Komediya Hilbijartinên Pêşwext 

- Nesrîn NAVDAR
642 views

MANSETXebatên hilbijartina giştî, hilbijartina pêşwext û dîsa hilbijartina pêşwext, hilbijartina serokomariyê… Hemû gelên li Tirkiye û Kurdên Bakurê Kurdistanê di nava van çar salan de dibin şahidê çar hilbijartinan ku didu ji wan pêşwext in. Tê zanîn ku ji bo hilbijartinek pêk were hem dem lazim e hem jî aborî. Ango di her du hêlan de jî ji bo aramiya civakî windabûnek bi serê xwe ne. Ger were bîra gelê me, ji salên 90’î heta niha bi dehan caran hikûmet têk çûn û bi dehan hilbijartinên demî û yên pêşwext pêk hatin lê, di tu demekê de jî pirsgirêkên heyî çareser nebûn û rayedarên wan hikûmetan nikaribûn pirsgirêkên heyî çareser bikin. Sal bi sal pirsgirêkên heyî zêdetir û girantir bûn û dîsa heman hişmendî berdewam e. Ne guherîna   rayedaran ne jî ya hikûmetê nikarîbûne bi vê mantiqê ku bingeha xwe ji înkarkirin û qirkirina gelê Kurd digre pirsgirêkan çareser bikin û heta ku vê hişmendiya xwe bidomîn jî dê nikaribin ji nav pirsgirêkan der bikevin. Her çiqas ew ji nedîtî ve werin û înkar bikin jî pirsgirêka herî mezin ji qebûlnekirin û çaresernekirina pirsgirêka gelê Kurd der tê. Heta ev dewlet û hikûmetên wê mafên bingehîn ên gelê Kurd qebûl nekin dê mehkûmê têkçûn û windakirinê bin. Pirsgirêkên ku di aboriyê de jî rû didin, pirsgirêkên ku di civak, siyaset û qadên navnetewî de jî der tên ji ber çaresernekirina pirsgirêka gelê Kurd e.

Armanc têk birina aramiyê bû 

KOMEDİYA HİLBİJARTENEN PESVEXT-1Em tev dizanin piştî xerakirina pêvajoya aştiyê ya ji hêla hikûmata Erdogan-APK’ê pê ve bi dehan bajar û navçeyên Kurdan ji hêla hêzên çekdar ên dewletê ve hatin rûxandin, Jin, zarok, ciwan, kal û pîr di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin. Erdogan û hevkar û pêgirtiyên wî (ku mixabin di nav wan de Kurdên xwefiroş û yên ji hişmendiya netewî dûr jî ne hindik bûn) yên ku ji rûxandina bajarên Kurdan û qetilkirina şêniyên wan bajaran re qilifê xendeqan nîşan didan û digotin sedema rûxandina Cizîr, Sûr, Nisêbîn û bajar û navçeyên din kolandina xendeqan e, bi êrişa wan a li ser Efrîna ku dikeve derveyê sînorê Tirkiyê û di pêvajoya şerê Sûriyê de bajarê herî bi aram bû ku gelek koçberên ji bajarên din dihewandin pûç û vala der ket.

Efrîna ku gelê wê di nav wekhevî û aramiyê de dijiyan ji hêla faşîzma hêzên Erdogan, AKP-MHP’ê ve veguherî Sûr, Cizîr û Nisêbîn ê. Nizanim ew kesên devqirêj û mejî şûştî yên ku gotina dîktator û hevkarên wî yên wek ‘ji ber xendeqan bajar ketine wê rewşê’ bê şerm dubare dikirin, ji bo Efrînê çi qilif dîtine. Ger dibêjin parastina sînor(!) Em jî dizanin û ew jî dizanin ku ji Efrînê tu guleyek bi hêla sînor ve nehatiye û heta li Efrînê ne çek, şer û pevçûn, di eslê xwe de aramî, demokrasî û wekheviya gelan serwer bû.

Di dagirkirina Efrînê de sê mexsedên Erdogan û hevkarên wî hebûn. Yek jê ji nefreta gihiştina Kurdan a xweseriya xwe, ya din veşartina têkçûna ku di aborî û siyasetê de dijî û tengasiya ku di hêla netewî û navnetewî de ketiye pê veşêre, ya sêyemîn jî ji ber têkçûn û tengasiya ku ketiye pê pêdivî bi hilbijartineke pêşwext didît û beriya hilbijartinê lazim bû ku (ji ser pişta gelê Tirkiyê û hêzên Navnetewî be jî) qehremaniyekê pêk bîne û hinek din temenê dîktatoriya xwe dirêj bike bû.

Ji hêza çalak a jinê ditirsin

ank-22-05-2018-dirayet-tasdemir-secim-bildirge-aciklama3Em tev piştî 7 Hezîrana 2015’an de bûn şahidê bêtehemûliya Erdogan a li hember serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de. Ji ber ku li gel hemû astengiyên ku li pêşiya gel û HDP’ê derxistin, dîsa jî nikaribûn pêşî li îradeya gel bigrin. Erdogan projeya hilbijartinên pêşwext amade kir û di cih de xist meriyetê. Tirsa wî ya mezin a ji serkeftina HDP’ê ji tirsa wî ya serkeftina gelê Kurd û hemû gelên din ên ku di nav vê partiya ku wekhevî û demokrasiya gelan diparast de cih digirtin re bû.

Ji ber ku felsefe û îdeolojiya wî ji tekparêzî ango tek mêr, tek al, tek ol, tek netew û tek welat pêk dihat, di serî de ji hebûna gelê Kurd, ji felsefe û manîfestoya pirnetenewî, pirzimanî, pirolî û pirçandî ditirsiya û nefret jê dikir. Ji pirçandî û pirengiya li herêmê ku ji bo bi hevre jiyana gelan bingehê wekhevî û demokrasiyê bû, ditirsîn. Di heman demê de, ji ber ku armanceke partiya demokratîk a gelan jî azadiya jinê û wekheviya di navbera jin û mêran de ye, lê ew alîgirê bindesthiştin, kolekirin û tunehesibandina jinê bû û ji azadiya jinê û wekheviya di navbera mêr û jinan de ditirsiyan. Ji ber vê çendê jî HDP dîsa di hedefa wî de bû û hewl da ku ji qada siyasî daxîne. A rast Erdogan û faşîzma AKP’ê ji hebûna jinê ya di qada siyasî, her wiha hemû qadên civakî ku bi rengê jinê ji nûve digiha rastiya xwe û şikil digirt, tirs dijiya. Ji ber vê ye ku îro bera hemû êrişên xwe daye ser jinê û nirxên wê.

Lê, wek em dizanin tevî hemû astengiyên ku bi hêza dewletê der xistin pêşiya vîna gel jî di mexseda xwe ya bêhiqûqî û nemirovî de bi ser neket û ev partiya ku wekheviya gelan û wekheviya jin û mêran diparast, car din di hilbijartinê de bi ser ket. Lêbelê ew dîsan vale nesekînin û bi biryarname û biryarên din ên bêhiqûq, bi avêtina zindanan û daxistina parlamenteriya parlementerên HDP’ê, hewl da pê li îradeya gelan bike. Lê, em îro hîn baştir dibînin ku ya bi ser ket û bi ser dikeve, wek her car dîsan vîna azad a gelan e.

Hedef  navendên çand û perwerdê bûn

KOMEDİYA HİLBİJARTENEN PESVEXT-6Helbet tenê di hewldana tesfiyekirina gelê Kurd a ji siyasetê û desteserkirina şaredariyan ku ji hêla kesên ku bi îradeya gelan hatine ser kar, dihatin birêvebirin de nesekinî. Bi pêla biryarnameyên di hikmê qanûnê de xwestin hemwelatiyên Kurd ên sivîl ku bajarên wan hatine rûxandin jî bi aboriyê terbiye bikin û wan neçarê qebûlkirina hikma xwe bike. Di vê hewldana wî de jî hedefên wî yên sereke jin bûn helbet. Bi qeyûm avêtina ser şaredariyan pêşiya her tiştî jin ji kar avêtin û bi taybetî mamosteyên jin ku li kreşan bi zimanê Kurdî zarok perwerde dikirin ji kar hatin avêtin. Bi vî awayî dijminahiya xwe ji jinê û ji zimanê Kurdî re vekirî nîşan dan.

Ev kesê ku manîfestoya tekparêzî û dîktatoriyê ji nû ve dinivîse hewl dide teza xwe jî li ser tunehesibandin û tunekirina Kurdan bide. Bi tecrîdkirina Rêberê netewa demokratîk a bi salan, bi rûxandina bajar û navçe û bi şewitandina xweza û xerakirina heyînên dîrokî yên Kurdan û bi girtin, koçberkirin û kuştina Kurdan, bi girtin û qedexirina rojname, tv û saziyên zimanê Kurdî ku tê de rûxandina dibistaneke zimanê Kurdî jî heye hewl dide mexseda xwe ya qirêj û nemirovî bi ser bixîne û ji bo vê her carê rûyekî xwe yê din ê hov nîşan dide. Armanca Erdogan û faşîzma wî bê hiş û dîrok hiştina gel e. Lê, digel van hemû kirinên wî dîsa jî şansê gelê Kurd û yên gelên din heye ku xwe ji vê belaya tekparêziyê xelas bikin. Di vê hilbijartina pêşwext de em dikarin bi hevgirtina gelan û bi hêza sereke ya jinan vî welatî di 24’ê Hezîrana 2018’yan de ji vê belayê rizgar bikin û aramî û wekheviya gelan avabikin. Di vê hilbijartinê de bi taybetî xebata jinan, wê xebat û têkoşîna gelê Kurd û gelên din ne tenê xebat û têkoşîneke ji bo bidestxistina hilbijartinekî be. Wê xebat û têkoşîna wan, pêkanîna demokrasî, wekhevî û azadiyê ya li hember tekparêzî, dîktatorî, înkarkirin, şer û bindestiyê be.

Welat bi dizî û talanê birêve dibe

Wekî em dizanin çîroka vî dîktatorî çîrokeke dirêj e ku çawa gel xapandiye û ew ji bo bicihanîna mexsed û armancên xwe bikar anîne, çawa fen û fût li ser welat û gelan pêk anîne ye. Wekî tê bîra me demekî gotibû ‘ji vê gustîlka min pê ve tu heyînek min nîne. Ger we di sibe rojê de dît ji vê pê ve heyînek min heye bizanibin ku min dizî kiriye.’ Bibîr bînin îro bi serweta ku daniye ser hev ne tenê gustîlkek du gustîlk, belku dikare neh deh dikanê zêrkeran bigre. Bûye xwediyê keştî û kargehan, heta di nav lîderên herî dewlemend ên cîhanê de cih digre. Ji aliyê din ve jî gelê vî welatî ku wan bi milîbûnî, tekalî û tekwelatiyê dixapîne di nav bêkarî û xizaniyê de digevize û bi zorê hewl dide li ser lingan bimîne. Ji xwe ji bo vê dewlemendiya xwe ya ku bi dizî û bêrêtiyan gihiştiyê veşêre, qanûneke nû ji bo projeya serokatiyê der xist ku tê de ji bo berjewendiya gelan tu xalek tune ye.

Ya duyemîn gotibû ku dê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û wekî em dizanin bi nexşerêya ku Rêberê Netewa Demokratîk pêşkêş kir ku ew nexşerê dikaribû bibe sedema aştî û wekheviya di navbera gelan a daîmî û dîrokî; lê, piştî ku Erdogan di pêlekana siyasetê de gihişt armanca xwe pê ve pên li soza xwe û li maseya çareseriyê xist û bû agir li ser gelê Kurd bariya.

Li şûna tekparêzî pirr rengî 

KOMEDİYA HİLBİJARTENEN PESVEXT-3Niha jî der ket û got, ‘ger miletê min bibêje temam e, emê vekişin.’ Hat dîtin ku piştî vê gotina wî li twîtterê bi sedhezaran kesan twîtên temam e avêtin lê, ger em li rabirdûyê binêrin emê hîn baştir fêm bikin ku ev gotina wî tê wateya ‘milet çi dibêje bila bibêje, emê ya xwe bikin û di vê hilbijartinê de jî bi dek û dolab, hîle û diziyan hemû sindoqan dagir bikin û emê îradeya we vala der bixînin.’ Ji xwe dirêjkirina rewşa awarte, girtina hemû medyaya muxalif û hemû rojname û tv. yên heyî xistina bin fermanan vê rastiyê hîn zêdetir zelal dike.

Ev civaka ku her roj dibe şahidê tundî û qetilkirina jinan a ji hêla mêran ve, her roj dibe şahidê xapînokî û diziyê, bêrêzî û nelirêtiyê û rêveberiyeke tekparêzî û tekmêriyê ku xwe dispêre sedsalên berê ku niha li welatên cîhan ên siyemîn jî nayê dîtin, lê tê ferzkirin. Lêbelê dîsa jî ev lêferzkirin ne çarenûsa gelan e. Her çiqas hewce nedikir ku gelê Kurd bikeve vê hilbijartina bi zorê ku wek henek li civakê bê kirin lê, ji bo ev dîktatoriya li ser me rabe lazim e di serî de hemû sazî û partiyên Kurd bi tevahi hêzên li Bakur û yên li Tirkiyê bibin yek û dibin sîwana HDP’ê de dawî li vê pergala tekparêz a dîktatorî bînin. Hewceye ev hilbijartin bibe dawiya dîktatorî û faşîzma Erdogan. Bibe dawiya zilm û zora li ser gelan tê birêve birin.

Dema yekîtiya xwe ava bike, hêza gel bi xwedîderketina li îradeya xwe û bi tercîha xwe ya ji demokrasî û wekheviya gelan dikare xwe ji vî dîktatorî, ji tengasiya aborî, gengeşe û bêhizûriya civakî xilas bike. Bi taybetî hêz û îradeya jinê dikare dawî li vê trajediya bi serê gelan tînin û komediya hilbijartinan bîne û li şûna tekmêrî û tekparêziyê azadî, demokrasî, wekhevî û aştiyê li vî welatî mayînde bike.