Li Çiyan dengek olan dide

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
613 views

Ey a nemira çiyan, kenê te ye ku olan dide li zinarên welat, tu li virî! 

Di zivistana 2002’an de ew derfet çêbû, efsane û her wiha pêşenga têkoşîna jinê, heval Sara ji nêz ve nas bikim. Min berê jî bi caran bi wesîleyên cûda dîtibû, vê carê jî hûnerê hişt em bigehin hev. Ji bo demekê li dibistana hunerê a şehîd Sefkan berpirs bû. Ez jî ji ber karê şanoyê li wir bûm.  Her wek nêrîna li siyasiyan, min wisa dizanî ku peywendiya xwe bi hunerê re ne kûr e. Lê ez xapiyabûm, ne wisa bû! Min dît ku heval Sara bi şano, muzîk, sînema, wêje û her beşa hunerê re bi kûrahî peywendîdar bû. Ji serî heta binî bi her detayê mijûl dibû. Ji bo hunerê digot qada afirandina mirov, qada afirandina heqîqetê. Şehîdên qada hunerê heval Delîla, Xelîl Dag, Hêvî Şanoger, Rêzan Ulaş, Yekta Herekol, heval Zerdeşt û bi dehan şoreşgerên din bi nêrîna heval Sara a hunerê bandor bûn. Ne tenê ev, di jiyanê de jî şopên kûr hêlan. Di wê zivistana giran de ku seqemê xwe li sererd û binerdê rapêça bû, heval Sara hêvî û azadî parve dikir.

Dengê kenê bi hêviyê bibû yek

Bi hebûna xwe û bi helwesta çêker jiyan asantir dikir, bargiranî sivik dikir. Qet ji bîra min naçe ji ber berfa giran av ketibû mangeyên hevalên jin, lewma komek heval bê cih bûn. Heval Sara bangî wan hevalan kir, ku werin ba wê bimînin. Jimar zêde bû, cihê heval Sara jî pir teng bû, xwezayî hevalan got nabe, lê bi israr û dilxweşî wê heval anîn ba xwe. Nêzî heftiyekê em bi hev re man, bi rastî demek bi wate bû. Dinava hefteyekê de di wê qoncika teng de heval Sara jiyan veguherand, ji wê zivistanê dûr xist, bir biharek geş. Enerjiya wê cûda bû, bi hebûna xwe ji xwe em dilxweş dikirin. Li gel vê, dema ew enerjî dibû gotin, ken û tevger rewşek ku bi gotinê nayê ziman derdiket holê. Wisa bû, li cihî ku ew lê maba ger xweza dil li me bika cemed jî wê heval Sara hezkirin û evîna heqîqetê lê parve bikira.

Efsaneyek dijiya li pêş çavên me, dibû reng, deng û diherîkî. Her helwesta wê ew gotina ‘jiyana min her dem têkoşîn bû’ piştrast dikir. Bi berfê re çend şer dikir, ji bo nebe aşot û me ne daqurtîne. Ji bo jiyan biserkeve û bigehe biharê heval Sara bê rawestan şev û roj tiştek dikir. Kom bi kom şagirtên dibistanê dişand serê giran, berfa ku sistbû û ji bo aşotê amade, didewisandin. Elbet li gel Stranên Şanoger Hêvî, Sînemager Xelîl Dag, Delîla û dengê kenê Rêzan li gel hêviya heval Sarayê dibûn yek. Bi israra heval Sara a ji bo jiyanê, ew dibistan giha biharê. Lê, li qadên din heval ketibûn ber aşotê û şehîd bibûn. Li dibistana şehîd Sefkan û her qada heval Sara xwe gihandiyê jî jiyan bi serkeftî bû. Min li wir dît ka hezkirina wê ya ji bo jiyanê çendî mezin e. 

Hêvî hembêzek ji hesretê ye

SONY DSC

Ya rast di jiyana min de wateya wan rojên li gel heval Sara bê emsal e. Ew bi jiyana xwe, bi her detayê dibû hêza guhertinê. Ew bi têkoşîna xwe azadî bû, ne wisa ji ber xwe ve û tenê bi gotinan. Dema niha li wan kêliyan dinêrim dixwazim wiha bêjim; li keviyên Zagrosan, li hemberî xezeba xwidayan wê çav berdabûn asoyên biharîn û wisa şer dikir. Li wir şerê jiyan û azadiyê dikir heval Sara. 

Di bihara 2006’an derfet çêbû dîsa heval Sara bibînim. Vê carê li ber aveke herikbar me hev dît. Wek jiyanê em himêz kirin, weke hêviyê li me keniya. Komek mezin a jinan li dor wê civiyan û wê ew kêliyên azadiyê parve kir. Min li wir fam kir, ew bedewek azad e. Min li wir ferq kir, heval bêriya wê bedewiya azad dikin, her çî nêz be, her çî dûr! Ji ber wê, dîtina wê rûyê her jinekê dikir gulistan. Dema hevalek himêz dikir, dema destê hevalekê diguvaşt, bi hemû hebûna xwe diherîkî dil. Li bîra min e, li xatirxwestinê dema me ew oxir kir, dest danî ser dilê xwe û got em ê hev bibînin. Weke ku ew dilê xwe li wî çiyayî, li keviya çemekê bihêle. 

Xwedî rêgez û helwest bû

Piştî wê veqetînê bi salan min ew li Ewrûpayê dît. Ew ne hevdîtinek wisa bû, lê hevgihiştinek bû. Dema min ew dît, weke dîtina ax û ava Kurdistanê, weke gihiştina çiya, berf û barana welat bû. Ew esaleta çiyayî, sekin û helwesta jiyanê bi xwere digerand. Her wisa bû, weke ku çiyayên welat li vir bin, bi sebr û aram bû. Carnan tê pirsîn gelo çima heval Sara bû armanca êrişê, bersiv jiyan û helwesta wê ya şoreşger e. Ew gehiştî bû, azadî û heqîqet di wê de bibûn jiyan. Lewma ewqas bedew, ji dil û wêrek bû. Jiyana wê bi têkoşînê borî, ew tekoşîna ku bi estekîk û exlaqê hatî rapêçan. Çend têkoşiyabû, ew çend bedew bibû, ew çend hatibû hezkirin. Ji ber vê Rêber Apo got; “yên ku dixwazin têkoşîna jinê fêm bikin, va ye têkoşîna jinê Sara ye.” Rêxistina jina Kurd bi Sarayê dest pê kir, bi pêşengiya Sarayê mezin bû, bû artêş, partî û pergal. Niha jî xeta azadiya jinê ya ku di heval Sara de şênber dibe, bûye çavkaniya têkoşîna jinên cîhanê. 

Weke îro, her roj em dîsa bêriya wê bedewiya azad dikin. Her roj û şevê, her henaseyê, ew xwe di her kêliya têkoşînê de bi bîr dixe. Her roja din zêdetir bi nirx dibe, zêdetir xwe dide der heqîqeta wê. Lewma ev gotin dê li zinarên welat olan bidin ji bo heval Sara û helbestvanek jin a çiyayî dê wisa bang bike; Ey a nemir, vê carê ji çiyayekê bangî te dikim.  Ji dil hewara  min bo te ye ey a nemir, a jin, jiyan û azadî tu. Zeman bi te nikare, kuştin, qirkirin û talan bi te nikare, ew sê gulle qet bi te nikarin. Ev dinyaya mêr, ev pergala ji hesin û betonê, ev dinyaya tarî bi te nikare. Binêre, ji keviyên Zagrosan, Xinêrê û Lolanê kenê te berhev dikim. Ji xaçerêyên Botanê bêhna te tê gerîlaya min. Çi xweş li te tê çiya, çi xweş li çiyan tê hebûn û azadiya te. Hîn dengê kenê te li asoyên welat olan dide…