Li Başûr çima jin nikarin di bin siya siyaset nêr derkevin?

- Şanster BERXWEDAN
536 views

MANSETJin, heyîneke herî zêde hatiye çewisandin, perçiqandin û mafê wê ji dest hatiye girtin e.  Xwediya sereke ya jiyanê ye lê, di roja me a îro de bûye pêvek anjî siya mêr. Tiştên ku em îro dizanin raste, ya rastîn hemû tiştên jiberkirî û hatine fêrkirin in. Ji lewma ya sexte ketiye şûna ya rast. Tevlîheviyeke pirr zêde ya fikrî heye. Ji ber vê çendê jî jin çi difikire, jin çi dixwaze di nava vê êrîşa fikrî de wenda bûye û li ser wê hatiye nixûmandin.

Ji ber jin, mirov û cinsa herî ji mafê xwe bêpar hatiye hiştin e, ji lewma mirova herî zêde pêwîstiya xwe bi têkoşînê heye jî jin e. Jin tu tiştekî bihêsanî bi dest nexistiye û bi hêsanî jî bi dest nayîne. Ango têkoşîneke pirr alî û dijwar ji jinê tê xwestin ku bikare vegerê li rastiya xwe bike. Helbet pirê caran jî destketiyên ku jinê bi hezar zûr û zehmetiyan, di encama têkoşîneke dijwar de bidest xistibûn û dixe, jê tê girtin. Yek ji van qadên ku herî zêde jin jê bêpar hatiye hiştin jî qada siyasetê ye. Siyaseta mêr ku îro dibe sedema perçebûn, êş, qirkirin û şerên mezin yê herêmî û gerdonî, ancax bi destwerdana jinê ya ji siyasetê re dikare dawî lê were. Heya jin bi awayeke rêxistinkirî tevlî siyasetê nebin wê nekarin dawî li vê siyaseta qirkirin û desthilatdarî û destwerdanê bînin. Çareseriya yegane ya pirgirêkên ku îro em li herêmê û Kurdistanê jiyan dikin, bi awayeke çalak û rêxistinkirî nebûna jinê ya di nava siyasetê de ye. Her wisa eger îro, yekîtiya netewî ya Kurd çênabe û hindek partiyên hevkariyê li gel dijminên Kurdan dikin, astengiyan çêdikin jî ji ber çalak nebûna jinê ya di nava siyasetê de ye.

Hêza fikrî a jinê tê perçe kirin

Herçend di roja îro de hêjmareke diyar ya jinê di nava partiyên siyasî de cih bigirin jî lê, beşeke wan a girîng ne bi rengê xwe tevlî siyasetê dibin, yan jî derveyê siyasetê tên girtin. Jin bi awayeke şeklî tevlî siyasetê tê kirin û di biryarên girîng û krîtîk de tu fonksyoneke xwe nîne. Dema ku jin bi reng, deng û hebûna xwe nekarî di nav siyasetê de bibe xwedî gotin, ber  de ku bandora xwe li ser vê qadê hebe, wê nekare rengê xwe jî biparêze û di nav rastiya heyî de wê ber bi winda bûnê re biçe. Ev winda bûn herê zêde jî ji hêla hizr û raman de wê bê dîtin û bandora xwe di şexsê jinê de li ser tevahiya civakê bide çêkirin. Jin di nava gelek partiyan de jî tenê mîna xemlekê ne. Lê, ya esasî ku divê em bizanin ev e ku mêr sûdeke mezin ji hêza jinê digire, di heman demê de wê dixe bin xizmeta xwe û siyaseta xwe ya şerxwaz û cûdaxwaz da. Bi vî awayî kesayet û hêza fikrî ya jinê jî perçe dike. Ji lewma îro, ji her demê zêdetir pêwîstiya jinê bi vê yekê heye ku bi awayeke rêxistinkirî û xweser di nava hemû partî û rêxistin û saziyên siyasetê de cih bigire. Jin heya bi awayeke rêxistinkirî tevlî siyasetê nebe, wê nekare fikra xwe ya çareserker, dadwer, yekîtîparêz û aşitîxwaz serwer bike. Ji ber ku nêzikatî û feraseta zilam a jiyanî ku perçe dike, ne çareserker e, şerxwaze, bandora xwe li ser ziman û feraseta siyasetê jî dike û ev yek jî bi xwe re encamên nebaş dide avakirin.

Helbet bi derketina Tevgera Apoyî re ev qad di rêjeyeke girîng de ji destê mêr hate girtin. Rêber Apo me vegerand rastiya me û me dît ku kesayeta me çiqasî hatiye perçekirin û em dûrî heqîqetê hatine kirin. Rêber Apo herî zêde jî girîngî da jina rêxistinkirî û xwedî îdeolojî. Piştre bi nasnameya wê ya xweser û rêxistinkirî di serî de tevlî siyaset û hemû qadên sereke yên jiyanê kir. Ji ber vê yekê ku dizanî jin eger ne rêxistinkirî be wê were perçiqandin, wê nebe hêzeke guhertinê serwer bike. Ji lewma li her çar perçeyên Kurdistanê ku Tevgera Apoyî lê bandorek xwe a mezin lê heye, jin bi nasnameya xwe û bi awayeke rêxistinkirî di nava siyasetê û parastinê de cih digirin. Di her mijarekê de xwedî gotin e, ne tenê bi gotinê tenê jî dimîne, di heman demê de îro xwedî hêza herê mezin a pratîk kirina van ramanên jiyana azad e.  Ev jî li dijî êrîşkariya fikrê mêr û yekdestdariya wî tedbîreke stratejîk bû û ev li Bakur û Rojavayê Kurdistanê gihişt armanca xwe. Li Rojhilatê Kurdistanê jî herçend weke du beşên din yên Kurdistanê nebe jî lêbelê îro rêxistineke xweser ya jin a bihêz heye û bi awayeke rêxistinkirî, bi nûnertiyeke wekhev jî tevlî nav kar û barên siyasetê dibin.  Encax ev hîna berbelavê hemû Rojhilatê Kurdistanê nebûye. Jinên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava partiyên din yên Rojhilat de cih digirin, hîna jî ne bi nasnameyeke rêxistinkirî ya xweser tevlî nav siyasetê dibin. Ango xwedî gotin in. Tevî hemû hêz û keda xwe ya di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî nekarîne destkeftiyeke berbiçav ji bo jinan bînin û nekarine bi temamî ji bin siya siyaseta mêr derkevin û bi ramanên xwe siyasetê bikin.

Hêza jinê û têkoşîna zayendî

SANSTER BERXWEDAN-BASUR JIN-2Di vê çarçoveyê de pêwîste herî zêde Başûrê Kurdistanê were destgirtin û rexne lê were girtin. Yek ji perçeya Kurdistanê ya herî zêde ji ber şêwazê xwe yê siyasetê rastê komkujî, qirkirin û trajediyên mezin hatiye Başûrê Kurdistanê ye. Gelê Başûrê Kurdistanê her timî bûye qûrbanê siyaseteke noker û hevkar li gel hêzên statûkoparêz û emperyalîst. Bêguman a herê zêde jî bi vê rewşa xirab re rû bi rû dimîne jin in. Ev siyaseta çewt ku mirov di rastiyê de nikare ji vêya re bibêje siyaset ku sedsaleke êşên mezin bi civaka Başûr dan kişandin û îro li hember destkeftiyên perçeyên din yên Kurdistanê jî mîna piyonekî didin bikaranîn. Di nav vê siyaseta qirêj a li Başûrê Kurdistanê de a herê hatiye çewisandin û bêdeng kirin jî jin in. Rexmê hemû nebesî, pirsgirêk û nêzikatiyên derveyê exlaqê siyasetê jî jin nikarin bi dengeke berz li dijî zêhniyeta zilam derkevin, bi reng û dengê xwe bandorê li ser rewşa heyî çêkin.  Jin di nava van partiyên de ne di derdê civaka xwe û gelê xwe deye; di hêjmareke diyar de jî jin di nav van partiyan de cih digirin. Lê, jinên di nava van partiyan de cih digirin ne jinên rêxistinkirîne. Ji zanistiya zayendî û naskirina kesayeta xwe dûr in. Têkoşîna zayendî nadin meşandin, xwe nas nakin, hêza xwe a dikare bibe hêza herê mezin a çareseriyê nas nakin û dema rewş wisa ye, ew nikarin civaka xwe û pêdiviyên wê jî bizanibin û ligor wê tevbigerin. Jinên jêhatîne lê, ev jêhatîbûn nakeve bin xizmeta jin an, civak û gelê wan de. Bi vî şêweyî nêzikatiya wan tenê kêrî siyaseta desthilatdar, tekperest ya mêr tê. Bi dehan partî û rêxistin li Başûrê Kurdistanê hene. Hema bêje di nava hemû partî û rêxistinan de jin cih digirin. Lê, ne bi nasnameya xwe û bi şêweyeke rêxistinkirî. Siyaseta partî û rêxistinên Başûr ku siyaseteke atomîze bûyî ye û li ser hîmên qehîm yên desthilatdariya xanedanî û mêr hatiye avakirin, rengê jin yê di navê de miriye. Nahêle rengê jinê bi awayeke zelal bê xuyan û dengê jinê bê bihîstin.

Li Başûrê Kurdistanê bi dehan rêxistin, sazî û partiyên bi siyasetê re eleqeder dibin hene, di nava hemû rêxistin, partiyan û heta saziyan de jî jin hene. Di nava parlementoyê de jî jin hene. Di nava hêzên pêşmerge de kêm be jî jin hene. Her wiha ji berê de jin di nava partiyan û hezên pêşmerge de cih girtine. Saziyên civaka sivîl di hêjmareke zêde de hene. A girîng ne zêdebûna van sazî û dezgehan e, bandor û rengê jinê a di nav van saziyan deye ku pirr girîng e.

Lê, li Başûrê Kurdistanê krîza siyasî, civakî, aborî, darayî di asta jor deye. Ya herî girîng jî pirsgirêkên pirr metirsîdar yên jinan hene ku divê bi awayeke lezgîn çareserî jêre werin dîtin. Ger li ser van mijaran bi lez û bez lêhûrbûn û xebatek neyê meşandin, dibe ku em wek jin pirr direng bimînin û rewşa jinan a heyî ber bi rewşeke xeternaktir de biçe.

Naskirina vîna jin

DOUNIAMAG-IRAQ-KURDS-WOMENTevî ku gelek jinên akademîsyen, zana û bihêz jî hene lê, tu roleke wan di guhertin û veguhertina pergalê de nîne. Mêr civak perçekiriye û jin jî di nava vê perçekirina mêr de bûye pêvek û sî. Heya ku jin xwe ji vê rewşa nediyar a ku hertim di bin siya mêr de tevdigere rizgar neke, wê nekaribe bi xwe re civakê jî ji rewşa heyî rizgar bike.

Jinên di nava partî û rêxistinan de cih digirin, di tu biryareke girîng û stratejîk de xwedî rol nînin. Weke kesayet xwedî hêz jî bin nikarin bi rengê xwe, bi fikra xwe û bi dengê xwe beşdarî nav karê siyasetê bibin û rengê siyaseta mêrsalar biguherin. Lazime jin êdî xwe ji vê rewşa heyî rizgar bike û li Başûrê Kurdistanê di her qadeke têkoşînê de bikaribe bibe hêza guhertin û veguhertinê. A rast êdî lazime bikaribe gotina dawîn bêje û bide erê kirin.

Jin nabin pêşengên siyaseta demokratîk ku hemû civakê hembêz dike û ji bo berjewendiyên jinan û tevahiya civakê dixebite. Yanî siyaseta partî û dezgehên lê dimînin, çi ferz bike li gorî wê tevdigerin û nikarin bibin xwedî helwesteke cûda. Ev jî ji vêya tê ku bi awayeke rêxistinkirî tevlî van partiyan nabin û weke kes dimînin. Dema ku nasnameya jin ne pêş de be, bêguman têkoşîna zayendî jî di her qadeke ku em qalê dikin de nîn be, encam vê neyê guherîn û jin wê ji nedîtî bên. Ev jî dibe sedem ku weke îradeyek neyên naskirin. Partiyên Başûr bi hebûna jinan ya di nava partiyan de meşrûiyet bixwe didin, qilifeke modern û demokratîk li xwe dikin û ji hêza wan sûd werdigirin lê, di tu biryareke çarenûsaz de cih nadin jinan. Jin di tu biryarekê de ku qedera welat biguherîne de nînin. Di tu xebateke stratejîk a dîplomatîk, siyasî  û parastinê de rolên esasî nadin jinan. Lê, heya niha jî nerazîbûneke cidî ya jinên Başûr ji vê rewşa heyî re nîne û xwe xapandineke cidî jiyan dikin.

Ger jinên Başûrê Kurdistanê yên di nava partiyan de cih digirin û bi şêweyekî tevlî siyasetê dibin, bi rengê xwe û bi vîna xwe ya serbixwe bandora xwe li ser siyasetê bidana çêkirin, wê nehêlaba ku ev partî, xaka Başûr, ji dagirkeriya Tirkiye, Îran û her wisa hêzên emperyalîst re vebike. Ger îro hîna hêzên emperyal û dagirkerên wek Tirkiye û Îranê li ser axame bi her awayî xwedî gotin in, ev dide diyar kirin ku hîn em ne xwedî hêzeke destwerdanê ne û nikarin bi dengê bilind li dijî van derbikevin. Îro bi destê hin partiyên li Başûr êrîş li ser sibe roja gelê Kurd li beşên din yên Kurdistanê û Şengalê çêdibe lê, dij derketineke pirr bihêz û rêxistinkirî ya jinan li hember vêya nîne. Başûrê Kurdistanê ne tenê di warê leşkerî de dibin dagirkeriyê de ye, di heman demê de di warê aborî û siyasî de jî dibin dagikeriyê de ye û di rewşeke qeyranê de dibohirîne.