Li Xorasanê şewqa Mahbanû 

- Berjin TEKOŞER
631 views

LI XORASANE STERKEK DITEISE-1Mahbanû Ebasî bi nasnav Banû Şîrwanî yek ji wan jinan e ku ji aliyê gelek kesan we baş nayê nasîn û navê wê di nav rûpelên dîrokê de ber bi winsa bûnê we hatiye hiştin. Banû Şîrwanî yek ji wan jinan e ku rexmê zêde di nav Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê de baş nehatibe nasîn jî bi dengê xwe yê  zelal û resen di dilê her kesekê de ciheke taybet girtiye û bûye stêrka li esimanê Kurdistanê dibiriqe. Hîna jî stranên Banû Şîrwarnî ji muzîka Kurdên Xorasanê re weke pîvana hunerî tê nasîn û dest girtin.

Mahbanû Ebasî ku bi navê Banû Şîrwanî tê nasîn di sala 1308 û li gor dîroka mîladî di sala 1929’an de li gundê Welîabadê ku dikeve ser bi Qûçanê a bajarê Xorasanê ji dayîk dibe.  Mahbanû di nav malbatek hejar û dest teng de dest bi jiyanê dike. Dema ku zarok e diya wê koça dawî dike û ew bi bavê xwe re mezin dibe. Ew dengbêjiyê û stranan ji bavê xwe hîn dibe. Bavê wê jî ji hunermend û dengbêjên navdar yê serdema xwe bûye. Mahbanû di sala 1348´an de li radoya Meşhedê de dest bi stran xwendinê dike. Her wiha di demeke pirr kin de karî ku cihê xwe di nav hunermendên pêşeng yên Xorasanê de bigire. Mahbanûyê bi awayeke fermî ji wê dîrokê pêve dest bi kar û barê xwe yê hûnerî kir û di radyoya Kurdî a Meşhedê de ku wê demê demjêr nîvek bû, dest bi xwendina stranan kir û bû xwedî ciheke girîng. Di heman demê de Mahbanû bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Azerî stran gotine; piraniya stranên wê bi zimanê dayîkê bûne.

Stranên bi jan 

Mahbanû Ebasî bi xwe gelek stran çêkirine û gotine, bi cisaretek mezin nêzî kar û barê xwe yê hunerî bûye û bûye çavkaniya hest û raman ji hemû jinên Kurd re. Bi taybetî di demekê de ku li herêma wan serweriya mêr li pêş bû, wê wêrektiya derketina pêş a jinê ku bê tirsa ji pergala serdest a mêr nîşana hemû jinan kir ka çavan bi deng û rengê xwe di karên hunerî de cih bigirin. Mahbanû di karên xwe yên hunerî de pêşketineke mezin çêkiriye û nêzî sêsed stranên Kurdî gotine; ev stran hemû jî di radyoya Meşhedê de hatine tomar kirin.

Em bi giştî dikarin bibêjin ku Mahbanû bi van şêweyan stran gotine; Ellahmezar, ev cûre stran in ku piştî şer, talan û kuştina ezîzên ku li ser mezarê wan tê xwendin. Wek strana vay çi rozigar e û hwd. Li gor hin çavkaniyan Mahbanû ev şêweyê stranê bi awayeke geleke zelal û melol dixwend. Wê di straneke xwe de qala ciwaneke Kurdên Xorasanê kiriye ku dîl ketiye destê Tirkmen an. Stran bi awayeke dilşewat û xemgîn hatiye lorandin.

Du qerse; piştî komkujiyê mirî li cihekê de kom dikirin û li dora cenazeyan digeriyan, mijûlê duayan dibûn. Ji xwe ev yek destpêka reqs û ahenga du reqse yê bû. Ev şêweyê awazê jî ji aliyê Mahbanû Ebasî we hatiye xwendin.

Enarekî; ev yek jî girêdayî êrîşên biyaniyan û kuştarên rû didan in. Jin li dora cenazeyan kom dibûn û digiriyan. Herayî; herayî hawara çiyayî ye! Her wiha nîşana jiyaneke pirr bûyer û awarebûna gelê Kurd e. Bi kinahî gelek ji van muzîkên ku li bakurê Xorasanê demekê ji bo şîn û taziyê dihatin gotin, piştî derbazbûna gelek salan, hêdî hêdî guherîne û bi awayên cûda hatine vegutin. Stranên Kurdî piranî bi awayên Hecayîne ku hejmara wan dikare ji 8 heya 16 heceyan be. Stranên evînê piraniya xwe di qalibên 8 hecayî de ne. Cûreya stranên bi dil an jî evînî yek ji wan cûreyên strana ne ku herê zêde di nav gelê Xorasanê de tê gotin û guhdarî kirin. Mahbanû Ebasî jî yek ji wan kesane ku di gotina van stranan de gelek jêhatî bûye û piraniya stranên wê jî di vê derbarê de hatine gotin.

Awazên Mahbanû Ebasî yên herî naskirî wiha ne:

Leylan, Keça çar burcê, Yar me ne zanîbû, Kes me naxwaze, Yarê, Ez îro êsîr im û strana yaro yaro ye.

Kurdên Xorasanê û awazek bi êş

ERBANE-KADINLARJi Xorasanê bigire heta Qafqasya, Anatolya navîn û diyasporayê, dîroka Kurdan û koçberiya wan hertim bûye sirûşt ji bo afrîneriya hunerî, nemaze stranên ku bi kul û kederan hatine hûnandin. Taybetmendiyên jiyana kurdan ew ber bi pêlên keser kuliyan dane û bi wî rengî kurdan ziman û çanda xwe bi van stran û kilamên devkî karîne biparêzin. Stran û dengbêjî û bi giştî muzîka Kurdî yek ji wan berhemên binav û deng in ku roleke girîng ji bo parastina nirxên çandî yên gelê Kurd lîstiye. Gelek stranbêjên mezin û binav û deng ên Kurd jin in, ku Ayşe Şan, Nesrîn Şêrwanî, Meryem Xan û Gulbihar mînakên herî ber bi çav in. Banû Şîrwanî jî ku yek ji wan jinan e, bi dengê xwe yê zelal û resen di dilê hemû kurdan de cihekî taybet daye çêkirin.

Muzîka Kurdî li Xorasanê dengê dûrî û koçberiyê ye. Dûrbûna wan ji hêlîn û niştiman, agir û xemeke bi êş xistiye nav muzîk û dengê hunermendên wê herêm ê. Rengê xerîbiyê di lorîka dayîkên Kurdên Xorasanê de jî tê dîtin. Di civat û şevbihorkên Kurdan de dengê jinan hertim hebûye û heye.

Hesta xerîbiyê di nav Kurdên Xorasanê de gelek hunermend û stranbêj afirandine. Hin ji wan ketine nava ruh û dilê xelkê û di dîroka hunera Kurd de mayinde bûne. Mahbanû Ebasî hunermendeke bêhempa bû ku dengê wê yê zelal her tim û dayîm weke mînaka dengekî îdeal hatiye binav kirin. Dema ku xelkê Xorasanê dengê Banûyê ji radyoya kurmancî ya Meşhedê dibihîstin, dil û canê wan ji nû de zîndî dibû. Kurdên Xorasanê dengê xwe dibihîstin û dengê Banû Şîrwanî ango Mahbanû yê weke lorîka dayîkan ji wan re xweş û şîrîn dihat.

Serpêhatiyek ji keseran hûnandî

Lêkolîner Kelîmullahê Tevehudî ku dîroka Kurdên Xorasanê nivîsandiye, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hezar û yek şeva kurmanc’ de ji devê Banû Şîrwanî jiyana wê wisa rawe kiriye:

“Ez 20 salî bûm ku bi Elî Ekber Qehremanlo re zewicîm. Piştî du salan Elî Ekber nexweşiya zerikê girt û wefat kir. Wî ez bi lawê me yê du mehî re bi tenê hiştim. Piştî salekê min çend pez û dewarên xwe firotin û ji gund derketim. Êdî min nedikarî li gund stranan bibêjim. Xelkê digot, ´hîn salek ji mirina hevserê wê derbas nebûye ku dîsan stranan dibêje´.

Ez ji Welîabadê derketim çûme cem tiyê xwe û nasên wî ku li çiyayên Qoçanê diman. Bi wî awayî min hem xwest ku ez kul û xemên xwe ji bîr bikim; herwiha min xwest ez çend pezan bikirim, xwe pê mijûl bikim, jiyana xwe û lawê xwe pê derbas bikim. Lê, li wir jî xizmên min alîkariya min nekirin û pereyê ku min ji bo pezkirînê bi xwe re anîbû hate xerckirin.

Piştî demekê ez neçar mam wê derê bi cih bihêlim; şeveke tarî bi solên qetî min ew der terikand û da ser rê. Min lawê xwe li pişta xwe girêda û berê xwe da Qoçan ê. Li Qoçanê ez çûme karwanserayekê û min odeyek kirê kir. Paşê ez ji bo peydakirina kar derketim nava bajêr. Lawê min, wan rojan nexweş ketibû. Çûme cem hekîmekê ku ji lawê xwe re çareyekê bibînim. Hekîm ji berê de ez nas dikirim û bi dilovanî ez pêşwazî kirim. Wî ez bi xwe re birim mala xwe. Ez li mala wî dixebitîm û piştre wî mala xwe bire Meşhehdê û ez jî bi malbata wî re çûm wir. Li Meşhedê kurê min hêdî hêdî mezin bû û her diçû ji min re zehmetî çêdikirin; ji şerman min xatirê xwe ji wan xwest û mala hekîm jî terikand. Wê çaxê jinên Kurd ji ber cilûbergên xwe li bajaran bi hêsanî dihatin naskirin. Ez li derdora herêma Îmam Riza digeriyam; aware û bê kes mabûm. Min ji xwedê dixwast ku çareyekê ji min re bibîne û deriyekî xêrê li ber lingê min veke. Ez wisa tî û birçî li kolanan digeriyam, ji nişka ve jinek ber min ve hat. Paşê min nas kir ku ew Îzet Meqdem e. Îzet Xanimê ez bi xwe re birim mala xwe. Hevserê wê berpirsê Rêveberiya Perwerdeyê bû. Wan ez birim cihê Darulterbiye yê. Li wê derê baxçeya zarokan hebû ku wan navê lawê min li wir nivîsîn û ez jî li mala wan dixebitîm.

Destpêka awazên Mahbanû

Mahbanû wiha qala serpêhatî û destpê kirina rojên xwe yên li radyoyê dike û dibêje: “Hevserê Îzetê radyo hebû û min jî her şev bernameya kurmancî guhdarî dikir. Dema ku min dengê Kurdî ji radyoyê dibihîst, rojên xweş yên Welîabadê dihatin bîra min û ez xemgîn dibûm. Hêdî hêdî ez difikirîm ka gelo ezê çawa xwe bigihînim radyo yê. Rojekê ku çûbûm bazarê, min berê xwe da stasyona radyo yê. Ez gihîştim ber stasyonê. Dergevanê ber deriyê îdareya radyoyê ez sekinandim û got; ´li vir çi dikî´? Min jî ew bersivan û jê re got ku dixwazim stranan bibêjim.

Wî ez birim cem karmendekî radyoyê ku navê wî Emîr Mucahid bû. Ez yekem jin bûm ku ji bo dengqeydkirinê çûbûm wê derê. Ez Kurd bûm û min farsî jî nedizanî. Wan ez birim odeya deng û gotin ez xwe ji bo testkirinê amade bikim. Min li odeya tomarkirina dengan defek dît û min ew hilanî. Bi îşareta Mucahid min li defê xist û dest bi strana xwe kir. Dema ku stran xilas bû kêfa wan pirr hat. Min got niha ku hûn ji dengê min razî ne, ka tomar bikin. Wan got ku ji xwe tomar kirine û dengê min wê şev bê belav kirin û ez dikarim di radyoyê de guhdarî bikim. Mucahid got: ‘Te bi dengê xwe Kurd û Xorasanî serbilind kirin.’ Min karê xwe li radyoyê domand û bi sedan stranên resen yên Kurdî ji nû ve xwandin û îcra kirin…”

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê muzîk ji bo jinan hate qedexe kirin û Mahbanû Ebasî ango Banû Şîrwanî mecbûr dimîne karê xwe bi cih bihêle. Çendîn salan haya tu kesî ji wê çênabe.

Banû Şîrwanî bi dengê xwe yê zelal û resen di dilê hemû kurdan de cihekî taybet da avakirin. Banû di sala 2003’an li Meşhedê wefat kir û gelek stran û awazên kurdî ji bo Kurdan weke mîrateke giranbiha bi cih hişt.

Hunermenda Îranî a bi navê Sîma Bîna ku li ser muzîka hemû herêmên Îranê dixebite, gelek stranên Banû Şîrwanî bixwe xwendiye. Sîma li ser folklora Îranê û muzîka netewên Îranê bi salan xebitiye. Ew dibêje: “Ez bi stranekê ber bi muzîka bakurê Xorasanê ve çûm. Ew deng dengê Banû Şîrwanî bû. Dengê Banû pirr xwezayî bû…”