komkujî encama vê zihniyetê dibêje “Pêşî li jinan bidin. Dema DAIŞ’ê li Şengalê jin kirin hedef, weke civakeke cihêreng me bîreweriya xwe ya dîrokî û çandî lêkolîn kir û pirsî bê em çawa xweparastinê birêxistin bikin. Li dijî vê zîhniyetê li gorî netewa demokratîk em dibêjin “Pêşî Jinan azad bikin”. Ev tenê dirûşim e, ji bo rojhilata navîn û cîhanê rastiye, îlham e. Di gerdûnê de mafê her hebûnê heye bi azad bijî û xwebiparêze. Dema hebûna wê tê tehdît kirin li gorî rêgezên netewa demokratîk, mafê wê ye pêşî lê bigire, xwebiparêze. Êzidî lazime haj xwe hebin. Hem xwe û hem jî derdora xwe nas bikin. Mekanîzmayên xweparastinê pêşbixin. Ya ku civaka Êzidî û Jinên Êzidî piştî komkujiyê kirin ev e. Civaka Êzidî civakeke aşitîxwaz e. Komkujiyên li ser Êzidiyan hişt vê têgînê ji nûve pênase bikin. Aştî nayê wateya pasîfbûn û bendewariya ji derve. Pêşxistina mekanîzmayên, xweparastin û xwerêvebirinê ye. Ji bo aştiyê, pêşî divê em xwe nasbikin, kesên dixwazin me tunebikin nasbikin. Xweparastina xweser yek ji lingên bingehîn ên neteweya demokratîk e.

Jin divê lingê herî aktîv yên siyasetê bin

Jinên Êzidî yên Şengalê ji bo pênasekirina xweparastinê sûdê ji “Teoriya Gulê” girtin. Gul bedew e. Gul bedewe, lê ji bo ev bedewiya wê neyê qetil kirin, stiriyên wê heye. Jin jî ‘Teoriya Gulê’ jixwere nimûne girtine. Niha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi vê hişmendiyê xwe perwerde dikin û diparêzin. Pêwîstiya me bi xwendineke sosyolojîk a nû heye. Ne tenê civaka Êzidî ji bo ji bo hemû civaka Iraqê, xwe têde bibînin. Zanibin bê ka heta niha çi winda kirine, çi red bikin, çi qebûl bikin û çi ava bikin. Xalên mê yên hevpar gelekin. Dîroka me hevpar e. Ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a li ser bingeha demokratîk pêdivî bi hevparkirina têkoşîn û diyaloga çêker heye. Neteweya demokratîk têgihiştina yekîtiya cûdahiyan ji bo kêmkirina nakokiya navbera civakan û nîşandana çareseriyên pirsgirêkan e. Lê pêşî divê em ji hişmendî û adetên desthilatdarî û mêrsalariyê dûr bikevin ku bandorek mezin li jin û mêr dike. Lazim e em bi hêza xwe, bi rêxistinkirina xwe teşe bigirin. Lazim nake em biçin cihên dûr ên cîhanê ku da fêr bibin bê çawa azad bibin. Modelên me yên zindî hene ku îro îlhamê didin me, ev tenê bes e em xwe û dîroka xwe nasbikin. Bi rêya êşê em hev nasdikin. Ji bo hêza guherîna demokratîk derkeve holê ev têr nake. Bi qasî em êşan parve dikin, lazime enerjiya çêker jî hebe. Pêdivî bi rêya pêşvebirin, birêxistinkirin û xweparastinê heye. Ne tenê bi çekê, bi zanebûna xwe, hem hev hîs bikin, hem jî bi zanîstî hev nasbikin.

Di bin navê azadiyê de jin têne qirkirin

Dema em qala hewcehiya azadiyê dikin, divê em diyar bikin bê ka rastiya civaka me çiye, berpirsyariyên me çine, çawa têbikoşin?. Ger jin mêtîngeriya heralî ya li ser axa xwe, civaka xwe û xwe nebîne, nikare pîvanên azadiyê ji nû ve diyar bike, ji bo wê têbikoşe. Di roja me de têgîna azadiyê bi awayekî tirsnak hatiye şêlokirin. Di bin navê azadiyê de jin têne qirkirin. Ji bo pêşî li vê qirkirina her alî were girtin, prensîb û bîrdoziyeke azadîxwaz û çêker lazim e. Pêdiviya jinê bi avabûn a pergaleke konfederal a demokratîk heye da ku xwe ji êriş û şîdetê biparêze. Jin bi hêza rêxistinkirî dikare roleke girîng bilîze. Feraseta qirkirin, dagirkerî û dîktatoriya heye, heke bi kûrahî di warê hişmendiya siyasî û civakî de neyê çareser kirin, bi rêxistinbûyîn û têkoşînê bersiv jêre neyê dayîn, emê ji dagirkerî û qirkirinê rizgar nebin. Weke nan û avê pêdiviya me bi îdeolojiya rizgariya jinê û jineolojiya jinê heye ku zanista jinê ye, zanista jiyanê ye, zanista civakê ye. Ji hemûyan girîngtir di vê qonaxê de zanistana xweparastinê û zanista hevjiyana azad e.

Pêwistî bi alternatîfên şênber û demokratîk heye

Zanista jinê encama pêşketina diyalektîka pratîk û teorîk a tevgera azadîya jinê ye. Tevlîbûna jinê di têkoşîna azadiyê û hemû qadên têkoşînê de li ser bingeha têkoşîna îdeolojiya azadîxwaz, civakî û wekhevîparêz e. Hem di jin û hem jî di mêr de guhertin û veguherîna demokratîk pêktîne. Lazime em bibêjin û rexne bikin, li saziyên dibin bandora zihniyeta mêrsalar de ne, bi tena serê xwe rexnekirin têr nake, pêwistî bi alternatîfên şênber û demokratîk heye. Stûneke girîng a felsefeya neteweya demokratîk, pêşketina fikrî ye ku xwe dispêre îdeolojiya rizgariya jinê. Rêgezên  wê yên herî girîng; welatparêziye. Welatparêzî li dijî reva ji welat e, xwe aîdê ax û nirxên civakî û dîrokî dîtin e. Di heman demê de yek ji rêgezên têkoşîna li hemberî dagirkerî û têkoşîna ji bo azadiyê ye. Welatparêzî bêyî fikra azad û vîna azad ne pêkan e. Tevlîbûna jinê ya jiyanê bi fikrê azad û îradeya azad tê wateya qerardayîn, xweserbûn û helwestê. Ji bo vê jî lazime jin xwe û civakê birêxistin bike. Eşkereye, şîdet û qirkirina jinê çavkaniya xwe ji nerêxistinbûna jinê digire.

Ev civak dixwaze xwe bi rêve bibe

Civaka Êzidî ya bi salan bi qirkirinê re rû bi rû maye, civaka herî zindî ye, di koka xwe de civaka dayîkê dihewîne. Bi baweriya xwe tê nakirin ku av, dar, ax û nebat, hema bêje her tiştî ji bo vê civakê xwedî meine ye. Ev jî tê wateya girêdana bi jiyanê. Heta axavtina rojane ya vê civakê mîna helbestê ye. Ev civak dixwaze xwe bi rêve bibe. Naxwaze dest ji nasnameya xwe berde û êdî qebûl nake ji hêla tû navendêkê ve were birêve birin. Ya divê em bikin rêzê ji îradeya wan re bigirin, ji wan fêr bibin. Dixwazim nivîsa xwe bi gotina dayîkek Êzidî bi dawî bikim. Di dema fermanê de li ber çavê dayê Zarê DAIŞ 17 jinên ciwan qetil dike. Dema jê dipirsin çawa bû ku DAIŞ’ê te jî qetil nekirin vê bersivê dide “Ji ber xwestin ez ji qehra bimirim. Lê ez namirim, ez dayîkim. Peyva Êzda tê wateya ez-dayê, di watayeke din de ez dayikim. Îro civakeke heye li ser koka xwe dixwaze ji nû ve şîn bibe û xwe birêve bibe.