Eger îro li her derê berxwedaneke mezin hebe, ev yek berhema şoreşa zindanê ya 14’ê Tîrmehê ya dîrokî ye. Gava qala şoreşa zindanê tê kirin hevalên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik tê bîra mirovan. Hevalê Mazlûm Dogan got, jiyana azad bi berxwedanê tê afirandin, teslîmiyet jî dibe sedema xiyanetê. Vê qîrîniyê kir ku şaneyên tarî ronî bibin û bikevin nava liv û tevgerê.
Di her şaneyê de zengilê berxwedanê lê dabûn. Di mejî de şoreş dihate afirandin; navê wê bûbû berxweda, navê wê bûbû azadî û navê wê bûbû bidestxistina rûmetê. Dijmin ji bo têkbirina rûmeta Kurdan bi her cûre hovîtiyê tevdigeriya. Lê belê nizanîbû ku hevalê Mazlûm Dogan ê ku rahiştibû sindanê Kawayê Hesinkar berxwedanî ji xwe re kiribû armanc û ev berxwedan wê pêl bi pêl belav bibûya. Li zindana Amedê wê careke din berxwedana bi rûmet bi ser ketibûya.
Pêla berxwedanê belav bû
Çar lehengên ku têkoşîna berxwedanê jê wergirtin (Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik) di şeva 18’ê Gulanê de dan ser şopa hevalê Mazlûm Dogan ê Hemdem, bedena xwe dan ber agir, gotin ‘Kî vî agirî vemirîne ew xayin e’ û bûn îradeya jiyeneke bi rûmet û azad. Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş piştî çalakiya çaran rahişt meşaleya berxwedanê, li salona dadgehê ragihand ku ji bo jiyaneke bi şeref û rûmet ew bedena xwe dide ber rojiya mirinê. Li salona dadgehê îradeya ‘Em jî tevlî vê çalakiyê dibin’ deng veda û pêla berxwedanê belav bû. Herî dawî Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş gotibû ‘Eger ez bimirim li ser kêla gora min binivîsînin ku deyndarê gelê xwe bû’. Tevî ku bedena xwe kêlî bi kêlî heland jî bi berxwedana xwe raxist pêş çavan ku divê sekna mirovekî bi rûmet çawa be. Hevalê Kemal Pîr ku digot ‘Ez gelekî ji jiyanê hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim’, bi gotina ‘Me singekî welê li nava sîstema dewleta Tirk a faşîst xist ku eger ji we bê jê derxînin’ careke din nîşan da ku hîmên berxwedanê çiqasî xurt û bi wate ye. Li zindanan biryardariya ji bo jiyana azad bi pêş ket, ruhê şehîdên me yên nemir yanî ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê li çiyayên azad veguherî felsefeyeke jiyanê û ji bo gerîlayên azadiyê bû pûsûlayek ku bi fedaîtiyeke mezin şerê berxwedanê dimeşînin.
Havênê berxwedêrên zindana Amedê
Pêwîste hîn bêhtir bê fêhmkirin bê havênê berxwedêrên zindana Amedê yên li dora Rêber Apo civiyan çiqasî xurt û cewherî ye. Ya ku nirxandina ‘Kurdistan mêtingeh e’ ya Rêber Apo baş fêhm kir û bi cih anî, pratîka berxwedana zindana Amedê bû. Ya ku mêtingerî û hovîtî veguherandin berxwedana bi rûmet, hevrêtiya bi hêz a tevgera Apoyî ye. Di şexsê hevala şehîd Sara (Sakîne Cansiz) de hevrêtiya bi jin a azad re çawa dibe? Hevala Sara ku sekna jin a azad bi kûrbûna îdeolojîk afirand, bû pêşenga pratîka ‘Jiyana min timî şer bû’ ku berxwedana zindana Amedê şênber kir. Serî li ber dijmin netewand, bû xwedawend û bi vî rengî nîşan da ku divê jineke Kurd çawa be.
14’ê Tîrmehê bû havênê azadiyê
Ruhê 14’ê Tîrmehê bi lez li tevahiya Kurdistanê belav bû û bi herikîna li nava tevgera Apoyî ispat kir ku jiyaneke bi rûmet û şoreşa wê dikare pêk were. Avabûna vê îrade û hişmendiya mezin, weke felsefeyekê bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo gerîlayên azadiyê. Gerîlayên azadiyê ku li çiyayên azad dijmin têk dibin, bi çalakî û berxwedana xwe nîşan didin ku di her şert û mercî de şopdarên vê felsefeyê ne. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê bû havênê azadiyê. Ev berxwedana vî ruhî qat bi qat mezin bû û bû çavkanî ji avabûna Şoreşa Rojava re. Şerê Gel ê Şoreşgerî eger bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê re bê watedarkirin, wê gel teqez bi ser bikeve. Ji bo meşa ber bi jiyana azad û jiyana bi rûmet, divê em beriya her tiştî berê xwe bidin berxwedana zindana Amedê. Ev qible bi rengekî bêhempa nîşanî me dide ku divê em çawa bijîn û çi bikin.
Berwedan roj bi roj mezin dibe
Ev erxwedan roj bi roj mezin dibe û têkoşîna Rêber Apo yê ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirand, ku ev têkoşîn bi şeş kesan destpê kir, gerdûnî bû û veguherî îdeolojiyekê ku civak hemû di nava xwe de vehewand. Ev berxwedan her cûre bedewiyê di nava xwe de vedihewîne, lewma ne gotin têrê dike ku qala wê bike, ne jî dil heye ku heqîqeta wê kêliyê vebêje. Berxwedana zindana Amedê ku ew kêlî bi berxwedana xwe bi wate kir, bi ruhê 14’ê Tîrmehê bû xwedî wateyeke bêdawî.