Jiyana herikbar a Sara

- Newaya Jin
533 views

Ev dewlet, dewleteke xayîne. Tu caran ji Dêrsimî re nebû yar, jê ewle nebû. Yên ku bi awayek herî ketî îxanet kirin jî, hatin gulebaran kirin, birin ber darê sêdarê. Baş dihat zanîn ku yên di vî astî de pişta xwe dabin nirxên ku hebûna wan e û yên herî nêzî xwe jî bi awayek bê wijdan ji holê rakirin, ne pêkane xêreke wan ji dewletê re jî hebe. Dewlet êdî Dêrsimî baş nasdikir. Kurdbûn ji bo cara dawî lê bi awayek ku mirov jê ders derbixîne, di şexsê Dêrsimiyan de hatibû bin ax kirin.        

Di jiyana min de destpêkeke nû

Yekemîn kar ku min kir, min wêneyê Ecewît ku hatibû çerçeve kirin û li malê hatibû daliqandin jê kir, erdî xist. Dayîka min qîr kir û got, “keça min ma qey tu dîn bûyî.” Raste, ez dîn bibûm. Ew Ecewîtê ku heya wê rojê ez wek dînan pê hatibûm giridan, destûra lêdana ciwan û şoreşgerên ku min nas dikirin, dabû. Hem jî ji ber ku şîara “biratiya gelan” qêrabûn! A rast bi şikandina wêneyê wî ez ketibûm rêgehek din. Ev di jiyana min de destpêkeke nû bû. Ger ji ber xwe de pêşketibe jî, lê şert û mercên ku ew avakir hebû, ev hemû tişt xelekeka girîng  a ku ez bi rastiya xwe a bingehîn re bigihim hev pêk tanî.       

Têkoşînek bi mînak

Têkoşîna Leyla Qasim di heman demê de raperîna li dijî nokeriyê bû. Û ne pêkanbû jê bandor  nebe. Her çiqas ez diketim nav têkoşînê, ji bo min fêm kirina Leyla Qasim hîn zêdetir bi wate dibû. Têkoşîna wê ya azadiyê, di azadiya gelê xwe de azadiya xwe dîtin, di şerê xwe yê li dijî her cûre paşverûtî, veavabûnên feodal, nêzikatiyên wan ên li beramberî jinê, di rêza pêş de cih digirt û şehadeta wê a di vê oxirê de arîşen, palpişt bû, mînak bû ji bo tevahiya jinên Kurd.    

Li pey heqîqetê de bezîn

Erê, em Apocî bûn! A rast ev yek xweşa me diçû, me dipejirand. Bi rehetî nedihat bilêvkirin lê mirov pê şanaz dibû, xwedî balkêş bûneke bi sirûşt bû. Bê ku kes Rêbertî bibîne jî xwedî bandorek wiha bû. Lê dîtin, şahêdê her taybetmendiyek Wî bûyîn tiştek cûda bû.   

Tişta ku di Rêbertî de herî zêde bala min kêşand, taybetmendiya Wî a guhdarî kirin û fêm kirina mirov bû. Yek ser nediket mijaran. Bala Wî ne tenê li ser yek mijar, yek kes û yek bûyerê dima. Lê belê wisa diaxivî ku daxwaza di te de, her tişta ku hewce bû bê çareser kirin, tanî ziman.   

Vîna şoreşgerî

Parastina nirxan, ji her tişta ku zirarê bi wan bide dûr sekinîn, li hemberî her cûre êrîşên dijmin vîn û bawerî li ser lingan hiştin, ev hemû tişt di heman demê de şerekî mezin bû. Bi ser de jî tuyê di şert û mercên newekhev de şer bikî. Dijmin wê her cûre teknîk, her cûre amûrî bikar bîne û tuyê bi vîna xwe a şoreşgerî, baweriya xwe vî şerî birêve bibî.    

Belê, wê li Zapê hevdîtinek dîrokî, bi wate pêk bihata. Ji her aliyê welat, gelek hevalên ku hema bêje di pêvajoyên cihê yên partî û têkoşîna me de cih girtine û bi awayên cûda jiyan kirine, şahidî ji wan pêvajoyan re kirine, wê li heman cihî kom bibana. Ev bîrîkirinek bû. Di van pênc salên dawî de min heya rêjeyekê ev yek jiya bû. Şansê dîtina gelek hevalên ku min beriya wê nedîtibû jî pêk hatibû.     

Ji pirtûkên Sakîne Cansiz ên “Her şer bû jiyana min” hatiye kom kirin û amadekirin.